Dengbêjekî ji Kurdistana Sûriyê: M. ŞÊXO
Gelek hunermendên
dilsoz ji nava gelê Kurdistanê
derketine. Ji can hunermendan, ê ku li seranserî welat bi dengê xwe û bi
tenbûra xwe tê naskirin yek jî Mihemed ŞÊXO ye. Me pêwist dît, ku heypeyvînekê
bi Mihemed ŞÊXO re bikin û wî xweştirîn bi hinek nêrînên wî ve bi gelê xwe û
welatperwerên wê bidin naskirinê.
Heval Mihemed Şêxo, te derd û janên gelê xwe
û welathiziya xwe di stranên xwe de daye xuya kirin. Ji ber vê yekê ye, ku gelê
Kurdistanê û şoreşgerên wê ji te hez dikin. Em dixwazin çend pirsan ji te bikin
û bi bersîvên te, te xweştir nas bikin û bidin naskirinê. Tu dikarî bi kurtayî
jiyana xwe ji me re bêjî?
M.ŞÊXO: Ez di sala 1948’an dei li
Kurdistana Sûriyê li bajarê Qamişlo li gundê Xecokê hatime dinê. Ez ji binemalekî
cotkarê piçûk bûm. Min xwendina xwe a seretayî (dibistana destpêk) li gundê xwe
qedand. Pişt re ez hatim bajarê Qamişloyê (1965). Li vê derê min xwendina xwe
domand. Heta sinifa neha min li Qamişloyê xwend. Pişt re min şandin leşkeritê.
Paşê ez ji leşkeriyê hatim afûkirin. Piştî afû bûna min a ji leşkeriyê, di sala
1969’an de ez çûm Lubnanê, bajarê Beyrûdê. Li Beyrûdê, ez çûm ketim Merkeza
Xwendina Yekîtiya Muzîkê. Min li wê derê du dewran dersa muzîkê stand. Di wê
demê de min li Beyrûdê di nava koma muzîkê de stranên Kurdî û muzîka Kurdî
pêşkêşî gel dikir bi şiklê konsêran.
Sala 1972’an ez vegerim Sûriyê, bajarê Qamişloyê. Li wê
derê min kar li Rimêlan (Rimêlan, ciyê ku li seranserî Sûriyê ji hemû deran
pirtir petrol li wê derê dertê ) stand. Li Rimêlan ez bûm serokê komika muzîkê.
1973’an de ez ji wir derketim. Ji wî katî şûn de ez mame bêkar. Di sala 1974’an
de ez çûme Kurdistana Iraqê. Ez heya şikestina şoreşa li Kurdistana Iraqê mam. Piştî têçûna şoreşa Kursitana Iraqê ez
bûm mamosteyê dibistanê yê zimanê Erebî. Ez heya sala 1983’an li Îranê mam.
Sala 1983’an ez vegeriyam Sûriyê û heya niha jî ez li Sûriyê me û bêkar im.
Te çawa dest bi stranan kir û çi bû sedemê
ku te hunerê xwe pêşkêşî rêka welatperwerî kir?
M.ŞÊXO: “Beroşa
ku ez jê nexwim, ez arê wê nakim”. Ev gotin, gotineke Kurdî ye û ez jî mirovekî
Kurd im. Ji piçûkî de mereqa min li ser stranan û muzîkê hebû. Hêj ez zarok bûm
û di sinifa sisiyan de bûm, min guhdarî radyoya Kurdî ya Erîvanê dikir. Ji ber
ku wî katî bes radyoya Kurdî ya Erîvanê hebû. Guhdarîkirina radyoya Êrîvanê hem
mereqa min zêdetir dikir, hem jî bû sedemên ku ez hînî fikrên nû bûm. Vêca min
bawerî anî, ku stran û muzîk parçeyek ji doza welat in. Ez dikarim bêjim ev
bûne sedemên bingehînî ku ez bi Kurdî stranan bêjim. Her milletekî muzîka wê
heye û ew muzîk perçeyek ji pêşveçûna milletê ye. Ji ber ku ez jî Kurd im û
milletê Kurd, milletekî bindest e, zimanê wî hatiye qedexekirin, hewce ye ku
mirovê welatperwer, hunerên xwe di vê rêça han de bide şixulandin. Min jî ev kiriye.
Ev ji bo milletê me pir girîng e. Ji bona vê yekê hewce ye, ku ez hunerên xwe
di rêça pêşveçûna welat, muzîk û stranên wetal de bi kar bînim. Kesên
welatperwer bi hunerên xwe xebata pêşvebirina welatê xwe dikin. Hinek bi çekan,
hinek bi nivîsandinê, hinek jî bi saz û stranên xwe. Ji ber van bîr û baweriyan
û pêwistiyan ez jî van hunerên xwe (stranbêjiya xwe) di vê têkoşînê de bikar tînim. Heya ez hebim jî
ezê bikar bînim.
Wekî tu dizanî, gelê me di bin nîrê
mêtingehkariyê de ye û welatê me ji alîmêtingehkaran û emperyalîstan hatiye
parvekirin. Tu rizgarbûna welatê me çawa dibînî?
M.ŞÊXO: “Çavê li deriya xwedî li
seriya”. Ev gotin gotineke pêşiya ye. Ez dixwazim vê gotinê bi vî awayî mane
bidimê: Ger em nebin wê dost çi bikin? Berî her tiştî divê em hebin, pişt re em
hêciya xwe ji dostan bikin. Ez vê gotina han dikim ne ku tê wê manê me tu dost
nîne. Di vir de daxwaziya min ew e, ku ez bidim xuyakirin, berî hemû tiştî divê
em hebin û ji xwe bawer bin. Ez dixwazim niqteka din jî bidim xuyakirin. Heya
ku dewlemend û sermayedarên welêt “pêşevaniya” tevgera Kurdî bike, doza welat
bi ser nakeve. Ger serbikeve jî wê sermayedar ji bo xwe bi kar bînin. A diduyan
jî ew e, ku emperyalîst heya îro jî ew e, ku emperyalîst heya îro jî tu caran
nebûne dostên gelê biindest û ew tu carî rizgariya me nadin me. Ger ji bêçareyî
bidin jî wê bidin hevalbendên xwe, sermayedaran. Ji bona vê yekê ez dibêjim
rizgarbûna welatê me ne di bin pêşengiya karker û xizanê welat de be nabît.
Yanî ez rizgarbûna welat di bin pêşengiya karker û xizanên welêt de dibînim.
Tu di têkoşîna rizgariya civakî û netewî de
çi bar li ser milê hunermendan dibînî?
M. ŞÊXO:
Li
gor dîtina min hunermend, ji bo daxwaziya gelê xwe divê wek berdevk bin. Yanî
daxwaziya gelê xwe di hunerên xwe de bidin xuyakirin. Ji bo vê yekê jî ez hewce
dibînim, ku daxwaziya gelê xwe di hunerên xwe de bidim xuyakirinê. Wekî ku tê
zanîn, hunermendî qetek(perçek) ji çanda gel e. Her hunermend bi pêşkêşkirinaê
hunerên xwe çanda gelê xwe didin xuyakirin. Ew jî divê bi rengekî daxwaziya
gelî be. Û ji bo pêşveçûna gel kar bike. Berî hemû tiştî ev tişt ji hunermendan
tên xwestin. Ez di vî warî de dibînim, ku di têkoşîna rizgariya netewî û civakî
de tiştên dîkeve ser milên hunermendan ew in, ku daxwaziya welatê xwe û gelê xwe
di hunerên xwe de, di stranên xwe de, muzîk û edebiyata xwe de bidin xuyakirin.
Ev tişt pêwist in û berî herkesî ji hunermendan tên xwestin. Da ku muzîk,
stran, edebiyat, zimanê gel pêşve biçin. Da ku giyanê welatperwerî û şoreşgerî
li ser piya bimîne û xurt bibe. Bi baweriya min, tiştên ku di qonaxa têkoşîna
rizgariya civakî û netewî de ji hunermendan tên xwestin, ev in. Di vê xebatê de
divê hunermend ji tiştekî netirse. Wekî pêşmergekî bêhempa ji bo welatê xwe
canê xwe bide. Hunermend jî wekî pêşmergekî welêt, ne bes di xweşiyê de, di
hemû nexweşiyan û hoyên giran de divê hunerên xwe di xizmeta têkoşîna rizgariya
civakî û netewî de bi kar bîne.
Li gor te sinet çi ye divê sinet bi
partîzanî be yan na?
M. ŞÊXO: Li gor ditînên min sinet
qetekî ji hunerê gelan e û wekî ku me dabû xuyakirinê, divê huner zimanê gel
bin. Ji bona sinet jî em dikarin vê tiştê bêjin. Belê li gor min,, divÊ sinet
tebeqî (çînî) be. Lê ne ku fikir û meyl têxe nava hebo hebo partiyan û
rêxistinan. Yanî partîzanî be ji bona çînê be. Sineta ku ez diparêzim, divê ji
bona çîna sermayedar û burjuwazî ne.
Qasî em dibihîzin, ev çend sal in, ku tu ne
wek berî çend salan bi germî distirêyî. Sedemên wê çi ne?
M. ŞÊXO: Ez berî hemû tiştî
dixwazim viya bidim xuyakirin, ez wekî berê me. Lê hinek tişt hatine guhertin,
wekî ku berî çend salan zimanê Kurdî hatibû qedexe kirin. A din jî, di nava
Kurdan de hunermendên stranbêj kêm bûn. Wê demê jî riha bêtir dengê min dihat
guhdarî kirin û seh kirin. Lê niha ji ber ku zimanê Kurdî li ba me hinek bi
serbestî tê axaftin, partî û komik ji berê zêdetir bûne, êdî wek berê dengê min
jî nayê sehkirin. Li gor dîtina min sedemên bingehîn ev in. Sedemek din jî ev
e, ku her partiyek dixwaze ez bi wan re bim, heta yê dengê min belav bikin. Ez
vê yekê qebûl nakim. Bila qet belav nekin, ez ne malê tu partî û rêxistina me
ez xwe wek malê welatê xwe û gelê xwe dibînim. Ev tiştên ku niha min gotin ew
jî dibin sedemên ne belavbûna dengê min. Ez dîsa dibêjim, ku ez ê berê me û li
gor baweriya min hîn ji berê zêdetir im.
Armancên te di qatê-pêştedir de çi ne û tu
dixwazî çi bikî?
M.ŞÊXO: Armancên min di qatê
pêşdetir de ew in, ku li gor îmkanên xwe û gelê xwe ji bo rizgariya welatê xwe
xebatê bikim. Min pêşiyê jî dabû xuyakirin û gotibû, armancên min ev in û wê
her ew bin jî. Ezê ji niha û bi şûn de jî li ser vî karî bim û berdewama karê
xwe bim.
Di têkoşîna rizgariya netewî û civakî de
baweriyên te yên çînayetî çi ne?
M.ŞÊXO: Li gor baweriya min di
têkoşîna rizgariya netewî û civakî de ku ne bi destê çîna karker û kedkarên din
be û ne di pêşengiya wan de be, em rizgar nabin. Rizgariya me ya heqîqî encax
bi destê çîna karker û kedkaran dibe. Wekî me berê jî gotibû, sermayedar bes ji
bo xwe dikin. Rizgariya bi destê sermayedaran ez rizgariya gelê me nabînim. Ji
ber ku sermayedar wê her ji bo xwe bin. Ger wisa be, wê dîsa gelê Kurd bindest
bimîne. Ha em bindestê sermayedarê Kurd ha em ê sermayedarên biyaniya ne, ji bo
çîna karker û kedkaran tu ferqa wan tuneye.
Tu Kurdistanek çawa difikirî?
M.ŞÊXO: Ez Kurdistanekê yek hev û
azad û serbixwe di pêşengiya zarokên karker û cotkarê zana û têgihîştî
difikirim û dixwazim.
Daxwazên te ji bizavên rizgarîxwazên Kurd
yên li her çar perçan çi ne?
M.ŞÊXO: Yekîtî… Ji ber ku her
tişt di riya yekîtiyê re pêk tê.
Li gor baweriya te dijminên gelê Kurdistanê
û dostên wî kî ne?
M.ŞÊXO: Dostên gelê kurd, ew in ku berî her tiştî ew gelên
ku zilm dîtine û hê jî di bin zilmê de ne. Dijminên wî jî, her ew kesin ku zilm
kirin û hê jî zilmê dikin. Ger te bivê zelaltir bikim. Ez dikarim bi vî awayî
bêjim: Dijminên gelê Kurdistanê, dewletên mêtingehkar û hevalbendên wan
emperyalîzma Amerîka Yekbûyî ye. Di nav welêt de sermayedarên Kurd in.
Dostên gelê Kurdistanê jî gelên bindestên dinê û welatên
sosyalîst in.
Daxwaza te ji kovara Armanc çi ye?
M.ŞÊXO: Daxwaza min ji kovara
Armanc ew e, ku çi tiştê çap dike bi rastî heqîqet çap bike. Ne bêje ev hevalê
me ye, yan jî ne ji me ye. Tiştên wî guhartî tê de çêbike, an jî çap nele. Her
tiştî weke wî mafê wî bidiyê, weke ku hêjayê wî. Ez hêviya pêşketinê jê re
dikim di rêya û diristî de û spas.