Fêrîkê Ûsiv- Bê Qelen(1974)
Piyêsa Fêrîkê Ûsiv “Bê qelen” salên dirêj, pirr caran bi radyoya Yerevanê (zimanê kurdî) hatiye dayin. Rola (dilq) Cefo - Fêrîk bi xwe diqedand. Vê demê ew piyês li fonda radyoyaYêrêvanêye kurdîda tê xwey kirinê.
Ev piyês usa jî sala 1974a Tiatroya Gundê Elegezê ya gelerî da hatiye lîstin.
BÊ QELEN
ŞIKILÊ 1
Miqamek kurdî
Gundê
Axdaşê, mala Cefo.
Cefo ser keravatê çarmêrki runiştiye, Şerê ber tendûrê şipya
sekinîye- teşiyê dirêse. Etem runiştiye ser çewalêd arvan lingê xwe dive-tîne.
Cefo.-
Lê-lê, Keyê, qîza Dûko Ezîzra şir qelandiye, husinê dinêda qe qusûra wê
tune, çiqas tûnebe qîza esilzadane, nevya Şewêşe, Şewêş wextekê rîspîtya
gundekî dikir,gilavyara dida-distand, gûbêrnatorra dida- distand, xwe ne
qolayîye?
Şerê.-
Cefo.. ya min dikî, tê terka Şewêş-mewêşa bidî. Ya min bikî - emê îşev herin
destê qîza Rostem bigrin, nîşanyê xwe pêvakin, qet-bira xwe têkine yek û bene
mala xwe... Qîza mêrik, ser bextê min û kurê mindabe, hêjaye: pêşekdar,
destemel, gundda, serî ewe gunddane, gundîya meye, em nas dikin, divên mirov
dewê xwe cêribandî nade qatixê necêribandî.
Cefo.-
La phîn li wî dewî ketê, dewê sirsûmê Xezal bikilê...
Şerê.-
Ijar çî te dê ketiye, dê ji xwera, keçik jî ji xwera. Ji dê u bavan hezar tule dikevin.
Cefo.-
Ê, ça çî min dê ketiye? Xinamiya xwera ez hinekî jî beşerxweş nebim,
laqirdîkî, gilî-gotinekî pêra nekim... Na-na, xwede hevînî, îda çi xinamî?
Rave, Eto can, rave here gazî Ûsivê Sefer, Têmûrê Emerîkê bike, bira bên.
Şerê.- Eto neçe, hela sebirke...
Cefo.- Ê çawa sebirkim?.. Axir qewl qirarê min
mêrikra hene. Mêrik niha taxs xwe kirîye...
Şerê.
– Ê, bo tê bişînî pey Ûsiv, Têmûr, Têmûrê Dîlo bîne, ewê bê te hespê
siyarke?...
Cefo.- Ê, kelê bavê tekim, ez jî
dixwezim sîyar bim ...Zûva hespa sîyar nebûme, heee, bi serê Eslan,
ku bi silametî min bûk sîyarkir, ez hespekî sovxozê Mehê distînim, sîyar
dibim, çend tirada didimê... Naa, Keyê, hewasa min rabûye. Min zûda kurr
nezewcandine, şeka min neşkêne. Eto can banzde!...
Şerê.-
Ez dudilim...
Cefo.-
Xwede dudilyê nedê, çi tevaye -
dudilî?
/Eto
diçe, Cefo ji şifanêrka qulçê xênî litrê araqê derdixe, diçeliqîne)
Cefo.-
Ê... çi rind xeleq digre... Êêêf... malê kandrabande, kê vîya bixwe wê
pêxemberara bimeşe.
(Cefo
araqê veduxe).
Şerê.- Bixwe,
bixwe, belkî xwe ber Dûko-mukoya dişewişînî.
Cefo.- Keyê,
çira Dûkoyê min teze nas ke?... Em hev nas dikin hêêê hêna Nikolada... Em
jî şikir diçin şayê, xwe naçin şînê? Xwezgînî jî bejim hinekî kêfa wan
xweş be. Ezê vêya bi araq verêkim, heta Ûsiv, Temûr tên. Ê, ya rebê alem, tu
ava û şênkî...
PERDE
ŞIKILÊ 2-A
Dengê
zurnê tê.
/Koço ber rê firxûn daye sekinandinê.Bendê hespa dişidîne.Cefo,
Ûsiv, Temûr, Şerê, Ezîz, biraziyê Cefo ji malê dertên berbi firxûnê
diçin. Cefo serxweşe.Hemangî dişewişe, xwe dide rex Ûsiv/.
Cefo.-
Ûsiv, haa... emê herin, dêmek, qet - bira xwe têne yek, tasek dudê xwe jî li
hevxin, bên.
Ûsiv.-
Bira xêlişî be, bira Xwedê oxir namûsê bide.
Cefo.-
Xwedê oxir namûs daye, zûûûda... Qewil-qirarê
me hevra hene...
Ûsiv.-
Yê te û Xwedê?
Cefo.-
Yê min û Dûko, lo...Ez bê serê Dûko nevim, Dûko başqeye. Naha taaxs
xwe kirîye... Esil heye, ê, ne qolaye. Aaa...Heger eslê mêriv heve, bizanbe her
tişt jî tollîye. Mêrê tirk dibê: “Eslinda nedir, beslinda odir”.
Ûsiv.-
Eslinda nedir, beslinda odir...
Cefo. -Derc dikî çi dive?.... Divê – dêmek, esilê te,
cisinê te çîye, gilî-gotinê te jî ewe. Dêmek - eslinda nadir, beslinda odir...
Têmûr.- Ûsiv, evî ew tirkî ku anîye?
Cefo.-
Hii, te çi got, çûro?.... Lo, tu çûri, here çûrtiya xwe bike. Karê te min neketiye, ha...Dewir dewrana mine..
Ezîz.- Bavo, de biliv
siyarbe.
Cefo.-
Ezê siyar bim. Tu hela were, tera ezê gilîkî bêjim. Ro-riyo, emê niha
herin wira. Em ku çûn wira, bê: Ê....
Ezîz.-
Ê....
Cefo.-
Ezê bêjim: “Ez tîme”... Ijar tû zanî ez çima isa dibêm, xwe ez tî nînim?...
naa.. Ez usa dibêm, keçik minra avê bîne û tu keçikê bivînî, begemkî. Te ku
begem kir, bê: Ê...
Ezîz.- Ê...
Cefo.-
Çevê xwe minra biqurpîne. Te ku
quripand, efendiyê xwera bêjim, ezê bizanbim te begemkir...
Ezîz.-
De, ez zanim, îî....
Cefo.-
Nebê zanim, xwera hînbive.
Ûsiv.- Cefo em bilivin, derenge.
Cefo.-
Ûsiv ere, me gilî rastkir, em bilivin.
/Ûsiv, Têmûr, Şerê, Ezîz, biraziyê Cefo hedî-hedî firxûnê
siyardibin. Cefo jî hildikişe ku siyarbe, hengê Naza bûk parava destê xwe davê
milê wî - pêncekê wi dirêj dike/.
Nazê. -
Hi.. hi... niç...
Cefo.- Ê..., eva çi divê? Bo here, xwenakim.
Nazê.- Hi... hi...
Cefo.- Keyê, pî... qe eva me femnake?...
Şerê.- Bo
te xwe undakirye...
Cefo.- Keyê,
ez divêm bive, ew divê niç, niç?...
Şerê.-
Ê, xweke, çi tu kaw dibî, tê serma bikî.
Cefo.-
Ê ne tu jî sivê heta êvarê qîza girik-genyêyî, ji vê dinyayê çi fem dikî?.
Keyê, çi dewira sermakirinêye. Saroçka min li mine, saroçke, kori, navîni? Kuro
bajo!
(Koço
dajo, bifitîne.
firxûn
rê dikeve, dûrva tê dengê Cefo)
Cefo.-/distirê/- Eman eman keçikêê, emaaaan,
Me derbas bûn sal u zemaaan,
Xelq zewicîn ez u tu man...
PERDE
ŞIKILÊ 3-A
(Xwazgini 10-15 deqan da digihîjin gundê Biradaşe, mala
Dûko. Rûdinên, xoş-bêş, gili-gotin, xwera xeberdidin.)
Dûko.- Cimet ser serê mera
hatiye...
Bi
hevra.- Xwedê serê te xweyke...
Dûko.-
Ûsiv, qe nanê we îsal çawane?
Cefo.-
Tî sax bî, Dûko, tollîye...
Ûsiv. -
Dûko, wele qewilî Cefova tollîye, rind hatîye, de çika ma....
Dûko.-
Baranê îsal xezne bûn, xezne...
Cefo..-
Ez tîîme...
Dûko.-
Qizê Besê, ca bêje qîza malê bira Cefora avekê bîne.
/Sernaz avê
tîne. Cefo bi çokê diniçîne Ezîz, wekî li Sernazê binhêre. Bala Ezîz u Sernazê
dikeve hev, herdu jî beşerxweş dibin.Sernaz diçe. Hingê cînarê Dûko
Dodoyê reşî ebilû dêrîda tê/.
Dodo.-
Evara we bi xêr.
Bi hevra.-Serçeva ra hatî, serçeva!.
Dodo,-
Metkê, ca qet-benda xwe nadî, diya min dixwaze.
Dûko.- Dodo keremke, pêşda were!
Ûsiv.- He, eva Dodoyê meye?
Cefo-
Ûsiv çira te hêja nedît, avayî çawa birq veda..Te texmin nekir? Ew şewqa nûr -
nedera Dodoye. (Dikenin)
Dûko.-
Meriv rastî sorê çevhêşin neyê. Dodo, keremke, runî.
Dodo.-
Ezî lezim, xalê Dûko.
Dûko.-
Hela runî, runî. (Dodo rûdinî). Ê, Ûsiv, qet cem we dengê dine çi heye?
Ûsiv.-
Dengê dinê, Dûko, saxî- silametî. Dinya şêne, emê lêne. Şerr tunebe, her
tiştê jî baş be.
Dûko.-
Divê gîtnakanekî gotiye, wekî, ku şere sisya bive, ew atom ku biteqe, dinyayê
nola aşê bêrê dor hev bizvire.
Ûsiv.-
Xwedê neke tiştekî isa hebe. Îda aşê bimîne, qeraşe bimîne?. Tevê bibe toz u
xwelî...
Dûko.-
Ûsiv ijar, Ella neke, tiştekî usa ku bû, ev ruhber, ev insanê wê çawa bibe? Axirya dinyayê we bibe çi?
Ûsiv-
Wê çawa be, we bibe axir dewir. Dinyayê bibe fizil-dûman. Herça bû rastîyê -
insan temamî wê qir be, batmîş be, u Dûkora bêjim, paşê - dinyaye darive,
tezedan rewirê ji xweliyê rabe, paşê meymûnê bi çeşîdê Dodoye me
pêşda bê, insanetê ji maymunê bixuliqe... (dikenin...)
Têmûr.- Wey mala Dodo ketî, Dodoyî zore...
Dodo.-
Metkê, de te qet-benya banya ez biçûma, niha dîya min hîviya mine.
Ûsiv.- Tu
wê rûniştîyî, Dodo can, Tê rabî çi? Bira zarek qetekê bive.
Dûko.-
Tu rûnê, lawik hatine,emê xwera xeverdin, hey emê laqirdîkê bikin,
hey ewê laqirdîkê bikin, emê şeva xwe derbaskin... Qîzê, de biliv, zû
bike....
Ûsiv- Duko,
bira Xwedê vi qapî şên bike, qedîm bike... Bira kemasya vê malê tunebe. Em iro
seva xizmetekê hatine.Hetanî tu xizmeta me bi miraz şa nekî, ad û qirar be, em
destê xwe li mala te danaynin.
Dûko.-
Ê, erêê, ser çevê minra hatine, bira nan bîne, emê nanê xwe bixwin, dîsa emê
xwera xeverdin ... Dîsa emê giliyê xwê bêjin. Gilîyê we çi jî hebe, ez we bê
qedir verênakin.
Ûsiv.-
Xudan qedirbî. Ez bê serê tê nevim. Ez gilîyê te
talan nakim. Lê îja, dêmek, gilî hene, derece hene. Şikir iro kurê Cefo jî
gihîştiye, qîza te jî. Em îro hatine qapîyê te, qonaxa te, dêmek, dewa
mervatiyê te dikin.
Dûko.-Ser çevê mira bên.
Bira wek gilîyê we be. Qîzeke- me qurbana kure
we kir.
Bi hevra.-
Rûspî bî, Xwede te rûspîke....
Ûsiv.- Dûko, de îja keremke. Qelenê qîza xwe jî
bêje, yekser em qet-birra xwe têkine yek, paşê emê xwera rûnên derbaskin. Şeve
dirêjin...
Cefo.- Dûko, de bêje, ez ber te sekinîme. Ez, bavê Ezizim, bêje,
hema ez kêr, tu penêr. Çiqa te tê bibire.
Ûsiv.- Cefo,
nevê: ez kêr, tu penêr, bêje: tu ker, ez penêr.
Cefo.-
Ey çi ferqî, ya Hesen keçel, ya keçel Hesen. Yek nîne?..
Ûsiv- Kura yeke.Axir tu kêr bî, ew penêr be, tê
wi bibirî, ew kêr be, tu penêrbi, ewê te bibire.
Cefo.-
O, Xwedê birînê nede.
Ûsiv.-
Lê qelenê xwe nabirin?.
Cefo.-
A, îja qelen bera bibirin. Dûko bibir, çarê, Dûko werêda.
Dûko.-
Eze bêm, bêm. Lê îja, Ûsiv hesav hene, hesavê qizan jî heye... Qîz heye qîze, qîz
jî heye qîzkoke. Qîza min jî qîze, qizê xelqê jî qîzin, lê, belê, firqî heye...
Min qîza xwe terbet-toret dayê, qîza min, dêmek, ocax-zadada mezin buye, qîza
min 50 cî xwazgîniyê wê hatine, min nedaye... Ne seva ez bêjim qelen, malê
dinê, na... dilê min nexwastiye min nedaye, xwe hemu merya yek
nagirin.
Ûsiv.-
Tu qelenê xwe bêje!..
Dûko.-Qelenê qîza min 5 hezar manat û 4 xelat.
Ûsiv.-
Nabihêêm...
Cefo.-
Kuro, tu çawa nabihêyî?...
Şerê- Cefo,
ca virda... Kuro, te heve araq xwariye, tê me teki sosret?
Cefo.-
Keyê, mêrik qelenê xwe dibire, Ûsiv dibê nabihêm...
Şerê- Îjar zani qelen çiqa dibê?
Pênc hezar manat...
Cefo.-
De bira bêje? ija 5 hezar çîye?
Şerê.-
5 hezar?...
Cefo.- De 5 hazar... îja 5 çi tevake?
Ûsiv.- Dûko, berjêr were, berjêr... Usa bike qewata
mêrikada be, merika bidin. Usabe - ne şiş bişewite, ne kebab.
Cefo.-
Dûko, bibir, çevem, ez kêr, tu penêr...
Ûsiv.-
Cefo ca bise, mal avayo, bise em hev qandirmîşkin.
Cefo.-
Kuro, Ûsiv Xwedê hevînî, tu çi isa xwe kişî ortê dikî?. Xwe tu xweyê kur
nînî? Kur kurê mine? Kurê mine! Mêtirîka wî, femîla wi, gli-gotinê wî li ser
mine? Ser mine, xilas bû çû...
Ûsiv.- De erê, Cefo... me tu tişt negotiye. Kurê teye mirazê te pê bive.
Cefo.- Erê, ne îşê weye, mêrik
çiqas dibire, ez çiqas didimê...
Ûsiv.-
Ê,... min dixwast hinekî qewata teda buya, min dixwast te bizanbiya 5 hezar
çiye?..
Cefo.-
Hê, hê...qama min, tu kêra kapa davêjî. Yan te dixwast bizanbuya 5 hezar
çîye?.. tera tercimekim: piyat tîsiç, 5 hezar,
beş bîn, dixwazi gurcki ji bêjim?..
Ûsiv.-
Bes, bes Cefo, Cefo, em serwext bun.Alîkîda jî gilî gilîyê Cefoye, weki
gêrya mirovda heve, na-na Xwedê hebînî, mirov çima nede? Ica dewlet xwedê serê
Cefo.Çima tune? Ihi, ihi... (dikuxe) Şikir bolle...
bole, lê haqasî me dixwast çend manata peyakî...
Dûko.- 500 manat ji qurbana we, le 4 500ê xwe ezê hildim.
( miqam...)
(Bukê
tînin, Cefo gustîlkê dike tiliya bûkê).
Cefo.- Tilyê bûka min ziravin. Dûko rind xweynekirine.
Tu bise, ku silameti min bûka xwe bir malê, ezê kozî kim, anane doxme bikim
weki her tilike wê bibe şivdarekê.
(dikenin...)
(Bûk
diçe...Dertê texte rast dike. Nanê loş, goştê pêzî qelandi, şerafê u kanyakê
datîne ser texte)
Cefo.-
Nanê bê sazbend tê xarinê? Bişînin pey sazbenda.
Ûsiv.-
Cimet sax bin. Dûko, Cefo bira ev şayî bimbarek-pîroz be. Em vê kasê birincî
pêk bînin, eşqi dê û bavê bûk u zavê, eşqî herdu gulan.
Dûko.-Gul
xulamê tene, Ûsiv. Eşqî herdu gulan. Wekî îro bune menya vê kêfê, vê şayê, ku
em xwera derbas dikin. Bira herdu gul bi reza Xaliqê min bibine du gulen bîn,
neçilmisin.Eşqî wan. Cabê dhêlim bal zavê.
Bi hevra.-Eşqî
herdu gulan…bira sehet qewat bin. .bira bibin gulên qencyê...
Cefo.- Xwerî
xêrê ji kasa xwe bivînin.
Têmûr.- Xêrê
mirazê xwe bivînin.
Ezîz.-
Apê Dûko, Xalê Ûsiv, Xalê Têmûr, bavo, herçê mezin ez xulamê weme.Herçê cihal
jî em birê hevin. Bira em bê gilîyê mezina nebin. Meriyê bê mezin- bê serîye.
Bira Xwedê wê merîfetê jî bide me- em qedrê mezinê xwe zanibin. Û anagorî wê
eşqê, wê hurmetê derên, çiku mezin mera hesab dikin... de ser glî gotinê
we.
Dûko.- De efyat
be, kure min, şikir tame e...
Cefo.- Ma
çira kurê kêye ne tambe?
Dûko- Mirazê te pê be. Lawikno, de nanê xwe bixwin... Hun
çawa dixwin? Nanxwarna we qet ne bi dilê mine.
Ûsiv.- Îdîem zefî dixwin, lema ne bi dilê te ye?....
(dikenin)
Têmûr.-Heyrana wê netika teme, Dodo can. Tu
wê bêje- tê kengê bizewicî? Tê ew qîz- bûkê –Baradaşê gişk kamçoyî kirin,
malavao...
(dikenin)
Dûko.-Cineti bî, Temûr, cinetî bî...
Ûsiv.-Lawikno,
ezê giliki bêjim.
Dûko.- Keremke,
birê min!
Bi hevra.-
Keremke, rîspî!
Ûsiv.- Cimet, eva îro ku em kêf, eşq, ken, laqirdî
derbas dikin ev qedir seva çîye? Eva tev bi reza Xaliqê min saya serê Dodoye,
gula enya wî, nûr u nedera wî, werin em vê kasê jî pêk bînin eşqî Dodo, eşqî
caniya wî...
Dûko.-
Wele xweşe, hêjeye Dodo...
Ûsiv.-
Eşqi Dodo, Dodoyî berbi miraze, şikir mirazê wî hê digere, silametî, xêr xweşi
em rojekî wiha jî ber def u dewata wî bireqisin... Delalê mîna Dodo jî
milet kêm nebin, rewşa milet ne şehte.
Dûko.- Bira
Xwede te rûspîke, Usiv, bira camêrê mîna te jî li milet kêm nebe.
Ûsiv-
Dûko, bira tu jî sax bî, serfinyazbî. Bira mervatiya te u Cefoyê me jî bi reza
Xaliqê min bi qîz û kurava zirav u dirêj be.
Cefo.- Na
Usiv, isa nevêj, nevê, dêmek, mervatiya we ziravbe, direjbe... bira mervatiya
me qalimbe- dirêj be. Mîna şirîta, mîna wan şirîtêd serê
fînîkilorê...Riyo-riyo, Têmûr, tu çûyî Tiflîse?
Têmûr.-Çûme.
Cefo.-
A mervatiya me usa dirêêj be, bê- serê fînîkilorda bê, çiyayê Kojor
derbas be, usa wirda bê gêdûka Ortinavêra heere serê çîyayê Elegezê
biale, paşê li wirda berjêr bê- bighîje vira - ezê rind bialînim, paşê
serê sirîta şêmîka meva girêdim, tekera traktorê ji bidim ser, mengene bikim...
Ûsiv.-
Erê, xwedê mala te ava bike... Dûko, te
çi got?
Dûko.- Xwedê bike isa be. Bira xwedê rûspîtiyê bide.
Bi hevra.- Silametîbe!...silametîbe...
Ûsiv.-
De kasa dagirti eşqa Dodo. Kilam... -ber dere
Koço.
Koço.- (dikuxe) Ezê yekê bêjim,
Hesenê Cizîrî distirê.
Cefo.- Çika, beje, em bibhên...
(Kilam)
Ûsiv- Koço,
kurê min, dengê we ji mera, kerema xwedê jî wera. We çawa kasa min şîrin kir,
bira xwede jî emrê we şîrinke.
Cefo..-
Ê, bavo, wele heqe, ser eşqa Dododa Hesen Cizirî jî bistrê, Ahmedê Cizîrî jî,
kilama Şeroyê Biro jî, Mehmedê Mûsa jî...eşqa wîye....
Bi hevra.-
Eşqî te, Dodo!
Dodo.- Xwedê sehetê bide we.
Têmûr.
–Dodo, eşqî te, mirazê te û qîza Çarsim axa. (Dikenin...)
Bi
hevra.- Xerê jê bivînin!
Cefo.-
Kuro zurneçî, tûş tûşeki lêxe, bira cahil bileyzin,
(Dengê
zurnê..., govend digirin...)
Ûsiv.-
Cefo, were, salixî mane...
(Cimet rûdinê)
Ûsiv.-
Cimet, sax bin, serfinyaz bin, em bê serê Dûko nebin, isa jî bê serê Cefo jî
nebin.Wekî îro mervatiya xwe kirine yek, miraz gîhandine hev û me jî kêfekê
dinyayi xwera derbaskir.
Cimet, ez texmîna dikim êpêce şev çûye.Hatiyara jî çûyîn lazime, mayara jî
rehetî.. Werin em ve kasê jî hildin eşqî textê Duko, bira şênbe, qedîm
be...
Bi hevra.-
Malîava, bira şênbe, qedînbe.
Cefo.-
Kuro, qeydê çûyînê lêxe...
Miqam - tûş, tûş...
(Cimet bela dive).
PERDE
ŞIKILÊ ÇARA
(Ro
bejnekê bilind bûye. Tîrincê avîtiye kuleka Cefo.Cefo ji xewê radibe, tevziya
dide xwe, kincê xwe xwedike, qayişa xwe dixweze girê de....Şerê nav male didê
hev. Etem dor tendûrê rûniştiye.)
Cefo.-
Keyê, ez çima wame, ez êro çima wa têrim?...
Şerê.-
Ez çi zanibim? Xwedê bizanbe.. dive tu
rabuyî paşîvê?
Cefo.- Êêê...Paşîva
çiwanî?
Şerê.-
“Paşîva çiwanî?” Paşîva mala Dûko... te duh keretî ne dixar?
Cefo.-
( bîr tine) Çawa, min jî dixar?
Şerê.-
(ekis) Na, min dixar...
Cefo.-
Ê erê, min dî texte danîne, min dît tijîye. Min dî, lawika dixar,
lê herça ezim - min nedixar...
Şerê.- Te xar, xar, 4 500 manat jî kire qelenê serbar...
Cefo.-
(şaş mayî, destê wî qayîşê tê berdanê, şelê wî dişqite) Ehê, çawa 4 500?...
Şerê.-
De îda hişşş...
Cefo.-
Hee ? Hela ev çi divê?... Çawa 4 500
manat? Çawa hişşş? Ew kê dewrada bihîstiye 4500 manat qelen...
Şerê.-
Ewe, qelenê mêrik jî ewe.
Cefo.-
Ê, erê, qelen-qelen, qelen hezar manat, haydê tera du hezar,
lê 4 500 manat çi xebere?
Şerê.- Ê ne te xwe da ber?...
Cefo.-
Ê min xwe da ber, te xwe neda ber...Keyê, xwe seva ewa şirtiberwarî (şikra
bûkêra) xwe ez xwe talan nakim? Here, here, nîşaniyê bîne...
Şerê.-
Kerbe, kerbe... Tê me nava xelqêda têkî sosret...
Cefo.-
Lo kelê bavê wî xelqî... na-na , xwedê hevînî, sivê ez ku rût bûm, birçî bûm –
xelqê nan bide min?
(Ezîz dêrîda tê).
Ezîz.-
Çîye? Çi qewimîye?
Şerê.-
Kuro, duh qîza mêrik nîşan kirye, îro hatye divêje - here nîşaniyê vegerîne...
Ezîz.-
(bi hêrs ketî) Çawa vegerîne?
Şerê.-
Lê, teze xwe hisyaye, teze divê 4 500 zefe min birrîye...
Ezîz.-
Zefe bira nebiriya…
Cefo.-
Qelenê qîzê xelqê du hezare, hela 1500-e, hela qîz hene 1000-e. Ezîz.- Here, here, yeke 200 manatî minra
bixaze...
Cefo.- Ê, ka te sed manat jî anîye vê
male?...
Ezîz.-
Bo tu kincê xwe xweke.
Cefo.-
Kincê min hîvya te maye?..
Ezîz.-
Evî xerifî...( derî qalim lêdixe, dertê).
Cefo.-
(destekî şelê xwe digire, li
pey Ezîz dertê derê malê). Î beytû... beytû...
Şerê.- (
mile wî dikşîne, dive hundur) Pî,
pî... kuro were, tê me nava xelqêda bikî
robet?....
Cefo.- Kurê te jî
ji te ketiye, wê bive çi?... Here, nishaniyê bîne!
Şerê.- Ez
naçim, te cawa nîşan kirîye, usa jî here vegerîne...
Cefo.- Ê, ezê
herim, çima naçim jî (şelê xwe hers-hêrs girê dide, kumê
xwe dide sere xwe) Koro,
Eto, binhêr avtiya Miko hatiye? ...
Şerê.-
Pî, evî sosret, îja pê avtiyê diçe, wê here bûkê siyarke...
Cefo.- Sosret
bavê te bû, wekî peya rê diçû...
(diçin)
PERDE
ŞIKILÊ PÊNCA
(Miqam.
GundêBaradaşê, mala
Dûko.Besê tarelkê şûşti zîya dike, dike sêrvantê.Dûko ser text çarmêrkî
rûniştiye, tizbîyê xwe ba dike.... Difikire... Paşê xwexwe xwera xeberdide...)
Dûko.-
Çaar hezaaaar pênsid..., 4 500 manat. Ezê 1000 manatî qîza xwera têkme xerc,
wê 3 500 manat bimîne.. (difîtîne) Qîzê, Besê, çika wê bilûra min
bîne, min zûva bilurê nexistîye...
(Bilûrê
tine. Ew lê dixe... Dengê avtiyê tê... Cefo dêrîda tê.)
Cefo.- Roj xêra we.
Dûko.-
Ser çevara, keremke .
(Dûko bilûra xwe nerm
datîne kêleka xwe. Cefo rûdinî, deqekê li hev dinhêrin.)
Cefo.-
Dûko, zanî ez îro seva gilikî hatime.
Dûko.-
Seva çi?
Cefo.-
Tu nizanî seva çi?
Dûko.-
Seva çi? Nebî tu hatî qîzeke dinê jî bixazî?
Cefo.-
Ka min yek xastîye zef razîme, îja ma yeke din...
Dûko.-
Çira ne razîyî?. Duh tu direqisîyî...
Cefo.-
Duh duh bû, îro- îroye, xwe hemu dewran nabin yek...
Dûko.- Îja niha
dewa te çîye?
Cefo.-
Dewa min ewe, ku, dêmek, mera dest nade. Ez navêjim, wekî qîza te
qolayîye, filan- bêvam, na! Qîza te, wele, başe jî, pake jî, lê vê demê
kurê min zewacê naxaze.Gere tu nîşanya min paşda bidî...
Dûko.- Kuro, ez lêpokê teme? Te duh xelq anî, qîza min
nîşan kir, îro hati vedigerini?
Cefo.-
Haşa ji te, Xwedê lêpoktiyê neede...
Dûko.-
Lê lêpoktî nîne? Te duh mervatiya me dikire şirît - fînêkilorêra danî
serê Elegezê, iro hatî van gilîya dikî?
Cefo.- Kuro,
dînî, fînêkilor li ku, Elegez li ku? Çawa sirîtê wirda bê serê Elegezê biale
...Tu qe didî heşê xwe tu çi divêjî?... Ew gilyê tu dikî, merîyên hêna
berî Deqdenose lap herîf dikaribûn tiştê usa bigotana. Eva çi dewrane?
Dûko.-
Te îja tekera traktorê danî ser?
Cefo.-
Kuro, erda xwedê ketime, herim, dêmek, tekera traktorê, sarka wî binî
derxim? Naxagahê nevê çi?
Dûko.-
Tu duh ron bubûyî, îro jî hatî xwe beropaşo datîni?
Cefo.-
Lo beropaşo tuyî, wekî ez tera kurmanci divêjim- nîşanyê paşda bidin - tu
fem naki?
Dûko.-
Çîye,qelen qudumê te şikenand?
Cefo.-
Lêe qelen, qelen hindike? 4 500 manat çi xebere?
Dûko.- Te
duh digo “bibirr”...
Cefo.- Min gotye – bibir, isaf bibir. Ne ku lap berbatke. Min gotîye 1000-î bibir, 2000 a ...
Dûko.- Qîza min ne qîza 2000 ane....
Cefo.- Çira kêm pereye du hezar? 2000 ara kapa
davêji? Naha, vê sehetê mirov çevê xwe bigire, dikare 2000a 50 pezî bistîne.
Dûko.- Qîza min
pez nîne!
Cefo.-
Wekî pez nîne, çima difroşi?
Dûko.-
Ez nafiroşim, heval, ez qîza xwe bi qelen didim...
Cefo.-
Ê, yek nîne - çi bifiroşî, çi qelen bidi, yan Hesen keçel, yan keçel Hesen, yek
nîne?
Dûko.-
Helbet yek nîne, firotan - firotane, qelen- qelene... qelen ew edetê bav u
kalane, ya atada bavadaye...
Cefo.-Atada
babada ber serê minra derbas nave, ez meriyê balşêvîkim.
Dûko.- Ew
tu kengêda usa buyi balshevikê xalis?
Cefo.-
Ez timê jî balşêvîkê xalis bume...timê jî ser sragîra wan çûme. Sragîra wanda
jî qelen tune. Heger rastiya xwedê dipirsî zagûnê keve- qet tera qelen
nakeve...tera sûd dikeve, yê mîna te xercê wan sûde, meriv bide sûdê (Dûko
çevtirsyayî dive, Cefo serva tê.) Bê
qelen, mîna miletên mayîn - bê qelen! Hergê tê qîza xwe bê qelen bidî ser çeva,
ser sera, ezê îro jî bûka xwe syarkim, bivim.
Dûko.-
Yazix, tu mala mindanî...
Cefo.-
Na-na, xwedê hevînî, mala teda nîbûma teyê çi bikira?
Dûko.- Min zanibu min çi dikir...
Cefo.-
De derê ber pira bella, em teselya hevkin...
Dûko.- Qîzê,
bîne, bîne zirt zibîla nîşanya vî gemarî bidinê bira biteqise here... de bira
payîzê çar pût kartol bifroşe, kurê xwe pê bizewicîne... (
Besê dertê ji odê, dice nîşaniyê bîne).
Cefo.-
Te got çi? Zanî, ez te jî nas dikim , kalê te jî nas
dikim, bavê te jî...
Dûko.-
Bavê min glavîyê gundeki bu, parsekçî...
Cefo.-
Bavê te selefxur bu, wekî niha hebya minê wîya bida dadgehê.
(
Besê medekirî tê hundurê odê)
Besê.- Dûko, ca were!
Dûko.- Qîzê, ka nişani?...
Besê.-
Ca were...
Dûko.- Ka nîşanî?
Besê.-
Qîza te nade, nade...
Dûko.-
Qîzê, çawa nade?
Cefo.-
Weyla çeve min bûyê, ew ser qirara mine...
/Dûko hers- hêrs diçe otaxa ku Sernaz têdane, destê wê digire tîne
vê odê).
Dûko.-
Qizê, barişne, komsomol, ez tûyî wan heyşt sale tekim, wekî te
dixwend.... tê xwe bavêjî ser sêla sor? Ka nîşanya wan?
Sernaz.- Here,
min dûr keve, çî te min ketiye?
Dûko.- Çi min te ketye? An ji tera, çi min te
ketye…( sîlekê dide qîza xwe)
Sernaz.- Apoo... ihî, ihî….. (digri)
Cefo.-
Ê, olam, tu bûka kê dixî, ezê te vejênim...
Dûko.-
Qancix, tu qîza minî, yan na?
Sernaz.-
Ez, ezim.
Dûko.- Qiza
minî, yan na?
Sernaz.- Qîza teme,
ne peza teme...
Cefo.-
Maladês! ...
Dûko.-
Têrmaş, tu wê gumaneyî ez qîza xwe bidime kurê te? Ezê bidime Dodo jî, lê tucar nadime kure te.
Cefo.- Ê, gilîyê mêra-gilîye!
Dûko.- Weki ez nedime Dodo- bavê min kurr
dûndabe.. Kuro,
zû here gazî Dodoke ...
Besê.- Dûko,
te xêre? Ca kerbe, Dûko...
Dûko.-
Kuro, vê sehetê gazî Dodoke...
/Sernaz wê demê diçe derva. Cefo pey dertê/
Sernaz.-
Inê...ez çum...
Cefo.-
Zu xwe bavê kabînkê, zûbike... Ezîz hîvya teye...
(Dengê avtiyê tê...)
Besê.- Sernazzz...
Cefo.-
( dûrva) Malî ava, malî ava... (dengê
kilamê tê)
PERDE
FERHENGOK
(bona
piyêsê)
Ata - bav
Balşêvîk-
navekî komûnîstên Rûsiyayê
Barişne – ( rûsî)
xanim
Gîtnakan –(ermenkî)
zaniyar
Gûbêrnator – serokê
herêmekê
Kabînke-
kabîna şofêr
Komsomol –komûnîstê
ciwan
Maladês – (rûsî)
eferim
Naxaga – (ermenkî) sedir, serokê gund
Pêncek- kutikê mêra
Saroçke-
kirasê ser
Sark – (ermenkî)
aletên tiraktorê
Sêrvant-
dolava feraqa
Siragîr
- (ermenkî) bername
Sûd – dadgeh
Taxs-
mesref
Tollîye- bole
Herîf
– xêfikê
dilê xwe
Qandirmîşkirin
– (tirkî) serwextkirin