Mamoste Kemal Ulusoy nezî sî salan e
şahidê şanoya kurdî ya bakur e. Xebatên wî li Kayy-dera Stenbolê dest pê dikin,
pişt re tevlî şanogerên li jêrzemîna NÇM’ê (Navenda Çanda Mezopotamya) a
Tarlabaşiya Stenbolê dibe. Di destpêka salên 2000’î de tê Amedê bi cî dibe û
tevlî nav Şanoya Bajêr dibe... Wekî piranî şanogerên Şanoya Bajêr bi hatina qeyûm
re (1) li jêrzêmina Şanoya Bajêr ya
Amedê ve berdewam dike.
Sohbeta me hefteyek berê çêbû û nêzî
çar saetan berdewam kir ku hê qeyûm (2) nehatibû... Min xwest ku di vê sohbeta
me de dîroka şanoya kurdî ya Bakur ji çavderiya wî be ku ew şahidekî resen e,
min pirsî wî vegot, mala wî ava... Dizanim gelek tişt nîvco man, an dem têra me
nekir, an dor nehat ser hin pirsan, lê ez bi xwe ji cenabê wî gelek tişt hîn
bûm. Ez di wê baweriyê de me ku şanoger û şanohezên kurdî jî, wê jê sûd
werbigirin. Mamoste Kemal Ulusoy, ji destpêka şanoya bi kurdî ya li Bakur û li
Tirkiyê heta roja me, bênavber di nav xebat û hewldanên şanoya kurdî de ye,
helbet gelek pirs mane ku di siberojê de em ê dîsa jê bixwazin, lê niha ez ê ji
navberê derkevim û we bi cenabê wî re bi tenê bihêlim... Werin em bi çavdêriya
Kemal Ulusoy li dîroka nêz a şanoya kurdî binêrin. Fermo mamoste êdî dora te
ye...
Ez di sala 1968’an li navçeya
Çewligê gundê Hergepê hatimê dinê. Heta
bîst saliya xwe li gund mam, helbet hatin û çûyîna min a bajêr û Stenbolê
çêdibû lê piştî bîst saliya xwe, em bi malbatî çûn Stenbolê.
Di sala 1990’î de li Stenbolê
komeleyek vebû. Komeleyeke heremî bû, ji çend navçeyên Çewligê
(Kayy-Der/Kixî-Karakoçan-Adaklı-Yayladere-Yedisu Sosyal Yardimlaşma Kalkındirma
ve Kultur Dernegi) pêk dihat. Li wê derê çend qursên hunerî dest pê kirin. Ez
jî ji bo şanoyê tevlê bûm. Diyar e di zarokatiyê de tiştek di dilê min de maye.
Şano beşek ji hunerê ye tu li peşberî gel dibî, cesaretek û disîplînekê dixwaze.
Tiştê ku min bir wê derê, daxwazeke kurdî û daxwazeke çandî bû. Eleqeya min,
wekî hobî dest pê kir. Mamosteyê me Ahmet Varol bû, wî jî li Zanîngeha Yildiz
Teknikê dixwend.
Lîstika me ya yekemîn ji
“jixweberiyê” derket. Daxwaza me li ser zimên û çandê pêk dihat. Di wan deman
de ji bo mijara lîstikê, lêgerîneke me ya siyasî tune bû. Mijara lîstikê li ser
revandina keçikekê bû û navê lîstikê jî “Xwezgînî” bû. Cara yekem bû ku ez
derketibûm ser sehnê. Cihê xebatên me li jêrzemînê bû. Herî zêde cihê 30-40 kesî
digirt. Ew lîstik cesaretek û hêviyek dabû min.
Em heşt xwişk û bira ne. Yê ku li
cem malbatê mabû, ez bûm. Şensê min ê herî mezin ew bû ku, diya min tu carî ez
aciz nekirim her tim piştgiriya min dikir. Bavê min jî mirovekî pir mutewazî
bû, tasarrûfa wî li ser min gelekî zêde bû. Ew jî ji derdorê aciz dibû lê tu
carî li hemberî min nesekinî. Mixabin ku şano wekî kar nedihat dîtin.
Li
NÇM’ê lîstika yekemîn
Di sala 1992’yan de tevlî koma NÇM’ê
bûm. Hêdî hêdî ber bi profesyonelî ve diçûm. Ji alîyê aborî ve belkî em ne
profesyonel bûn, lê kar û barê me bi disîplîn û bi profesyonelî derbas dibûn.
Di wan salan de ne bingeha min ê şanoyê hebû ne jî tecrubeya min. Helbet yê ku
rê nîşanî me didan hebûn lê zêdetir danûstendina me bi hev re bû, em ji hev
hînî tiştan dibûn.
Xebatên NÇM’eya Stenbolê di sala
1991'ê de, dest pê kiribû. Lîstika wan a yekemîn “Mîşko” bû. Wê demê cîhê NÇM’ê
jî li Stenbolê li Tarlabaşiya Beyogluyê bû û şano jî li jêrzemîna wê derê xebat
dikir. Ew lîstik di wê jerzemînê de nehat lîstin, li Ortakoya Stenbolê hat
lîstin. Jê re digotin OKM (Ortakoy Kultur Merkezi). Lîstik bi rêveberiya
Mamoste Cemîl derketibû. Ji fablekê lîstikek hatibû amade kirin. Çend salan şûn
ve dîsa bi dêrheneriya wî lîstika "Rojbaş" hat amade kirin. Em komek
bûn lê lazim bû ku kesek derhêneriya me bikira, lazim bû ku yekî rê nîşanî me
bida.
Lîstikên
salên 90’î
Pişt re Huseyîn Kaytan tevlî komê bû.
Wî sê-çar ziman zanibû, her wiha helbestvan û nivîskar bû. Ew jî avantajek pir
mezin bû ji bo me. Ji bo me kurtelîstik û tekstên perdeyî dinivîsand û helbet
kom jî li ser sehnê, pişt sehnê tiştan lê zêde dikir. Tekstên ku wî nivîsandibû
û tên bîra min ev bûn: "Jinên Bindest" an jî "Mizgîn",
"Mirin û Jiyan", "Dawayê Generalê Teneke". Di lîstika wî ya
bi navê “Dawayê Generalê Teneke” de Muhlîs Asan wekî derhêner alikariya me kir.
Ew kes jî xebatkarê sînemayê bû û hin xebat jî bi me re kir.
Tiştê
ku herî zêde hêza me xurt dikir berî her tiştî sekna sazîyê bû. Di saziyê de
daxwaza esasî ev bû; wê sazî bi xebatên çand û hunerê ve bimeşe û li ser piya
bisekine. Di nav me de kesekî pir popular tune bû, xebatên me bi awayekî
kollektîf berdewam dikirin. Her tiştê me bi hev re dihat çêkirin, di jiyana
rasteqîn de jî wiha bû. Ew xwedîderketina me ya hev karên me jî siviktir dikir.
Ji xwe hêza herî mezin jî ew bû.
Gava
ez tevlî koma NÇM’ê bûm belkî şeş mehan zêdetir min xeber neda. Travmayek pir
mezin bû ji bo min. Ew atmosfera NÇM’ê ne wekî komeleya me ya heremî (Kayy-Der)
bû. Ez ne rehet bûm. Di komeleyê de xebatên me yên şanoyê zêdetir bi zimanê
heremî bû, lê gava ez hatim NÇM’ê, ji aliyê ziman ve pirsgirêkên min jî dest pê
kirin. Mixabin travmaya din jî ew bû ku, civînên me bi tirkî çêdibûn. Gava çavê
min li tîpên kurdî diket, germahiyek di dilê min de çêdibû. Di wan deman de
Zana Farqinî dest bi tomarkirina peyvan kiribû. Zana Farqinî endamê Koma Çiya
bû, ew kom jî di hundirê NÇM’ê de bû û karê muzîkê dikir. Ew dihat ji me peyv
dipirsîn, di herema we de ev peyv çawa tê gotin? Hûn jê rê dibêjin çi? û hwd. Min lênerî ku, rûmetê dide zimanê heremê jî,
ew tişt kêfa min anî bû. Xwedê kir ku, kesên wekî wî derdiket û hinekî cesaret
da me. Êdî Gulê (3) jî ji zimanê xwe fedî nedikir.
Di
wan salan de "Rewşen" û "Welat" jî derketibûn, êdî peyva
standardîzekirinê dihat qal kirin. Helbet avantaja wê jî hebû lê dezavantaja wê
jî hebû. Ez nikarim bibejîm vêya şaş bû an rast bû, lê ji bo civatê zehmet bû.
Ew tişt ji bo şanoyê jî xwedî pirsgirêk bû, lê me du tişt dabû ber xwe: Em ê
ziman xera nekin û hewce ye ku gel jî fahm bike. Heke gel tiştekî ji te fahm
neke, wateya karê te namîne. Di wan salan de bi rastî jî xebatên rêziman piçekî
zehmet bû, lê em minettarê ew kesên ku li ser ziman xebîtîne.
Lîstikên
dîrokî
Piştî
saziya me şaxên NÇM’ê li Edene, Amed, Îzmîr, Mêrsîn û li Rihayê jî vebûn. Pêşî
navê saziya me “Yukari Mezopotamya Kultur Merkezî” bû dûra bû Navenda Çanda
Mezopotamya.
Hêdî
hêdî karên me yên hunerî berbiçav dibûn. Me nedizanîbû li ku derê çi heye, çi
kirine, çawa çêkirine... Tiştên hebûn jî ne berbiçav bûn. Ji bo ku em xwe
bigihînîn wan xebatan, ne îmkanê me hebû ne jî me rê û rêbaz dizanîbû. Tiştê ku
me dizanibû, "Dayika Niştiman" (4) bû û her wiha "Memê
Alan" a Evdirehîm Rehmî Hekarî (Zapsu) bû, "Birîna Reş" a Apê
Mûsa bû. Lê ez dibêm, me hewce jî nedidît ku em lêbigerin û xebateke bi vî
rengî jî çêbikin. Ew navê “yekembûyînê” têra me dikir.
Di
xebatên me de bingehên me yên herî xurt, serpêhatiyên me yên hatine neqilkirin
bûn, ji dengbêjiyan bû, ji lîstikên gelerî bûn. Xebat çi bûya ger mijarên
folklorîk, ger mijarên siyasî, ger yê din; me bersiva xwe bi hunerê dida. Tiştên ajit-prop, tiştên sloganîk bêtir hêz
dida me û hêz dida gel, tiştên rojane bûn û di wê demê de man û bersiva wê rojê
dida, lê lîstikên me yên klasîk hîn jî têne qal kirin, ez dibêm hê jî wê bê qalkirin.
Rêveberên
nû derdikevin pêş
Em
di karê xwe de serwext bûn, û her wiha êdî xwedî tecrube jî bûn. Pişt re Erdal
Cevîz bûbû rêveberê komê. Wî. di rê û rebazan de xwe pir pêş ve xistibû, haya
wî ji şanoyên cîhanê, teoriyên şanoyê hebû. Bi derhêneriya wî re “Ta/Sê Ewrên
Dûr” ji nû ve hat şîrovekirin. Bi şêwazeke nû, bi ceribandinekê derket hemberî
temaşevanan. Di karê derhêneriyê de dem diçû, xwe pêş ve dibir. Her wiha,
"Ta", “Komara Dînan”, “Gurzek ne Lêdan” jî bi derhênerîya wî re
derket û gelek lîstikên din... Di karên
nivîskî û wêjeyî de vêca Murat Batgî derketibû pêş. Murat demekê di Rewşenê de
jî hin xebat kirin. Hin tekst jî her çiqas wekî navê komê hatibin nivîsandin
jî, zêdetir nivîsên wî bûn, wekî teksta “Mehîr”, “Zarokên Apê Mûsa” ên ku tên
bîra min û ji xeynî wan hin sererastikirina tekstan jî wî dikir.
Çawa
xwedîderketineke me, li ser saziyê hebû, temaşevanên me jî li ser
xwedîderketinê dihatin. Nedigot ku, “Naveroka lîstika we çi ye?”, "Hûn ê
îro çi bilîzin?". Niha profîla temaşevanan guheriye lê wê demê ne wiha bû.
Di wan salan de gelek tişt ji mecbûriyetê pêk dihat. Nivîskarê me tune bû,
camêr ji mecbûrî dibû nivîskar, derhêner tunebû dibû derhêner, lîstikvanên me
tunebû, ketibû nava me bûbû lîstikvan,
xwezî di wan rojan de yekî jî bi mecbûriyêtî biba rexnegir. Me di nav xwe de
digot, ji bo Xwedê bila yek ji me rexne bike. Her kes pir hesas bû, ev hesas
bûn jî bi xwedîderketinê re girêdayî bû. Tiştê herî xweş ev bû ku, israra me,
pêkanîna şanoya me, bi xwe re temaşevan jî pêk anî.
Tûrneya
Ewropayê
Di
1998’an de em derketin turneya Ewropayê. Heta mehekî jî em li wir man.
Nêzikatiya Bakur ji Ewropayê çêtir bû. Ji bo me dîrok dîsa xwe dubare dikir,
pirsgirêkên me yên di salên 90’î de çê bûbûn li Ewropayê jî heman tişt li benda
me bû. Di wan deman de kurdên me yên li Ewropayê ji temaşekirina şanoyê pir dûr
mabûn. Li Ewropa tiştekî wiha hebû; bername wekî çalakî dihat binavkirin,
çalakî jî wekî muzîk dihat famkirin. Temaşevanên me mîna ku bên konserê
haziriya xwe dikirin, piştî lîstikê jî ji me stranan dixwestin.
Di
wê komê de gelek hunermend ji nav me derketin: Yildiz Gultekin (Kewê), Kemal
Orgun, Feyyaz Duman, Metîn Mîrza, Kazim Oz, Nazmî Kirik û bi dehan kesên din.
Hin kes belav bûn, hin kesan dev jê berda, hin çûn sînemayê lê wiha dixuye ku
di wê demê de tiştên ku me li wê girê dida, rihê kurdî û kurdayetiyê bû.
Vegera
ser axa xwe
Berê
min timî tim li welêt bû. Xewn û xeyala min her tim ev bû ku; li ser axa xwe û
bi zimanê xwe xebatên xwe yî şanoyê berdewam bikim. Heta 2008’an her tim di
dilê min de veger hebû. Piştî ku Şaredariya Amedê kete destê siyaseta kurd,
diyar bû ku, wê vê derê jî xebatên bi kurdî pêk bihata. Êdî ez ne tenê jî bûm,
wekî malbat (Hevsera min Gulê jî şanoger bû) me biryara xwe da û me berê xwe da
Amedê. Di wan deman de di repertûara Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin de
lîstikeke tirkî hebû bi navê “Dullar” min jî tê de cih girt. Lîstika Ariel
Dorfman bû. Yekem car bû ku min di lîstikekî tirkî de cîh digirt. Li stenbolê
me di hundirê xwe de meseleya kurdî û tirkî qedandibû lê li Amedê dîsa ev mesele
vebûbû û axir zêde ne domand.
Li
Amedê xebatên şanoyê
Li
Amedê lêgerinek hebû. Lîstikên klasîk be jî, tragedya jî be dihat şîrovekirin.
Em dîsa jî, ji rastîya xwe dûrnediketin, li ser bingeha rastîya xwe
tevdigeriyan. Minak, di lîstika “Zimanê Çiyê” de bi derhêner Luciano Iogna me
şêwaya şanoya forum ceriband. Di “Xulamê Du Xwedî” de Levent Suner ji Enqereyê
tevlî me bû û atolyeya “Commedia Del Arte”yê çêkir, derhêneriya wê lîstikê ji
aliyê Ruknettin Gun bû. Bi derhêneriya Celal Mordenîz ve “Antigone” bi cil û bergên rojane ve derket.
Bi derhêneriya Celîl Toksoz ve “Hamlet” wekî muzîkal derket. Di lîstika
“Çîrokek Zivistanê de” bi derhêneriya Haldun Dormen ve muzikalek çêbû. Bi
derhêneriya Ruknettin Gun, lîstika “Mem û Zîn”ê li Qesra Cemîl Paşa hat pêşkeşkirin.
Her lîstik bi derhêneriyê û şêwazên cuda ve hat amade kirin.
Çend
sal berê ji bo festîvalê em çûbûn Rojhilat, bajarê Seqizê, festîvala 13’emîn
bû, ji dehan zêdetir kom tevlî wê festîvalê bûbûn. Kesên ku temenê wan 60-70 jî
hebûn. Pir li ber xwe ketim heta niha çawa haya me ji şanoyê Rojhilat û wê
festîvalê çênebûbû… Ji bo min suprîzek xweş û pir mezin bû.
Hin
lîstikên têde lîstiye
Wekî
lîstikvan min di van lîstkidan de cîh girt: “Xwezginî”(Kay-der), “Mirin û
Jiyan”, “Dawayê Generalekî Teneke”, “Ta Sê Ewrên Dûr”, “Roj Baş”, “Komara
Dînan”, “Prometheûsê Zincirkirî”, “Sê sêv bi Nanek”, “Gurzek Nelêdan”,
“Mizgîn”, “Jinên Bindest”, “Dergûşa Cihanê”, “Dullar”, “Xulamê Du Xwedî”, “Zimanê Çiya”, “Antigone”,
“Hamlet”, “Bûn an jî Nebûn”, “Tu kî ye”, “Xwezginî”(Şaliko Bêkes) û “Mem û Zîn”
Xebata
min a şanoyê li Jêrzemina Kayy-Derê destpêkir û piştî kayûmê dîsa li Jêrzemîna
Şanoya Bajêr ya Amedê berdewam dike. Li
Amedê hişê me li ser lêgerînên estetîk, lêgerînên şêwazan, lêgerînên lîstikvanî
û sererastkirina ziman bû. Lê gava ku her tişt serobino bû wê rewşê dest pê
kir, hebûn û mayîna me ji bo wan problem bû. Ez naxwazim ajîte bikim, lê gelek
tiştên nexweş qewimîn.
Li
ser milê me berpirsiyarek ew qasî mezin
hebû ku, tu luksa me tune bû ku me bigota em nikarin bikin. Me li wê jêrzemînê
bi derfetên kêm, bi qadroyên kêm xebatên xwe domandin. Heta ez karim vê bi
dilrehetî bibêjim ku, xebatên me yên hunerî zêdetir pêş ve çûn, zêdetir bilind
bûn. Ew jî qonaxek bû. Em ji qonaxan derbas bûn hatin astekê, pişt re tu lê
dinêrî ku ji salên 90’î xirabtir rewşekî li ber te heye. Hebûna wê jêrzemîna
Şanoya Bajêr ya Amedê bêtir hêvî da gel.
Şeş
mehên li Ewropayê
Bifikirin
ku em di çi rewşê de ne ku em hêvî didin gel. Hêz ji me re jî lazim bû,
motîvasyon ji me re jî lazim bû. Her ku diçû dêrûniya me jî xêra dibû. Pişt re
me bi malbatî biryara derketina derveyî welat da. Ji bo min ew çûyîn êşekî pir
mezin bû, pir giran bû. Çawa li Stenbolê berê min li Amedê bû. Wan şeş mehan ku
li derveyê welat bûm, berê min her tim li Amedê bû, rihê min li Amedê bû. Hem
xemginiyek hebû, hem êşek hebû. Ev şeş meh ji bo min wekî şeş sal derbas bûn.
Piştî ku me biryara vegerê da, min wekî ku ji nû ve li ser axa xwe şîn bêm hîs
kir, wê derê ji koka xwe qetiyabûm û çilmisîbûm. Laşê min li wir bû lê rihê min
li vir bû. Bi girî em ji hevalên xwe veqetiyabûn. Mehmet Emin Yalçinkaya wiha
digot, "tê vegerî lo, temam, dûdirêj neke"... Pişt re rêhevalê me,
Emîn jiyana xwe ji dest da. Bi salan lîstikvanî kir, tekst nivîsandin,
derhênerî kir… Li ser navê wî şanogerên kurd ku jiyana xwe ji dest dane û ked
dane bi rûmet bibîr tînim. Niha jiyan û şano di nav hev de didome...
1-
Di sala 2016’an de di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dewletê bi
kayûman dest danî ser nêzî sed şaredariyên kurdan.
2-
Roja 19.08.2019’an Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi biryarnameyek Şaredarên
Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywir girtin, carek din bi kayûman
dest danîn ser şaredariyan.
3-
Gulê Ulusoy Özalp, şanoger û xanima Kemal Ulusoy e.
4-
Lîstika ku di dema Komara Mehabadê de hatiye lîstin