Navê
Ferhad Feqî û şanoya kurdî her tim li ba hev in. Ew ji salên 1990’î ve di nav
tevger û xebatên şanoya kurdî de, nezî 30 salî her wekî roja ewil ku çawa dest
bi şanoyê kiriye, bi heman hest û armancê niha jî karên xwe yên hunerî
didomîne. Niha li Almanya û bêtir li
Kurdistanê di hewldanên şanoyê de cî digire. Bi hebûn û ezmûngeriya xwe
ji bo şanoya kurdî xwedî merîfet e, bi kar û xebatên xwe navekî serkeftî ye ji
bo şanoya kurdî. Bi nasnavê Ferhad Feqî di nav şanoya kurdî de heta roja me di
dehan şanoyan de wekî derhêner û lîstikvan cî girtî ye. Herî dawî li Şanoya
Bajêr a Amedê bi derhêneriya lîstika Sheakspeare “Xewna Şevekê Havînê” (2019)
amade kir û hîn jî ev lîstik li ser sehnê ye…
Bi
kurtasî em bala xwe bidin jînenîgariya Ferhad Feqî , di sala 1967’an de li
Çewligê tê dinê. Piştî xwendina dibistana seretayî, diçe Almanyayê. Li wir
perwerdehiya xwe diqedîne, dûre dest bi karmendiyê dike. Pişt re dev ji
karmendiyê berdide û dest bi lîstikvaniyê dike.
Di
sala 1992’yan de, li bajarê Kolnê, bi hevalên xwe re “Teatra Botan” saz
dike. Şanonameya Eskerê Boyîk a bi navê
“Mem û Zîn”ê amade dikin û pişt re jî lîstika Harold Pinter a bi navê “Zimanê
Çiyê” derdixin ser sehneyê. Piştî ku koma şanoyê belav dibe Ferhad Feqî li
Almanyayê di "Theater an de Ruhr" de wekî lîstikvan dixebite. Ferhad
Feqî li welêt û li dervî welêt heta niha di dehan şanoyan de wekî lîstikvan û
derhenêr di şanoyan de cî girtiye.
Di
nav xebatên wî yên şanoyê de: Li Duhokê lîstika F. Garcia Lorca, bi navê
“Şahiya Xwînî”(2006). Li Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Azîz Nesîn “Yaşar ne Heye
ne Tune ye”(2008), Şanoya Şaredariya Amedê bi navê “Daweta Xwînî” (2012). Li
Stenbolê bi TJN’ê re “Qaîde û Îstîsna” (2016)…
Min
pirsî Ferhad Feqî bersivand, werin em bala xwe bidin gotinên wî… Ew wiha qala
serboriya karên xwe yên şanoyê dike:
Gava min dest bi
lîstikvaniyê kir, ji bo şanoya kurdî derketim vê rêyê. Mebesta min ne ew bû ku
bibim aktorekî almanyayî. Daxwaza min li ser wê esasî bû ku ez bi zimanê xwe bi
rêya şanoyê ve xwe îfade bikim. Li Almanyayê me bi hevalên xwe re “Teatra
Botan” sazkir. Em genc bûn, bêtecrube bûn lê tenê eşqek hebû di dilê me de, ew
jî eşqa ziman û welat bû. Di tûrikê me de gelek tişt tunebûn. Tişte ku hêz dida
me ev eşqa baweriyê bû. Piştî du sê salan, koma me belav bû û ez jî tevlî koma
almaniyan (Theater an de Ruhr) bûm. Panzdeh sal zêdetir min li wir xebitîm. Di
wan salan de têkiliyên min bi şanoya kurdî re sist bibûn lê me dîsa tiştin
çêdikir. Piştî panzdeh salan min dev ji şanoya almaniyan berda û min berê xwe
zîvirand welêt. Ez çûm Duhokê, lîstika F. Garcia Lorcayê bi navê "Şahiya
Xwînî" me çêkir. Lê çavê min li Amedê bû ku ez bêm li wê derê jî tiştekî
çêkim. Xwestekek wiha di dilê min de herdem hebû. Ji xwe berê Duhokê carê çûbûm
Amedê bo têkîliyan, lê tiştek jê derneket. Paşê DBŞT (Şanoya Bajarê Mezin a
Amedê) carê hatibû tûrneya Almanyayê. Min li wir Mehmet Emin Yalçinkaya naskir.
Endamê komê bû. Bi saya wî min karî têkîliyek xurt bi vê saziyê çêbikim.
Lîstika ewilîn ya ku min li wir amede kir lîstika Azîz Nesin a bi navê “Yaşar
ne Heye ne Tune ye”bû. Lê heta wê çaxê jî derhênerek ji derva nehatibû DBŞT’ê.
Ev lîstik di sala 2008’an de li Amedê bi du zimanan derket. Şert û mercên
şanoya wê demê cuda bû. Cara ewil bû ku min li Amedê lîstikek çêdikir û helbet
pirsgirêkên din jî hebûn wekî ku me hev nas nedikir, me ji hev fahm nedikir.
Demeke çetîn û zehmet bû, hem ji bo min hem jî ji bo lîstikvanan. Piştî vê
lîstikê têkiliyên min bi şanoya şaredariyê re berdewam kir û du sê salan şûn ve
ez dîsa hatim Amedê. Vêca me dest bi lîstika Lorca kir. Min ev lîstik li Duhokê
bi navê "Şahiya Xwinî" çêkiribû li Amedê jî bi navê "Daweta
Xwinê" me çêkir. Tenê bi kurdî bû ji xwe şanoya şaredariyê jî biryarek
wiha stendibû ku tenê lîstikên bi kurdî bilîstina.
Piştî wê lîstika
Lorca, me lîstikek nû amade kiribû lê mixabin ew lîstik derneket ser sehnê ji
ber ku şer derketibû. Xwezî tenê şanoya me bibûya qûrbana vî şerî lê mixabin…
Lîstik ji aliyê Zana Mazdak ve hatibû nivîsandin. Navê lîstîkê “Don Kîşot” bû.
Karekî pir balkeş bû lê çênebû. Ji Swîsrê lîstikvanek hatibû û Don Kîşotî
dilîst. Ew lîstikvanê ku ji Swîsreyê hatibû li naveroka lîstikê jî dihat. Ji
ber ku ew di lîstikê de jî Don Kîşot tev xulamê xwe Sanco Pancho yê ji Spanyayê
derdikeve û tê li Kurdistanê û dixwaze tevlî têkoşîna kurdan bibe. Mijarekî
wisa bû. Mixabin çênebû.
Pêvajoya
“Xewna Şeveke Havînê”
Piştî wê ez hatim
7’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê û bi hevalên şanoger re me dîsa hev dît û me
biryara lîstika Sheakspeare ku bi navê "Xewna Şevekê Havînê" da. Ji
ber ku ew projê ji berê de, di mejiyê me de hebû. Ev proje di salê 2014’an de
hazir bibû lê wê çaxê derfet çênebû û wiha mabû. Pêşî daxwaza me ew bû ku
lîstikvan, ji her çar perçeyên Kurdîstanê bên û tê da cî bigrin. Me dixwest ku
bi du sê zaraveyên kurdî ve, ev lîstik binîn ser sehnê lê me lê nêrî ku em
nikarin ji bin vî karî rabin. Ji ber vê jî, me dev ji wê biryara xwe berda.
Axir me dev jê berda yan na, me yê du sê caran bilîsta û wê lîstikvan belav
bibûna. Bi awayekî lîstik jî betal bibûya. Piştî festivalê me dest bi haziriya
lîstikê kir. Şaredariya Amedê piştî hilbijartinê dest guhertibû. Me di salona
mezin de provayên xwe distend, derfetên me jî rastî gelek bûn; ji aliyê teknîkê
de, ji aliyê aborî de her tişt bi rêya xwe de diçû. Rojekî li otelê me, taştê
dixwim… Min lênêrî ku di televîzyonê de jêrnivîsek derbas dibe lê bala min
nekişand ji xwe deng jî tunebû û hê jî ne li ser hişê xwe bûm. Ya rast min jî
bala xwe baş nedayê, ji ber ku em dizanin her roj tiştek diqewime lê min lênêrî
ku kesên taştê dikin bi baldarî li televîzyonê temaşe dikin. Ji nişke ve min
bala xwe da televîzyonê û min dît ku kayûmkirina duyemîn hatîye. Me bi vir de,
wê de telefonê hev kir û em çi bikin çi bikin… Me lê nêrî ku em li derve ne.
Axir wê demê “jêrzemîn”(Sehneya Galeria) hê jî di destê Şanoya Bajêr a Amedê de
bû. Gava kayûmê yekemîn hatibû hevalên şanoger giş ji kar derxistibûn û hevalan
jî ji xwe re sehneyekî piçûk amade kiribûn. Heman tişt bi kayûmê duyemîn re jî
berdewam bû lê vê carê haziriya hevalan ji berê ve hebû. Şikir ku ew salon hê
jî di destê hevalan de bû.
Ji
bê derfetî sazkirina sehneyê
Şano, lîstikeke mezin
bû, çardeh lîstikvanên me hebûn. Sahneyên lîstikê tu lê dinêrî car caran heft
heşt kes li ser sehnê bi cî dibûn. Haziriya me hemû ji bo sahneyekî mezin bû.
Vêca me ji nû ve dest bi kar kir. Cîhê me pir teng bû, sehneyekî pir biçûk bû
lê me dev ji xeyala xwe bernada û me gelek tişt ji bo vê sehneyê biçûk afirand.
Ji xwe karê hunermendan jî ez dibêm, afirandin e. Me bi bawerî karê xwe
berdewam kir. Ro bi ro me çarekî dît û di dawiya dawî de me hêza xwe negirt û
me xwe di hundirê înşaatê de dît. Di dawiya sehneyê de dîwarêkî ji camekanê
hebû me ew dîwar rakir û piçekî din jî kurahiya salonê firehtir bû. Bi çareyên
wisa me karê xwe berdewam kir. Bûyeran em qehirandibûn, hêrs kiribû hundirê me,
wê hêrsê jî hêz da me, hêza me xurt kir, baweriya me bilind kir. Me kêf jî jê
hildigirt. Kêfa ku di vê tengasiyê de me stend, kêfekî taybet bû. Kenê ku ji jar û ji êşê derdiket, kenekî
xweşiktir bû.
Di vî karî de tiştê
herî muhim ziman bû ji bo min. Lîstik werger bû lê xwesteka me ew bû ku em wê
tekstê bikin a xwe. Heke eleqeya vê lîstikê, naveroka wê û gotinên wê bi me
tunebe me yê çima bilîsta? Me dixwest ku temaşevan jî xwe di wê sahne de
bibîne. Bi gotinê, bi naverok û bi tevgerê.
Em di şanogerî ya
kurdî de serê xwe pir zêde bi gotinên tekstê ve û bi zimanê tekstê re naeşînîn.
Em giraniya xwe bêtir didin aksiyonan, bêtîr didin kostuman, bêtir didin
dekoran... Helbet ev pirsgirek ji berê de heye. Di warê ziman de, em gelek
caran ji xebatê direvin. Lê di vê lîstikê de ne wiha bû. Ez spasiyek taybet
dişînim ji Kawa Nemir re ku ew tekst ew qasî xweşik bi kurdî xemilandibû.
Wergera wî destê me sivik kiribû û bi xêra wî, me lîstik anî ser xwestekên xwe.
Piştî lîstikê me dît ku temaşevan ji me re dibêje, “zimanê lîstikê xweş bû”, ev
kêfxweşiyek pir mezin e ji bo min.
Felsefeya
Peter Brook
Derfetên me pir zêde
tunebûn, mînak me kostum xwe bi xwe çêkir. Şanogeran ji mala xwe anî yan jî cil
û bergên xwe dan hevalên xwe. Hinek kostum me da dirûtandin, bi vî awayî me
pirsgirêka kostuman çareser kir. Di ware dekoran de, ji felsefeya Peter Brookî
pir hez dikim. Bi salan bû li Ewropayê lîstikvan di bin dekorên mezin de
difetisiyan. Hin kesên wekî Peter Brook, xwestin hem lîstikvan, hem jî şanoyê
ji vî barî xilas bikin. Peter Brook di felsefeya xwe de wiha dibêje: Tiştê ku
li ser sehnê alikariya lîstikvan nake, ew tişt ne hewce ye. Ez jî tevlî vê yekê
dibim. Di navenda şanoyê de lîstikvan û lîstik esas e. Tiştên din divê alikariya
lîstikvanan bike û wan nefetisîne.
Lîstik û lîstikvan bi xwe ne. Di lîstika Aziz Nesîn de jî, di lîstika
F.Garcia Lorcayê de jî tunebû û lîstika W. Sheakspearê de jî tiştekî wiha
tunebû. Herçî, di alîkî de jî bêderfetîya me, ji xwe li estetîka me dihat.
Gava me lîstika Aziz
Nesîn çêkir temaşevan jê hez kiribû û tahmek jê stendibû lê lîstika Lorca ne
gihaşt temaşevanê xwe. Nizanim bo çi, lê ditina min ev e. Mebesta min tu carî
wiha nebûye, tiştê ku ez dikim bila huner a giran be, bilind be. Ez vî karî ji
bo bîneran ji bo temaşevanan çêdikim, ne tenê ji bo kêfa xwe ya şexsî. Di
“Xewna Şevekê Havînê” de min her tişt dabû aliyekî, tenê ev tişt hebû: Divê ku
ew lîstik xwe bigihîne temaşevanên xwe.
‘Ji
bo min şano tiştekî kollektîf e’
Ev tenê ne keda min
bû. Di xebatên berê de, me hev baş fahm nedikir, lê vê carê ne wiha bû. Belê,
wekî navê derhenêr navê min derbas dibe lê her tişt bi awayekî hevpar hat
çêkirin. Ji bo min şano, di dawiya dawî de tiştekî kollektîf e. Ez wiha jê kêfê
distînim. Di şanoyê de ez ji peyva derhênerî hez nakim, karên kollektîf bêtir
bala min dikişînin û bêtir hêz dide min, lê di lîstika Azîz Nesîn û F.Garcia
Lorcayê de vê prensîbê pir cîhe xwe nedigirt. Wê demê di nav komê de serdestiya
derhêneriyê zêde hebû. Ew şanoya ku derhênar wekî xwestina xwe şiklê dide her
livîn û kirina lîstikvan, şanoya derhêneriyê ye. Lê dema diktatoriya derhênan
çû. Niha her kes devê tûrikê xwe ve dike, tiştên anîne, datîne ser masê,
derhênar, rejîsor jî hewcetî bi çi hebe hildibijêre û bi wan xwarin tê çêkirin.
Lê aşpêj dîsan lîstikvan bi xwe ne. Her yek ji wan xwarina xwe dipêje, rejîsor
rêberiyê dike ji wan re.
Niha
şanoya kurdî zêdetir li ser estetîkê disekine
Şanogeriya kurdî ji siyaseta kurdî derketiye. Berhemeke siyaseta kurdî bû û bi salan wiha meşiya. Li ser esasên Ajit-Propê disekinî. Di civata kurdî de şano beşekî ajitasyonê û propagandayê bû. Di şanoya Ajit-Propê de, tiştê herî muhîm peyam û slogan in. Estetîk ew qasî ne muhîm e.. Di cihanê de lîstikên Ajit-Prop ji tunebûna hacetên propaganda û ajîtasyonê derketin. Televîzyon tunebû, rojname kêm bû, medyaya civakî tunebû… Ji ber vê yekê jî, lîstikên Ajit-Prop cihê wan tiştan digirt û partiyên siyasî bi komên şanoyê re, xwe digîhand xelkê; lê niha ne wiha ye. Ji bo propaganyê, îmkanên hereketên siyasî, bi têra xwe hene. Televîzyon hene, rojname hene, medyaya civakî heye... Di serî de, şanoya kurdî zêdetir şanoya ajitasyon û propagandayê bû. Ev tişt hebû lê niha xelas bû. Zêdetir li ser estetikê disekine. Ji bo şanoya kurdî pevajoyekî baş e. Huner ne tenê tiştê ku em dibêjin e. Du pirsên me hene di şanoyê de: Tu çi dibejî? Tu çawa dibêjî? Carina "çawa dibejî" ji "çi dibêjî" muhimtir e. Bi salan ji bo me, em "çi dibêjin" muhîm bû. Ew pêvajo guherî û niha em behsa "çawa bibêjin"ê dikin.
‘Ez
hez dikim pirsan bikim serê bîneran’
Bi ya min çêkirina
komediyê, bi tena serê xwe aksiyoneke polîtik û siyasî ye. Di vê atmosferê de,
di vê deprosyênê de heke tu kêfa temaşevanê xwe bînî, ew jî bi ya min tevgereke
polîtîk e. Ez bi vî çavî lê dinêrim. Lê di xebeta lîstika me de “çi dibêjî” ĵî
muhîm bû. Bes em gotinên xwe wekî slogan nabêjin, tilîya xwe wekî mamosteyekî
hilnadin û peyaman nadin bîneran. Di gotinên me de, di estetîka me de gotinên
“veşartî” hene, û kî bixwaze dikare wana gor xwe bibihîse, bibîne. Yanê çawa di
xwendinê de “bintekst xwendin” heye, lîstika me jî bintekstekî xwe heye. Ez
naxwazim temaşevanan hutî, fêrî rastiyekî bikim. Rastiya her kesî bi xwe heye,
ji xwe. Ez hez dikim pirsan bikim serê bîner û ew bixwe bigihîşe rastîyekî din.
Mîsal, hetan niha bi vî çavî mêze vî tiştî dike... ez hez dikim, pencerekî jêre
vekim, da ku bikare bi çavekî din li wî tiştî binêre.