22 Mayıs 2019 Çarşamba

Şanoger û pêşmergeyekî: Teyar GERMAVÎ


Min sê sal berê bi xêra apê(Ramazan Ergîn) xwe şanoger û pêşmergeyekî nas kir. Navê wî Teyar Germavî ye. Ew di şikeftê de, di bin bombeyên balafiran de tê dinê. Ji xwe navê wî jî ji wir tê. Di dibistana serateyî de dest bi xwendina kurdî dike. Li Duhokê bi nasîna Seyda Îbrahîm Selman dest bi şanoyê dike. Pişt re şanogoriya wî dibe şoreşgerî û derdikeve serê çiya. Li serê çiya jî xebatên xwe yên şanoyê berdewam dike û herî dawî piştî Enfalê li Qampa Mêrdînê xebatên şanoyê berdewam dike.

Min xwest ku ez wî bi we bidim naskirin. Me li ser facebookê hev nas kir, pişt re ez çûm Hewlêrê lê mixabin em rastî hev nehatin. Min li ser facebookê hevpeyvînek bi wî re çêkir. Lê heypeyvîna me bû wekî sohbetek. Min nexwest ku bi pirsên xwe wî aciz bikim ji ber vê yekê min formatek wiha ceriband ku ne wekî heypeyvîn, lê bila wekî xwejînenîgariya wî be. Ez hêvî dikim ku hûn ê jî bi nasîna Teyar Germavî  kêfxweş bibin.



DI BIN BOMBEYAN DE HATIM DINÊ

Navê min Teyar Germavî ye. Ez ji gundê Germavê me ku giredayî Duhokê  ye. Ez di sala 1963’yan de hatim dinê. Wê çaxê şoreş hebû, Şoreşa Îlonê. Gundê me di dema şer de hat talan kirin. Li nêzî gundê me şikeft hebûn, gundî bi şev reviyan û çûn şikeftan. Ez di wê demê de ji dayik dibim. Balafir û teyare li ser gundê me bombe dibarandine. Bavê min jî navê min Teyar daniye , ji ber ku ew rojên kambax neyên jibîrkirin… Demeke dirêj em di şikeftê de man, piştre em çûn Duhokê. Di sala 1970’yan de hikumeta Iraqê û hêzên peşmerge li hev hatin û başûrê Kurdistana her çiqasî li ser kaxizê jî bibe otonomiya xwe stend. Di Dibistana serateyî de min erebî xwend, pişt re bi xêra li hev hatinê me perwerdehiya xwe bi kurdî berdewam kir. Ne tenê li Duhokê li hemû bajarên Kurdistana başûr perwerdehî bibû kurdî.

‘ŞANOYA FEQÎR’

 Ji sala 1975’an bi şûn ve hestên neteweyî li cem min çêbûn. Min digot  gere ez karekî bikim. Di sala 1977’an de min li dibistanê dest bi xebatên şanoyê kir. Bi awayekî amatorî me lîstika “Kawayê Asinger” û “Dînê Axê” lîstin. Haya min hîn nû li ser şanoyê çêbûbû û min pirtûkên Grotowskî û Stanîslavskî bi erebî xwendin. Ji xeynî wan jî bêtîr pirtûk û teoriyên Brecht li ser min bandor çêkirin. Çimkî ew camêr li ser sehneyê dîwara çaremîn rakiribû û teoriya Grotowskî ku behsa “şanoya hejar û şanoya feqîr” dikir bêtir bala min kişandibû. Tu carî dekora me, ronahî ya me, sehneya me çênebû, me bi awayekî “şanoya feqîr” çêdikir. Ji bo me her der cihê şanoyê bû.

Di sala 1980’an de me karekî mezin kir. Wê çaxê ez hê 16 salî bûm. Ez ketibûm şanoya bajêr ya Duhokê. Berî me jî di salên 1970’yan de li ser Newrozê wekî şanoyê çend xebat çêbûne lê mixabin pişt re ji ber şer diqede. Ji xeynî wan hîn şanogeren kurd jî hebûn lê mixabin giredayî hikumeta Iraqê û Seddam bûn.  



MAMOSTEYÊ MIN ÎBRAHÎM SELMAN BÛ
 
Di sala 1979’an de min Seyda Îbrahîm Selman nas kir. Îbrahîm Selman wê demê akademiya şanoyê xwendibû li Bexdayê. Em cara yekem li cem wî kom bûn. Mamosteyê min ê yekem Îbrahîm Selman bû û min bi xêra wî xebatên xwe yên şanoyê berdewam kirin û hînî şanoyê bûm. Me wê çaxê dest bi lîstika “Lêbûk Dastana Mem û Zîna Diguhurît” kir. Metn ji aliyê Îbrahîm Selman ve hatibû amadekirin. Ji bo pêşandana lîstikê her tişt hazir bû lê mixabin hikumeta Iraqê destûr neda ku em bilîzin. Îbrahîm Selman jî piştî xebatên şanoyê derket derveyê welat. Niha ew li Holandê dijî. Mijara lîstikê ev bû: Di folklora me de Mem di zindanê de dimire û Zîn jî xwe dikuje. Lê di şanoya me de Mem di zindanê de nexweş dikeve û Zîn tê, Memê ji zindanê derdixe û azad dike. Mem û Zîn bi hev re agirê şoreşê pêdixin û bi Mîr Zeyneddin re şer dikin. Di vê lîstikê de nêzî çil ekter (lîstikvan) cîh digirtin.

KOMA BIZAV

Di sala 1980’an de me dest bi lîstika “Gencên Mehabadê Dîwarê Dimdimê Radikin” kir. Me wê deme ji xwe re komekî ava kiribû, navê koma me "Koma Bizav" bû. Koma me ji heftê kesan pêk dihat, giş ciwan bûn û niştimanperwer bûn. Ez rêveberê wê komê bûm. Di wê demê de şoreşek hebû. Kurdên me yên Rojhilatî serî rakiribû li hemberî Şaxê Îranê (Xumeynî). Em jî li ser vê mijarê sekînin û me sê brader bi hev re lîstikek amade kir. Di wê lîstikê de me xwest ku em behsa serhildana Mehabadê bikin. Ez bûm, Zubeyr Mayî û Kamiran Sindûrî bû. Di wê lîstikê de derhenerê me tune bû. Mamosteyê me hebû, mamoste Azad Evdila berî me bi şanoyê ve mijûl bûbû û di wê lîstikê de derhêneriya me kir. Me ji hikumeta Iraqê piştgirî stend ji ber ku wê demê di navbera Iraq û Îranê de şer dest pê kiribû û me jî ji vê yekê îstîfade kir. Me ji hikumeta Iraqê re gotibû ku; ev lîstik dijî Xumeynî ye, ji ber vê yekê destûr dan me. Cîhê xebatê û pere dan me. Me li Duhokê ev lîstik pêşkêş kir. Piştre em beşdarî Festîvala Hewlêrê bûn û me li Festîvala Hewlêrê jî pêşkêş kir. Min di rola sereke de dilîst û alîkarê derhêner bûm. Di wê demê de televîzyon, rojname tiştekî tunebû ji ber vê yekê jî gava haya gelê me ji me û ji xebatên me çêdibû sehneya me jî tijî dibû. Ev kêfxweşiyek pir mezin bû. Ji xwe ew lîstik di rojnameya Iraqê de jî cîh girt.

Di festivalê de komên din jî hebûn. Yên ku tê bîra min komeke şanoya pandomîmê jî tevlî festivalê bûbû û komên din jî bêtîr bi şanogeriya remzî (ne politîk û ne folklorî) ve beşdarî festîvalê bûbûn. Lîstika Ehmed Salar jî tevlî festîvalê bûbû bi navê “Rûbar”. Ji xeynî wan li Iraqê komên şanoyên din jî hebûn. Yên ku ez dizanim komekî lîstika Azîz Nesîn dilîst, komekî din lîstika Shakespeare dilîst. 


LÎSTIKA JIYANA GUNDAN
 
Pişt re me “Jiyana Gundan” amade kir ligel Kamiran Sindûrî. Ez derhênerê wê lîstikê bûm. Di çarçewoya folklorî da me jiyana kurdan nîşan dida. Lîstikek metaforîk bû. Di lîstikê de gundek hebû, navê gund “Gundê Hecî” bû û di wê lîstikê de wekî Kurdistan dihat temsîl kirin. Du eşîr hebûn û li ser Gundê Hecî şer dikirin. Serokên eşîretê yekî Hesen Axa bû ê din jî Ristem beg bû. Hesan Axa, bi temsîliyeta Seddam Husen dikir û Ristem beg jî Şahê Îranê temsîl dikir. Pêşî hikumeta Iraqê qanî bûbû ji bo vê lîstikê. Destûr dan me ku em vê lîstikê bixebitin. Em çil roj zêdetir li ser wê lîstikê xebitîn û me promiyera xwe li Duhokê çêkir. Di nav temaşevanên me de rêveberên hikumeta Iraqê jî hêbûn û pir kêfa wan hatibû ji bo vê lîstikê.  Li Tîgrîsê festîvalek çêdibû û rêveberên hikumeta Iraqê jî xwestin ku "Koma Bizav” bi vê lîstikê beşdarî festîvalê bibe. Lê mixabin hevalekî me sîxûriya me kir û hemû metafora lîstikê eşkere kir, me jî biryar da ku, em wê lîstikê nelîzin.

Pişt re min lîstikek bi navê “Hemed Dînek” derxist. Di vê lîstikê de ekterek (lîstikvan) tenê hebû. Hemû tişt min hazir kiribû. Dîsa lîstikek metaforîk (sembolîk) bû. Min temsîliyeta sê kesan dikir. Kesekî welatparêz, kesekî xayîn û kesekî jî dîn bû. Min ev lîstik ji çîroka Îbrahim Selman wergirt û ji bo şanoyê amade kir. Navê çîrokê “Her Hemê Dînekî” bû. Min gelek zehmetî kişand ji bo vê şanoyê lê mixabin destûr nedan ku ez bilîzim. Pişt re jî “Koma Bizav” belav bû û ez derketim serê çiya. Ji ber ku di nav bajêr de tiştekî nema bû ku ez bikim, ji xwe bavê min jî pêşmerge bû. Rêya min rêya bavê min bû… 

LI HER DERÊ KARÊ ŞANOYÊ
 
Li serê çiya jî karê min ê şanoyê berdewam kir. Me ji xwe re dîsa komekî ava kiribû. Navê koma me “Koma Pêşrav” bû. Di hemû Newrozan de me lîstik dilîstin. Gund bi gund û bajar bi bajar em digeriyan. Şûna perde me bi betanî bikar dianî, cil û bergên şanoyê me bi xwe çêdikir û dekora me jî gelekî sade bû.

Di nav me de hevalên ku ji Bakur hatibûn jî hebûn. Me bi wan re jî lîstikek derxist di navbera salên 1982 û 1983’yan de. Xebatên me yên şanoyî heta 1988’an berdewam kirin li serê çiya. Piştî Enfalê em mecbûr man ku biçin Qempa Mêrdînê.

Qemp di navbera Mêrdîn û Qoserê de li ser cadê hatibû çêkirin. Pêşî bîst û yek hezar mîrov tê de hebûn, pişt re hinekî mirov çûn Îranê, em man panzdeh hezar kes. Der dora qampê dorpeçkîrî bû wekî zindanek. Ji bo tiştên rojane destûr didan ku em biçin Qoserê lê tenê ji me donzdeh kes diçûn û li cem wan jî donzdeh  polîs hebûn. Di sala 1989’an de me xwest ku em li Qampa Mêrdînê Newroz pîroz bikin. Pişt re me bi Cîgirê Waliyê Merdînê re civînek çêkir. Navê Cîgirê Walî Ahmed Newroz bû. Me di civînê de got, şahiyeke eydekî me heye û em dixwazin vê şahiyê li vir pîroz bikin. Go, “Navê şahiya we çi ye?” Me go, “Newroz e.” Berê xwe da me û ecebmayî li me nêrî û bangî polîsek kir, kaxizek da min û got, “Navê şahiyê binivîse.” Min paşnavê wî nivîsand. Go, “Ev paşnavê min e, çi eleqeya paşnavê min bi Newrozê re heye?” Me go, “Newroz cejna hemû gelan e.” Go, “Madem bi paşnavê min re giredayî ye ez  destûr didim. Hûn ji min çi diwazin?” Me go, “Tiştekî me tune ku em agir pêxin.” Go, “Çi lazim e.” Me go, “Lastîk lazim in ji ber ku em ê agir pêxin.” Pişt re polîs çûn îstasyonê û lastîk anîn. 


Gava me agir pêxist û agir hilbû gelê Mêrdînê jî hat hawara me û me bi hev re şahiya Newrozê pîroz kir. Roja din me lîstika "Kawayê Asinger" amade kir. Hemû rêveberên qampê, walî, qeymeqam hatibûn ji bo temaşekirinê. Li Qampa Mêrdînê navê koma me “Koma Helebçe” bû. Ez derhênerê vê komê bûm. Piştî wê me lîstikên “Helebçe”, “Şehîd” û “Berxwedan Jiyan e” çêkirin. Me du sê lîstikên din jî çêkirin lê niha navên wan nayên bîra min.

Piştî raperînê ez hatim bajêr. Erkên min ji berê girantir bûbûn. Ji ber vê jî eleqeya min bi şanoyê re qut bû. Niha jî bi siyasetê re eleqedar im.

DI ŞANOYA ME DE ZÎN TÊ MEMÎ XILAS DIKE

Şano bi ya min ji êşê derdikeve. Gava me şano çêdikir me wekî şoreş, wekî berxwedan lê dinêrî. Gava me lîstika “Mem û Zîn”ê çêkir me go em bi vê destanê ne qeyîl in. Îtîrazek me hebû. Di lîstikên me de Zîn dihat Mem xelas dikir û pişt re jî agirê şoreşê pê dixist. Ji bo me şano ev tişt bû. Hesta me hesta netewperestî bû û bi xêra şanoyê me dixwest ku alîkariya şoreşê alîkariya berxwedanê bikin. Me dixwest ku em ji geêe xwe re bêjin ku hûn hemû "Kawayê Asinger" in…

Bi ya min xebatên şanoyê di hundirê şer û êşê de xurtir dibin. Ji ber ku alikariya gelê xwe dike û bi awayekî estetîk tiştan nişanî gelê xwe dike. Ditîna min ew e ku şano di azadiyê de lawaz dibe. Ji bo başûr ez karim bêjim ku xelkê me nemaye ku niha şano temaşe dikin. Ji ber ku ne politîk in, ji ber ku ne bi siyasetê re giredayî ye û gelê xwe jî nasnak. Bi ya min niha şanoya kurdî di hemû perçeyên Kurdistanê de rola xwe baş nalize. Helbet îro sînema, telefon, televîzyon û înternet hene, ev dezavantajek e lê li gorî min nepolîtîkbûna şanoyê jî pirsgirêka herî mezin e.

Niha derfetên min hebûna min ê dîsa lîstika “Lêbûk Dastana Mem û Zîna Diguhurît” derxista ez karim bêjim ku niha jî ji bo vê xebatê jî amade me. Ez pir dixwazim ku vê lîstikê dîsa li ser sehneyê bibînim.

Çend gotin li ser lîstika “Xwezginî”


Pênc sal in nedibû û li hev nedihat ku li lîstika “Xwezgînî” temaşe bikim. Li hêviyê bûm û dawiya dawî min lîstika “Xwezgînî” hefteyek berê temaşe kir. Pêşî bi kurtasî behsa lîstikê û kunyeya wê bikim. Nivîskar û derhênerê lîstikê Şaliko Bêkes e. Ew şanogerekî “Şanoya Kurdî ya Tiblîsê” ye, ji 1979’an heta 1993’yan bi awayekî çalak li Tiblîsê di nav şanoya kurdî de cî girt. Piştre bi Bînbaşê Axê re li Med TV’yê bi şano û skêçên xwe xebitî. Di navbera 2012-2014’an çend caran hat Bakur û tevlî xebetên şanoyê bû. “Xwezgînî” yek ji van xebetan e. Ew niha li Moskowê bi tena serê xwe û li hêviya şanogerên kurdî ye.

Lîstik bi promiyera xwe di sala 2014’an de li Amedê derket pêşberî şanohezan û piştî navberê îsal dîsa hate ser sehneyê. Şanoya Bajêr a Amedê hê jî vê lîstikê dilîze ku vê mehê çend carna derxist pêş şanohezan. Di lîstikê de Ozcan Ateş, Rêzan Kaya, Kemal Ulusoy û Salih Yildiz dilîzin.

Lîstik behsa evîndariya Nazê û Tîtal dike. Nazê û Tîtal ji hev hez dikin û çîroka wan li ser gumana ku “Çiyayê Qerejdaxê ku Bavê Nazê ye” wê nehêle ew bizewicin. Lîstik perdeyek komedî ye.

Di lîstikê de Nazê ji aliyê Rêzan Kaya ve Tîtal jî ji aliyê Ozcan Ateş ve û Bavê Nazê jî ji aliyê Kemal Ulusoy ve tê sehnekirin. Salih Yildiz jî di lîstikê de wekî “çavdêr” cî digire.

Lîstik bi sê sehneyan re tê hemberî temaşevanan. Sehneya yekem li derve ye û dekor tenê ji bankekê pêk tê. Nazê û Tîtal behsa evindariya xwe dikin. Sehneya duyem li ber mala Nazê ye û dekor nîn e. Tîtal û Bavê Nazê bi rasthatin hev nas dikin. Sehneya sêyem jî li mala Bavê Nazê ye û dekor du paldank û tiwaletek e. Tîtal hatiye Nazê ji Bavê wê bixwaze.

Di metnê de “dramatîka” çîrokê li ser gumanê hatiye saz kirin. Li ser sehnê tenê nîqaşek heye lê alîgirên pêvçûnê ne, di nav astengiyeke mezin de ne. Ne Tîtal ne jî Nazê vê astengiyê çareser dikin. Ji xeynî van daxwazên karakteran jî baş nayê fam kirin; zêdetir di karaktera Nazê de em dibînin ku bê biryar e û armanca wê ne diyar e.

Bi ya min gelek kemasiyên metnê hebûn lê bi xêra lîstikvaniyê balanseke çîrokê çêbûye. Kemal Ulusoy, Ozcan Ateş û Rêzan Kaya bi lîstikvaniyên xwe performansek xweş derxistine. Performansên lîstikvanan bi giştî li ser “komediya rewşê” ava bûye. Carinan hin peyv û nîşaneyên “Amedî” jî dibin hêmanên komediyê. Li ser sehneyê min karê Salih Yildiz fam nekir. Tevgerên wî yên ser sehneyê bi hincetên “epîkbûnê” bû, lê min bi xwe armanca rejiyê zêde fam nekir. Bi dîtina min cihê wî ji bo rejîyê diviyabû hinekî din çalaktir û teatraltirbûya.

Tiştê herî xweş ew bû ku di sehneya sêyem de min ji herikbariya lîstikê û performansa wan hez kir. Sehne bi perdeyekî tul re bûbû du perçe. Perçeyê pêşî salon bû, yê din jî tiwalet bû. Ji hêla dekorê ve bi awayekî balkêş û bikêrhatî bû.

Temaşevanên şanoya kurdî li Bakur her tim çavên wan li ser Şanoya Bajêr a Amedê ye. Di deh salên dawî de bênavber tenê bi kurdî şanoyên xweş derdixin. Hem ji aliyê lîstikvaniyê ve hem jî aliyê afirandinê ve karên Şanoya Bajêr ji bo şanoya kurdî qonaxeke xweş ava kiriye. Şano xweş e,  bi kurdî hê xweştir e.

* Ji bo baldaran şanoyê pêşniyar dikim ku we bi dest xist, pirtûka şanonameyên Şalikoyê Bêkes bi navê “Yên Xwedê Ji Wan Stendî” jî bixwînin, hûnê jê hez bikin.   

* Piştî ku lîstik qediya ji bo spasî û xêrxweşiyê çûm ba Ozcan Ateş. Tam di wê navberê de temaşevanekî “Gedê Bajêr” kete navbera me, ezwê diyalogê deynim vir:

Temaşevan: Yav ma siz niye dîger yerde oynamîsiniz. (Behsa sehneya Şaredariyê dike)

Ozcan: îzin vermîler, orayî qayim aldî. (destûn nadin, qayûmê dest danî ser wir)

Temaşevan: Yav ma êlê olir mî? (Lo, ma wisa dibe?)

Îca hûn texmîn bikin rewşa Şanoya Kurdî û temaşevanên wê….

21 Mayıs 2019 Salı

Ji Akademiyê Re Raporek


“Gava ez li pêşveçûna xwe û armancên xwe dinêrim, ne lomedar im, ne jî pê kêfxweş im. Destên min di bêrîkên şalê min de, şûşeya şerabê li ser maseyê, ez nîvpaldayî, nîv li ser rûnişteka hêlanok rûniştî, di pencereyê re li derve mêze dikim. Mêvan tên, ez, li gorî ku bi wan rewa ye, xêrhatinê li wan dikim. Organîzatorê min li odeya pêşîn rûdine, gava ez bang lê dikim ew tê û guh dide ser tiştên ez jê re dibêjim. Bi êvaran tim xwepêşandan hene û xwepêşandina min çetin e ku ji vê çêtir jî be. Kengî ez ji ziyafetan, ji sazûmanên zanistî, ji civînên kêfê dereng tême mal, şempanzeyeke nîvperwerdekirî li benda min dipê û ez, bi awayê ku meymûn kêfa xwe bi hev tînin, kêfa xwe bi wê tînim. Bi roj ez naxwazim wê bibînim; di awirên wê de dînîtiya ku li heywanên bi perwerdekirinê re hişbelavbûyî, hene; ez tenê van dîbînim û ez nikarim lê sebatê bikim.” (F.Kafka-Koloniya Tawanê, Werger: Fatîh Aydin, Weşanên Lîs, 2016, Amed)
Franz Kafka di navbera salên 1883 û 1917’an de kurteçîrokek bi nave "Ji Akademiyê Raporek" dinivîse. Kafka di çîroka xwe de behsa meymûnekî (Peterê Sor) ku bi destê mirovan tê birîndarkirin û tê zeft kirin dike. Peterê Sor ji bo ku jiyana xwe berdewam bike mecbûr dibine ku tevgerên taqlidkirina mirovan hîn bibe û pişt re li hemberî akademîsyenan de ev rapora xwe bixwîne.
Çîrok ji aliyê Roşeng Rojbîr ve ji bo sehneyê adapte bûye. Tûncay Ozel hem derhêneriya lîstikê û hem jî bi lîstikvaniya xwe derdikeve hemberî temaşevanan. Di lîstikê de dekor ji aliyê Bilge Kutlu, teknîk Egît Firat û afîş jî ji aliyê Ronî Dîldar ve hatiye çêkirin. Lîstik yek perde ye û bi yek kesî tê lîstin.
Di sehneyê de dekor qafeseke biçûk e û li her du aliyê sehneyê ben heye. Gava sehne ronî dibe Tûncay Ozel bi cilên sor ve li tewanê sehneyê derdikeve peşberî me. Xwe li tewanê sehnêyê asê kiriye û dest bi monologa xwe dike. Pişt re benekî bi destê xwe û benekî jî bi nigê xwe ve girê dide û dest bi performansa xwe dike.
Ji bo vê lîstikê em karin bêjin ku Tuncay wekî derhêner formên "in-yer-face" ve derdikeve hemberî temaşevanan. Wekî teoriyek "in-yer-face" di dawiya sedsalên 20’an de li Îngilistanê derdikeve û li dinyayê belav dibe. Ji bo vê teoriyê em dikarin bêjin ku li ser sehneyê lîstikvan bi laşê xwe, bi dengê xwe mecbûr e ku temaşevanan aciz bike. Di vê teoriyê de li ser sehneyê ziyandayîna fîzîkî, wehşeo, taciz û hwd her tişt serbest e.
Di vê listikê de jî Tûncay dixwaze ku temaşevanan "aciz" bike.
F. Kafka di vê metnê de dixwaze ku li ser têgihên azadiyê re nîqaşeke veke: Azadî çî ye? Di navbera azadî û xelasiyê de çi ferq heye? û hwd...
Li ser sehneşê biraninên Peterê Sor, jiyana wî, yeko yeko tê qal kirin... Peterê Sor baş dizane ku teqlîdkirina mirovan ji bo wî tenê xilasiyeke; xilasiya îşkenceyê ye, xilasiya sîrkê ye... Di lîstikê de Peterê Sor bi heyasên xwe û pişhotikî li ser sehneyê de dimeşiya û performansa xwe berdewam dikir ev tiştên nîvcomayîna fizikî û bikaranîna ben û qefes ji aliyê rejî ve fonksiyonên sereke bû. Qefes û ben hem alikariya peyamên metnê dibû û hem jî dinyayeke tengbûyî nîşanî me dibû. Tiştên nivcomayîna fîzîkî jî her tim ji me re digot ku xwezayê Peterê Sor ne vê dinyayê ye...
Peterê Sor her tim dixest ku xwe bigihîne temaşevanan, derdê xwe ji wan re bêje, lê mixabin dest girêdayî, nig girêdayî bû... Ew ben her tim ji me re digot ku, çi jî bike azadî ne mimkûn e. Peter ji mirovan gelek tişt hîn dibe; berî her tiştî zimanê wan hîn dibe, pîpo dikşîne, şa dibe, eraqê vedixwe, tif dike... Peter hemû hînbûna xwe li ser sehneyê nîşanî me dide û tê yeko yeko li ser rûyê me tif dike, aciz dike ji ber ku temaşevan jî şirîkê vê gunehê ne. Bi gotineke kurtasî, şaristan di vê metnê de zindaneke mezin e û mirovên nûjen jî ev pawanê zindanê ne. 
Ev tekst bi tevgerên Tûncay ve xwe ji "şanoya xwendin"ê ve xelas kiriye. Di performansên yek kesî de pirsgirêkên herî mezin ev e ku tevger tê de tune ye, ev tişt jî lîstik dike "şanoya xwendin"ê. Lê hem ji aliyê derheneriyê ve, hem jî ji aliyê lîstikvaniyê ve karekî serkeftî çêbûye. Tuncay bi çîroka xwe û bi tevgerên xwe ve bi têra xwe temaşevanan "aciz" dike.
Lîstik li Stenbolê sahneya Şa Perfomansê dilîze. Bê şano neminîn.

"Commedia Dell’Arte ya Kurdî" Tartuffe


Îsal Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Molière "Tartuffe"yê re şêweya xwe ya berê li pêşberî temaşevanan xurt kir. Ev lîstik di 1664’an de hatiyê nivîsandin. Bi kurtasî mirov dikare bêje ku lîstik mijara xwe li ser xapandina bi rêya olê vedibêje. Ji ber vê jî gelek tişt tê serê vê lîstikê; tê qedexekirin, tê guherandin û hwd... Lîstik cara yekem li Seraya Versaillesê tê lîstin lê hem ji aliyê serayê û hem jî ji aliyê dêrê ve, wekî piyeseke xeter tê dîtin û demek dirêj tê qedexekirin. Moliere jî bo ku qedexeya ser lîstikê rake dawiya lîstikê diguherîne û dawiya lîstikê de wekî "deux ex machine" ango xelaskarê lîstikê bi Qralê Fransayê re, lê zêde dike. Sofiyê Sextekar yanî Tartuff ji aliyê Qral ve tê binçavkirin û her tişt normalîze dibe. Bi vê versiyona Qral re, qedexekirina lîstikê radibe û di cihanê de bi vî awayî belav dibe…
Di lîstikê de Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer, Berfîn Emektar, Hamdusena Ozbey, Şahperî Alphan, Dijle Guneş Yavuz, Mahmut Kosem û Ozkan Şeker dilîzin.
Derhêneriya lîstikê ji aliyê Ruknettûn Gun û wergera wê ji aliyê Şêxmûs Sefer ve hatiye çêkirin. Ramîn Rebî muzîk, Îsmaîl Dag ronahî, dîzayna afîşê Sevinç Adiyaman, karîkaturên afîşê jî ji aliyê Denîz Ilgini vê hatiye çêkirin.
Lîstik yek perdeyî ye û komedî ye. Mijara şanoyê di danasînê de û ji aliyê min de wiha ye: Orgonê dewlemend, kesekî bi navê Tartuffe vedihewîne mala xwe. Tartuffe wekî bawermendekî nêzî dêrê xuya dike û Orgon wî dixe şûna ezîzan. Xwarin û vexwarinên xwe yên herî baş pêşkêşî wî dike. Wî ji jin û zarokên xwe bêtir diparêzê û qedir didê. Dixwaze keça xwe bi Tartuffe re bizewicîne. Her wiha dixwaze kurê xwe ji malê xwe dûr bixe û mîrateya xwe hemû bide Tartuffe. Hemû Orgonî hişyar dikin jê re dibêjin Tartuffe ne yekî li gorî gotinên xwe ye û te dixapîne. Lê Orgon guh nade van şîretan. Her ku derdor bi xerabî behsa Tartuffe dike xwe belengaztir dike û bêtir nêzî Orgon dibe. Orgon jî hemû mal û milkê xwe dide Tartuffe… Tartuffe ew qasî Orgon bi safbûna xwe yeqînkirin daye ku jina wî behsa nezîkbûna wî ya xerab dike jî lê ji jina xwe bawer nake û wî wekî feqîrekî Xwedê dibîne. Di dawiya dawî de, bi guhên xwe dibihîze ku Tartuffe niyeta xerab e û bi vê re ferq dike ku rastî îxanetê hatiye. Dema pê dihise Tartuffe diqewirîne. Tartuffe jî dixwaze dest deyne ser mal û milkên wî û wî bavêje girtîgehê û heyfa xwe jê hilîne. Orgon malê xwe ji dest xelas dike.

Lîstik bi Madam Pernelleyê diya Orgonê ve vedibe û dîsa bî wê re diqede. Li ser sehnê ji bo dekorê tenê maseyek heye. Ji bo ku tempoya lîstikê nekeve, bênavber didome û derbasbûyînên sehneyan, trafiqek serkeftî çêbûye û pir xweş bi hev hatiye girêdan.

Ewil divê destnîşan bikim ku min li Amedê komediyek serkeftî temaşe kir. Heta ez karim bêjim ku “Commedia Dell’Arte” bibû “Commedia Dell’Art a Kurdî”...  Ji xwe li ser Moliere jî bandora şêweya Commedia Dell’Arte heye. Ev şêweya şanoyê li Îtalyayê di sedsala 16’an de wekî şanoyên gel tê binavkirin. Wateya wê "lîstikvanên profesyonel" in. Di rojên şahiyan de lîstikvanên profesyonel bi awayekî jixweberî lîstikan dilîzin. Ji bo Şanoya Bajêr a Amedê jî, ez karim bêjim ku hemû karakterên Commedia Dell’Arte bi rengekî kurdî hatibûn ser sehneyê…
Hemû lîstikên şanoyê, li ser metna sehneyê nayê temaşekirin, ji bo lîstikvaniyê têne temaşekirin. Belkî ev gotin ne hedê min be, lê ez ê tenê ditîna xwe bibêjim. Ne ku ez karên Şanoya Bajêr bêrûmet dikim. Pêşî dibêm armancake min a wiha tune ye. Ez dibêm ku xebatên Şanoya Bajêr a Amedê jî wekî xebatên Commedia Dell’Aart’ê ye. Hemû karakterên wan dişibin hev. Ev tişt hem jî aliyekî ve tiştekî pir xweş e hem jî aliyeke rîskeke mezin e ji bo lîstikvaniyê; risk ew e ku her tim xwe dubare dikin. Ez karim du sê lîstikên Şanoya Bajêr a Amedê bi vî rengî ji we re bêjim. Mînak: Xulamê Du Xwedî, Nexweşe Nexweşiye û Tartuffe... 
Ez ê ji aliyê riskê ve mijûl nebim, aliyê din bi min xweştir tê... Commedia Dell’Arte jî her tim xwe dubare dike û her kes di rola xwe de, bi vî awayî dibe profesyonel. Mînak Pantolone her tim di rola Pantolonê de dilîze, ji bo vê lîstikê ez karim bêjim Ozcan di rola Pantolonê de bû. Karaktera Arlecchîno de heta niha me Yavuz temaşe kir (Bo mînak Xulamê Du Xwedî) lê di vê lîstikê de Elvan hatibû peşberî me, Yavuz jî di rola Tartuff de wekî Arlechhîno dilîst. Di rolên êvîndaran de “Orazio, Flavio, Isabella, Flaminia” karakterên din in ku ji bo lîstikên Tartuffe jî karim bêjim ku sehneyên herî baş sehneyên wan bûn.
Ev tişt ji bo min ne pirsgirêkek e, kengî ez biçim lîstikên Şanoya Bajêr temaşe bikim, Yavuz û Elvan dîsa di rola "Arlecchînokî Qirix" de û Ozcan jî dîsa Pantolonê de dilîzin. Tenê Berfîn Emektar nakeve vê kategoriyê. Berfîn her tim di rola karakterên xwe de dilîze ne zêde û ne jî kêm... û jî xeynî kadroyên bingehîn ji heq gelek lîstikvaniyê ve baş tê. Dîjle Guneş Yavuz pir bala min kêşand û performansên Hamdûsena Ozbey, Şahperî Alphan, Mahmût Kosem û Ozkan Şeker jî baş bûn.

Û di dawiyê de, Tartuffe bi awayekî nîvco hat lîstin. Di teksta orjînal de min di serî de got Molierê di tekstê de Qral lê zêde dike û bi vî awayî tekst serbest dibe. Şanoya Bajêr jî sahneyên qral hemû avêtibû û “deux ex machina” xwe yanî xelaskirina xwe di “kadînê” de dîtibû. Hemû lîstikvan Tartuffê zeft dike û li kadînê gîrê didin. Xwezî Tartuffê nehatiba girêdan û bila li kuçeyên Amedê bigeriyaya û haya temaşevan pê bixistina wê “balkêştir” bûya… Molierê bêçare dimîne û bi destê Qral ve, wî binçav dike lê Şanoya Bajêr di vir de ne ku bêçare bû... Ji bo Tartufên îro mixabin kadîn têr nake... Ew li her derê ne, bila hayê temaşevan jî careke din jê çêbibe. Min bihîst ku Tartuffê li kadînê ku ji aliyê Şanoyê Bajêr a Amedê ve hatiye girêdan, ew “camêr” reviyaye, bila her kes li xwe û li kadîna xwe miqate be...

Di du saliya xwe de BÊRÛ


Berî her tiştî ez bejna xwe ya du metro kêm deh sentîm li ber Bêrûyê ditewînim. Ez lêborîna xwe dixwazim ji kedkarên lîstikê ku min heta niha temaşe nekiribû. Ez ji bo ku xwe bidim efûkirin heta ku ji destê min bê ezê pesnê Bêrûyê bidim. Belê belê ezê vê nivîsê tenê ji bo pesindayînê binivîsinîm. Mirov dikare bi awayekî din jî bêje rexneyên erênî... wekî jêrenoteke bila ev jî li vir be: ‘Bêrû’ li paytexta Rûsyayê Moskovayê di 17’emîn Mîhrîcana Navnetewî ya Şanoyê de di kategoriya lîstikên biyanî de xelata Grand-Prîx ango ‘Xelata Mezin’ jî wergirt.

Kunyeya Lîstikê: Berû

Nivîskar: Darîo Fo

Werger: Dilawer Zaraq

Derhêner: Nazmi Karaman

Dramatûrjî: Teatra Jiyana Nû (Min lê zêde kir)

Dekor û Kostum: Teatra Jiyana Nû

Lîstikvan: Omer Şahin, Rûgeş Kirici, Rewşan Çelîker, Cihad Ekinci, Nazmi Karaman



            "Patronê “FIATê” Agnellî ji hêla Tugaya sor ve tê revandin. Wextê ku seyareya ku milîtanên Tugaye sor  qeza dike, Angellî bi tesadufî ji aliyê teknîsyenekî Fîatê ê bi navê Antonîo ku li cihê bûyerê ye ve tê xilas kirin. Lê Antonîo nasnameya xwe li ser Angellî ku di rewşek giran, birîndar û nayê naskirin de ye, ji bîr dike. Bi çend emeliyetên estetîkê ku bijîşkan kir, Angelli vegeriya jiyanê, rûyê Antonio ku nasnameya wî di berîka wî de bû, bû rûyê wî. Êdî di sûretê karmendekî ku li welat baş tê naskirin de rûyê karkerekî heye. Bi saya rûyê xwe yê nû nasnameya xwe hevserek û xoşewîstek wî jî çê dibe!"

            Berî her tiştî ev lîstik du sal e dilîze û ez bawerim ewê du salên din jî bilîze. Aqûbet li serê lîstikên din be înşela. Lîstikek bifikirin ku du sal e di xopana Stenbolê de dilîze, li gorî wê jî ev tişt çepikek xurt heq nake? Emê dîsa bên ser meselêya lîstikên du salî. Niha em piçekî behsa lîstikê bikin.

            Derhênerê lîstikê Nazmî Karaman e û tekst ji aliyê Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin. Lîstik ji aliyê Dario Fo ve hatiye nivîsandin û du perde ye û komedî ye. Ji bo temaşevanên tirk jornivîs jî heye. Ji bo vê lîstikê xuyaye ku xebatek baş hatiye kirin. Di orjînala tekstê de bîst û yek kes cih digirin lê Teatra Jiyana Nû bi şeş kesan ev lîstik derxistiye ser dikê. Bi rastî jî ji aliyê dramaturjîyê ve  tu kêmasî tê de tune ne. Wekî ku tê zanîn ku îşê dramaturg tenê jêbirîn e lê di vir de ne wiha ye, cih bi cih tiştên bi kurdî jî di tekstê de zêde bûne. Ev tişt hem ken lê zêde kiriye hem jî bi têra xwe tekst kiriye kurdî... Bêrû ne wekî adaptasyonek tê li hemberî temaşevan her çiqas di orjînal tekstê de gelek tişt hatibe birîn jî laşê lîstikê wekî orjînal berdeawam dike û tu kemasî ji bo fahmkirinê nîn in. Me pesnê dramaturgê da lê mixabin wekî navekî kes di afişê de cîh negirtiye tişt nabe emê lê zêde bikin û emê bêjîn xebata dramaturjiyê bi awayekî kolektîf hatiye kirin.

            Me ji bo xebatên kolektîf çepikek xurt li jor lêxist, niha em bên ser derhênerê lîstikê. Derhênerê lîstikê Nazmî Karaman e, niha ezê dîsa pesnê wî bidim hunê bi min re bixeyidin lê bi rastî jî camer xwe peritandiye, xwe çirandiye ji bo vê lîstikê. Ezê niha gotinek mezin bikim lê mixabin ez ji dramaturgên kurd ditirsim. Bila bixeyidin ne xem e ezê bêjim... Nazmî Karaman wekî Peter Brook derketiye hemberî temaşevanan. Peter Brook behsa teoriyên “Tiyatroya Feqîr” dike lê Nazmî Karaman çêkiriye. Camêr çi kiriye hûn zanin ezê yeko yeko bêjim. Di lîstikê dekor tune ye, ronahî tune ye, cîh jî tune ye. Bawer bikin ciyê çar kesan di sehneyê de tune bû, lê ev ji xwe re nekiriye pirsgirêk. Camêr gotiye dekor tune ye laşê we heye, teknîk tune ye dengê we heye, cî tune ye vaye temaşevan hatiye bila cî bidin we. Ji xeynî Peter Brookî wekî lîstikvan jî xweş lîstiye. Di lîstikê de bi şêweyên xwe yê culemergî komserek dilîze. Ne komedî bû ya minê rexnekî li ser vê meselê bigota lê komedî ye û li gorî min ji bo lîstikên komedî hert tişt serbest e. Tenê di sehneyê de min tiştekî fahm nekir û di hundirê lîstikê de jî cî negirt gelo armanca wê peykerê çi bû? Ne xizmeta komediyê dike ne jî ji bo fahm kirina meseleyê alikar dibe.

            Em werin ser lîstikvanî; Ezê tenê peyvekî îtalyanî bikarbînim ji bo lîstikvaniyê bêjim hûnê fahm bikin ku ez qala çi dikim "Perfecto"...  Ez ji bo lîstikvanên lîstikê çepikek xurt dixwazim: Omer Şahîn, Rugeş Kirici, Rewşan Çelîker, Cîhad Ekîncî û Nazmî Karaman...

            Omer Şahîn di lîstikê de Antonio û Angelliy dilîst û ji xeynî wî wekî çîrokbêjê lîstikê bû jî. Rûgeş jina Antonioy (Roza) û katibên dadgehê dilîst. Rewşan Çeliker, di rola Luciayê de metresa Antinoiy, di rola dadger, rola hemşîrê, rola alikarê komser û rola katîbên dadgehê dilîst. Cihad Ekîncî rola profesor û alikarê komser dilîst. Me li jor rola Nazmî Karaman gotibû... Ji bo Omer Şahîn ez dixwazim kevaneke mezin vekim. Di rola Antonioy û di rola Patronê Fiatê Agnelliy de performansek pir xweş derxist. Bi laşê xwe bi dengê xwe û bi tevgera xwe enerjiya lîstikê bilind dikir. Rûgeş Kirici of û of... Jinek bifikirin ku di hundirê deqê de du rûpel dipeyive û bi temamî yeko yeko tê fahm kirin. Dengbêjî, dans, akrobasî û hwd... Kirici rola xwe pir xweş û bi awayekî estetîk li gorî xwe şirove kiriye. Rewşan Çeliker di vê lîstikê de balkêşa lîstikê bû. Gotin e, Rewşan ev jinik kêm e, gotiye ezê bilîzim, gotin e ev camêr kêm e, gotiye ezê bilîzim, gotine dekor kêm e gotiye ezê bilîzim... Heta niha li ser sehneyên me kemasiya lîstikvanên jinên kurd hebûn lê di vê lîstikê de mêr tune bû. Axir tune bû ku me têra xwe Rewşan Çeliker temaşe kir. Rewşan Çeliker wekî stranbejek tê zanîn lê ez bi dilekî rehet dibêjim ku lîstikvaniya wê ji stranbêjiya wê ne kêmtir bû. Cîhad Ekîncî jî di rola profesorê de pir serkeftî bû lê tenê wekî kemasiyek ez karim bêjim ku pir zêde serê xwe dide ber xwe.

            Em bên gotina dawî. Ezê di vê nivîsê de bi pirsgirêkên şanoya kurdî we aciz nekim. Xwedê li me xistiye ji xwe, ev camerana “lîstikên du salî” dilîzin û dibêjin temaşevan neyê jî emê dîsa bilîzin. Ji kerema xwe du saliya Bêrûyê de Teatra Jiyana Nû bi tenê nehêlin...


Çîroka şanogerekî pênaber: Aram Taştekîn


            Em vê carê portreya şanogerekî ji Amedê pêşkêş dikin. Portreya Aram Taştekîn. Çîroka şanogerê ku li Amedê dest pê kiriye û li Fransayê bi penaberî lê dîsa di şanoyê de didome. Vaye ji devê wî çîroka wî:
            Mîrovekî ku jiyana wî ji rêzê be nikare bibe hunermend. Em dema  li jiyana hemû hunermendên serkeftî dinêrin jiyana wan hemûyan sansasyonel e. Jiyana me jî di xwezaya xwe de sansasyonel e. Gava ez behsa çîroka xwe dikim kesên Fransî  ji min dipirsin, gelo ev rastiye an te afirandiye?  Gava ez ji welat derketim min got ezê teqez hunera xwe berdewam bikim. Li vir ez mecbûr im li ber xwe bidim. Ez nehatime ku li kolanên Ewropayê bigerim û jiyanekî ji rêzê bijîm. Jiyanekî ji rêzê min dikaribû li welatê xwe jî bijîm. Mesele haps be ez karibûm wekî hemû kesan biketima hapsê jî lê min li hemberî vê yekê îtîraz kir. Min got na ez ê bedana xwe mehkûm nekim û ezê berdewam bikim.
            Belê ez li Fransayê me, lê hîn mêjiyê min li Kurdistanê ye. Ez gava serê sibê şiyar dibim dadikevim kolanan ez ferq dikim ku ev cihekî din e. Ez her roj bi vê şikestinê şiyar dibim. Di dilê min de hêlek din heye û dibêje Aram tu yê di demeke nêz da vegerî Kurdistanê. Teqez ez ê vegerim welatê xwe. Ji ber vê jî ez haziriya roj bi roj dikim, çi ji destê min tê ez dikim; ez xwe xurt dikim û tûrikê xwe tijî dikim. Ez dibêm, ez ji vir çi bikim tûrikê xwe ji bo pêşeroja şanoya kurdî derfeteke/nêrîneke cuda ye. Ez bi vê motîvasyonê tevdigerim û heta niha min moralê xwe qet xera nekiriye. Belê hestiyarî heye, êş heye, elem heye lê niha ez van diavêjim paş. Ez wiha difikirim: Me kurdbûnê ne hilbijart ku em kurd bin, lê piştî ku em kurd in, em mecbûr in ku em heqê kurdbûnê bidin.
Mamostetiya li şanoya li Licê
            Navê min Aram Taştekîn e. Ez li navçeya Amedê  li Farqînê hatime dinê. Heta 15 saliya xwe li Farqînê bûm pişt re me bar kir Amedê. Eleqeya min ya şanoyê li Amedê dest pê kir. Di Konservatuarê Cegerxwînê de min beşa şanoyê xwend û pişt re min dest bi lîstikvaniya şanoyê kir. Di heman demê de min mamostetiya şanoyê jî dikir, hem bi zarokan re hem bi ciwanan re. Di sala 2016’an de ez çûm Şaredariya Licê, wekî mamosteyê şanoyê li wir salekî xebitim, pişt re îhraç bûm. 2015’an de min belgefîlmekî amade dikir li ser şerê li navçeya Sûrê. Di dema kêşanê de ez hatim binçavkirin. Pişt re doz vebû... Pişt re… Pişt re… Û min mêze kir ku rewş nebaş e û wiha dixuye ku demekî dirêj ezê di girtîgehê de bimînin, min biryara derketinê da û di sala 2017’an de ez hatim Fransayê. Ez niha li vir penaber im ,statuya penaberî dane min.
            Ez dema hatim vir min hemû bîranînên xwe li vir dinivîsandin. Yên ku li welat qewimî bûn, yên ku li vir qewimî bûn, yên ku tiştên bi min ecêb dihatin hemû tişt min dinivîsandin. Wexta min serî li penaberiyê da ez di rêzê de dimam, rojê 12, 13 saet di rêzê de dimam. Min di rêzê de ciwan nas dikirin û min hemû çîroka wan jî dinivîsand. Min dixwest ku tiştekî bi van çîrokan çêbikim, her çiqas rengên me, zimanê me cuda be jî em li vir hêmû yek bûn. Min dest bi nivîsandina şanonameya xwe di wan rojan de kiribû.
            Çîroka min yanî çîroka şanoya min xewn bû. Min sê heyvan her roj heman xewn dît. Di xewna xwe de, ez li Kurdistanê bûm. Ez bi bisqilêtê diçûm nav rezan. Di zarokatiya xwe de jî wiha bû. Xewna min di nav xewnê de xera dibû. Pişt re min got jiyana rastî kîjan e jiyana xewnan kîjan e. Di xewn de laşê min li Fransayê bû lê mêjiyê min li Kurdistanê bû. Gava min dest bi nivîsandina lîstika xwe kir dîsa min heman xewn dit û îja heta nav rêzên me diçûm lê tiştekî eceb hebû ku bisqilêt bisqileta Şaredariya Parîsê bû. Navê lîstika min, "World is a Bleu" bû. Navê koma muzîkê jî "Kristoff K. Roll" ku em bi hev re xebitîn. Formata lîstikê bi vî awayî derbas dibe. Piçekî xewn e piçekî rastî ye. Çarçewoya lîstikê ya min bû, biranînên min bû, lê min çîrokên din jî lê zêde kirin. Ciwanek hebû ji Sûdanê bi bisqilêtê hatibû heta vir. Di dawiya her hevoka xwe da digot "c’est tout " yanî “hemû ev e”. Digot, ez bi bisqilêtê hatime Fransayê "c’est tout " "c’est tout " . Malbata min nizane ez li vir im "c’est tout ". Yek hebû ji Sûrî hatibû. Hemû hevokên wî "Apres" re dest pê dikir yanî “pişt re”. "Apres", DAIS  ez hatim Hatayê, "Apres" ez hatim Îzmîr, "Apres" hatim xapandin. "Apres"perên min dizîn. Çîrokên bi vî rengî hene tê de.
Gelo ev çîrok rastî ye,yan xeyal e?
            Lîstika min wekî salona mahkemê bû. Temaşevan di cihê jûriyê de rûniştibû, li kêleka min parêzerên min hebûn. Min dest bi çîroka xwe û qala xwe dikir. Min dixwest vê bibejim; ez pir girêdayî welatê xwe me.  Belê rewşa vir zor e, zehmet e lê ez bi hunera xwe li Kurdistanê li ser piya bûm û ezê li vir jî bi hunera xwe li ser piya bim.
            Tiştên ku bala min kêşa temaşevanên min polîtik bûn. Carina xemgîn dibûn, dikeniyan, ecebmayî diman... Gava lîstik diqediya hemû ji min dipirsîn, gelo ev çîrok rast e yan na? Min digot belê ev çîrok jiyana min e.
            Li vir li her şaredariyê sahneya şanoyê û konservatuarek heye. Jixwe her tim dibêjin, ji bo her kesî şano. Ez niha li vir zaningêhê dixwînim. Beşa şanoyê dixwînim. Bi rastî jî perwerdehiya ku min li Konservatuara Cegerxwîn dîtibû pir bi kêrî min hat û ji min re rê vekir û niha jî ez di vê rêyê de dimeşim. Bi rastî jî Konservatuara Cegerxwîn bandorek mezin li ser min çêkiriye. Lîstika ku niha ez li vir dilîzim bi xêra perwerdehiya li Cegerxwîn û koma me ya Teatra Yekta Hêvî bû. Teatra Yekta Hêvî rihekî amator e lê di heman dêmê de jî bi hêstekî profesyonel tevdigeriya. Ez silavê xwe ji hemû hevalên xwe re dişînim. Ez wan dişopînim. Xebatên pir pîroz dikin, ez wan pîroz dikim. Koma me komekî bi serê xwe bû. Li ser piyê xwe disekinî û hîn jî wiha ye. Bi rastî her lîstikek ku me dilîst rêyekî mezin li peşiya min  vekir. Ji tiştên biçûk bi tiştên ji rêzê me tiştên gelekî xweş derdixistin. Lîstika me ya bi navê  “Mars”, “Wenda”, “Yên Xwedê Ji Wan Stendî” ji wan bûn. Rihekî amator bû lê cidiyeteke profesyonel bû. Teatra Yekta Hevî rengekî ye ez hêvidar im heta hatayê jî wê berdewam bike. Di dîroka şanoya kurdî de cih û rengê wê jî dê cuda be.
Projeyên min
            Kurdistan axêkî hîn nehatiye keşifkirin e. Çîrok pir in. Em pir dewlemend in. Mesela ez çîroka ku li vir dilîzim heke ez li Kurdistanê bilîzim ez ê temaşevanan nebînim, ez vê yekê baş dizanim. Lê çîroka me li vir pir balê dikşîne ji ber ku jiyanek wisa li vir tune ye. Ez niha serê xwe li ser çîrokbejiyê diêşinim. Di demeke nêz de lîstika min a duyemîn derdikeve. Di vê çîrokê de jî mijar dîsa Kurdistan û Fransa ye. Formata çîrokbêjî bî kar tînim. Şaredariya Parîsê produksiyona lîstika min dike. Hemû mafên min jî didin min û bangî çêkerên(produktor) mezin dikin. Heke çêker şanoya te biecibînin tên şanoya te distînin û belav dikin.
            Min ji bo masterê serî lê da û hat qebûl kirin. Mijara min “di dengbêjî de têkiliya dengbêj bi lehengên çîrokê û bi temaşevanan re çi ye” Ez ê li vir li ser dengbêjan bixebitim ji ber ku koka me ji wir tê. Bi rastî jî bîrekî tije zêr e. Mamosteyên min dengbêj in, rotaya min dengbêj in. Ji ber ku di denbêjî da îmajînasyonek e mûazzam heye. Gava dengbêj çîrokêke dibêje tu çavê xwe bigrî tu filmê wî temaşê dikî. Tu dibêjî qey dramaturjiya wê ji berê de hatiye çêkirin dema em li çîrokên Çêxov dinêrin çiqas rastiya jiyanê ye, bi ya min îro ku çîrokên ku dengbêj qal dikin û tiştekî ku Çêxov qal dike heman tişt in.  
Şanoya vir û ya wir
            Li vir şanoya modern heye. Jiyanekî din e. Feylosofî, xeyal, sînema, şano, muzîk hemû tişt li nav hev ketiye. Gava ez li vir li şanoyê temaşe dikim devê min vekirî dimîne. Li ser sehnê her tişt heye, sînema, sergî, şer, şanoya klasîk, muzîk, dans elementên medyatîk... Carinan ez dibêjim gelo ev şano be, tiştên ku  me dikir çi bûn? Tiştên ku me dikir jî rengekî din bûn, astekî din bûn, hestek din bûn
Bursê digirim, dişebitim, dersa kurdî didim
            Heke mirov kokê xwe nizanibe mirov winda dibe. Di hîşê min da pênc sal şûn zelal e, tabî jiyan çi dide pêşiya me ez nizanim. Lê ku derfetên min destûr bidin ez dixwazim  li vir heta doktorayê biçim. Bi rastî jî bi her awayî ve jiyan li vir pir zor e. Mala min 18 metrekare ye, ez 800 Euro kîrê didim û 120 Euro jî vergî didim, ji ber ku ez li Parîsê dijîm. Ez hem lîstikvanî dikim, hem burs distînim û bi şev jî li restoranek dixebitim heftê sê rojan heta nîvê şevê û di heman demê de jî dersa kurdî didim kesên fransî. Hey ku me meseleya ziman vekir ez dixwazim çend tişan bêjim. Fransî zimanekî pir zor e lê bi rastî jî ez bi şev û bi roj dixebitîm ji bo ku hîn bibim di salekî de hatim asta  ku  tez binivîsim şano bilîzim û  dersa kurdî bi zimanê fransî bidim. Min bi çar destan bi zimanê kurdî girtiye ji ber ku ew cewhera min e. Hemû hevalên min yên fransî her roj ji min hînê kurdî dibin, min demek berê ferq kir ku min silav daye kî çend hevok kurdî ji min hîn bûye. Belê jiyan li vir wisa ye, her roj berxwedan lazim e  nexwe têkçûn ne dûr e.
            Ez ê rojekî vegerim Kurdistanê, heke rewşa Kurdistanê sibê jî baş bibe ez ê sibê vegerim. Di dilê min de heye ku ez rojekî vegerim û ez bibim derhênerê Şanoya Bajarê Mezin ya Amedê. Niyeta min ev e, xeyala min ev e û  bi rastî ez pir dûr jî nabînim. Her dar li ser axa xwe şîn dibe, ez ê jî rojêkî vegerim li ser axa xwe û ji nû ve şîn bibim.
            Penaberî tiştekî eceb e, tu berî her tiştî carina bêrihay bêhna welatê xwe dikî, bêriya çaya Roj Cafe dikî, şareba Xanê Sulukluyê dikî… Penaberî tiştekî wisa ye ku tu kesek nin î, tu gelek kes î.
            Kurdistan baxçê gulan e û min pir bêriya baxçê gulan kiriye...

Charlie Chaplînî heta niha 'Tenê Ez'


            7’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê di navbera 26’ê Avrêl û 5’ê Gulanê pêk hat. Bi diruşma “Heqîqet Azad Dike” festîvala şanoyê diyarî şanoger Mehmet Emîn Yalçinkaya hat kirin.
            Ji ber karê xwe min hemû bername neşopand, lê heta ji min hat li Amedê mam, pişt re vegerîyam Bedlîsê. Bi ekonomî-polîtîkê em bibêjin: Debar berî hunerê ye mixabin.
            Festîvalê îsal bi eleqayek mezin dest pê kir. Ez jî di vê geremola kar û barên xwe, derbasî nav qelebalixa temaşevanên kurdî bûm. Ewil min li lîstika “Tene Ez” temaşe kir. Di nav vê tunebûnê de min ew mereq dikir, yek jê “Tenê Ez” û a din jî “Zargotin Zêrgotin e” bû.
            Festîval, piştî merasimê bi lîstika “Tenê Ez” ya Teatra Jiyana Nû dest pê kir. Lîstik, adaptasyona filmê Charlie Chaplînî yê bi navê “Diktatorê Mezin” e. Fîlm keneweriyek reş e û  her çiqas di sala 1940’î de hatibe kişandin jî mijar hê aktuel e. Charlie Chaplîn berî ku Şerê Cihanê yê Duyemîn dest pê bike ev fîlm kişandiye û bi fîlmê xwe den dane bêdengiya cihanê.
            Fîlm, di welatê Tomaniayê de derbas dibe. Karakterê sereke Adenoid Heynkel û Berberek Cihû ye. Her du karakter dişibin hev. Berberê Cihû ji bo welatê Tomaniayê şer dike û di şer de balafirê wî xera dibe. Berber ji xwe re jiyana Efser (Schultz) jî xelas dike lê pişt re Berber aqil berdide û demek dirêj di nexweşxaneyê de dimîne. Di vê navboriyê de Adenoid Heynkel dibe Serokwezirê Tomaniayê û li hemberî cihûyan şerê navxweyî derdixe. Berber ji nexweşxanê direve û tê kolana xwe ya berê. Mîna ku sal û zeman neguherîbe dixwaze jiyana xwe ya berê berdewam bike. Berber hay ji guherînên siyasî nîn e. Gava dibîne ku dikana wî ji aliyê leşkeran ve hatiye îşaretkirin, dixwaze li dijî wan derkeve. Tam di vê gavê de Schultz tê wir û Berber nas dike û wî ji destê leşkeran xelas dike. Pişt re Berber, jinikeke (Hannah) nas dike û bi xêra wê rastiyê hîn dibe û pişt re jî ji hev hez dikin helbet.
            Adenoid Heynkel dixwaze ku welatê Avûstûryayê fetih bike, di wan deman de Serokwezîrê Îtalyayê (Bacteria) jî diwaze ku welatê Avûstûryayê fetih bike. Shultz li hemberî polîtîkayên Heynkelê disekine û ji ber vê yekê tê binçavkirin û pişt re jî Berber tê binçavkirin. Hannah û kesên din jî koç dikin ji welatê Tomaniayê û diçin Avûstûryayê. Heynkel berî Serokwezîrê Îtalyayê tevdigere û dest bi seferê Avûstûryayê dike. Berber û Schultz jî ji wargeha civandinê direvin û tên sînorê Avûstûryayê û li wir rastî leşkerên Tomaniayê tên. Leşkerên Tomaniayê dibêjin ku Shultz hatiye berdan û Berber jî dixin şûna Adenoid Heynkelê. Berber, bi Shultz û leşkerên Tomaniayê ve Avûstûryayê fetih dike û di axaftina xwe de ji bo hemû cihanê aştî dixwaze.
            Ji vê çîrokê em vegerin adaptasyona şanoyê, dîsa heman bingeh e. Çîrok ji aliyê Tiyatra Jiyana Nû ve li şanoyê hatiye adaptekirin. Tomania di lîstikê de dibe Turmanya û Avûstûrya jî dibe Ofrenya. Adenoîd Heynkel dibe Dîko. Schutz dibe Şûrtuj. Hannah jî dibe Hîva.
            Di lîstikê de Mehmet Musaoğlu, di rola “Dîko” û “Berber” de; Rûgeş Kirici, di rola “Hîva” û “Fermandara Sixuran” de dilîze. Omer Şahin, di rola “Gurê Harîng”, “Leşker”, “Kartolfiroş” û wekî “Çirokbêj” de rol digire. Cihad Ekinci, di rola “Xezebîş”, “Şûrtûj” û di “Leşker” de. Baran Yilmaz jî di rola “Milko” û “Leşker” de dilîze.
            Teksta fîlmê Charlie Chaplîn ji aliyê Cihad Ekincî ve hatiye derxistin. Pişt re bi komxebata rejî û adaptasyona Rûgeş Kirici, Omer Şahin û Cihad Ekincî re hatiye amadekirin. Tevgera sehneyê ji aliyê Mehmet Selin Sagdiç, dekor û anîmasyon Xebat Bayram, teknîk jî Ronî Ekinci û Xebat Bayram e. Lîstik, bi perdeyekê ye û 80 xulekan berdewam dike.
            Metnên adaptasyonê bi her awahî bi rîsk in. Ji ber ku şanoyê wê tiştekî bi nas re derdikeve hemberî temaşevan. Ji ber vê yekê jî mecbûr e ku mirov serê xwe bi “çimayên wê” re biêşînê. Ev sedem û encam bi çi ve tê girêdan? Îtîraza şanoyê li ser çi hatiye kirin an kîjan aliyê metnê ji nû ve hatiye sazkirin… Bi gotineke din, derdê lîstikê li ser çi hatiye avakirin an guhertin? Berî ku biçim lîstikê, wekî şanogerekî di hişê min de pirsên wiha hebûn.
            Di destpêka lîstikê de sehne bi sînevîzyonê ronî dibe. Ser sehneyê vala ye, di dawiya sehneyê de bo anîmasyonên tevger (3d mapping) re du perde tenê hene. Di ber dîmenên reş û spî dengê tifingan, teyareyan tê...  Yeko yek leşker tên li ser sehnê, di rûye wan de makyajek spî û di destê wan de mîna ku sîlah hene tev digerin. Dest bi pandomîma şer dikin. Di dawiya sahneyê anîmasyonan de, lîstikvan derbasî nav "kesên lîstikê" dibin. Yanî Tiyatra Jiyana Nû, hemû disîplînên hunerê di sahneya pêşî de bû.
            Di destpêkê de têkiliya temaşevan bi lîstikê re xweş hatiye amadekirin. Tempoya lîstikê ji destpêkê heta dawî xweş herikî. Derdê lîstikê her ku diçû eşkere bûbû û çîrok bi peyamên xwe ve hatibû girêdan.
            Lîstikvanên Tiyatra Jiyana Nû bi vê şanoyê, komxebata rêjî û dramtûrjiyê li gora daxwazên xwe bi cî anîne. Bikaranîna şêwe û hunerên sehneyî, di navbera sînema û sehneya şanoyê de encameke serkeftî derxistine. Sehneyên nû çêkirine, afirandine, xebitîne, ceribandine, jêbirine. Kesên lîstikê têra xwe kirine grotesk. Bi xêra vê groteskbûyînê, absurdî rewşa giştî, bi ken re li hev kiribû. Di “sahneya wergêr” de,  wergerî kenê lîstikê bilind dikiribû. “Dîko” bi qareqar tiştin digot lê wergera wî tiştekî din digot.
            Di “sehneyên pêşkeşvan” de sînevîzyon lêhatibû, teknîkên sînêmayê hatibû bikaranîn. Ev tişt ji bo lîstikvanan jî wekî navbera bêhnberdanê bû. Hemû disîplînên hunerê bi awayekî lihevhatî li ser sehneya şanoyê di lîstika “Tenê Ez” de cihê xwe girtiye.
            Di guhertina karakter û sahneyan de şewqe û kursî bi awayekî mînîmal dekor temam dikir. Ji xeynî van sahneyan favorî sahneya min "Orgazma Dîko" bû. Wezîrên Dîko, qala xwînê, şer, kuştin û talanê dikirin. Pesnê Dîko didan, Dîko jî ji ser xwe diçû û bi awayekî orgazm dibû. Ji destê Tiyatra Jiyana Nû ve komedî û hêmanên grotesk armanca lîstikê berbiçav kirin.
            Dora kêmasiyan hatibe, wekî dramatûrgekî dikarim van xalan destnîşan bikim: Di sahneya şibandina Dîko û Berber de, tenê di destpêka lîstikê de bi dengê dervê ve ji temaşevan re tê gotin. Heta vir pirsgirêkek tune ye (Ji xwe her du karakter jî ji aliyê Mehmet Musaoglu ve tê lîstin. Di guherîna van rolan de jî gelekî pir serkeftî ye. Di lîstika “Hebûn An Nebûn" de nîşan dabû, di “Tenê Ez” de bû rola sereke.) Heta dawiya lîstikê jî, kesî qala şibandina wan nekir û di dawiya lîstikê de bi carekê re ev şibandin mezin dibe. Dibe ku ev pirsgirêk bê çareser kirin.
            Xwezî Tiyatra Jiyana Nû piçekî din serê xwe bi navê karekteran biêşanda. Bi navên wan ku wekî pênaseyên wan be, ji bo komediyê hatiye bikaranîn. Xwezî ji bo hemûyan ne wiha bûya.
            "Tenê Ez" bi peyamekî xurt derdikeve hemberî temaşevanan û dibêje hemû dîktator wekî hev in, çavnebar in, xwînhez in, zordest in. Her çiqas li ser sehnê komediyek hebe jî, di dawiya gotinan da şer, kuştin, talankirin, koçkirin, faşîzm, zordestî, çavnebariya desthilatdaran radixîne ser sehneyê.
            Wekî pêşniyazekê, piştî şanoyê bi şanoger û temaşevanên eleqeder re hevdîtinên rexneyî çêbibûya, ji bo geşedana şanoya kurdî dikare zemîneke çalak ava bike.

Bir Uyarlama Olarak: Fırtına


                                       
            Shakespera'in Fırtına adlı oyunu için romance tanımı yapılır. Bu türün belirgin özelliği; komik, trajik ve doğaüstü öğelere yer vermesi olarak gösterilir.
            Fırtına oyununda en belirgin tema, sömürü düzeni olarak karşımıza çıkar. Bunun yanı sıra iktidar hırsı ve kadının toplum içindeki yeri ise yan temalardır.
            Oyun, kardeşi Antonio ve Napoli kralı Alonso tarafından tahtı elinden alınan ve sonrasında kızı Miranda‘yla birlikte bir adaya mahkum edilen Prospero’nun tahtıyla birlikte bir nevi intikam almak için sürdürdüğü çabalarını konu alıyor. Prospero mahkum edildikleri bu adadaki yaşam koşullarına nasıl ayak uydurmaları gerektiğini bir peri olan Ariel ve bir köle olan Caliban‘dan öğreniyor. Zamanla onları kendisine bağlayarak birer köle hâline getiriyor. Prospero sahip olduğu doğaüstü güçlerini kullanarak çıkardığı şiddetli fırtınayla kardeşi ve Napoli kralı Alonso’yu çıktıkları deniz yolculuğunun sonunda bulundukları adaya sürüklüyor. Adada Ariel’in özgürlüğüne kavuşmak uğruna yaptığı yardımlarla başta Antonio ve Alonso olmak üzere herkesin yaptıklarından pişmanlık duymasını ve adaletin yeniden sağlanmasını amaçlıyor. Prospero, bunun bir nişanesi olarak da kızı Miranda ve Napoli kralının oğlu Ferdinand‘ın evlenmelerine izin veriyor.
            Fırtına sahnesi barkovizyon gösterisi olarak sunuluyor. Fırtına sahnesinden sonra sahnenin farklı yerlerine savruluyor karakterler. Oyun, seyirciler arasında oynanıyor. Mekan belirsiz. Her iki duvarda gözü andıran oval perdelerde seyircide gözetleme hissini uyandırıyor.
            Prospero’nun kardeşi Antonio ve Napoli kralının kardeşi Sebastian amaçları yolunda kendilerine engel olarak gördükleri Napoli kralını ortadan kaldırmanın planlarını yaparken, sarhoş kahya Stefano da yanına aldığı soytarı Trinculo ve köle Caliban’la birlikte adanın kralı olma hayallerini kuruyor.
            Oyunun tam bu bölümlerinde Stefano ve Trinculo, Caliban’ın yol göstericiliğinde Prospero’nun mağarasına ulaşmaya çalışıyorlar. Prospero’yu alt edip, adanın yeni sahibi olmak için. Ariel’in onlara görünmez olarak sunduğu göz alıcı kıyafetleri bir bir üstlerine giymeye başlıyorlar. Ve müzik eşliğinde bir defile sahnesi başlıyor. Sahnenin iki yanındaki barkovizyon perdeleri yardımıyla onlar kıyafetlerini denerken biz de geçmişten yakın tarihimize kadar birçok siyasetçinin fotoğraf ve videolarını görüyoruz. Barkovizyon gösterisinde Hitler, Trump, Merkel gibi bir çok siyasinin fotoğrafları görünür ama bunun yanı sıra Türkiye siyasetinden herhangi bir siyasetçinin resmini göremiyoruz.
            Ariel oyun kişisi, ayağında patenleri, dizlikleri, dirseklikleri ve başında bir aksiyon kamerasıyla oyuna giriyor. Reji çok büyük prodüksiyonlara girmeden bir çift paten buluşuyla Peri'ye sahnede daha hızlı hareket ve farklı olma olanağını sağlıyor.
            Ariel, Prospero'nun kolluk kuvetleri gibi; gözetleyen, denetleyen ve kontrol eden mekanizmanın kölesi. Ariel, yer yer seyirciyi de kafasındaki aksiyon kamerasıyla barkovizyon ekranına taşıyor. Seyirciler de denetlenen mekanizmanın içinde yer alıyor.
            Caliban oyun kişisinin ezilme durumu daha çok komedi unsuru olarak kullanılıyor.
            Bunun yanı sıra bir diğer nokta olarak dönem kostümleri yerine ganster kıyafetleri ve silahlarla da oyun güncellenmeye çalışılıyor. Mafya vari bir izlenim uyandırıyor.
            Prospero'nun herkesin kıyafetlerini çıkardığı sahnede ise; Prospero yegane güç olarak kalıyor. Prospero beyanıyla başlayan oyun, Prospero'nun olumlanmasıyla devam ediyor. Aydoğan, Prospeyo ön planda tutuyor ve Caliban'ı olumsuzluyor.  Metnin ana iletisi olan kolonyalist söylem rejide pek yer bulamıyor. Oyun, daha çok siyasi bir parodi gibi duruyor.
            Bunun yanı sıra bir diğer yan tema olan Miranda ve Ferdinand'ın aşkı da Aydoğan'ın rejisinde pek yer bulamamış. Miranda beyazlar içinde peri gibi karşımıza çıkıyor, saf ve temiz. Ferdinand ve Miranda'nın ilişkisi elma görselleriyle sembolik bir biçimde  geçiştiriliyor.
             Oyunda yabancılaştırma unsuru olarak kullanılan, şarkılar ve kelime öbekleri ile de yer yer düşen tempoyu artırmaya çalışıyor.    
            Oyun sahnelenirken elbette bir yorumla ele alınır, her seferinde yeniden şekillenir. Yorumlanmasında bir sakınca olmasa da nasıl yorumlandığı önemli. Oyunun kolonyalist söyleminden uzaklaşması, ve yorum olarak sadece siyasi parodi olarak sunulması Sheakspeare'in Fırtınası'nı; Aydoğan'ın Rüzgar'ına dönüştürüyor.