Îsal Şanoya Bajêr a
Amedê bi lîstika Molière "Tartuffe"yê re şêweya xwe ya berê li
pêşberî temaşevanan xurt kir. Ev lîstik di 1664’an de hatiyê nivîsandin. Bi
kurtasî mirov dikare bêje ku lîstik mijara xwe li ser xapandina bi rêya olê
vedibêje. Ji ber vê jî gelek tişt tê serê vê lîstikê; tê qedexekirin, tê
guherandin û hwd... Lîstik cara yekem li Seraya Versaillesê tê lîstin lê hem ji
aliyê serayê û hem jî ji aliyê dêrê ve, wekî piyeseke xeter tê dîtin û demek
dirêj tê qedexekirin. Moliere jî bo ku qedexeya ser lîstikê rake dawiya lîstikê
diguherîne û dawiya lîstikê de wekî "deux ex machine" ango xelaskarê
lîstikê bi Qralê Fransayê re, lê zêde dike. Sofiyê Sextekar yanî Tartuff ji
aliyê Qral ve tê binçavkirin û her tişt normalîze dibe. Bi vê versiyona Qral
re, qedexekirina lîstikê radibe û di cihanê de bi vî awayî belav dibe…
Di lîstikê de Yavuz
Akkuzu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer, Berfîn Emektar, Hamdusena Ozbey, Şahperî
Alphan, Dijle Guneş Yavuz, Mahmut Kosem û Ozkan Şeker dilîzin.
Derhêneriya lîstikê ji
aliyê Ruknettûn Gun û wergera wê ji aliyê Şêxmûs Sefer ve hatiye çêkirin. Ramîn
Rebî muzîk, Îsmaîl Dag ronahî, dîzayna afîşê Sevinç Adiyaman, karîkaturên afîşê
jî ji aliyê Denîz Ilgini vê hatiye çêkirin.
Lîstik yek perdeyî ye û
komedî ye. Mijara şanoyê di danasînê de û ji aliyê min de wiha ye: Orgonê
dewlemend, kesekî bi navê Tartuffe vedihewîne mala xwe. Tartuffe wekî
bawermendekî nêzî dêrê xuya dike û Orgon wî dixe şûna ezîzan. Xwarin û
vexwarinên xwe yên herî baş pêşkêşî wî dike. Wî ji jin û zarokên xwe bêtir
diparêzê û qedir didê. Dixwaze keça xwe bi Tartuffe re bizewicîne. Her wiha
dixwaze kurê xwe ji malê xwe dûr bixe û mîrateya xwe hemû bide Tartuffe. Hemû
Orgonî hişyar dikin jê re dibêjin Tartuffe ne yekî li gorî gotinên xwe ye û te
dixapîne. Lê Orgon guh nade van şîretan. Her ku derdor bi xerabî behsa Tartuffe
dike xwe belengaztir dike û bêtir nêzî Orgon dibe. Orgon jî hemû mal û milkê
xwe dide Tartuffe… Tartuffe ew qasî Orgon bi safbûna xwe yeqînkirin daye ku
jina wî behsa nezîkbûna wî ya xerab dike jî lê ji jina xwe bawer nake û wî wekî
feqîrekî Xwedê dibîne. Di dawiya dawî de, bi guhên xwe dibihîze ku Tartuffe
niyeta xerab e û bi vê re ferq dike ku rastî îxanetê hatiye. Dema pê dihise
Tartuffe diqewirîne. Tartuffe jî dixwaze dest deyne ser mal û milkên wî û wî
bavêje girtîgehê û heyfa xwe jê hilîne. Orgon malê xwe ji dest xelas dike.
Lîstik bi Madam
Pernelleyê diya Orgonê ve vedibe û dîsa bî wê re diqede. Li ser sehnê ji bo
dekorê tenê maseyek heye. Ji bo ku tempoya lîstikê nekeve, bênavber didome û
derbasbûyînên sehneyan, trafiqek serkeftî çêbûye û pir xweş bi hev hatiye
girêdan.
Ewil divê destnîşan
bikim ku min li Amedê komediyek serkeftî temaşe kir. Heta ez karim bêjim ku
“Commedia Dell’Arte” bibû “Commedia Dell’Art a Kurdî”... Ji xwe li ser Moliere jî bandora şêweya
Commedia Dell’Arte heye. Ev şêweya şanoyê li Îtalyayê di sedsala 16’an de wekî
şanoyên gel tê binavkirin. Wateya wê "lîstikvanên profesyonel" in. Di
rojên şahiyan de lîstikvanên profesyonel bi awayekî jixweberî lîstikan dilîzin.
Ji bo Şanoya Bajêr a Amedê jî, ez karim bêjim ku hemû karakterên Commedia Dell’Arte
bi rengekî kurdî hatibûn ser sehneyê…
Hemû lîstikên şanoyê,
li ser metna sehneyê nayê temaşekirin, ji bo lîstikvaniyê têne temaşekirin.
Belkî ev gotin ne hedê min be, lê ez ê tenê ditîna xwe bibêjim. Ne ku ez karên
Şanoya Bajêr bêrûmet dikim. Pêşî dibêm armancake min a wiha tune ye. Ez dibêm
ku xebatên Şanoya Bajêr a Amedê jî wekî xebatên Commedia Dell’Aart’ê ye. Hemû
karakterên wan dişibin hev. Ev tişt hem jî aliyekî ve tiştekî pir xweş e hem jî
aliyeke rîskeke mezin e ji bo lîstikvaniyê; risk ew e ku her tim xwe dubare
dikin. Ez karim du sê lîstikên Şanoya Bajêr a Amedê bi vî rengî ji we re bêjim.
Mînak: Xulamê Du Xwedî, Nexweşe Nexweşiye û Tartuffe...
Ez ê ji aliyê riskê ve
mijûl nebim, aliyê din bi min xweştir tê... Commedia Dell’Arte jî her tim xwe
dubare dike û her kes di rola xwe de, bi vî awayî dibe profesyonel. Mînak
Pantolone her tim di rola Pantolonê de dilîze, ji bo vê lîstikê ez karim bêjim
Ozcan di rola Pantolonê de bû. Karaktera Arlecchîno de heta niha me Yavuz
temaşe kir (Bo mînak Xulamê Du Xwedî) lê di vê lîstikê de Elvan hatibû peşberî
me, Yavuz jî di rola Tartuff de wekî Arlechhîno dilîst. Di rolên êvîndaran de
“Orazio, Flavio, Isabella, Flaminia” karakterên din in ku ji bo lîstikên
Tartuffe jî karim bêjim ku sehneyên herî baş sehneyên wan bûn.
Ev tişt ji bo min ne
pirsgirêkek e, kengî ez biçim lîstikên Şanoya Bajêr temaşe bikim, Yavuz û Elvan
dîsa di rola "Arlecchînokî Qirix" de û Ozcan jî dîsa Pantolonê de
dilîzin. Tenê Berfîn Emektar nakeve vê kategoriyê. Berfîn her tim di rola
karakterên xwe de dilîze ne zêde û ne jî kêm... û jî xeynî kadroyên bingehîn ji
heq gelek lîstikvaniyê ve baş tê. Dîjle Guneş Yavuz pir bala min kêşand û
performansên Hamdûsena Ozbey, Şahperî Alphan, Mahmût Kosem û Ozkan Şeker jî baş
bûn.
Û di dawiyê de,
Tartuffe bi awayekî nîvco hat lîstin. Di teksta orjînal de min di serî de got
Molierê di tekstê de Qral lê zêde dike û bi vî awayî tekst serbest dibe. Şanoya
Bajêr jî sahneyên qral hemû avêtibû û “deux ex machina” xwe yanî xelaskirina
xwe di “kadînê” de dîtibû. Hemû lîstikvan Tartuffê zeft dike û li kadînê gîrê
didin. Xwezî Tartuffê nehatiba girêdan û bila li kuçeyên Amedê bigeriyaya û
haya temaşevan pê bixistina wê “balkêştir” bûya… Molierê bêçare dimîne û bi
destê Qral ve, wî binçav dike lê Şanoya Bajêr di vir de ne ku bêçare bû... Ji
bo Tartufên îro mixabin kadîn têr nake... Ew li her derê ne, bila hayê
temaşevan jî careke din jê çêbibe. Min bihîst ku Tartuffê li kadînê ku ji aliyê
Şanoyê Bajêr a Amedê ve hatiye girêdan, ew “camêr” reviyaye, bila her kes li
xwe û li kadîna xwe miqate be...
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder