21 Mayıs 2019 Salı

Di du saliya xwe de BÊRÛ


Berî her tiştî ez bejna xwe ya du metro kêm deh sentîm li ber Bêrûyê ditewînim. Ez lêborîna xwe dixwazim ji kedkarên lîstikê ku min heta niha temaşe nekiribû. Ez ji bo ku xwe bidim efûkirin heta ku ji destê min bê ezê pesnê Bêrûyê bidim. Belê belê ezê vê nivîsê tenê ji bo pesindayînê binivîsinîm. Mirov dikare bi awayekî din jî bêje rexneyên erênî... wekî jêrenoteke bila ev jî li vir be: ‘Bêrû’ li paytexta Rûsyayê Moskovayê di 17’emîn Mîhrîcana Navnetewî ya Şanoyê de di kategoriya lîstikên biyanî de xelata Grand-Prîx ango ‘Xelata Mezin’ jî wergirt.

Kunyeya Lîstikê: Berû

Nivîskar: Darîo Fo

Werger: Dilawer Zaraq

Derhêner: Nazmi Karaman

Dramatûrjî: Teatra Jiyana Nû (Min lê zêde kir)

Dekor û Kostum: Teatra Jiyana Nû

Lîstikvan: Omer Şahin, Rûgeş Kirici, Rewşan Çelîker, Cihad Ekinci, Nazmi Karaman



            "Patronê “FIATê” Agnellî ji hêla Tugaya sor ve tê revandin. Wextê ku seyareya ku milîtanên Tugaye sor  qeza dike, Angellî bi tesadufî ji aliyê teknîsyenekî Fîatê ê bi navê Antonîo ku li cihê bûyerê ye ve tê xilas kirin. Lê Antonîo nasnameya xwe li ser Angellî ku di rewşek giran, birîndar û nayê naskirin de ye, ji bîr dike. Bi çend emeliyetên estetîkê ku bijîşkan kir, Angelli vegeriya jiyanê, rûyê Antonio ku nasnameya wî di berîka wî de bû, bû rûyê wî. Êdî di sûretê karmendekî ku li welat baş tê naskirin de rûyê karkerekî heye. Bi saya rûyê xwe yê nû nasnameya xwe hevserek û xoşewîstek wî jî çê dibe!"

            Berî her tiştî ev lîstik du sal e dilîze û ez bawerim ewê du salên din jî bilîze. Aqûbet li serê lîstikên din be înşela. Lîstikek bifikirin ku du sal e di xopana Stenbolê de dilîze, li gorî wê jî ev tişt çepikek xurt heq nake? Emê dîsa bên ser meselêya lîstikên du salî. Niha em piçekî behsa lîstikê bikin.

            Derhênerê lîstikê Nazmî Karaman e û tekst ji aliyê Dilawer Zeraq ve hatiye wergerandin. Lîstik ji aliyê Dario Fo ve hatiye nivîsandin û du perde ye û komedî ye. Ji bo temaşevanên tirk jornivîs jî heye. Ji bo vê lîstikê xuyaye ku xebatek baş hatiye kirin. Di orjînala tekstê de bîst û yek kes cih digirin lê Teatra Jiyana Nû bi şeş kesan ev lîstik derxistiye ser dikê. Bi rastî jî ji aliyê dramaturjîyê ve  tu kêmasî tê de tune ne. Wekî ku tê zanîn ku îşê dramaturg tenê jêbirîn e lê di vir de ne wiha ye, cih bi cih tiştên bi kurdî jî di tekstê de zêde bûne. Ev tişt hem ken lê zêde kiriye hem jî bi têra xwe tekst kiriye kurdî... Bêrû ne wekî adaptasyonek tê li hemberî temaşevan her çiqas di orjînal tekstê de gelek tişt hatibe birîn jî laşê lîstikê wekî orjînal berdeawam dike û tu kemasî ji bo fahmkirinê nîn in. Me pesnê dramaturgê da lê mixabin wekî navekî kes di afişê de cîh negirtiye tişt nabe emê lê zêde bikin û emê bêjîn xebata dramaturjiyê bi awayekî kolektîf hatiye kirin.

            Me ji bo xebatên kolektîf çepikek xurt li jor lêxist, niha em bên ser derhênerê lîstikê. Derhênerê lîstikê Nazmî Karaman e, niha ezê dîsa pesnê wî bidim hunê bi min re bixeyidin lê bi rastî jî camer xwe peritandiye, xwe çirandiye ji bo vê lîstikê. Ezê niha gotinek mezin bikim lê mixabin ez ji dramaturgên kurd ditirsim. Bila bixeyidin ne xem e ezê bêjim... Nazmî Karaman wekî Peter Brook derketiye hemberî temaşevanan. Peter Brook behsa teoriyên “Tiyatroya Feqîr” dike lê Nazmî Karaman çêkiriye. Camêr çi kiriye hûn zanin ezê yeko yeko bêjim. Di lîstikê dekor tune ye, ronahî tune ye, cîh jî tune ye. Bawer bikin ciyê çar kesan di sehneyê de tune bû, lê ev ji xwe re nekiriye pirsgirêk. Camêr gotiye dekor tune ye laşê we heye, teknîk tune ye dengê we heye, cî tune ye vaye temaşevan hatiye bila cî bidin we. Ji xeynî Peter Brookî wekî lîstikvan jî xweş lîstiye. Di lîstikê de bi şêweyên xwe yê culemergî komserek dilîze. Ne komedî bû ya minê rexnekî li ser vê meselê bigota lê komedî ye û li gorî min ji bo lîstikên komedî hert tişt serbest e. Tenê di sehneyê de min tiştekî fahm nekir û di hundirê lîstikê de jî cî negirt gelo armanca wê peykerê çi bû? Ne xizmeta komediyê dike ne jî ji bo fahm kirina meseleyê alikar dibe.

            Em werin ser lîstikvanî; Ezê tenê peyvekî îtalyanî bikarbînim ji bo lîstikvaniyê bêjim hûnê fahm bikin ku ez qala çi dikim "Perfecto"...  Ez ji bo lîstikvanên lîstikê çepikek xurt dixwazim: Omer Şahîn, Rugeş Kirici, Rewşan Çelîker, Cîhad Ekîncî û Nazmî Karaman...

            Omer Şahîn di lîstikê de Antonio û Angelliy dilîst û ji xeynî wî wekî çîrokbêjê lîstikê bû jî. Rûgeş jina Antonioy (Roza) û katibên dadgehê dilîst. Rewşan Çeliker, di rola Luciayê de metresa Antinoiy, di rola dadger, rola hemşîrê, rola alikarê komser û rola katîbên dadgehê dilîst. Cihad Ekîncî rola profesor û alikarê komser dilîst. Me li jor rola Nazmî Karaman gotibû... Ji bo Omer Şahîn ez dixwazim kevaneke mezin vekim. Di rola Antonioy û di rola Patronê Fiatê Agnelliy de performansek pir xweş derxist. Bi laşê xwe bi dengê xwe û bi tevgera xwe enerjiya lîstikê bilind dikir. Rûgeş Kirici of û of... Jinek bifikirin ku di hundirê deqê de du rûpel dipeyive û bi temamî yeko yeko tê fahm kirin. Dengbêjî, dans, akrobasî û hwd... Kirici rola xwe pir xweş û bi awayekî estetîk li gorî xwe şirove kiriye. Rewşan Çeliker di vê lîstikê de balkêşa lîstikê bû. Gotin e, Rewşan ev jinik kêm e, gotiye ezê bilîzim, gotin e ev camêr kêm e, gotiye ezê bilîzim, gotine dekor kêm e gotiye ezê bilîzim... Heta niha li ser sehneyên me kemasiya lîstikvanên jinên kurd hebûn lê di vê lîstikê de mêr tune bû. Axir tune bû ku me têra xwe Rewşan Çeliker temaşe kir. Rewşan Çeliker wekî stranbejek tê zanîn lê ez bi dilekî rehet dibêjim ku lîstikvaniya wê ji stranbêjiya wê ne kêmtir bû. Cîhad Ekîncî jî di rola profesorê de pir serkeftî bû lê tenê wekî kemasiyek ez karim bêjim ku pir zêde serê xwe dide ber xwe.

            Em bên gotina dawî. Ezê di vê nivîsê de bi pirsgirêkên şanoya kurdî we aciz nekim. Xwedê li me xistiye ji xwe, ev camerana “lîstikên du salî” dilîzin û dibêjin temaşevan neyê jî emê dîsa bilîzin. Ji kerema xwe du saliya Bêrûyê de Teatra Jiyana Nû bi tenê nehêlin...


Hiç yorum yok:

Yorum Gönder