DAWIYA DEHAQ
(Kemal Burkay)
Lîstika Piçûk / Heft Bir
*Dawiya Dehaq (1978) Kemal Burkay,
di “Özgürlük Yolu” hejmara 35’an de, bi Tirkî û di hejmara 37-38’an de bi Kurdî, di sala 1978’an
de tê çapkirin. Bi tirkî û bi Kurdî di heman pirtûkê de ji Weşanên Deng, di
1991’ê de tê çapkirin.
BIRÊ YEKEMÎN
Gundî, jin û mêr, kaxê dikin.
Li ser wan yekî bi kirasên leşkeri. Cilên hemiyan wekî cilên dema berê ye.
Cilên hemiyan wekî cilên dema berê ye. Xebatkarek disekine û xuya eniya xwe
paqiş dike. Leşker nêzîkî dibe:
Novedar:
Lolo, teralo! Ji kar mereve.
(Meriv, dîsa xar
dibe, dixebite. Hinekî şunda, yekî din dev ji kaxê berdide, dixwaze bihna
xwe bigire).
Novedar:
Lolo, teralo! Xewda meçe.
(Bi qemçî lê dide)
Ger bi vî awayî biçe
Heya êvarê zevî
naqede.
Kole:
Em westiyan.
Novedar:
Te go çi? Hah haa!
Wekî usa ye,
Emê nivînekê daynin ji
begê xwe ra!
Ka beje, qûl ji kingê gilî-gazin
dikin,
Li welatê Dehaq, şahê şaha?
(Kole dîsa dixebite. Leşker
dimeşe û dibêje):
Novedar:
Karê qûlan ev e:
Rojan dixebitin, şevan
xewda diçin.
Hevalno, li benda
teraliyê mebin!
Xwezî merivên ku
dixebitin û diwestin!
Tenê bi dû rojên xebatê tê, xewa şîrîn
Bixebitin, zehf bixebitin!
Bixebitin ku zevî bi bereket bin,
Çal û ambar bi genim tije bin,
Bila çiklên daran dagrin bi bîvokên zer
Û hinarên sor.
Bixebitin, zehf bixebitin!
Bixebitin ku xezna şahê
me tije be,
Navê wî mezin
be…
Jinek Kole:
Baş e, lê bele,
emê ku nikarin terî xwe bixwin
ji nanê genim,
û emê ku nikarin
dirêjî hunarên sor bibin,
xebat çira dibe?.
Novedar:
Çawa çawa?
Ji devkê jinek kole
derdikeve pirsen ha?.
Ahan ji te ra!
(Bi qemçî li jinekê dide,
wê dixîne erdê. Yê din dixebitin û leşker dîsa dibêje):
Novedar-
Dibên ço derketiye ji
bihûştê,
eva pirsa ça rast e!
Divê meriv bi qemçî
xeberde bi we…
Perde
BIRÊ DIWEMÎN
Dikana Kawayê hesinker. Kawa û du şagirtên wî dixebitin. Kawa,
şurê dest xwe datîne ser
sindan, çend çakûcan lê dide, û wî digre dest xwe, xeberdide:
Kawa:
Meriv agir û hesin kifşkir
Bi hunera aqil û desten xwe,
Meriv gîsîn
çêkir ji hesin,
Tov rijand li
axê,
Nanê sîs peht li
êgir.
Û meriv şûr
çêkir ji hesin
Bona ku birijîne
xwîna însîn.
Zarno, vê yekê ji bîr mekin,
Huner
bo çê ji dibe, ne çê jî,
Ew,
jînê jî, mirinê jî dertînin…
(li derî du leşker xuya dikin.
Şagirt li ser karê xwe da xwar dibin)
Kawa:
Belê, em li şolê xwe binherin,
Şolê me xebat e, li ser
hesin..
(Leşker tên
hundir)
Leşkerê Yekemîn:
Qala çi dikî Kawayê Hoste?
Kawa:
Agir û hesin…
Leşkerê Yekemîn:
Usa ye? Bila tiştên xirab nebin!
Leşkerê Duwemîn- Ka em li şûrê te
binhêrin.
(Ber bi dîwer diçin, her
yek şûrekî digrin û dinhêrin).
Leşkere Yekemîn- Ev ne xirab e.
Leşkerê Duwenîm- Ev jî.
Leşkere Yekemîn- Ka em biceribînin..
Leşkerê Duwenîm- (Dest davêje şûr)
Wekî usa ye, pêt bisekine,
Li xatirê kesî
nanihêrim!
(Herdu bi şûran
dileyizin. Şagirt, ji tirsan vedikişine ber dîwêr. Leşkere yekemin, vedigere Kawa)
Leşkerê Yekemîn- Em pê qaÎl bûn, Hoste, ev şûr çend pere
ne?
Kawa- (Bê bawerî) Her yek du zîv in.
Leşkerê Yekemîn- Gelek buha ne.
Leşkerê Duwenîm- Emê paşê bidin, hevalo!
(Ber bi derî diçe)
Leşkerê Yekemîn- De xatirê we!
Kawa- Lê, çawa?.
Leşkerê Duwenîm- Çi bû? (vedigere)
Ne, tu pêşîn
dixwazî ji me,
Ji qerewîlên
Dehaqê mezin?
Tu, Kawayê fesado!
Tişten ku tên guhê
me, tu baş dizanî..
Heke me ev şûr ne
cêriband li stoyê te hîn çi dixwazî!.
(Herdu bi hevra bi dengek bilind dikenin û derdikevin. Kawa û şagirtên wî
li ciyê xwe, hişk bûne û sekinîne.)
Şagirtê Yekemîn- Zorkerno!
Şagirtê Duwenîm- Hêdî xeberde, dibihîsin..
Şagirtê Yekemîn- Ev şûrana me çêkirîbûn.
Kawa- Lê ew diştexilînin.
Em çêdikin, ew didizin.
Û serê me
Bi van şûran jêdikin.
Îcar binhêrin, zarno,
Li dest û stoyên me xalxalên hesinî,
Li linge me merbend,
Deriyên hesinî yên zîndanan,
Ku me dikine,
Û şiven pençiran
Hemû ji desten me dertên.
Şagirtê
Duwenîm- Min gotinên te baş fehim nekir,
Hoste yê ku kelepçe li destan dixin
Û dikin zîndanan kî
ye?
Bona van
tiştan ji me ra çi ye?
Kawa- Ew em in.
Yen ku axê dajon, hêsin çêdikin
Û hirî dirisinin,
Û yen ku zîndanan tije dikin jÎ em in.
Hin cîranê te, hin yarê te ne, hin bira ne..
Gava din ku xulamên Dehaq şûr girtin û birin
Heke tu li pêşî bisekiniya
Tu jî niha an miriyek bûy, an hundir da…
Şagirtê
Duwemîn- Rast e.
Kawa- gundî di bin qemçiyan da
xwîn vedirişînin,
gundiyên ku daran û hêviyan
mezin dikin,
hostên goşt û şîr
û nanê delal;
lê ji birçiyan dimirin.
Û li sûkan ehliyê zenatan
hîn berî rojê ji malan derdikevin,
heya nîvê şevan dixebitin,
çerman wek hewreşîm nerm dikin,
hewreşîm reş dikin,
zêr û zîv dikolin, dixemilînin..
Lê birçî û tazîne.
Ji ber ku, yên ku ew pêktînin
ji bo mîr û şahan in.
Û gava mîr dinherin, serê wan
li ziqaqan mîna kûçikan lê dixin.
Herdu
Şagirt Bi Hevra – Rast e.
Şagirtê
Yekemîn- Lê bele, Hoste
axir ev zulim
çi be?
Kawa- (Bi çakûçê dest xwe, çend derban li
hesinê ser sind dixe)
Belê, ev zulim axir çi be?
Hemû dahwe ev e.. Xilasbûn!
Lê çawa?
Divê meriv berî hertiştan
zulmê nas bike .
Ka, çi ferq heye
di navbera merivê bê zanîn
û hespekî da?.
Em pir in, zarno, ew hindik in,
em xelk in, ew zorker in,
em pêktînin, ew dixwin
û li me zulim dikin.
(Dengê xwe dibire, çend çakûcan lê dixe dîsa xeber
dide):
Helbet, rêya azadiyê heye:
Zanîn û yekitî ye!
Her
Sê Bi Hevra: Zanîn û yekitî
ye!
Perde
BIRÊ SÊWEMÎN
Qesra Dehaqê Zalim. Dehaq di textê da rûniştiye, li serî tac. Li dor du
qerewîl sekinÎne, li ser piyan in. Li hember wî Pêşkêşkar, desten xwe li ser
sîngê xwe girêdayî, li benda wî ye.
Pêşkêşkar- Şahê min,
yên ku diyarî
anîne, li der in
emr û fermana
te çiye?
Dehaq- Bila bên.
(Pêşkêşkar, ber bi derî
diçe, dêrî vedike û bi dengekî bilind):
Pêşkêşkar- Şahê me li benda we ye,
yek û yek
werin.
(Xwedî diyarî yê yekemin
dikeve hundir. Cilên wî baş in. Pêşkêşkar wî dide nasîn).
Pêşkêşkar - Mîrê
Kîrmanşahê, Guhşêr!
(Li paş mîr xulamek tê,
himbêze da topek qumaş. Kingê tene ber Dehaq, Mîr xwe xar dike, silavê dide).
Mîrê Kîrmanşah- Şahê min,
min
ji te ra ji welatê xwe
qumaşên hewrêşim anin. Ew ji
bona te rêsandin xulamên min.
Dehaq- Zehf razÎ me, bila saxbin!
(Dehaq deste xwe dirêj
dike. Mîr deste wî maç dike û ber bi alî vedikişe. Xulam jî topê qumêş datîne ser masê û paşlingî derdikeve,
Mîrê duwemîn tê):
Pêşkêşkar- Mîrê Wanê, Cengo!
(Xulamê paş Mîr buxçekî
xwe ra tîne. Ev mîr jî, wek yê berê xar dibe Û silav dide).
Mîrê Wanê- Şahê min,
min ji te ra,
ji welatê xwe sed hew mîh anîn.
(Buxçe nîşandide)
Evana jÎ
lepik û goreyên tiftîk in,
Xulamên mine w ji bona te çêkirin.
Dehaq- Gelek razî me, bila saxbin!
(Mîr vedikişe alî, xulam
buxçê datîne û derdikeve. Mîrê sêwemîn tê).
Pêşkêşkar- Mîrê Dîyarbekir, Zengo!
(Xulamê paşî şal-şapikan
tîne).
Mîrê Dîyarbekir- Şahê min,
min ji te ra
şal-şapikên Dîyarbekrê û du hespên kihêl anîn.
Xulamên min, ew bo te mezin kirin.
Dehaq- Bila saxbin!
(Mîr dest maç dike û
vedikişe, xulam tiştên ku anîbû datîne û derdikeve).
Dehaq- Mîrên min,
we bi van diyariyên ji
hev û du çêtir
û rengîn dile min
şakir.
Welatê min dewlemend
e,
qûlên min bêdeng û jîr
in..
Werin, rûnin, em
bixwin û vexwin!
Di sifra me da hemû
nêmetên
Xwedê tê dîtin.
Ji goşta berazan
bigir, heya şîrê çivîkan…
Bila bilezîne,
xurakvan!
Pêşkêşkar- Sifrê rastkin!
(Ji dêrî gazî dike)
(Du xulam, bi hevra
xonçekî tînin û li ber Dehaq datînin, balîfan didine dorê, îskanên şeravê datînin ser).
Dehaq- (Ji mîran ra): De keremkin!
Mîr Bi Hevra- Emrê te dirêj be!
(Rûdinin. Xulamek bi
kûzek şerav tê).
Xulam- (Bi dengek bilind) Mîrên min, ev şeravê
Xarpitê ye!
Dehaq- De tije ke!
(Xulam îskanan tije dike,
mîr qedehên xwe radikin).
Mîra- Bi navê Dehaqê mezin!
(Dehaq jî îskana xwe
radike).
Dehaq- Ewî ku ev nêmet
dane me,
bi navê wî, bona
Ehreman!
Ew Çar Bi Hevra- Bona Ehremanê
mezin!
(Xulam tê, di dest da
sêniyek ti jî bi pilava birince).
Xulam- Şahê min, eve birnca Barzan e.
Dehaq- Bîne bîne!
(Xulamek tê, bi sepetek
fêkî)
Xulam- Evana ji çaraliyê welat hatin,
Sêv û tirî û hurmiyên
ku nay dîtin!
Dehaq- Bîne bîne, hurmiyê çêtir em bixwin!
(Mîna gurên birçî dixwin)
Xulam- (Di sêniya dest da şam,yek)
Me ev şamî
ji Şamê bona we anî!
Dehaq- Ji şamiyê ra dîn dibim!
Xulam- Eva helewa qudretê
ji maziyên Dêrsîmê
berhevbûye tê!
Dehaq- Ox, ox! Çi pak e!
Ma, yê bi ka û kês jî
tune!
Bînin û bînin,
bila def û zirne jî
bê, keç jî bên,
bila bên, zerî û gewr
û esmer!
(Def û zirne lêdixe)
Perde
BIRÊ ÇARAN
Dîsa Qesra Dehaq. Dehaq di têxt da rûniştiye, tenê ye. Di ser milên wî ra
du marê mezin derketine. Dehaq kesera dikişine.
Dehaq- Ax, ax, Xwedêo,
Ehremanê mezin!
Xwedêyê xezeb û
zivistanê!
Cürme min çi bû, çikir
min?.
(Serê xwe ber bi aliye
rast û çepê vedigerinê, bi tirs li maran dinhêre)
Wax li min,
Ehremanê mezin!
Evên ku ji sermilên
min derdikevin
ev ejdiyar çine?!.
Wax l imin,
lolo, Qerewilo!
(Qerewilek dikeve hundir)
Qerewil- Keremke, Şahê min!
(Maran dibine, xwe şaş
dike)
Ev çiye?!
Îja… Îjaa….
Dehaq- Lolo, bomo, xwe şaş meke,
Dev berde ji îja
mîja!
Bilezîne, j imin
ra remildar bîne,
Qerewil- (hiş tê serî) Ser seran!
(Gava ber bi dêrî diçe,
xwe û xwe xeberdide):
Ecêba giran?..
Dibe cin û
şeytan!..
(Derî da bang dike)
Remildar!
(Remildar, pirtûkek reş di bin
çenge xwe da, dikeve hundir)
Remildar- Keremke Şahê min!
(Dibîne) Xwedêo! Ecêba giran!!!
Dehaq- Ma tu jî?
Ka, tu ê remildar
bûyî?
ji xeybê
zanibûyî..
Bejê! Ev bêtara
hat sere min çiye?
(Remildar bit irs nêzikî
dibe, Dehaq temaşe dike, li dor tê û diçe)
Remildar- Belê, bele…
Dehaq- Çiye ev mêrat?
(Remildar dikişe ber
dîwêr, li kitêba xwe dinhêre, cardin dinhêre)
Dehaq- Ka, zû be, da, Remildar!.
(Remildar, wekî ji heqê derketiye, hêdî hedî nêzikî dibe).
Remildar- Dilê xwe teng meke, MÎrê min.
Dehaq- Ka binhêre vî!
Çawa dile xwe
teng nekim?
Remildar- Yezdan Ehreman usa xwest,
li sermilên
Hukumdar Dehaq
du ejdiyar rist.
Dehaq- Çima?
Remildar- Metirse, ew ji te ra yar in.
Tu zanî,
Yên kul i xeznan
dipên, mar in.
Dehaq, tu defnekî
mezin î!
Dehaq- Tu çi dibêjî!
Ango, evê bi tevî
min bijîn?
Remildar- Belê.
Dehaq- Na, Xwedê neke!
Gazî sêhirdana
bikin,
bila hekîm
dermanan çekin.
Remildar- Kes nikare ji vê ra derman bibine,
ger ew hukumdar
Dehaq be jî..
Kes nikare xwe
jî Ehreman bike.
Serda jî, Dehaqê mezin,
li dor te ji
maran zêtir çi heye..
Hin şemar in, pê
ve didin,
hin bê ling in,
dikişin,
lê yen herî
jehrtir du ling in..
Te ew ajoton, ew
ristin,
niha tu nikarî bê
wan bijî,
çawa ku ew jî
nikarin bê te bijîn..
Ewê xwîna te
bimijin,
hestiyê te
bikojin,
heya ku Dehaq
xweş be
ew jî tevî wî
bijîn..
Dehaq- (Dikeve teşqelê)
Nabe, na! Ewê min
bixwin, xilaskin,
Remildar, ji vê
ra çare
û derman bibine!
(Remildar, dîsa li pelên
pirtûka xwe dinhêre. Dehaq bê sebr e. Ew jî radibe diçe, li pirtûkê dinhêre).
Dehaq- Çiye, çi dinivîse li wir?
Remildar- Sebir ke, Mîrê min.
Belê, min dît!
Çarek heye.
Dehaq- Ox! De çiye, zû beje?
Remildar- Divê, tu rojê du mejiyên însîn
bidi wan,
mêjiyê du
ciwanan…
Qurbanên ku
Ehreman dixwaze.
Dehaq- (dikeve xeman) Hella hella?...
Remildar- Gelek dilteng bûyî, hukumdarê min.
Zanim, tu
mirovek dilpak î.
Lê ne hêjayî
ewqas xem û fikrane,
ew ku rojê sed
mêjiyan bixwin jî
li welatê te ji
însîn zêtir çi heye..
Dehaq- Tiştê ku tînî bîra xwe!
Ez ji selata
mêjiyan heznakim.
Ewê li tenişte
min bikin şirpîn
û bixwin
û ezê aciz bim.
Remildar- Tu ê hîn bî.
Dehaq- Çi çare…
Lê bele, çima
mêjiyên ciwanan?
Kal jî vî şolî
ra baştir nabin?
Ne dixebitin û
ne jî diçin şer,
serda jî ewqas
dixwin..
Remildar- Mar ji mêjiyên teze hezdikin.
Li sermilê te
ne, bir meke.
Heke ew mêjiyên
xortan nebinin
dikarin yê te jî
bixwin.
Dehaq- Xwedê neke!
(Serê xwe vedigerîne, bit
irs li maran dinhêre; piştre gazî dike):
Qerewilo!
(Qerewilek te).
Qerewil- Keremke, Hukumdarê min!
Dehaq- Serqesap ra beje.
Bila ji min ra
mêjiyên xortan
û keçan bÎne,
her sibê,
cotcot..
Berê, bila jî
anîzanan bibijêre
ewên ku dijî
sazûmanê derdikevin,
bila ji wan be..
Mêjiyên bi zanîn
dixwazim!
Bila bi kevirekî
du çivîk bê lêxistin..
Qerewil- Ser sere min!
Perde
BIRÊ PÊNCAN
Dîsa qesra Dehaq, di sermilê xwe da bi herdu maran, di textê xwe da
rûdinî. Li dora wî, herdu Qerewilê wî. Li himber wî serqesap sekiniye, dest da
satira wî, li cem xortek û keçek. Deste wan herduyan girêdayî ye, bi tirs dbit
irs.
Serqesap- (Xortan nişan dide)
Hukumdarê min,
qurbanên te yên
Îro, ev in!
Ciwan û bedew
in..
Dehaq- Belê, ne xirab in..
Keç- MÎrê me, me bibexşîne!
(Dehaw dikene)
Xort- Destgirtiya min berdin, qe nebe..
(Dehaq dîsa dikene û sere
xwe dihejîne)
Dehaq- Li ber mirinê ye,
dîsa wî bi
destgirtiya wî dişewite..
Xort- Wê berdin, çi dibe,
ez mirina xwe ra
razî me.
Dehaq- Baş e!
Lê gava tu mirî,
dile wê jî bişewite..
Na, ez ji vê
janê ra diyaz nakim,
destê we li hev
nakim!
Xort û Keç- (Bi şayî) Tu ê me herduyan berdî?
Dehaq- Na xêr!
Ji ber ku, divê
ez bijîm..
Ez Dehaq im,
hukumdarê we;
Ez zagon im,
qadî me, her tiştê we me,
divê ez bijîm..
Ferman didim,
welat tên girtin,
bajar avadibin.
ez we ji dijmin
diparêzim,
ku ez ne bim,
hertişt kambex dibe,
divê ez bijîm..
Û sazûman usa dixwaze,
Keç- Lê îja, mar me bixwin!
Dehaq- Ev marê min in..
Ev j imin çebûn
divê ez wan
xwedî bikim..
Ciwanino, ji
mirinê metirsin,
ev mirin bu
Dehaq e.
Ango bo welat û
millet e!
Ev mirin bo
Xwedê ye!
De ji we ra oxir
be..
Serqesap- (Bi hişkî) De bimeşin!
(Qerewil bi milên wan
digrin û erde ra kaşdikin)
Keç- (Ji Dehaq ra) Zalim!
Xort- Dehaq, dawiya te jî wê bê!
Dehaq- Ewana bibin, bilezînin!
Mejiyan wan
bigrin,
cendegên wan berdin.
Merivê bê mêjî
mîna hespek bêdeng e…
(Xort U Keç derdixinin)
Ev welat yê min
e û ev gel,
yê min e ax û
çivîk û însan,
erd û ezman,
ser bi ser yê min e, Kurdistan ..
Perde
BIRÊ ŞEŞAN
Dikana Kawa. Kawa û herdu şagirtên wî dixebitin. Ji der va denge bayê xurt
tê. Di nav mirtilên da meriv derbas dibin, ji serman diricifin.
Kawa- Zemherî dirêj bû
ax bê deng e,
ne hêşinayiyek,
ne jî bişkuvek,
meriv birçî ne,
meriv bê tab in,
meriv bê hêvî
ne..
(Disa denge bayê xurt tê.
Jinek pîr û mêrek kal bi girî derbas dibin. Kawa û şagirtên wî disekinin û li wan dinhêrin)
Jinik- Kurê min girtin û birin!
Lawkê min girtin û birin!
Mêrik- Dehaqê Zalim
çerxa te
hilweşe!
(Jinik û merik bi hev ra
derdikevin)
Şagirtê Yekemîn- Kî zane, ew yê çenden e..
Kawa- Welatê me bin zulme da dinale.
Wê kingê xuya
bike
kulîlka
Newrozê?.
Ezman tarî ye,
divê agir bê
dadan..
(Du qerewil keçekê ji
erde ra kaşdikin, dibin)
Keçik- Min berdin, çi dibe, min bihêlin!
Qerewilê Yekemîn- De dirêj meke, bimeşe!
(Di paş va xelk xuya
dike)
Jinikek- Keça min berdin, wahşino!
(Dibeze bi milê keçikê
digire)
Qerewilê Duwemîn- (Bi qemçî li
jinikê dide)
Dev jê berde,
jinikê!
Tu li mirina xwe
digerî?
Jinik- (Dilkeve erde, bêçare, gazî merivên
paş xwe dike)
Wê xelaskin,
ketime bextê we.
wê xilaskin!
(Ji nav xelk çend deng
bilind dibin)
Çend Deng- Zaliman, zordestan!
Gune ye!
Kûçikan!
Qerewilê Yekemîn- Emê paşê şanî we bidin!
(Keçikê kaşdikin û
derdikevin. Xelk li ciyê xwe hişk û hol dibe, disekine. Jinik, di ciyê xwe da ketî, dinale)
Jinik- Dehaqê Zalim,
Çerxa te
hilweşe!
Kawa- (Bi çakûca dest xwe çend derban li sindan
dixe. Hemû
li wî dinhêrin. Dengê wî
bi hêrs e)
Bi gotinan
tucar tişt hilnaweşin!
Em pir in, ew
hindik in..
Bona çi
disekinin?.
Li ser me zulim
û qemçî,
birçî ne, birçî!
Bona çi
disekinin?.
Yek û yek çûn
xort û keçen ciwan,
mêjiyên wan xwar mar û mûran
bona çi
disekinin?
Jinik- (Li ser çokên xwe rast dibe)
Bona çi
disekinin!
Xelk- (Bi hevra) Bona çi disekinin!
Kawa- Bona xilaskirina zeviyan,
daran, çivÎkan û
mirovan
û welatê me yê
şirîn
çima hûn
disekinin!
(Çakûcê xwe radike hewan)
Bimeşin!
Xelk- (Bi hevra) Em bimeşin!
(Nişkava, her yek tiştekî
digire dest xwe, şûr, bêr û tevir û ço, ber bi derî diçin)
Xelk- (Bi hevra)
Hilweşe Dehaq.
Bimre koletî!
Perde
BIRÊ HEWTAN
Qesra Dehaq. Dehaq û
herdu qerewilên wî. Yek li dêrî dixe.
Dehaq- Were!
(Serqesap dikeve hundur.
Di dest da siniyek heye)
Serqesap- Şahê min,
ahan ji bo marê
te du mêjiyên teze!
Dehaq- Baş e! Taştiya wan bidinê
sifra min jî
rastkin
Gazî sazbendan bikin,
keçan bînin;
Bila qesra min
da şayî çêbe.
Qerewîlê Yekemîn- Ser sere min!(Derdikeve)
(Ji der va deng tên)
Ji Der Va- Zaliman ra mirin!
Azadî dixwazin!
Dehaq- Li wir çi dibe?
Ev denge ha
çine?
(Qerewil dikeve hundir)
Qerewil- (Singê wî hiltê, datê)
Şahê min, xelkê serî rakiriye!
Dehaq- Çawa, te go çi?
Qerewil- Min got, xelkê serî rakiriye..
Dehaq- (metelmayî)
Tu dîn î?
Ev çiye?
Xelk ku dibêjî
kî ye?
Qerewil- Ber bi qonaxê tên!
(Ji der va deng bilind
dibin):
Ji Der Va- Dehaqê Zalim!
Hilweşe dehaq!
Em dadî dixwazin!
Em azadî
dixwazin!
Bimre Dehaq!
Dehaq- (Zer
û zepal dibe)
Xwedêo, tu
dizanî!
Ehremanê mezin!
Ecêba giran?.
(Dehaq dibeze ber
pençirê, li der dinhêre, dikeve teşqelê)
Dehaq- Tên, ewî tên!
Qerewilno!
Leşkerno!
Li wan xin, bukujin,
Hûrê wan
biqelişînin!
Qerewil- Şahê min, ev gotina te
gelek zehmet e!
Ew pir in û bi
hêrs in..
Ewe nuha va
gelek leşker li erde xistin!
(Siniya dest serqesap,
teşqelê da dikeve erde)
Dehaq- Lolo, bomo!
Te mêjî
êxistin.
Serqesap- Mîrê min,
ev mêjî êdî ji çira dibin?
Tu bixebite
sere xwe xilaske!
(Derî bi pîhnekê vedibe.
Kawa li pêşiyê, xelk dikeve hundir. Serqesap xwe davêje paş Dehaq û qerewilan)
Dehaq- (Li ser têxt, ji tirsan sipîlçokî bûyî,
dixwaze denge xwe xurt derxîne)
Ev çiye? Tu kî
yî?
Bê îzna min çawa têyî hundir?.
Kawa- Dehaqê Zalim!
Tu hîn jî xeber
didî?
Dawiya te êdî
hat, wê jî fam nakî?!.
Dehaq- Ez hukumdar im,
tu nikarî
pêşkarî min bibî!
Ez Dehaq im, li ser rûyê erde
Vekîlê Ehreman
im..
Kawa- Rast e, tu hukumdar î,
zalim û bê
vîcdan î..
Hela ez bi
çakûcê xwe biceribînim
binhêrim tu bimbarek
î?!
(Kawa êrişî ser Dehaq
dike)
Xelk- (Bi hevra) Bimre Dehaq!
Dehaq- Bisekine, meke!
Qerewilno, min
biparêzin!
(Xelk pêş va diçe.
Qerewil ji tirsan paş va dikişin û direvin. Dehaq dixwaze ji têxt rabe, Kawa çakûca xwe dadişîne sêrî.
Dehaq dikeve erde, dimre. Du meriv bi mile serqesap
girtine, tînin)
Yek Ji Wan- Serqesap
direviya, me girt anî.
Serqesap- Ez xulamek im, min bibexşînin!
Kawa- Wî bigrin, bibin.
Bi satira wî,
serê wê lêxin!
(Serqesap kaşdikin,
dibin)
Nah şunda li
welatê me wê xwîn ne rije,
kesek zulim ne
bîne.
Emê
sazûmanek nuh serrrast kin!
Agiran vêxînin
govendan bikşînin
roja cejnê be!
(Def û zurne lê dixe, jin û mêr govendê digrin)
Perde