21 Mayıs 2019 Salı

Ji Akademiyê Re Raporek


“Gava ez li pêşveçûna xwe û armancên xwe dinêrim, ne lomedar im, ne jî pê kêfxweş im. Destên min di bêrîkên şalê min de, şûşeya şerabê li ser maseyê, ez nîvpaldayî, nîv li ser rûnişteka hêlanok rûniştî, di pencereyê re li derve mêze dikim. Mêvan tên, ez, li gorî ku bi wan rewa ye, xêrhatinê li wan dikim. Organîzatorê min li odeya pêşîn rûdine, gava ez bang lê dikim ew tê û guh dide ser tiştên ez jê re dibêjim. Bi êvaran tim xwepêşandan hene û xwepêşandina min çetin e ku ji vê çêtir jî be. Kengî ez ji ziyafetan, ji sazûmanên zanistî, ji civînên kêfê dereng tême mal, şempanzeyeke nîvperwerdekirî li benda min dipê û ez, bi awayê ku meymûn kêfa xwe bi hev tînin, kêfa xwe bi wê tînim. Bi roj ez naxwazim wê bibînim; di awirên wê de dînîtiya ku li heywanên bi perwerdekirinê re hişbelavbûyî, hene; ez tenê van dîbînim û ez nikarim lê sebatê bikim.” (F.Kafka-Koloniya Tawanê, Werger: Fatîh Aydin, Weşanên Lîs, 2016, Amed)
Franz Kafka di navbera salên 1883 û 1917’an de kurteçîrokek bi nave "Ji Akademiyê Raporek" dinivîse. Kafka di çîroka xwe de behsa meymûnekî (Peterê Sor) ku bi destê mirovan tê birîndarkirin û tê zeft kirin dike. Peterê Sor ji bo ku jiyana xwe berdewam bike mecbûr dibine ku tevgerên taqlidkirina mirovan hîn bibe û pişt re li hemberî akademîsyenan de ev rapora xwe bixwîne.
Çîrok ji aliyê Roşeng Rojbîr ve ji bo sehneyê adapte bûye. Tûncay Ozel hem derhêneriya lîstikê û hem jî bi lîstikvaniya xwe derdikeve hemberî temaşevanan. Di lîstikê de dekor ji aliyê Bilge Kutlu, teknîk Egît Firat û afîş jî ji aliyê Ronî Dîldar ve hatiye çêkirin. Lîstik yek perde ye û bi yek kesî tê lîstin.
Di sehneyê de dekor qafeseke biçûk e û li her du aliyê sehneyê ben heye. Gava sehne ronî dibe Tûncay Ozel bi cilên sor ve li tewanê sehneyê derdikeve peşberî me. Xwe li tewanê sehnêyê asê kiriye û dest bi monologa xwe dike. Pişt re benekî bi destê xwe û benekî jî bi nigê xwe ve girê dide û dest bi performansa xwe dike.
Ji bo vê lîstikê em karin bêjin ku Tuncay wekî derhêner formên "in-yer-face" ve derdikeve hemberî temaşevanan. Wekî teoriyek "in-yer-face" di dawiya sedsalên 20’an de li Îngilistanê derdikeve û li dinyayê belav dibe. Ji bo vê teoriyê em dikarin bêjin ku li ser sehneyê lîstikvan bi laşê xwe, bi dengê xwe mecbûr e ku temaşevanan aciz bike. Di vê teoriyê de li ser sehneyê ziyandayîna fîzîkî, wehşeo, taciz û hwd her tişt serbest e.
Di vê listikê de jî Tûncay dixwaze ku temaşevanan "aciz" bike.
F. Kafka di vê metnê de dixwaze ku li ser têgihên azadiyê re nîqaşeke veke: Azadî çî ye? Di navbera azadî û xelasiyê de çi ferq heye? û hwd...
Li ser sehneşê biraninên Peterê Sor, jiyana wî, yeko yeko tê qal kirin... Peterê Sor baş dizane ku teqlîdkirina mirovan ji bo wî tenê xilasiyeke; xilasiya îşkenceyê ye, xilasiya sîrkê ye... Di lîstikê de Peterê Sor bi heyasên xwe û pişhotikî li ser sehneyê de dimeşiya û performansa xwe berdewam dikir ev tiştên nîvcomayîna fizikî û bikaranîna ben û qefes ji aliyê rejî ve fonksiyonên sereke bû. Qefes û ben hem alikariya peyamên metnê dibû û hem jî dinyayeke tengbûyî nîşanî me dibû. Tiştên nivcomayîna fîzîkî jî her tim ji me re digot ku xwezayê Peterê Sor ne vê dinyayê ye...
Peterê Sor her tim dixest ku xwe bigihîne temaşevanan, derdê xwe ji wan re bêje, lê mixabin dest girêdayî, nig girêdayî bû... Ew ben her tim ji me re digot ku, çi jî bike azadî ne mimkûn e. Peter ji mirovan gelek tişt hîn dibe; berî her tiştî zimanê wan hîn dibe, pîpo dikşîne, şa dibe, eraqê vedixwe, tif dike... Peter hemû hînbûna xwe li ser sehneyê nîşanî me dide û tê yeko yeko li ser rûyê me tif dike, aciz dike ji ber ku temaşevan jî şirîkê vê gunehê ne. Bi gotineke kurtasî, şaristan di vê metnê de zindaneke mezin e û mirovên nûjen jî ev pawanê zindanê ne. 
Ev tekst bi tevgerên Tûncay ve xwe ji "şanoya xwendin"ê ve xelas kiriye. Di performansên yek kesî de pirsgirêkên herî mezin ev e ku tevger tê de tune ye, ev tişt jî lîstik dike "şanoya xwendin"ê. Lê hem ji aliyê derheneriyê ve, hem jî ji aliyê lîstikvaniyê ve karekî serkeftî çêbûye. Tuncay bi çîroka xwe û bi tevgerên xwe ve bi têra xwe temaşevanan "aciz" dike.
Lîstik li Stenbolê sahneya Şa Perfomansê dilîze. Bê şano neminîn.

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder