25 Ocak 2016 Pazartesi

Li Kurdistanê Pîrozbahiya Sersalê - Xidirê Ûso

Li Kurdistanê Pîrozbahiya Sersalê - Xidirê Ûso ( Helwest, Sal:1995, Hejmar/ No:9, Rûpel 1-2)
            Êvara sersalê herkes li gorî kariniya xwe tevdira xwe dike: Xwarin, fêkî û şêraniyên xwe amade dikin. Li her mal, gund û bajarî heval û hogir, lêzim û zeyî li hev vedihewin; bi saz û sazande, bi dengbêj û stran, bi lîstik, şano û hirboqî, bi skeç(kenok), bi zalve, texlît û qerfan sersala xwe pîroz dikin.
            Li her şêniyê Kurdistanê, xortên jêhatî, şep û bihuner xwe didin hev, dest bi amadeyî û provayên şano û diyalogên pêşandana pîrozbahiya sersalê dikin. Sersal ji bo herkesî rojek teybetî û xwediyê wateyek girîng e. Divê li gorî nîrxê wê, herkes rola xwe bilîze û berpirsiyariya xwe pêk bîne. Loma berpîrsiyariya xortan bi hunerên xwe şakirina civakê ye, ya civakê jî, bi pere û xwarinên xweş, razîkirina xorta ye.
            Di komika şano û pêşandanê de xortekk rola Pîrê Salê, ya ka Kose (Qirdik), yek ya Bûkê û yê din jî rola Zavê digirin. Ev kom, dibe ku bi Fîguranên lîstik û dîlanê, bi sazbend, bilûrvan an erbanevan dewlemendtir bibe.
            Pîrê Salê, hinek Kalê Xizir temsîl dike, hinekî jî dişibihe Kalê Noel (Father Chrîstmas)'ê fileha, Xortî vî rolî dileyize, ji hiriya sipî rîh û simbêlê xwe çêdike, kum û kolos an cemedanekî li dora serê xwe digerîne, gopalekî dike destê xwe. Ew tenê ne sala derbasbûyî, tevaya dîroka civakê temsîl dike. Wî roj û demsalên baş û xerab buhartiye. Wî azadî û dilîtî, şer û aşitî, xela û dewlemendî, xweşî û nexweşî, başî û xerabîya dinyayê dîtiye. Ew xwediyê zanîna kevneşopî bawerî û çanda civakê ye. Zana, pîspor, aqilmedn û jîrikê gel e. Aştîxwaz, dilnerm û şîretkarê gel e. Li hember xwînmij û zordestan, zalim û neyarên êrîşkar jî, parêzgerekî bi hêrs û biryar e. Perwerdekarê zaro û neviya, piştgirê jin û qelsa ne. Rola wî ya di şanoyê de, bi vê giranî û berpirsiyariyê ye.
            Kose, li hinek deran jî jê re Qirdik tê gotin: lê di têrimîlojiya civaka Kurd de; ev du kesayetiyên ji hev cuda û dijê hev in. Kose, mizawirî, konetî fenekî û zexeliyê û kenokiyê temsîl dike. Di birçîbûn û xizaniyê, di şer û tevkûjiyan, di hemû qeda û belan û karesatên xweza û civakê de rola wî heye. Rolê qeşmerî, hoqebazî, texlît û pêkenînan jî dide ser xwe.
            Xortek bi cilê bûkaniyê xwe diixemilîne û xêliyekê davê ser serê xwe. Xortek jî cilên zavetiyê li xwe dike. Bûk û Zave jî, sala nû, biharê, bereket û adanî, kêf û şahî, dewlemendî, aşitî û tenduristî, bedewî û delaliyê, dar û beran, roj, heyv û stêran, hêvî, tekoşîn û serkeftîn, tovê jiyana civakê, azadî û serxebûna gel, Kurd û Kurdistanê temsîl dikin.
            Komika hunermendan ku xwe amade dikin, êvara sersalê dest gera malan dikin. Pêşî Pîrê Salê li derî dixe û bi keremkirina xwediyê malê re derbasî hundir dibin. Piştî silav û êvarbaşiyê, Pîrê Salê, niyaza xwe û hevalên xwe pêşkêşî xwediyê malê dike:
            - Serê salê, binê salê, Xwedê zarokê bide vê malê!
            Piştre tev bi hev re ji ferdên malê re dibên:
            - Êvara we xweş, sersala we pîroz be!
            Malxwê û kevaniya malê jî, bi dilgermî û dilgeşî li wan vedigerîne:
            - Gelek berxwedar bin; hûn di ser ser û çavan re, bi xêr û xweşî hatin; sersala we jî pîroz be û hûn gelek sersalan bibînin!
            Wê gavê ferdên malê bi rûkenî û dilpakî li wan temaşe dike. Pîrê Salê dertê pêş, bi herdu destan bi ser gopalê xwe ve xûz dibe û xwe dide nasîn:
            - Ez dîrok im, serkan im: bapîr im. Min buhart gelek dem û dewran, sal û demsal. Min dîtin buharên rengîn, zivistanên reş û tarî! Bi şîrqînên brûskan, bi gurmînên ewran re li min da ba û bahoz, berf û baran! Min xweşî dît û nexweşiyên giran! Geh bûm seyidvan, geh coryar û şivan, geh ez bûm cengawer û şervan! Şa bûm ez, bi xêr û bêr, gul û giha, bi zaro û neviya! Carcaran xemgîn bûm, bi hatina karesat û bela, xela û xizaniya dinyayê! Ya dijwar jî, min dîtin gelek talan û êrîş, êrîşên teyr û teba, keftar û guran, gurên hov, gurên devbixwîn; êrîşên artêşan, êrîşên barbaran: Talan kirin, şewitandin, hilweşandin gund û bajar; qir kirin jin û mêr, nefî kirin êlû eyal, seranser wêran kirin Kurdistan!
            Pirê Salê bi xembarî serê xwe ditewîne û dihejîne. Kose dertê pêş xwe dide nasîn:
            - Ez kose me, rûreş û diltarî me. Em melkemotê mirinê, qeda û bela, xem û nexweşşiyê dibarînim; ez zivistanim, ba û bahozan radikim, ewrên reşûtarî dadixim, brûskan dişîrqînim! Xizanî û xela me, birçîbûn û bela me! Ez neyarim; heval neyarim; xweperest û dilhişk, famkor û fetbaz im; bêbîr û bal, fesad û bekoewan im!
            Piştî ku zave axaftina xwe diqedîne, Bûk dertê pêş û dipeyive:
            - Ez bihar im; gul û gulistan, tov û jiyan im. Niştîman im, mêrg û kanî, deşt û zozan im. Çand û huner im ez, ziman û stran, deng û awaz im; bilûr, govend û dîlan im. Evîndar û dîldar im; herdem xêr û bêr, aşitî û azadî dixwaz im; bûka salê dayika we Kurdistan im.

            Piştî ku qahremanên me xwe didin nasîn, dest bi şanoya xwe dikin. Mijarên şanoyê bi piranî li ser bûyerên balkêş ku di nav civakê de diqewimin. Ev bûyerna bi piranî "trajî-komîk" in: Hinek li ser zilm û zordariya polîs û leşkerên dewletê ne, hin li ser bûyerên navbêra jin û meran, hin li ser evîndariyê ne. Zalve û texlitê meş û axaftina mirovan, an texlitê dengê teyr û reban dikin. Qerf û henekan dikin; serpêhatiyên balkêş yên bi tomet, ecêp û bi pêkenîn dibên. Bi stran û dîlan, bi qeşmerî û hokebaziyan dawiya pêşandana xwe tînin. Gava ku xatirxwestin û şevbaşiya malê dikin, malxwê û kevanî, li gorî kariniya xwe pere, fêkî, xwarin û vexwarin, zad an şêranî dide wan. Ew jî berê xwe didin malek din.