21 Mayıs 2019 Salı

"Commedia Dell’Arte ya Kurdî" Tartuffe


Îsal Şanoya Bajêr a Amedê bi lîstika Molière "Tartuffe"yê re şêweya xwe ya berê li pêşberî temaşevanan xurt kir. Ev lîstik di 1664’an de hatiyê nivîsandin. Bi kurtasî mirov dikare bêje ku lîstik mijara xwe li ser xapandina bi rêya olê vedibêje. Ji ber vê jî gelek tişt tê serê vê lîstikê; tê qedexekirin, tê guherandin û hwd... Lîstik cara yekem li Seraya Versaillesê tê lîstin lê hem ji aliyê serayê û hem jî ji aliyê dêrê ve, wekî piyeseke xeter tê dîtin û demek dirêj tê qedexekirin. Moliere jî bo ku qedexeya ser lîstikê rake dawiya lîstikê diguherîne û dawiya lîstikê de wekî "deux ex machine" ango xelaskarê lîstikê bi Qralê Fransayê re, lê zêde dike. Sofiyê Sextekar yanî Tartuff ji aliyê Qral ve tê binçavkirin û her tişt normalîze dibe. Bi vê versiyona Qral re, qedexekirina lîstikê radibe û di cihanê de bi vî awayî belav dibe…
Di lîstikê de Yavuz Akkuzu, Ozcan Ateş, Elvan Koçer, Berfîn Emektar, Hamdusena Ozbey, Şahperî Alphan, Dijle Guneş Yavuz, Mahmut Kosem û Ozkan Şeker dilîzin.
Derhêneriya lîstikê ji aliyê Ruknettûn Gun û wergera wê ji aliyê Şêxmûs Sefer ve hatiye çêkirin. Ramîn Rebî muzîk, Îsmaîl Dag ronahî, dîzayna afîşê Sevinç Adiyaman, karîkaturên afîşê jî ji aliyê Denîz Ilgini vê hatiye çêkirin.
Lîstik yek perdeyî ye û komedî ye. Mijara şanoyê di danasînê de û ji aliyê min de wiha ye: Orgonê dewlemend, kesekî bi navê Tartuffe vedihewîne mala xwe. Tartuffe wekî bawermendekî nêzî dêrê xuya dike û Orgon wî dixe şûna ezîzan. Xwarin û vexwarinên xwe yên herî baş pêşkêşî wî dike. Wî ji jin û zarokên xwe bêtir diparêzê û qedir didê. Dixwaze keça xwe bi Tartuffe re bizewicîne. Her wiha dixwaze kurê xwe ji malê xwe dûr bixe û mîrateya xwe hemû bide Tartuffe. Hemû Orgonî hişyar dikin jê re dibêjin Tartuffe ne yekî li gorî gotinên xwe ye û te dixapîne. Lê Orgon guh nade van şîretan. Her ku derdor bi xerabî behsa Tartuffe dike xwe belengaztir dike û bêtir nêzî Orgon dibe. Orgon jî hemû mal û milkê xwe dide Tartuffe… Tartuffe ew qasî Orgon bi safbûna xwe yeqînkirin daye ku jina wî behsa nezîkbûna wî ya xerab dike jî lê ji jina xwe bawer nake û wî wekî feqîrekî Xwedê dibîne. Di dawiya dawî de, bi guhên xwe dibihîze ku Tartuffe niyeta xerab e û bi vê re ferq dike ku rastî îxanetê hatiye. Dema pê dihise Tartuffe diqewirîne. Tartuffe jî dixwaze dest deyne ser mal û milkên wî û wî bavêje girtîgehê û heyfa xwe jê hilîne. Orgon malê xwe ji dest xelas dike.

Lîstik bi Madam Pernelleyê diya Orgonê ve vedibe û dîsa bî wê re diqede. Li ser sehnê ji bo dekorê tenê maseyek heye. Ji bo ku tempoya lîstikê nekeve, bênavber didome û derbasbûyînên sehneyan, trafiqek serkeftî çêbûye û pir xweş bi hev hatiye girêdan.

Ewil divê destnîşan bikim ku min li Amedê komediyek serkeftî temaşe kir. Heta ez karim bêjim ku “Commedia Dell’Arte” bibû “Commedia Dell’Art a Kurdî”...  Ji xwe li ser Moliere jî bandora şêweya Commedia Dell’Arte heye. Ev şêweya şanoyê li Îtalyayê di sedsala 16’an de wekî şanoyên gel tê binavkirin. Wateya wê "lîstikvanên profesyonel" in. Di rojên şahiyan de lîstikvanên profesyonel bi awayekî jixweberî lîstikan dilîzin. Ji bo Şanoya Bajêr a Amedê jî, ez karim bêjim ku hemû karakterên Commedia Dell’Arte bi rengekî kurdî hatibûn ser sehneyê…
Hemû lîstikên şanoyê, li ser metna sehneyê nayê temaşekirin, ji bo lîstikvaniyê têne temaşekirin. Belkî ev gotin ne hedê min be, lê ez ê tenê ditîna xwe bibêjim. Ne ku ez karên Şanoya Bajêr bêrûmet dikim. Pêşî dibêm armancake min a wiha tune ye. Ez dibêm ku xebatên Şanoya Bajêr a Amedê jî wekî xebatên Commedia Dell’Aart’ê ye. Hemû karakterên wan dişibin hev. Ev tişt hem jî aliyekî ve tiştekî pir xweş e hem jî aliyeke rîskeke mezin e ji bo lîstikvaniyê; risk ew e ku her tim xwe dubare dikin. Ez karim du sê lîstikên Şanoya Bajêr a Amedê bi vî rengî ji we re bêjim. Mînak: Xulamê Du Xwedî, Nexweşe Nexweşiye û Tartuffe... 
Ez ê ji aliyê riskê ve mijûl nebim, aliyê din bi min xweştir tê... Commedia Dell’Arte jî her tim xwe dubare dike û her kes di rola xwe de, bi vî awayî dibe profesyonel. Mînak Pantolone her tim di rola Pantolonê de dilîze, ji bo vê lîstikê ez karim bêjim Ozcan di rola Pantolonê de bû. Karaktera Arlecchîno de heta niha me Yavuz temaşe kir (Bo mînak Xulamê Du Xwedî) lê di vê lîstikê de Elvan hatibû peşberî me, Yavuz jî di rola Tartuff de wekî Arlechhîno dilîst. Di rolên êvîndaran de “Orazio, Flavio, Isabella, Flaminia” karakterên din in ku ji bo lîstikên Tartuffe jî karim bêjim ku sehneyên herî baş sehneyên wan bûn.
Ev tişt ji bo min ne pirsgirêkek e, kengî ez biçim lîstikên Şanoya Bajêr temaşe bikim, Yavuz û Elvan dîsa di rola "Arlecchînokî Qirix" de û Ozcan jî dîsa Pantolonê de dilîzin. Tenê Berfîn Emektar nakeve vê kategoriyê. Berfîn her tim di rola karakterên xwe de dilîze ne zêde û ne jî kêm... û jî xeynî kadroyên bingehîn ji heq gelek lîstikvaniyê ve baş tê. Dîjle Guneş Yavuz pir bala min kêşand û performansên Hamdûsena Ozbey, Şahperî Alphan, Mahmût Kosem û Ozkan Şeker jî baş bûn.

Û di dawiyê de, Tartuffe bi awayekî nîvco hat lîstin. Di teksta orjînal de min di serî de got Molierê di tekstê de Qral lê zêde dike û bi vî awayî tekst serbest dibe. Şanoya Bajêr jî sahneyên qral hemû avêtibû û “deux ex machina” xwe yanî xelaskirina xwe di “kadînê” de dîtibû. Hemû lîstikvan Tartuffê zeft dike û li kadînê gîrê didin. Xwezî Tartuffê nehatiba girêdan û bila li kuçeyên Amedê bigeriyaya û haya temaşevan pê bixistina wê “balkêştir” bûya… Molierê bêçare dimîne û bi destê Qral ve, wî binçav dike lê Şanoya Bajêr di vir de ne ku bêçare bû... Ji bo Tartufên îro mixabin kadîn têr nake... Ew li her derê ne, bila hayê temaşevan jî careke din jê çêbibe. Min bihîst ku Tartuffê li kadînê ku ji aliyê Şanoyê Bajêr a Amedê ve hatiye girêdan, ew “camêr” reviyaye, bila her kes li xwe û li kadîna xwe miqate be...

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder