MIŞKO[1]
Nivîskar û derhêner: Mamoste Cemîl
Muzîk:
Koma Mezrabotan
Makyoz:
Beser Şahin
Lîstikvan:
Fatma Arsaln, Yıldız Gültekin, Şevin Civaknas, Rojê Civaknas, Cabbar Barış,
Nihat Öz, Murat Batgî, Kazım Öz, Kemal Orgun, Daxistan Toprak, Alişan Ünlü, Sidar
Onat
Pêşandana Yekem:
Avrêl 1991 Navenda Çand û Hunerê ya Ortaköyê (Ortaköy Kültür ve Sanat Merkezi)
Bi giştî 23 pêşandan. [2]
PERDEYA
YEKEMÎN
SAHNEYA
YEKEMÎN
OZAN:
Ew
hozanê ku dema tê zimên, ax û çiya, dar û çem, teyr û teban têne zimên. Ew
hozanê gelê xwe yên li çiyayên xwe li best û kaniyên xwe, li deşt û zozanên xwe
li nav dehl û rezên xwe bi milyonan gelê xwe ji bo jiyana welat, xebat di canê
hozan de jîn dibe.
Bi jan û şabûn
Bi kel û qîrîn
Tevde rabûn
Di dil û mejiyê hozên de
Tev dar bûn…
Ax…
Ax…
Ez
hozanê Kurd im. Ez Melayê Cizîrî, ez
Ehmedê Xanî, ez Feqiyê Teyran û ez Cegerxwîn im.
Ez
Lorca me, Aragon im, Nerûda me, ez Brecht im, Nazim im, Enver Gokçe û Ahmed
Arîf im.
Ez
bi rûkela cîhanê ya ku li dijî hêsîriyê şervan im. Û ji bo ku mirovatî û
jiyaneke xweş ya bê dawî sadir bibe, ez hozanê berxwedanvan im.
Ez
şepel im kevirên çiyan li pêşiya xwe dibim. Ez çem im û di nav tehtê zinaran de
mame asê û ber bi deryayê ve pêl bi pêl diherikim.
Ez
Bêrîvan im, Zozan im, Gulîstan im, Agît im, Gebar im, Cemşîd im… Rojhat im ez.
Ez Gundiyek im, bi tîrêjên beyanê hatime belavkirin, li Quncikekî cîhanê bi
derbeyên dijmin, di bin gomekê de hatime kuştin. Zalimên dinyayê ferman
derxistine ku çiqas ciwanên Kurdan henin wê bê miraz û bê welat bimrin. Ev
dijminê dijwar yê ku gelê me bi sirgûn û zindanan; xwest hebûna me tune bike…
Ez dayîka we Kurda me.
Hey
ax…!
Baş
bizane ku ez ji te pîrtir im.
Lewra
tu carekê zayî.
Lê
ez her roj hezar caran ji nuh ve dizêm.
Û
her carî diçim dîroka gelê xwe.
Ez
ê herim dema ku roj, dinya û acûn ava bû û li wê derê, ez ê rojên dinyayê û
acûnê ji nuh ve biafirînim.
Hey
axa sar! Tu wê vê carê bi destên min werî afirandin. Ne bi destên zilm, zor û
xayîntiyê.
Wê
kes nema karibe çiyayên min perçe bike. Wê çiyayên me, ji alîkî heta aliyê din,
weke sembola azadiyê dirêj bibin. Wê êdî çemên me bi xwîna mirovên Kurd neherike.
Wê şehîdan li ber xwe neherikîne.
Êdî
çemên welatê me wê bereketa şahî û dilxweşiyê biherikînin. Gund û bajarên me wê
êdî kavil û kambax nebin.
Wê
welatê me wek bayê buharê bi stran û dîlanên me ji serî heta binî biheje.
Wê
şehîdên me yek bi yek rabîn û di jiyana me de cih bistînin.
Îca
wê ne sêdar, qeyd, zincîr û ne jî zordarî hebe.
Li
ser navê tarî û kevneperestiyê çi hebe wê belav bibe.
Bêhndan[3]
(Hozanvan
li tembûrê dixe)
OZAN:
Hûn
wan mişkan dibînin çiqas kêfxweş in.
Kê digot demeke jiyana wan di nava
barûd û xwînê de çûye. Lê belê demekê, ku tirsa mejiyên wan, zanebûna wan û
dilê wan ji binî ve hejan dibû.
Belengazî,
xwîn û hêstirên çavan ne biyan bûn ji bo wan. Zanebûna wan, ev yek bû.
Zarokên
bi şîr di himbêza dayikên xwe de, dihatin xencerkirin. Zarok berî ku lîstikan
nas bikin bi çekên dijmin dihatin kuştin. Ne têr şîr, ne goşt û ne jî fêkî
karîbûn bixwarina… Piyên wan xwas û di nava histiriyan de, bi xwîna xwe ax
dişuştin.
Qîzên
wek xezalan berî ku bigihêjin mirazê xwe diketin nava destên dijminên bê ar û
har. Cilên bûkaniya wan dibûn wek kefenê bi xwîn.
Gelek
mêrxas hatin kuştin; ji yên ku bi simbêlên wan nuh derdiketin bigrin, heya
rihsipiyan û pîran. Gelek mêrxas di zindanan de bi salan bi hesretan hatin rizandin.
Îro
li bin her hejikî du sê şehîdên me radikevin, îro ev hejikana wek gulên bihiştê
di nava dilên me de şîn bûne.
Mişkan
pir kişand, pir li berxwedan.
Li
hemberê nezaniyê, tirs û xayîntiyê şerekî pir mezin vekirin.
Dawiya
dawî zora neyarê, ku pişta wî nedihat erdê, hat birin.
Zilm û zora dijmin, tank û topên wî
û çekên giran, têrî serkeftina wî nekir. Dijmin ji welatê xwe avatin.
Lê
şer xelas nebû.
Dest
bi şerekî girantir kirin.
Ev
şer, şerê jiyaneke nuh bû.
Berî
her tiştî dil xweş kirin. Welatê xwe, ku xera bibû ji nuh ve ava kirin.
Zeviyên mayînkirî, ku demekê demekê
bibûn sebebên mirina xort û pîran, jin û mêran, biçûk û mezinan, îro pembo, ceh
û genim tê de tê çandin.
Karxaneyên
mezin hatin ava kirin. Bi hezaran karker, bi rengekî pir xweşik ketin xebatê.
Ew
zarokên ku çek hildigirtin, niha pênivîsokan digrin.
Radihêjin
bêr û çakûçan.
Nîvên şevan, xewnên xweş nayên
perçekirin. Li şûna dengê gulle û fîşekan êdî dengê pispiskên karxanan tên
guhan.
Hey
dîrok hey…
Mişk
gîhan mirazê xwe lê ne bi rehetî.
Û
çi heyf e ku, hîn li gelek welatan ez bêjim mişk, hûn bêjin çivîk, di bin zilm
û zordarîyê de ne û welatê wan tê talan kirin.
Zarok
û zêçên wan tên kuştin.
Qedexeyên
pir giran danîne ser zimanên wan.
Ew ziman ku ji dilên zarokên biçûk,
stran bi stran diherike û tê dibe hêstirên çavên hozanekî wek min.
Lê
ev rojên tarî û bi zilm wê helbet derbas bibin.
Xerabî
û zordarî wê biqede.
Xweşî
û başî wê her dem bi xortanî bijî.
Gelî
hevalan, ji min bawer bikin ku ev tiştên ez dibêjim wê çê bibin.
Dîsa
ji bo ku hûn bawer bikin, ezê ji we re çîroka mişkan bêjim.
Carekê ji caran rahmet li dê û bavê
guhdaran. Ji bilî cendirme, tehsîldar, bekoyê ewan û kedxwaran.
Hebû
tunebû, rojekê ji rojan li gundekî Kurdistanê mişkan şahiya bênderan dikirin.
SAHNEYA
DUWEMÎN
Arya
1:
Zivistan bi vistanan çû
Berf û zîpik û baran
Kula dilan zivistan
Dil qerisî, sar e dayê sar e
Mirin tim ji bo me bû.
Arya
2:
Hebek genim namîne
Li dawiya zivistana sar
Rê tim l ime girtiyê
Çem li me bûne wek har
Mirin tim ji bo me bû
Arya
3:
Dîn û har bayê nexweşî
Ji dozê mirin diweşî
Mirin tim ji bo me bû
Arya
4:
Li
ber çavan diheliyan
Yek bi yek zarokên me
Wek darên sedsala ne
Ketin pîr û kalên me
Mirin tim ji bo me bû
Arya
5:
Lewra buhar li me tê
Gul û sosin vedibin
Xwîn û xwêdan tevlîhev dibe
Li ber cotê cotkaran
Li ser xwîna gel me kir bênder
Arya
6:
Ser û bin kirin erd
Bi destên xort û ciwan
Li ser xwîna gel me kir bênder
Arya
7:
Xwêdan herikî ji kula dilan
Av herikî li ser gulan
Her der kesk û sor û zer bû
Şehîdan kulîlk dabûn
Li ser xwîna gel me kir bênder
Arya
8:
Xem bûye diya şahiyê
Jan qelibîn dilşadiyê
Radibe êdî bênderan
Rê vebûye li ber hêviyan
Li
ser xwîna gel me kir bênder
Arya
9:
Lêxin li def û zirnê
Rabû bênder bi cejnê
Werin heval û bira
Bixwin, vexwin ji sifrê
Li ser xwîna gel me kir bênder
Kesê Yekemîn:
Lêxin lêxin, def û zirnê lêxin
Tembûrvanan, li tembûran rind bixin
Deng bidin her aliyên welêt
Îro şahiya bênderê ye
Zivistan wê her hebin
Lê zivistan bo vegera biharê ye
Em hêvîdar in îro
Ji her demê bêhtir hêvîdar!
Jina Yekemîn:
Erê,
erê em îro hêvîdartir in. Ji ber ku erdê me bi xwîna egîdan tê avdan. Ji her
demê bêhtir zar û zêç, keç û xort, jin û mêr me qurban dan van erdan. Bila her
kes xwe bixemlîne. Rewşa xwe daxin, şîn û rengînên xwe li xwe kin. Goristanan
bikin gul û gulîstan. Em bi şehîdan re ne îro. Bila bizanibin ku têkoşîna wan
bi serketiye.
Kesê Duwemîn:
Egîd,
Mêrxas, Şervan, Azad şerbetê bînim. Şerbeta sor, wek xwîna şehîdan. Bila kesera
dilan biqelîne.
Jina Duwemîn:
Berfîn, Mizgîn, Rojbîn, Şevîn sifrê
deynin, xwarinê deynin. Fekiyan bînin.
(Bêhndan)
Govend û dilan
(Di dawiya govend û dilanê de pisîk
amedekariya êrîşê dikin.)
SAHNEYA
SÊWEMÎN
Pisîka Yekemîn:
Efiyet be, te zik şidand ekselans.
Pisîka Duwemîn:
Eh, min îro jî zikê xwe dagirt bila
nêçîra me vekirî be. Hema her weha be paşayê me.
Pisîka Sêwemîn:
Bisekinin, bisekinin begefendî hat.
Pisîka Çaremîn:
Ooo… ez kê dibînim. Way wat way!..
Pisîka Sêwemîn:
Begê min te zikê xwe têr kir?
Pisika Çaremîn:
Êêê…
hûn dizanin ez pisîkekî pir bi tewr im. Zû biz û ter nabim. Welleh ber diranên
min jî negirt. Hestiyên wan derketibûn lawo, pir zeîfok bûn.
Pisîka Yekemîn:
Êêê…
begê min tu dizanî ku hê keda wan neçûye gewriya wan, me qirika wan girt. Hê,
hê, hê malkirin; nexwarin; me xwar; hê, hê, hê…
Pisîka Çaremîn:
Hûn
şirîkno, cîranno. Em ji berê ve bi hev re ne. Em dikin ku jiyana xwe xweş û
dewlemend bikin. Lê belê, min bihîst ku, ev mişkên ha tişt û miştan têkilî hev
dikin.
Pisîka Duwemîn:
Erê rast e, lê ne hewceyê tirsê ye.
Hevsarê wan di destê me de ye.
Pisîka Sêwemîn:
Erê erêê hevsarê wan di destê me de
ye.
Pisîka Yekemîn:
Heta hevsarê wan di destê me de be
tiştek nabe, netirsin.
Pisîka Duwemîn:
Erê her tişt baş e, lê belê vana
naqedin roj bi roj zêde dibin. Paşiyê tiştek nebe?
Pisîka
Yekemîn:
Gelo, dikarin, tiştekî bikin?
Pisîka Sêwemîn:
Dibe!? Nabe.. Belkî jî bibe!? Na, na nabe. Lawo, hêêy, min
netirsînin ha.
Pisîka Çaremîn:
Na,
na netirsin, hemû rê li ber wan hatine girtin. Xilasbûna wan tune. Gava dengê
me seh dikin, li qulên keviran digerin lê car din jî, ji destê me xilas nabin.
Pisîka Yekemîn:
Qet, ji lepê me nafilitin.
Pisîka Duwemîn:
Emê zikê wan bidirînin.
Pisîka Sêwemîn:
Emê qelana wan bidin. Emê wan
bişewitînin.
Pisîka Çaremîn:
Hê,
hê, hê, ewqas ehmeq in, ku nayê b3ira wan serê xwe li ber me rakin, hebek serê
xwe rakin jî em wî serî zû difirînin.
Pisîka Yekemîn:
Vêca, heke hemû bi hev re serî rakin…?
Pisîka Duwemîn:
Heke şevekê dit ariya şevê de, li
ser me bigrin…?
Pisîka Sêwemîn:
Zû, zû riya min vekin, ez herim, xwe
xilas kim.
Pisîka Çaremîn:
Xêr
e, xêr e lawo, tu diçî ku? Tiştek li holê tune lawo. Te hişê xwe bi nan xariye,
çi ye? Lê tiştek heye, divê em çavê xwe vekirin. Din ava wan de hinek hene ku
gelek hez ji xwe dikin. Ji kêfa xwe jî danakevin. Eman, eman kêfa wan xera
nekin. Eman, eman ha… heta hene, yên din nikarin yekbûna xwe bajon.
Pisîka Yekemîn:
Erê, erê, bila tu kes kêfa wan xera
neke, eman eman!
Pisîka Duwemîn:
Rast e, rast e saet xweş, em dê car
caran hinek hestiyan biavêjin ber wan.
Pisîka Sêwemîn:
Erê, erê. Lê bila hindik bin ha,
eman, aman..
Pisîka Yekemîn:
Erê, erê bila weke te be.
Pisîka Duwemîn:
Misqalekî ha. Ev qasik.
Pisîka Çaremîn:
Ev e, ezê herim, bila neçîra we
bimbarek be.
Pisîka Sêwemîn:
Xwedê te ji ser me kêm neke. Em
kêmasiya te nebînin begê min.
Pisîka Duwemîn:
Nêçîra te jî bimbarek be begê min.
Pisîka Yekemîn:
Law, me ewqas xwar, ez dîsan birçî
bûm. Zikê min dîsa vala bûye.
Pisîka Duwemîn:
Quzzil qutê bixwe. Lawo tu bûyî hût.
Ho, ho, ho…
Dawiya Perdeya Yekemîn[4]
PERDEYA DUWEMÎN
SAHNEYA YEKEMÎN
Kesê Yekemîn:
Heey; hey bidin xwe, ev e mirê me hat.
Koma Mişkan:
A:
Ez qurban, ez heyran, mirê me hat,
mirê me hat.
B:
Axa hat, axa hat!
C:
Her bijî mîrê me yê mêrxass!
D:
Her bijî, her bijî!
E:
Bi xêr hatî ey mîrê me yê mêrxas!
F:
Her bijî, her bijî!
G:
Hezar salî be mîrê me! Her bijî her
bijî!
Mîr:
Gelî
heval û hogirên min! Gelî mişkên delal û hêja! Hûn dizanin ku ev civîna me,
hebûn û tunebûna me ye. Kul û derdên me pir in. Wekî hûn dizanin ev çend hezar
sal in em di bi tehlûkeyek pir mezin de ne; ji bapîran heta dapîran, ji mêran
heta jinan, ji zarokan heta keçan û xortan; tev de em vê tehlûkeyê dikşînin.
Divê em çareyekê jê re bibînin.
Kesê Duwemîn:
Hey
mirê mêran! Mezinê me tu yî, serdanê me tu yî! Tu çareyekê peyda nekî, em ê çi
bikin? Em hemû cahil in. Em evdalê Xwedê çavên me kor in, guhên me ker in...
Mîr:
Pisîka
har û dev bi xwîn bûye bela serê me û dev ji me bernade. Pisîka hov çav daye
zarokên me, gelê me... Wan yek bi yek dikuje û dixwe. An em ê çareyekê bibînin,
an jî divê em ji welatê xwe rabin herin. Terk bikin van erdan. Weke çawan hûn
dizanin mêrê bêzarok nikare jiyana xwe bidomîne; em di vî halî de nikarin
jiyana xwe dom bikin. Zarok hêvî ne, zarok jiyan in. Em bo zarokên xwe, divê
çareyekê bibînin.
Kesê Yekemîn:
Ya mîrê me! Riya rizgariyê şanî me
bide...
Mîr:
Her
weke hûn dizanin bav û kalên me, bi hezaran sala di vê rê de kar û xebata xwe
meşandine. Lê mixabin, çareya pisîkê nedîtine. Van derd û kulên mirinê dom
kirine.
Kesê Duwemîn:
Gelo em ê çi bikin?
Kesê Yekemîn:
Em ê çawan bikin?
Jina Yekemîn:
Divê çareyeke ji me re hebe. Lazim e
em tiştekî bikin.
Mîr:
Çi
bê serê me, divê em bikşînin. Tu çare tuneye ku min nefikirî; lê dîsa riya
rizgariyê ewqas ne hêsanî ye. Eger çarek hebûya min ê peyda bikira. Bêhna xwe
teng nekin, xwe bernedin. Em mîrê we me, helbet ez ê tiştina peyda bikim.
De haydê bi xatirê we.
Haa!...
Nebe ku hûn karê xwe, cotê xwe ji bîr bikin, ha! Ev e ez ê herim û li ser vê
meselê bifikirim, ji bo jiyana me, ji bo zarokên me, ez ê bifikirim. Hûn
bixebitin, li karê xwe binêrin. Vê baş bizanin ku kar ji her tiştî ewiltir tê.
Kesê Duwemîn:
Baş bifikire, mîrê me! Çareyeke qenc
peyda bike!
Kesê Yekemîn:
Îmana
te kamil be, mîrê me! Bila cihe te di nava gul û nêrgizan de be. Hewara me,
berî her tiştî, ji te ye; ewilî ji Xwedê, paşê jî ji te ye. Her bikî mîrê me,
her bijî mîrê me!
A:
Her bijî mîrê me yê delal!
B:
Her bijî mîrê mêrxas!
Jina Yekemîn:
Çareyekê mîrê min, çarekê...
Kalê Yekemîn:
Çare tune, tu çare tune ye...
Jina Yekemîn:
Ji
xwe xêr û bereket ji devê te dernakeve! Xurifiyê xurifî! Gedeyên me dimirin.
Jiyana me ditemire çareyek lazim e, çareyek...
Kalê Yekemîn:
Kuro Evdo, dewarên te du car e
dikevin zeviya me, ez ê çavên te derxînim ha!...
Kesê Sêwemîn:
Kuro Evdo, dewarên te du car e
dikevin zeviya me, ez ê çavên te derxînim ha!...
Kesê çaremîn:
Kuro ev ji bavê te zêde ye. Ka were
çavên min derîne de ez bibînim!
Kesê Pêncemîn:
Gelê gundî û cîranan! Gundiyên jorîn
qîza min revandine, hewar e, hewar e, hewar e...
Kesê Şeşemîn:
Gelê
gundiyan, çek û rextên xwe girêdin, hespên xwe zû bînin. Em ê bigrin ser gundên
wan.
Jina Yekemîn:
Kuro, lawo, çareyekê bibînin,
çareyekê...
Kesê Çarêmîn:
Lêxin li wan bênamusê bêar!
Kesê Sêwemîn:
Ez qelen dixwazim, zêran dixwazim,
çek û hespan dixwazim.
Kesê Pêncemîn:
Lêxin, ji bo na Xwedê lêxin!
Kesê Şeşemîn:
Lêxin, li yên din jî xin, zar û
zeçên wan bikujin, koka gişa biqelînin!
Jina Yekemîn:
Çareyekê,
çareyekê, hewar e, hewar e!... Ev çi ferman e, ev çi tofan e... Qey çareyek ji
me re peyda nabe, qey dermanke tune ye ji me re... Hewar e, hewar e...
Kalê Yekemîn:
Eyb
e lawo, hûn şerm nakin! Bêheqno! Bêbextno! Belengazno! Bextreşno! Hûn dawa çi
dikin? Her rojê sê-çar gundên me ji binî ve xera dibin û erd û zeviyên me
dişewitînin; û hûn hê jî bi hev dikevin! Eyb e! Rûreşî ye! Her roj çend keç û
xortên me yên xiwan têne kuştin. Dest diavêjin namûsa me... Zarokên me sêwî
dimînin. Em xelkekî birîndar in... Ev tiştên ku hûn dikin, birîna me zeftir kûr
dikin. Hûn gişk xuşk û birayên hev in. Dijminên we pisîk in, pisîk!... Şerê
xwe, gernasiya xwe li hemberî dijmin bidin xuya kirin.
Jina Yekemîn:
Çareyekê, çareyekê...
Mîr:
Ev
çi ye lo! Hûn çima ne li ser karê xwe ne? Lê belê, hûn dîsa bi hev ketine.
Pisîk li ber feqê ye, hûn li hev dixin! Temam, temam, ev ji me kêm e:
Lo
Ahmo, bîst-bîst û penc kesan amade bike! Emê ji pisîkan re bişînin. Gava ew bi
ser me de werin, ez ê bêhtir bixesirim.
...
Na, na, min şaş got, hûn ê xisar bikin. Neheqî, pevçûn, xerabî tune! Ez dînî û harbûnê naxwazim. Ez ê we
bidim pisîkan ha!... Cihê neheqiyê di eşîra me de tune ye. Tunebûna mirovê wusa
ji bo me çêtir e
Haa, Elî! Min qîza te da lawê
Miheme, ev hefta bê daweta wan e.
Miho,
min erdê te ji te sitand. Tu kal bûyî, êdî xêra te ji min re tune. Li çareyan
serê xwe binêre.
Hûn
jî êdî qîre-qîrê nekin. Hûn hişê min belav dikin. Ez difikirim; ji bo welatê me
difikirim. Tobe, tobe... Ez tam ketime belayê lawo.
Kesê Yekemîn:
Mîrê min, axayê min, çareyekê,
çareyekê...
Kesê duwemîn:
Ew mîrê me ye, bila çareyekê ji me
re bibîne.
Jina yekemîn:
Mezinê
me gava ku dengê pisîkan dibihîe, ew dest bi bazdanê dike. Mirovên tirsonek
nikarin vê dozê bajon. Heçî heta niha çare peyda nekirin, piştî îro jî tu
çareyan nikarin peyda bikin.
A:
Huşş, huşbin, ew mezinê eşîra me ye,
dengê xwe bibirin.
B:
Eyb e, eyb e, di pey mîr de
nepeyivin.
C:
Ew
mîrê me yei ew çareyekê peyda dike. Ev tişt karê mîran e, ne karê yên wek me
belengazan e.
Kalê Duwemîn (Bi qalûn):
Gelê
hevalan, hûn bi ya min bikin, gerek em herin bajêr. Bi qadî û muftiyan giliyê
pisîkan bikin. Li wir qanûn heye, nîzam heye. Ka em binêrin, qadiyan wê ji halê
me re çi çareyê bibînin.
Kesê Çaremîn:
Xalo
ma tu xurifî yî çi yî heyran? Ma tu nizanî qadî bixwe xwediyê pisîka ye,
malxirabo!
A:
Rabin ser xwe, rabin ser xwe! Xatûna
mîr hat!
B:
Xatûna mîr hat, xatûna mîr hat!
C:
Rê vekin, rê vekin ji xatûna mîr re,
rê vekin!
Xatûn:
Gelî
hevalan, a çêtir ew e ku em ji vî welatî herin heyran. Em bi pisîkan nikarin.
Min ev sed carî ji we re gotiye: "mirov bi dijminê we nekaribe."
Lazim e erdê xwe berde û here, ev çêtir e, ya rast ev e.
A:
Tu gelekî rast dibêjî, xatûna mîr!
B:
Na, na hevalno! Em erdê xwe nikarin
berdin.
C:
Tu nepeyive! Ev ne karê te ye!
D:
Tu çi dibêjî kuro! Çawan ne karê wî
ye?
Xatûn:
Xwelî
li serê we! Çi halê we heye hûn bi destê xwe bibînin. Hûn êdî mezinên xwe jî
nasnakin. Nanê we li ser çoka we ye.
A:
Xatûna mîr pir rast dibêje hevalno!
B:
Rast dibêje, rast dibêje!
C:
Hevalno, guh nedin wê. Ev gotinên ku
tên gotin, ne tiştên baş in.
D:
Ya baş ev e, xatûna mîr rast dibêje!
E:
Rast nabêje!
F:
Rast dibêje!
Kalê Yekemîn:
Yanî
em ji bo tirsa pisîkan welatê bav û kalan berdin ha! Welleh eyb e, şerm e, fedî
ye! Tu carî ji bîra nekin, ku di welatê din de jî mişk jî pisîk jî henin! Lê
mişkên welatên din dawa xwe û pisîkan hal kirine; êdî pisîk nikarin wan bixwwin
û li wan zilmê bikin. Em gava welatê xwe berdin û herin, vê ji bîr nekin ku em
ê bibin xulamên pisîkan û gelê wî welatê jî. Pisîkên wan wê mezinên me, biçûkên
me, zarokên me tev de yek bi yek bixwin.
Kalê Duwemîn:
Gelê
hevalan! Mam Ahmed tîştên gelek rast dibêje. Gotîna wî neavejîn pîşt guhên xwe.
Em di axa xwe û welatê xwe de ne. Dijmin çiqas me cerd û talan kiriye, em dîsan
jî gel, bi tevde ne. Em di erdê xwe de bi zimanê bav û kalên xwe diaxifin.
Kelepora xwe ku bi salan ji bav û kalan maye em dijîn.
Eger
em dev ji ax û keda xwe berdin, li welatê dîn nevî û newa çîçirkên me pepûk û
reben bibin -wê kêm bên dîtin- û pir êş û janê bikşînin. Heqê me li wan tune ye
em vê bêheqiyê bi wan bikin.
Na, na em nokerî û qerwaşiyê
naxwazin.
Ew maf û heqên, ku dirok û jiyana me
daye me, em ê jî wî bijîn.
Jina Yekemîn:
Çareyekê
hevalno, çareyekê! Ez dizanim ku mîr ne çare ye, axa ne çareye, parsekî û
lawekerî ne çare ye. Çareyekê, çareyekê, pir hêvî dikim, çareyekê.
Hewar, hewar, hewar!
Weyla li min bêçareyê, rebenê û stû
xwarê.
Em man bêjin û neçar, ji ber pisîkê
xwînxwar.
Weyla li min qijikê bêkes û bê
hewarê.
Gelê keçan û lawan, werîn wek kalê
Kawa.
Werin bi mêr û bi jin, pisîk li me
bûne dijmin.
Hewar, hewar, hewar!
Hewara me çiyan e, hewar gelê
birano. Hewar e...
SAHNEYA
DUWEMÎN
Mîşko:
Mizgîn,
mizgîn, mizgîn! Guhê xwe bidin min, guhê xwe bidin min, guhê xwe bidin min!
Kesê Yekemîn:
Kî ye ew, gelo; hûn nas dikin?
Kesê Duwemîn:
Ma ew axa ye, axayê kîjan gundî ye?
Kesê Sêwemîn:
Dibe ku ew mîr be, lê mîrê kuderê
ye?
Kesê Pêncemîn:
Top û tivingên wî hene? Mal û milkê
wî pir e?
Kesê Şeşemîn:
Kî ye ev, lawê kê ye? Bavê wî kî ye,
aslê wî çi ye?
Kesê Çaremîn:
Na
lawo! Yekî tazî û birçî ye. Pêxwasekî bêxwedî ye. Ne perêwî hene, ne jî karê
wî. Li ber deriyê wî kerekî gurrî jî tuneye. Ew kî ye, axatî kî ye?
Kesê Sêwemîn:
Ma dawa çi dike? Çi dixwaze?
Kesê Duwemîn:
Çavê wî li axatiyê ye qey?
Kesê Pêncemîn:
Belkî
jî xefiye ye, sîxur e ketiye nav me... Binêrin, çawan dike qîre-qîrê. A niha
pisîk wê dengê wî seh kin, wê bi ser me de bigrin.
Kesê Yekemîn:
Ka bisekinin carekê em li wî guhdarî
bikin.
Kesê Çaremîn:
Ew
jî sêwiyekî wek me ye, ne ker heye, ne kurtan! Em guhdarî bikin wê çi bibe. Dev
jê berdin lo! Ma derdê me ne besî me ye?
Reformîst:
Kuro
tu fedî nakî, em ê... Ma tu kî yî dipeyivî? Dermanê me axa û began nedîtin, ma
wê tu peyda bikî kuro? Ewqas malmezin, axa û beg neyî, tu fedî nakî? Em ê te...
Şerm e, eyb e, fedî ye... Tu mişkoyekî belengaz î, hîn bîna şîr ji devê te tê.
Amê, welleh ez ê dinê li serê te xirab kim niha ha! Devê xwe bigre, pir dirêj
neke! Ez ê te biavêjim ber pisîkan ha!
Mişko:
Guh bidin min, guh bidin min! Gelê
belengazan, gelê xebatkaran, guh bidin min! Guh bidin min gelê welatparêzan! Mizgîn, mizgîn, mizgîn!
Kesê Yekemîn:
Huşş! Kuro, wê deng here pisîkan!...
Kesê Sêwemîn:
Teqreqê nekin, bila bipeyive. Ji bo
ku em jê xilas bibin.
A:
De hadê, bipeyive, bipeyive!
B:
Qira neke, qira neke!
C:
Zû bêje, zû bêje! He wê pisîk bên
ha!
Mişko:
Gelê
hevalan! Divê em zengilekî peyda bikin û têxin stûyê pisîkan. Gava ku pisîkan
ber bi me ve werin, em ê bi dengê zengilî hişyar bibin û birevin. Ew pisîk
nilarin me bixwîn û wê bikevin pê xira hev. Ji qehr û birçibûnê wê bimrin. Em ê
jî xelas bin.
Jina Yekemîn:
Çare!
Me çare dît! Em ê jî xelas bibin. EM ê jî xelas bibin. Çare gel e. Wê gel bixwe
bi ser bikeve. Her bijî mişko, her bijî!
Jîna Duwemîn:
Me çare dît! Me çare dît! Zaroyên me
ji destê pisîkan wê rizgar bibi. Her bijî mişko!
Kesê Yekemîn:
Îca ne koçkirina zorî, ne xeniqandin
û ne jî ecîr wê hebe.
Kesê Duwemîn:
Em ê rizgar bibin. Em ê rizgar
bibin. Jiyana me ji esarîtiyê wê rizgar bibe.
Jina Duwemîn:
Em ê bi zimanê xwe bixwînin û
binivîsînin.
Kesê Sêwemîn:
Wê karxaneyên welatê me jî hebin. Em
ê rizgar bibin. Em ê rizgar bibin.
Jina Yekemîn:
Dilê me wê ne şikestî û serê me ne
di ber me de be. Me .are dît, me çare dît.
Kesê Çaremîn:
Dahol,
dahol, bang daholvan kin! Bila her kes bileyize, şahî heye, şahî heye! Me çare
dît, me çare dît! Her bijî mişko, her bijî!
A:
Her bijî mişko, her bijî!
B:
Mişko bavê me ye, lê lê lê... Mişko
canê me ye lê lê lê...
C:
Me çare ji xwe re dît lê, lê, lê...
Çare serxwebûn e lê, lê, lê...
D:
Çare serhildan e lê, lê, lê... Mişko
rêberê me lê, lê, lê...
Her Kes:
Her bijî mişko, her bijî!
Kesê Pêncemîn:
Gelê hevalan! Ji bo rizgariya me
cejn heye! Werin, werin dîlan e.
Kesê Şeşemîn:
Îro sibê li welêt temamî gazî kin,
bi dijmin re cenga me heye, bila her kes xwe girêde.
Jina Yekemîn:
Werin bîrano! Werin dîlana cengê,
werin!... (Bi govendê perde tê girtin...)
Dawiya Perdeya Duwemîn
PERDEYA
SEWEMÎN
SAHNEYA YEKEMÎN
Mişko:
Hevalno, îca em amade ne ji bo cenga
xwe.
Reformîst:
Amê
belê em amade ne, lê tiştek heye. Amê, me zengil anî, lê kî ji me xurt e û mêr
e û kurê bavê xwe ye ku bikaribe vî zengilî bixe stûyê pisîkê. Amê çawa ku
dibêjin Şam dûr e, Mişar jî dûr e, he he he... Ev pisîk welleh wê me perçe
perçe bikin. Dê, kî ji bavê xwe ye bila bê ber pisîkan, ez jî bibînim. Erê,
axaftin rehet e, lê belê kirin zehmet e. Welhasilî, em hebekî bi hêvî bûn giş
hewqas. He he he...
Kesê Yekemîn:
Rastî, zengil xistina stuyê pisîk
zehmet e. Kes nikare vê yekê bike.
Kesê Duwemîn:
Pisîk xurt in, em nikarin bi
serkevin.
Reformîst:
Welleh dê mala me bi serê me de xera
bikin...
Kesê Çaremîn:
Heya
îro kî li hemberî pisîkan derketibe, serketina wan çênebûye. EM jî nikarin bi
pisîkan.
Kesê Pêncemîn:
A baş ew e berî ku pisîk bên em
birevin!
...
Kesê Sêwemîn:
Hey, pisîk hatin!
...
Kesê Yekemîn:
Hey, zû werin, niha wê pisîk werin.
Kesê Duwemîn:
Werin werin, ne wextê mêraniyê ye.
Werin werin!
Reformist:
Kuro
em gazî we dikin, werin, ji rûyê we de pisîk me jî rehet nahêlin paşê. Zû, zû
werin!
Kesê Sêwemîn:
Wusa hatiye wê wusa darbas bibe,
werin dev jê berdin.
Kesê Pêncemîn:
Dê werin! Ma hûn bûne belayê serê
me? Werin!
...
Mişko:
Hevalno,
netirsin, netirsin, nerevin. Tu kes heta niha bi revê xelas nebûye. Rev ne
xelasbûn e. Divê em hemû bi hev re êrîşî psîkan bikin. Pisîk yek e, dido ne, lê
em bi hezaran in, bi milyonan in. Divê em bi hev re êrîşî bikin û zengilan
bixin stûyê wan. Belkî pisîkan me çend heban bixwîn, lê ewqas. Belê wê zarokên
me xelas bibin. Wekê me tirs, xof û mirin mezin nabin. Ewê rehet bikin. Tişt
bêyî qurban naçî serî. Werin xwûşk û birano, werin yekbûna me xira nekin.
Reformîst:
Ku
hûn nikaribin zengil têxin stûyê wan, wê hingê çawa bibe. Wê me gişan winda
bikin. Ew xurt in. Gere em heddê xwe bizanibin. Dilê we bi gel naşewite? Belkî
jî rojek wê bê, dê me nexwin... Tiştên din bixwin. Belkî jî ên ku ji ezmanan
tên, wê wan bixwin.
Mişko:
Em
bêjin ku tu rast dibêjî. Lê tiştên ku heta îro bi serê me de anîn, tu divê ji
wan re bimîne. Daxwaziya te ev e. Bila her kes baş bizane ku, heta em zengilan
nexin stûyê wan, xelasbûna me tuneye. Em xwe saz nekin, tu carî ew nayên rê!
Heta îro jî rûyê vê tirsê me pir qehir kişand. Lê niha girîng e em qet
netirsin. Zilma pisîkan em anîne ber windabûne. Du çare hene; yan xelasbûn, yan
mirin. Divê em bi serbikevin!
SAHNEYA
DUWEMÎN
Kesê Yekemîn:
Pisîk hatin, pisîk hatin!
Reformîst:
Birevin birano, birevin!
Mişko:
Merevin,
xwuşko birano, merevin! Hevalno merevin Rj roja me ye! Sibê îro ye! Merevin,
merevin! Êrîş, êrîş, her bijî karker û xebatkar, her bijî welatparêzên gelê me!
Pisîka Yekemîn:
Mişkan zengil bi stûyê me ve
daliqandin!
Pisîka Duwemîn:
Îcar em êdî nikarin wan bixwin...!
Pisîka Sêwemîn:
Ê ê ê... Emê niha çi bikin?
Pisîka Çaremîn:
Emê êrîş kin!
Jina Yekemîn:
Dê,
werin pisîkên dev bi xwin, dê, werin çi ji we tê texsîr nekin, de werin hi, de
hi, de rabin hi...
Kesê Yekemîn:
Ev
çend hezar sal in we zar û zeçên me birçî hiştin, hûn jî birçîbûnê bikşînin! Em
bibînin çawa ye, hi...
Kesê Duwemîn:
Hûn,
gurên dev bi xwîn! Tu cara êdî hûn nema karin me têxin bin destên xwe! Xinzîrên
xinzîr!
Jina Duwemîn:
De xwe perçe bikin bêbextên bêbext!
Kesê sêwemîn:
We
heval û hogirên me, egît û mêrxasên kuştin. We wan avêt ber teyr û tilûr, hirç
û keftaran, niha jî hûnê tema mirinê bibînin. Ka em bibînin mirin çawa ye!
Mişko:
Hûn
êdî nikarin zarokên me yên delal û rindik bixwin. Wê zarokên me di paşîla diyên
xwe bi hez û evîn mezin bibin. Edî dayik wê li ser zarokan negirîn û nenalin.
Wê Kesara nekişînin.
Kesê Yekemîn:
Êdî em li ser axa xwe, di welatê xwe
de serbest û azad bikaribin bijîn.
Pisîka Yekemîn:
Birçî me, birçî me...
Pisîka Duwemîn:
Ez ji te bêhtir birçî me...
Pisîka Sêwemîn:
Ez ji te jî, ji wî jî bêhtir birçî
me...
Pisîka Çaremîn:
Ez
ji te jî, ji wî jî û ji yê dinê jî bêhtir birçî me. Ez ji we pir aciz bûm.
Destê wan de hûn rezîl bûn. Ya baş ew e ku ez we bixwim.
Pisîka Yekemîn:
Gelo min çi xeletiyê kir ku ew tişt
hatin serê min?
Pisîka Duwemîn:
Lê ez, ez...
Pisîka Sêwemîn:
Lê min çi kir, ev tişt çima hate
serê min?
Pisîka Çaremîn:
De bi xatirê we. Zibaleka dîrokê
benda min e. Qeder...
Kesê Yekemîn:
Hevalno, em Mişko bikin axa!
Kesê Duwemîn:
Na, na, em wî bikin mîr!
Kesê Sêwemîn:
Na, na, em wî bikîn sultan!
Kesê Çaremîn:
A baş em wî bikin paşa!
Kesê Pêncemîn:
Hevalno, hevalno, ka em ji wî
bipirsin.
Mişko:
Hevalno,
hogirno, ez mîritiyê, axatiyê, paşatiyê naxwazim. Ez ji tiştên wisa hez nakim.
Yê me xelas kir ne mîr bû, ne amîr bû. Me xwe bi xwe xelas kir. Xelasbûna me bi
yekîtiya me çêbû. Eger em yek bin, tu kes nikare pişta me bîne erdê. Ji îro pê
ve êdî her kes mirê mala xwe ye. Êdî tu kes nikare zordestiyê li kesî bike. Ji
bo ku kedxwarî ji nav me rabe, divê em giş xebat bikin. Ne kedxwariya çînî, ne
zordestiya li ser zarok û jinan divê ku nemîne. Ji niha û pê ve şerekî me tenê
ma. Ji bo ku em bibin hêviya gelên bindest, divê em welatê xwe ava bikin. Heta
ku gelên bindest hebin, em nikarin bêjin şerê me xelas bûye. Yê ku dibêje ez
baş im, ez insan im, ez demokrat im, ez başiyê dixwazim, ivê di nav vî şerî de
cih bigre. Riya bi şeref û bi rûmet ev e. De ka werin hevalno em bikevin
govendê.
Hozan
Gelî guhdarên hêja û delal, çîroka me li vir xelasbû. Lê belê tiştên ku di
çîrokê de derbasbûn, bi nexweşî û rastiyên xwe di jiyana me de berdewam dike.
Em dixwazin ku herkes bizanibe ka dê kî çi bike.
Bixebitin ji bo ku ev êşên dilan û
zilm xilas bibe.
Bila belav bibe ewrên reş û tarî.
Bila welatê me rojên xweş û ronî
bibîne.
Bila dengê zilm û zordariyê ji
welatê me rabe.
Bila rabe ku şehîdên me dil şad bin.
Bila rabe ku hewqas xwîn beleheq
neherikîbe.
[1]Şanonameya
“Mişko” ji sê perdeyan pêk tê û her perdeyeke wê di kovara Rewşenê hejmarên
“2.-3.-4.”(1992) de tê çapkirin. Di her sê hejmaran de jî navê nivîskarê wê
nehatiye nivîsîn lê dîsa jî em dizanin ku nivîskar û amadekarê vê şanonameyê
“Mamoste Cemîl” e.
[2] Mîrza
Metin, “Jêrzemîn” r. 25
[3]
“Bêhndan” bi wateyên “navber”, “bêdengî” an jî bi “bêhnvedanê” hatiye bikaranîn
û di metna resen de tirkî ya wê li ber kurmanciya wê di hundurê kevanê de “ara”
hatiye nivîsandin.
[4] Di
kovara Rewşenê hejmara 2. de têbîniyeke li ser vê şanonomeyê wiha heye: “Mişko şanoyek (tiyatro) e û hêla
şanovanên Navenda Çanda Mezopotamya ve hatiye amadekirin. Wê di demek kurt de
bo temaşevanan were pêşkêşkirin.”