25 Ekim 2015 Pazar

ZENGILEKÎ WELÊT


-Hatin bi qepara min girtin û ez birim qereqolê. Ji bîra kirin derî bigrin.
-Te çima bazneda?
-Kuroo, ez baznadim! Ma, mero zilam e, ma ez zarok im ku birevim... Piştî wêna, gotin, tu yî, te wilo kiriye, te alikariya filan derê û bêvan derê kiriye û nizanim çend leşkerê me birîndar bûne... Min go, belê ez im! 
-Te go ez im?
-Erê, ez im. Birê min tiştê ku mero bike gerek mero bêje ez im. 
-Temam. Paşe çi bû?
- Her tişt nivîsandin û aha wilo xitim lêxistin, ez şandim dadgehê. Mahkemê... 
-Te di mahkemê de çi go?
-Di mahkemê de rûniştim, hevdû birin û anîn û gotin. Ev tiştên ku te di qereqolê de gotiyî, rast e? Mi go, erê rast e.
-Ê paşê çi bû?
-Piştî wêna gotin, welle emê te bi darvekin, daleqînin. Mi go, ne xem e, bila ez jî zengilek bim, di welatê xwe de...


Ji diyalogên Kerîmo: 



6 Ekim 2015 Salı

Fragmanek Ji Şahê Şanogeran "Bavê Teyar"

(Eyşê Eyşê Eyşanê lê Eyşanê)




















Bavê Teyar:
Xwe bihejîne…. Bavê Teyar xwe bihejîne.
Xwe bihejîne… Aqlê qîza difirîne.
Xwe bihejîne… Bavê Teyar xwe bihejîne.
Bejna te şitla rîhan e.
Aqlê qîza difirîne.
Xwe bihejîne… 
Bavê Teyar xwe bihejîne.
            …
Xwe bihejîne… Dilê Eyşo bişewitîne.

Eyşo:
Wîî... Ne bi xêr ne bi ahla! Dilê Eyşo bişewitine?  Kezebperitiyo... Maşelle, aqlê qîza direvîne! Ne te dît? Li ser wê bejn û bala te, dilî… li ser jîr û zanebûna te yan jî li ser hosteyîbûna te, tu li ser çi xwe dibînî? Xwelîsero...  tu li ser çi xwe dibinî?
Bavê Teyar:
Çima, ma çi bi min hatiye Eyşo? Wilo tu û Fato ji min diqehirin...  Ji ber ku ez ji we xweşiktirim.   Sûida min kor bû, roja ku min we dît. Çima, ma ez çilo me?
Xweşik, xweşik...
Mêr, mêrrr...
Zana, zanaa...
Dê welleh welleh, çar zilamên weke min xwînşêrin nînin. Dûre ji bir neke Eyşo. Wê ca min navê min bikira Şêrîno, lê bavê min nehişt.
Eyşo:
Welleh haqê bavê te tune. haqê bavê te tune.
Bavê Teyar:
Na, ez zanim!
Eyşo:
Heqê bavê te tune, ku navê te nekir Şêrîno... Dibê bavê te gelek li te hayile. Welleh li te hayile.  Jojî jî destê xwe li ser çêlika xwe dibe, dibê “ofyaaaaan çiqas pora te nerm e!”
Bavê Teyar:
Eeee.. Eyşeşana min... Eeeezz qûrbana te me.  Ew bi xwe wê kirbana Şêrîno, lê ditirsiyan ez bi devernan bizeliqim, ji demûşa zêde. Ma tu û Fato çilo bi min zeliqîn?  Ma ne ji vê xwîna min a şerîn bû. Ê de ka were lê, ê de ka were lê... Îro kesek li malê nîne. Xwedê teala li hevdû anî. Ez û te vê kelikekê kêf bikin lê... Ez ê hinekî behna xwe bedrim, Eyşokê malxerabê... Bi Qûrana minxwendî, kêfa min ji te re tê...
Eyşo:
Wîî... Erê welle çi xema te ye. Kêfa te tê... Halê mi, faqirtiya mi. Tahba ku heta sibê ez bi vê malê dibînim. Efendiyo dibê, ka were bireqis... Çi xema te ye? Na welle, çi xema te ye?  Ka were bireqis. Fedî nake ji xwe…
Bavê Teyar:
Çima Eyşo? Ma qey çi bi te hatiye? Çi ji te kêm e. Çiyê te kêmî Fatoyê. Xaniyê te ji ê Fato xweştir e. Malê te ji ê Fato bêhtir e. Erdê te ji ê Fato bêhitir e. Livînên te ji ê Fato bêhtir e. Tê bi çiyê xwe ji ê kêmî Fatoyê? Keçko, de ka were ez zanim lê, dilê te de tiştek nîne... Ez îro bi kêf im û ez bi eşq im.   Wê kêfa min li erdê nexe malxirabê. Na, ez zanim kêfa te jî ji min re tê...  Çend lotikêk tê jî bidî...
Eyşo: 
Li ser bextê te bê...
Bavê Teyar:
Eeeee.... Eyşê Eyşê Eyşanê lê Eyşanê....

Kerem bik were meydanê lê Eyşanê...
Eyşê eyşê eyşanê lê Eyşanê....
Kerem bike were meydanê lê Eyşanê...
Amûde li wê girî li xopanê.
Amûde li wê girî li Eyşanê...
Wê pora boyaxkirî lê xopanê.
Heçî newê govendê lê Eyşanê...
Pora xweswa xwe qutkirî lê xopanê...

Agahiyên zêdetir, bala xwe bidin li van muzîkan: