8 Mayıs 2020 Cuma

Dildar û hunermendekî şanoya kurdî: Ferhad Feqî



Navê Ferhad Feqî û şanoya kurdî her tim li ba hev in. Ew ji salên 1990’î ve di nav tevger û xebatên şanoya kurdî de, nezî 30 salî her wekî roja ewil ku çawa dest bi şanoyê kiriye, bi heman hest û armancê niha jî karên xwe yên hunerî didomîne. Niha li Almanya û bêtir li  Kurdistanê di hewldanên şanoyê de cî digire. Bi hebûn û ezmûngeriya xwe ji bo şanoya kurdî xwedî merîfet e, bi kar û xebatên xwe navekî serkeftî ye ji bo şanoya kurdî. Bi nasnavê Ferhad Feqî di nav şanoya kurdî de heta roja me di dehan şanoyan de wekî derhêner û lîstikvan cî girtî ye. Herî dawî li Şanoya Bajêr a Amedê bi derhêneriya lîstika Sheakspeare “Xewna Şevekê Havînê” (2019) amade kir û hîn jî ev lîstik li ser sehnê ye…

Bi kurtasî em bala xwe bidin jînenîgariya Ferhad Feqî , di sala 1967’an de li Çewligê tê dinê. Piştî xwendina dibistana seretayî, diçe Almanyayê. Li wir perwerdehiya xwe diqedîne, dûre dest bi karmendiyê dike. Pişt re dev ji karmendiyê berdide û dest bi lîstikvaniyê dike.

Di sala 1992’yan de, li bajarê Kolnê, bi hevalên xwe re “Teatra Botan” saz dike.  Şanonameya Eskerê Boyîk a bi navê “Mem û Zîn”ê amade dikin û pişt re jî lîstika Harold Pinter a bi navê “Zimanê Çiyê” derdixin ser sehneyê. Piştî ku koma şanoyê belav dibe Ferhad Feqî li Almanyayê di "Theater an de Ruhr" de wekî lîstikvan dixebite. Ferhad Feqî li welêt û li dervî welêt heta niha di dehan şanoyan de wekî lîstikvan û derhenêr di şanoyan de cî girtiye.

Di nav xebatên wî yên şanoyê de: Li Duhokê lîstika F. Garcia Lorca, bi navê “Şahiya Xwînî”(2006). Li Şanoya Bajêr a Amedê lîstika Azîz Nesîn “Yaşar ne Heye ne Tune ye”(2008), Şanoya Şaredariya Amedê bi navê “Daweta Xwînî” (2012). Li Stenbolê bi TJN’ê re “Qaîde û Îstîsna” (2016)…

Min pirsî Ferhad Feqî bersivand, werin em bala xwe bidin gotinên wî… Ew wiha qala serboriya karên xwe yên şanoyê dike:

Gava min dest bi lîstikvaniyê kir, ji bo şanoya kurdî derketim vê rêyê. Mebesta min ne ew bû ku bibim aktorekî almanyayî. Daxwaza min li ser wê esasî bû ku ez bi zimanê xwe bi rêya şanoyê ve xwe îfade bikim. Li Almanyayê me bi hevalên xwe re “Teatra Botan” sazkir. Em genc bûn, bêtecrube bûn lê tenê eşqek hebû di dilê me de, ew jî eşqa ziman û welat bû. Di tûrikê me de gelek tişt tunebûn. Tişte ku hêz dida me ev eşqa baweriyê bû. Piştî du sê salan, koma me belav bû û ez jî tevlî koma almaniyan (Theater an de Ruhr) bûm. Panzdeh sal zêdetir min li wir xebitîm. Di wan salan de têkiliyên min bi şanoya kurdî re sist bibûn lê me dîsa tiştin çêdikir. Piştî panzdeh salan min dev ji şanoya almaniyan berda û min berê xwe zîvirand welêt. Ez çûm Duhokê, lîstika F. Garcia Lorcayê bi navê "Şahiya Xwînî" me çêkir. Lê çavê min li Amedê bû ku ez bêm li wê derê jî tiştekî çêkim. Xwestekek wiha di dilê min de herdem hebû. Ji xwe berê Duhokê carê çûbûm Amedê bo têkîliyan, lê tiştek jê derneket. Paşê DBŞT (Şanoya Bajarê Mezin a Amedê) carê hatibû tûrneya Almanyayê. Min li wir Mehmet Emin Yalçinkaya naskir. Endamê komê bû. Bi saya wî min karî têkîliyek xurt bi vê saziyê çêbikim. Lîstika ewilîn ya ku min li wir amede kir lîstika Azîz Nesin a bi navê “Yaşar ne Heye ne Tune ye”bû. Lê heta wê çaxê jî derhênerek ji derva nehatibû DBŞT’ê. Ev lîstik di sala 2008’an de li Amedê bi du zimanan derket. Şert û mercên şanoya wê demê cuda bû. Cara ewil bû ku min li Amedê lîstikek çêdikir û helbet pirsgirêkên din jî hebûn wekî ku me hev nas nedikir, me ji hev fahm nedikir. Demeke çetîn û zehmet bû, hem ji bo min hem jî ji bo lîstikvanan. Piştî vê lîstikê têkiliyên min bi şanoya şaredariyê re berdewam kir û du sê salan şûn ve ez dîsa hatim Amedê. Vêca me dest bi lîstika Lorca kir. Min ev lîstik li Duhokê bi navê "Şahiya Xwinî" çêkiribû li Amedê jî bi navê "Daweta Xwinê" me çêkir. Tenê bi kurdî bû ji xwe şanoya şaredariyê jî biryarek wiha stendibû ku tenê lîstikên bi kurdî bilîstina. 

Piştî wê lîstika Lorca, me lîstikek nû amade kiribû lê mixabin ew lîstik derneket ser sehnê ji ber ku şer derketibû. Xwezî tenê şanoya me bibûya qûrbana vî şerî lê mixabin… Lîstik ji aliyê Zana Mazdak ve hatibû nivîsandin. Navê lîstîkê “Don Kîşot” bû. Karekî pir balkeş bû lê çênebû. Ji Swîsrê lîstikvanek hatibû û Don Kîşotî dilîst. Ew lîstikvanê ku ji Swîsreyê hatibû li naveroka lîstikê jî dihat. Ji ber ku ew di lîstikê de jî Don Kîşot tev xulamê xwe Sanco Pancho yê ji Spanyayê derdikeve û tê li Kurdistanê û dixwaze tevlî têkoşîna kurdan bibe. Mijarekî wisa bû. Mixabin çênebû.

Pêvajoya “Xewna Şeveke Havînê”

Piştî wê ez hatim 7’emîn Festîvala Şanoyê ya Amedê û bi hevalên şanoger re me dîsa hev dît û me biryara lîstika Sheakspeare ku bi navê "Xewna Şevekê Havînê" da. Ji ber ku ew projê ji berê de, di mejiyê me de hebû. Ev proje di salê 2014’an de hazir bibû lê wê çaxê derfet çênebû û wiha mabû. Pêşî daxwaza me ew bû ku lîstikvan, ji her çar perçeyên Kurdîstanê bên û tê da cî bigrin. Me dixwest ku bi du sê zaraveyên kurdî ve, ev lîstik binîn ser sehnê lê me lê nêrî ku em nikarin ji bin vî karî rabin. Ji ber vê jî, me dev ji wê biryara xwe berda. Axir me dev jê berda yan na, me yê du sê caran bilîsta û wê lîstikvan belav bibûna. Bi awayekî lîstik jî betal bibûya. Piştî festivalê me dest bi haziriya lîstikê kir. Şaredariya Amedê piştî hilbijartinê dest guhertibû. Me di salona mezin de provayên xwe distend, derfetên me jî rastî gelek bûn; ji aliyê teknîkê de, ji aliyê aborî de her tişt bi rêya xwe de diçû. Rojekî li otelê me, taştê dixwim… Min lênêrî ku di televîzyonê de jêrnivîsek derbas dibe lê bala min nekişand ji xwe deng jî tunebû û hê jî ne li ser hişê xwe bûm. Ya rast min jî bala xwe baş nedayê, ji ber ku em dizanin her roj tiştek diqewime lê min lênêrî ku kesên taştê dikin bi baldarî li televîzyonê temaşe dikin. Ji nişke ve min bala xwe da televîzyonê û min dît ku kayûmkirina duyemîn hatîye. Me bi vir de, wê de telefonê hev kir û em çi bikin çi bikin… Me lê nêrî ku em li derve ne. Axir wê demê “jêrzemîn”(Sehneya Galeria) hê jî di destê Şanoya Bajêr a Amedê de bû. Gava kayûmê yekemîn hatibû hevalên şanoger giş ji kar derxistibûn û hevalan jî ji xwe re sehneyekî piçûk amade kiribûn. Heman tişt bi kayûmê duyemîn re jî berdewam bû lê vê carê haziriya hevalan ji berê ve hebû. Şikir ku ew salon hê jî di destê hevalan de bû.

Ji bê derfetî sazkirina sehneyê

Şano, lîstikeke mezin bû, çardeh lîstikvanên me hebûn. Sahneyên lîstikê tu lê dinêrî car caran heft heşt kes li ser sehnê bi cî dibûn. Haziriya me hemû ji bo sahneyekî mezin bû. Vêca me ji nû ve dest bi kar kir. Cîhê me pir teng bû, sehneyekî pir biçûk bû lê me dev ji xeyala xwe bernada û me gelek tişt ji bo vê sehneyê biçûk afirand. Ji xwe karê hunermendan jî ez dibêm, afirandin e. Me bi bawerî karê xwe berdewam kir. Ro bi ro me çarekî dît û di dawiya dawî de me hêza xwe negirt û me xwe di hundirê înşaatê de dît. Di dawiya sehneyê de dîwarêkî ji camekanê hebû me ew dîwar rakir û piçekî din jî kurahiya salonê firehtir bû. Bi çareyên wisa me karê xwe berdewam kir. Bûyeran em qehirandibûn, hêrs kiribû hundirê me, wê hêrsê jî hêz da me, hêza me xurt kir, baweriya me bilind kir. Me kêf jî jê hildigirt. Kêfa ku di vê tengasiyê de me stend, kêfekî taybet  bû. Kenê ku ji jar û ji êşê derdiket, kenekî xweşiktir bû.

Di vî karî de tiştê herî muhim ziman bû ji bo min. Lîstik werger bû lê xwesteka me ew bû ku em wê tekstê bikin a xwe. Heke eleqeya vê lîstikê, naveroka wê û gotinên wê bi me tunebe me yê çima bilîsta? Me dixwest ku temaşevan jî xwe di wê sahne de bibîne. Bi gotinê, bi naverok û bi tevgerê. 

Em di şanogerî ya kurdî de serê xwe pir zêde bi gotinên tekstê ve û bi zimanê tekstê re naeşînîn. Em giraniya xwe bêtir didin aksiyonan, bêtîr didin kostuman, bêtir didin dekoran... Helbet ev pirsgirek ji berê de heye. Di warê ziman de, em gelek caran ji xebatê direvin. Lê di vê lîstikê de ne wiha bû. Ez spasiyek taybet dişînim ji Kawa Nemir re ku ew tekst ew qasî xweşik bi kurdî xemilandibû. Wergera wî destê me sivik kiribû û bi xêra wî, me lîstik anî ser xwestekên xwe. Piştî lîstikê me dît ku temaşevan ji me re dibêje, “zimanê lîstikê xweş bû”, ev kêfxweşiyek pir mezin e ji bo min.

Felsefeya Peter Brook

Derfetên me pir zêde tunebûn, mînak me kostum xwe bi xwe çêkir. Şanogeran ji mala xwe anî yan jî cil û bergên xwe dan hevalên xwe. Hinek kostum me da dirûtandin, bi vî awayî me pirsgirêka kostuman çareser kir. Di ware dekoran de, ji felsefeya Peter Brookî pir hez dikim. Bi salan bû li Ewropayê lîstikvan di bin dekorên mezin de difetisiyan. Hin kesên wekî Peter Brook, xwestin hem lîstikvan, hem jî şanoyê ji vî barî xilas bikin. Peter Brook di felsefeya xwe de wiha dibêje: Tiştê ku li ser sehnê alikariya lîstikvan nake, ew tişt ne hewce ye. Ez jî tevlî vê yekê dibim. Di navenda şanoyê de lîstikvan û lîstik esas e. Tiştên din divê alikariya lîstikvanan bike û wan nefetisîne.  Lîstik û lîstikvan bi xwe ne. Di lîstika Aziz Nesîn de jî, di lîstika F.Garcia Lorcayê de jî tunebû û lîstika W. Sheakspearê de jî tiştekî wiha tunebû. Herçî, di alîkî de jî bêderfetîya me, ji xwe li estetîka me dihat.  

Gava me lîstika Aziz Nesîn çêkir temaşevan jê hez kiribû û tahmek jê stendibû lê lîstika Lorca ne gihaşt temaşevanê xwe. Nizanim bo çi, lê ditina min ev e. Mebesta min tu carî wiha nebûye, tiştê ku ez dikim bila huner a giran be, bilind be. Ez vî karî ji bo bîneran ji bo temaşevanan çêdikim, ne tenê ji bo kêfa xwe ya şexsî. Di “Xewna Şevekê Havînê” de min her tişt dabû aliyekî, tenê ev tişt hebû: Divê ku ew lîstik xwe bigihîne temaşevanên xwe.

‘Ji bo min şano tiştekî kollektîf e’

Ev tenê ne keda min bû. Di xebatên berê de, me hev baş fahm nedikir, lê vê carê ne wiha bû. Belê, wekî navê derhenêr navê min derbas dibe lê her tişt bi awayekî hevpar hat çêkirin. Ji bo min şano, di dawiya dawî de tiştekî kollektîf e. Ez wiha jê kêfê distînim. Di şanoyê de ez ji peyva derhênerî hez nakim, karên kollektîf bêtir bala min dikişînin û bêtir hêz dide min, lê di lîstika Azîz Nesîn û F.Garcia Lorcayê de vê prensîbê pir cîhe xwe nedigirt. Wê demê di nav komê de serdestiya derhêneriyê zêde hebû. Ew şanoya ku derhênar wekî xwestina xwe şiklê dide her livîn û kirina lîstikvan, şanoya derhêneriyê ye. Lê dema diktatoriya derhênan çû. Niha her kes devê tûrikê xwe ve dike, tiştên anîne, datîne ser masê, derhênar, rejîsor jî hewcetî bi çi hebe hildibijêre û bi wan xwarin tê çêkirin. Lê aşpêj dîsan lîstikvan bi xwe ne. Her yek ji wan xwarina xwe dipêje, rejîsor rêberiyê dike ji wan re. 

Niha şanoya kurdî zêdetir li ser estetîkê disekine


Şanogeriya kurdî ji siyaseta kurdî derketiye. Berhemeke siyaseta kurdî bû û bi salan wiha meşiya. Li ser esasên Ajit-Propê disekinî. Di civata kurdî de şano beşekî ajitasyonê û propagandayê bû. Di şanoya Ajit-Propê de, tiştê  herî muhîm peyam û slogan in. Estetîk ew qasî ne muhîm e.. Di cihanê de lîstikên Ajit-Prop ji tunebûna hacetên propaganda û ajîtasyonê derketin. Televîzyon tunebû, rojname kêm bû, medyaya civakî tunebû… Ji ber vê yekê jî, lîstikên Ajit-Prop cihê wan tiştan digirt û partiyên siyasî bi komên şanoyê re, xwe digîhand xelkê; lê niha ne wiha ye. Ji bo propaganyê, îmkanên hereketên siyasî, bi têra xwe hene. Televîzyon hene, rojname hene, medyaya civakî heye... Di serî de, şanoya kurdî zêdetir şanoya ajitasyon û propagandayê bû. Ev tişt hebû lê niha xelas bû. Zêdetir li ser estetikê disekine. Ji bo şanoya kurdî pevajoyekî baş e. Huner ne tenê tiştê ku em dibêjin e. Du pirsên me hene di şanoyê de: Tu çi dibejî? Tu çawa dibêjî? Carina "çawa dibejî" ji "çi dibêjî" muhimtir e.  Bi salan ji bo me, em "çi dibêjin" muhîm bû. Ew pêvajo guherî û niha em behsa "çawa bibêjin"ê dikin. 

‘Ez hez dikim pirsan bikim serê bîneran’

Bi ya min çêkirina komediyê, bi tena serê xwe aksiyoneke polîtik û siyasî ye. Di vê atmosferê de, di vê deprosyênê de heke tu kêfa temaşevanê xwe bînî, ew jî bi ya min tevgereke polîtîk e. Ez bi vî çavî lê dinêrim. Lê di xebeta lîstika me de “çi dibêjî” ĵî muhîm bû. Bes em gotinên xwe wekî slogan nabêjin, tilîya xwe wekî mamosteyekî hilnadin û peyaman nadin bîneran. Di gotinên me de, di estetîka me de gotinên “veşartî” hene, û kî bixwaze dikare wana gor xwe bibihîse, bibîne. Yanê çawa di xwendinê de “bintekst xwendin” heye, lîstika me jî bintekstekî xwe heye. Ez naxwazim temaşevanan hutî, fêrî rastiyekî bikim. Rastiya her kesî bi xwe heye, ji xwe. Ez hez dikim pirsan bikim serê bîner û ew bixwe bigihîşe rastîyekî din. Mîsal, hetan niha bi vî çavî mêze vî tiştî dike... ez hez dikim, pencerekî jêre vekim, da ku bikare bi çavekî din li wî tiştî binêre.

31 Ağustos 2019 Cumartesi

Hafizeya Şanoya Bakur: Kemal Ulusoy



            Mamoste Kemal Ulusoy nezî sî salan e şahidê şanoya kurdî ya bakur e. Xebatên wî li Kayy-dera Stenbolê dest pê dikin, pişt re tevlî şanogerên li jêrzemîna NÇM’ê (Navenda Çanda Mezopotamya) a Tarlabaşiya Stenbolê dibe. Di destpêka salên 2000’î de tê Amedê bi cî dibe û tevlî nav Şanoya Bajêr dibe... Wekî piranî şanogerên Şanoya Bajêr bi hatina qeyûm re (1)  li jêrzêmina Şanoya Bajêr ya Amedê ve berdewam dike.

            Sohbeta me hefteyek berê çêbû û nêzî çar saetan berdewam kir ku hê qeyûm (2) nehatibû... Min xwest ku di vê sohbeta me de dîroka şanoya kurdî ya Bakur ji çavderiya wî be ku ew şahidekî resen e, min pirsî wî vegot, mala wî ava... Dizanim gelek tişt nîvco man, an dem têra me nekir, an dor nehat ser hin pirsan, lê ez bi xwe ji cenabê wî gelek tişt hîn bûm. Ez di wê baweriyê de me ku şanoger û şanohezên kurdî jî, wê jê sûd werbigirin. Mamoste Kemal Ulusoy, ji destpêka şanoya bi kurdî ya li Bakur û li Tirkiyê heta roja me, bênavber di nav xebat û hewldanên şanoya kurdî de ye, helbet gelek pirs mane ku di siberojê de em ê dîsa jê bixwazin, lê niha ez ê ji navberê derkevim û we bi cenabê wî re bi tenê bihêlim... Werin em bi çavdêriya Kemal Ulusoy li dîroka nêz a şanoya kurdî binêrin. Fermo mamoste êdî dora te ye...
            Ez di sala 1968’an li navçeya Çewligê gundê  Hergepê hatimê dinê. Heta bîst saliya xwe li gund mam, helbet hatin û çûyîna min a bajêr û Stenbolê çêdibû lê piştî bîst saliya xwe, em bi malbatî çûn Stenbolê.

            Di sala 1990’î de li Stenbolê komeleyek vebû. Komeleyeke heremî bû, ji çend navçeyên Çewligê (Kayy-Der/Kixî-Karakoçan-Adaklı-Yayladere-Yedisu Sosyal Yardimlaşma Kalkındirma ve Kultur Dernegi) pêk dihat. Li wê derê çend qursên hunerî dest pê kirin. Ez jî ji bo şanoyê tevlê bûm. Diyar e di zarokatiyê de tiştek di dilê min de maye. Şano beşek ji hunerê ye tu li peşberî gel dibî, cesaretek û disîplînekê dixwaze. Tiştê ku min bir wê derê, daxwazeke kurdî û daxwazeke çandî bû. Eleqeya min, wekî hobî dest pê kir. Mamosteyê me Ahmet Varol bû, wî jî li Zanîngeha Yildiz Teknikê dixwend.

            Lîstika me ya yekemîn ji “jixweberiyê” derket. Daxwaza me li ser zimên û çandê pêk dihat. Di wan deman de ji bo mijara lîstikê, lêgerîneke me ya siyasî tune bû. Mijara lîstikê li ser revandina keçikekê bû û navê lîstikê jî “Xwezgînî” bû. Cara yekem bû ku ez derketibûm ser sehnê. Cihê xebatên me li jêrzemînê bû. Herî zêde cihê 30-40 kesî digirt. Ew lîstik cesaretek û hêviyek dabû min.

            Em heşt xwişk û bira ne. Yê ku li cem malbatê mabû, ez bûm. Şensê min ê herî mezin ew bû ku, diya min tu carî ez aciz nekirim her tim piştgiriya min dikir. Bavê min jî mirovekî pir mutewazî bû, tasarrûfa wî li ser min gelekî zêde bû. Ew jî ji derdorê aciz dibû lê tu carî li hemberî min nesekinî. Mixabin ku şano wekî kar nedihat dîtin.



Li NÇM’ê lîstika yekemîn

            Di sala 1992’yan de tevlî koma NÇM’ê bûm. Hêdî hêdî ber bi profesyonelî ve diçûm. Ji alîyê aborî ve belkî em ne profesyonel bûn, lê kar û barê me bi disîplîn û bi profesyonelî derbas dibûn. Di wan salan de ne bingeha min ê şanoyê hebû ne jî tecrubeya min. Helbet yê ku rê nîşanî me didan hebûn lê zêdetir danûstendina me bi hev re bû, em ji hev hînî tiştan dibûn.

            Xebatên NÇM’eya Stenbolê di sala 1991'ê de, dest pê kiribû. Lîstika wan a yekemîn “Mîşko” bû. Wê demê cîhê NÇM’ê jî li Stenbolê li Tarlabaşiya Beyogluyê bû û şano jî li jêrzemîna wê derê xebat dikir. Ew lîstik di wê jerzemînê de nehat lîstin, li Ortakoya Stenbolê hat lîstin. Jê re digotin OKM (Ortakoy Kultur Merkezi). Lîstik bi rêveberiya Mamoste Cemîl derketibû. Ji fablekê lîstikek hatibû amade kirin. Çend salan şûn ve dîsa bi dêrheneriya wî lîstika "Rojbaş" hat amade kirin. Em komek bûn lê lazim bû ku kesek derhêneriya me bikira, lazim bû ku yekî rê nîşanî me bida. 


Lîstikên salên 90’î

            Pişt re Huseyîn Kaytan tevlî komê bû. Wî sê-çar ziman zanibû, her wiha helbestvan û nivîskar bû. Ew jî avantajek pir mezin bû ji bo me. Ji bo me kurtelîstik û tekstên perdeyî dinivîsand û helbet kom jî li ser sehnê, pişt sehnê tiştan lê zêde dikir. Tekstên ku wî nivîsandibû û tên bîra min ev bûn: "Jinên Bindest" an jî "Mizgîn", "Mirin û Jiyan", "Dawayê Generalê Teneke". Di lîstika wî ya bi navê “Dawayê Generalê Teneke” de Muhlîs Asan wekî derhêner alikariya me kir. Ew kes jî xebatkarê sînemayê bû û hin xebat jî bi me re kir.

Tiştê ku herî zêde hêza me xurt dikir berî her tiştî sekna sazîyê bû. Di saziyê de daxwaza esasî ev bû; wê sazî bi xebatên çand û hunerê ve bimeşe û li ser piya bisekine. Di nav me de kesekî pir popular tune bû, xebatên me bi awayekî kollektîf berdewam dikirin. Her tiştê me bi hev re dihat çêkirin, di jiyana rasteqîn de jî wiha bû. Ew xwedîderketina me ya hev karên me jî siviktir dikir. Ji xwe hêza herî mezin jî ew bû.
Gava ez tevlî koma NÇM’ê bûm belkî şeş mehan zêdetir min xeber neda. Travmayek pir mezin bû ji bo min. Ew atmosfera NÇM’ê ne wekî komeleya me ya heremî (Kayy-Der) bû. Ez ne rehet bûm. Di komeleyê de xebatên me yên şanoyê zêdetir bi zimanê heremî bû, lê gava ez hatim NÇM’ê, ji aliyê ziman ve pirsgirêkên min jî dest pê kirin. Mixabin travmaya din jî ew bû ku, civînên me bi tirkî çêdibûn. Gava çavê min li tîpên kurdî diket, germahiyek di dilê min de çêdibû. Di wan deman de Zana Farqinî dest bi tomarkirina peyvan kiribû. Zana Farqinî endamê Koma Çiya bû, ew kom jî di hundirê NÇM’ê de bû û karê muzîkê dikir. Ew dihat ji me peyv dipirsîn, di herema we de ev peyv çawa tê gotin? Hûn jê rê dibêjin çi? û hwd.  Min lênerî ku, rûmetê dide zimanê heremê jî, ew tişt kêfa min anî bû. Xwedê kir ku, kesên wekî wî derdiket û hinekî cesaret da me. Êdî Gulê (3) jî ji zimanê xwe fedî nedikir.

Di wan salan de "Rewşen" û "Welat" jî derketibûn, êdî peyva standardîzekirinê dihat qal kirin. Helbet avantaja wê jî hebû lê dezavantaja wê jî hebû. Ez nikarim bibejîm vêya şaş bû an rast bû, lê ji bo civatê zehmet bû. Ew tişt ji bo şanoyê jî xwedî pirsgirêk bû, lê me du tişt dabû ber xwe: Em ê ziman xera nekin û hewce ye ku gel jî fahm bike. Heke gel tiştekî ji te fahm neke, wateya karê te namîne. Di wan salan de bi rastî jî xebatên rêziman piçekî zehmet bû, lê em minettarê ew kesên ku li ser ziman xebîtîne.  



Lîstikên dîrokî

Piştî saziya me şaxên NÇM’ê li Edene, Amed, Îzmîr, Mêrsîn û li Rihayê jî vebûn. Pêşî navê saziya me “Yukari Mezopotamya Kultur Merkezî” bû dûra bû Navenda Çanda Mezopotamya.

Hêdî hêdî karên me yên hunerî berbiçav dibûn. Me nedizanîbû li ku derê çi heye, çi kirine, çawa çêkirine... Tiştên hebûn jî ne berbiçav bûn. Ji bo ku em xwe bigihînîn wan xebatan, ne îmkanê me hebû ne jî me rê û rêbaz dizanîbû. Tiştê ku me dizanibû, "Dayika Niştiman" (4) bû û her wiha "Memê Alan" a Evdirehîm Rehmî Hekarî (Zapsu) bû, "Birîna Reş" a Apê Mûsa bû. Lê ez dibêm, me hewce jî nedidît ku em lêbigerin û xebateke bi vî rengî jî çêbikin. Ew navê “yekembûyînê” têra me dikir.

Di xebatên me de bingehên me yên herî xurt, serpêhatiyên me yên hatine neqilkirin bûn, ji dengbêjiyan bû, ji lîstikên gelerî bûn. Xebat çi bûya ger mijarên folklorîk, ger mijarên siyasî, ger yê din; me bersiva xwe bi hunerê dida.  Tiştên ajit-prop, tiştên sloganîk bêtir hêz dida me û hêz dida gel, tiştên rojane bûn û di wê demê de man û bersiva wê rojê dida, lê lîstikên me yên klasîk hîn jî têne qal kirin, ez dibêm hê jî wê bê qalkirin.



Rêveberên nû derdikevin pêş

Em di karê xwe de serwext bûn, û her wiha êdî xwedî tecrube jî bûn. Pişt re Erdal Cevîz bûbû rêveberê komê. Wî. di rê û rebazan de xwe pir pêş ve xistibû, haya wî ji şanoyên cîhanê, teoriyên şanoyê hebû. Bi derhêneriya wî re “Ta/Sê Ewrên Dûr” ji nû ve hat şîrovekirin. Bi şêwazeke nû, bi ceribandinekê derket hemberî temaşevanan. Di karê derhêneriyê de dem diçû, xwe pêş ve dibir. Her wiha, "Ta", “Komara Dînan”, “Gurzek ne Lêdan” jî bi derhênerîya wî re derket û gelek lîstikên din...  Di karên nivîskî û wêjeyî de vêca Murat Batgî derketibû pêş. Murat demekê di Rewşenê de jî hin xebat kirin. Hin tekst jî her çiqas wekî navê komê hatibin nivîsandin jî, zêdetir nivîsên wî bûn, wekî teksta “Mehîr”, “Zarokên Apê Mûsa” ên ku tên bîra min û ji xeynî wan hin sererastikirina tekstan jî wî dikir.

Çawa xwedîderketineke me, li ser saziyê hebû, temaşevanên me jî li ser xwedîderketinê dihatin. Nedigot ku, “Naveroka lîstika we çi ye?”, "Hûn ê îro çi bilîzin?". Niha profîla temaşevanan guheriye lê wê demê ne wiha bû. Di wan salan de gelek tişt ji mecbûriyetê pêk dihat. Nivîskarê me tune bû, camêr ji mecbûrî dibû nivîskar, derhêner tunebû dibû derhêner, lîstikvanên me tunebû,  ketibû nava me bûbû lîstikvan, xwezî di wan rojan de yekî jî bi mecbûriyêtî biba rexnegir. Me di nav xwe de digot, ji bo Xwedê bila yek ji me rexne bike. Her kes pir hesas bû, ev hesas bûn jî bi xwedîderketinê re girêdayî bû. Tiştê herî xweş ev bû ku, israra me, pêkanîna şanoya me, bi xwe re temaşevan jî pêk anî. 



Tûrneya Ewropayê

Di 1998’an de em derketin turneya Ewropayê. Heta mehekî jî em li wir man. Nêzikatiya Bakur ji Ewropayê çêtir bû. Ji bo me dîrok dîsa xwe dubare dikir, pirsgirêkên me yên di salên 90’î de çê bûbûn li Ewropayê jî heman tişt li benda me bû. Di wan deman de kurdên me yên li Ewropayê ji temaşekirina şanoyê pir dûr mabûn. Li Ewropa tiştekî wiha hebû; bername wekî çalakî dihat binavkirin, çalakî jî wekî muzîk dihat famkirin. Temaşevanên me mîna ku bên konserê haziriya xwe dikirin, piştî lîstikê jî ji me stranan dixwestin. 

Di wê komê de gelek hunermend ji nav me derketin: Yildiz Gultekin (Kewê), Kemal Orgun, Feyyaz Duman, Metîn Mîrza, Kazim Oz, Nazmî Kirik û bi dehan kesên din. Hin kes belav bûn, hin kesan dev jê berda, hin çûn sînemayê lê wiha dixuye ku di wê demê de tiştên ku me li wê girê dida, rihê kurdî û kurdayetiyê bû.



Vegera ser axa xwe

Berê min timî tim li welêt bû. Xewn û xeyala min her tim ev bû ku; li ser axa xwe û bi zimanê xwe xebatên xwe yî şanoyê berdewam bikim. Heta 2008’an her tim di dilê min de veger hebû. Piştî ku Şaredariya Amedê kete destê siyaseta kurd, diyar bû ku, wê vê derê jî xebatên bi kurdî pêk bihata. Êdî ez ne tenê jî bûm, wekî malbat (Hevsera min Gulê jî şanoger bû) me biryara xwe da û me berê xwe da Amedê. Di wan deman de di repertûara Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin de lîstikeke tirkî hebû bi navê “Dullar” min jî tê de cih girt. Lîstika Ariel Dorfman bû. Yekem car bû ku min di lîstikekî tirkî de cîh digirt. Li stenbolê me di hundirê xwe de meseleya kurdî û tirkî qedandibû lê li Amedê dîsa ev mesele vebûbû û axir zêde ne domand.



Li Amedê xebatên şanoyê

Li Amedê lêgerinek hebû. Lîstikên klasîk be jî, tragedya jî be dihat şîrovekirin. Em dîsa jî, ji rastîya xwe dûrnediketin, li ser bingeha rastîya xwe tevdigeriyan. Minak, di lîstika “Zimanê Çiyê” de bi derhêner Luciano Iogna me şêwaya şanoya forum ceriband. Di “Xulamê Du Xwedî” de Levent Suner ji Enqereyê tevlî me bû û atolyeya “Commedia Del Arte”yê çêkir, derhêneriya wê lîstikê ji aliyê Ruknettin Gun bû. Bi derhêneriya Celal Mordenîz ve  “Antigone” bi cil û bergên rojane ve derket. Bi derhêneriya Celîl Toksoz ve “Hamlet” wekî muzîkal derket. Di lîstika “Çîrokek Zivistanê de” bi derhêneriya Haldun Dormen ve muzikalek çêbû. Bi derhêneriya Ruknettin Gun, lîstika “Mem û Zîn”ê li Qesra Cemîl Paşa hat pêşkeşkirin. Her lîstik bi derhêneriyê û şêwazên cuda ve hat amade kirin.

Çend sal berê ji bo festîvalê em çûbûn Rojhilat, bajarê Seqizê, festîvala 13’emîn bû, ji dehan zêdetir kom tevlî wê festîvalê bûbûn. Kesên ku temenê wan 60-70 jî hebûn. Pir li ber xwe ketim heta niha çawa haya me ji şanoyê Rojhilat û wê festîvalê çênebûbû… Ji bo min suprîzek xweş û pir mezin bû.

Hin lîstikên têde lîstiye

Wekî lîstikvan min di van lîstkidan de cîh girt: “Xwezginî”(Kay-der), “Mirin û Jiyan”, “Dawayê Generalekî Teneke”, “Ta Sê Ewrên Dûr”, “Roj Baş”, “Komara Dînan”, “Prometheûsê Zincirkirî”, “Sê sêv bi Nanek”, “Gurzek Nelêdan”, “Mizgîn”, “Jinên Bindest”, “Dergûşa Cihanê”, “Dullar”,  “Xulamê Du Xwedî”, “Zimanê Çiya”, “Antigone”, “Hamlet”, “Bûn an jî Nebûn”, “Tu kî ye”, “Xwezginî”(Şaliko Bêkes) û “Mem û Zîn”

Xebata min a şanoyê li Jêrzemina Kayy-Derê destpêkir û piştî kayûmê dîsa li Jêrzemîna Şanoya Bajêr ya Amedê berdewam dike.  Li Amedê hişê me li ser lêgerînên estetîk, lêgerînên şêwazan, lêgerînên lîstikvanî û sererastkirina ziman bû. Lê gava ku her tişt serobino bû wê rewşê dest pê kir, hebûn û mayîna me ji bo wan problem bû. Ez naxwazim ajîte bikim, lê gelek tiştên nexweş qewimîn.

Li ser milê me  berpirsiyarek ew qasî mezin hebû ku, tu luksa me tune bû ku me bigota em nikarin bikin. Me li wê jêrzemînê bi derfetên kêm, bi qadroyên kêm xebatên xwe domandin. Heta ez karim vê bi dilrehetî bibêjim ku, xebatên me yên hunerî zêdetir pêş ve çûn, zêdetir bilind bûn. Ew jî qonaxek bû. Em ji qonaxan derbas bûn hatin astekê, pişt re tu lê dinêrî ku ji salên 90’î xirabtir rewşekî li ber te heye. Hebûna wê jêrzemîna Şanoya Bajêr ya Amedê bêtir hêvî da gel.



Şeş mehên li Ewropayê

Bifikirin ku em di çi rewşê de ne ku em hêvî didin gel. Hêz ji me re jî lazim bû, motîvasyon ji me re jî lazim bû. Her ku diçû dêrûniya me jî xêra dibû. Pişt re me bi malbatî biryara derketina derveyî welat da. Ji bo min ew çûyîn êşekî pir mezin bû, pir giran bû. Çawa li Stenbolê berê min li Amedê bû. Wan şeş mehan ku li derveyê welat bûm, berê min her tim li Amedê bû, rihê min li Amedê bû. Hem xemginiyek hebû, hem êşek hebû. Ev şeş meh ji bo min wekî şeş sal derbas bûn. Piştî ku me biryara vegerê da, min wekî ku ji nû ve li ser axa xwe şîn bêm hîs kir, wê derê ji koka xwe qetiyabûm û çilmisîbûm. Laşê min li wir bû lê rihê min li vir bû. Bi girî em ji hevalên xwe veqetiyabûn. Mehmet Emin Yalçinkaya wiha digot, "tê vegerî lo, temam, dûdirêj neke"... Pişt re rêhevalê me, Emîn jiyana xwe ji dest da. Bi salan lîstikvanî kir, tekst nivîsandin, derhênerî kir… Li ser navê wî şanogerên kurd ku jiyana xwe ji dest dane û ked dane bi rûmet bibîr tînim. Niha jiyan û şano di nav hev de didome...


1- Di sala 2016’an de di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dewletê bi kayûman dest danî ser nêzî sed şaredariyên kurdan.

2- Roja 19.08.2019’an Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi biryarnameyek Şaredarên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywir girtin, carek din bi kayûman dest danîn ser şaredariyan.

3- Gulê Ulusoy Özalp, şanoger û xanima Kemal Ulusoy e.

4- Lîstika ku di dema Komara Mehabadê de hatiye lîstin


Şanoyek û Serpêhatiyek: Ümit Aktaş


           Şanoger û mamosteyekî... Yê ku gelek ji şanoyê hez dike û xwe wekî “hemalê şanoya kurdî” bi nav dike… Navê wî Umît Aktaş e. Bi lîstika “Şengê û Pengê” re li hemû bajarên Kurdistanê digere. Bi “KHK”yek ji mamostetiya tê dûr xistin lê ew qet dest ji şanoyê ber nade. Fermo portreya Umît Aktaş:
            Navê min Umît Aktaş e. Di sala 1984’an de li Şemrêxa Mêrdînê hatime dinê. Heta ciwaniya xwe li Şemrexê mame û piştî wê ji ber karê bavê min, bi malbatî em ji Şemrêxê çûn Cizîra Botan. Min mekteb li Cizîrê xwend, pişt re jî ji bo zanîngehê çûm Wanê.
            Nasîna min a şanoyê li Cizîrê çêbû. Hîn wekî do tê bîra min, wê demê mamosteyekî me yê lîseyê, bi zorê ji me pere stendibûn û me biribû şanoyek. Heta wê rojê jî haya min ji şanogeriyê an ji şanoyê tune bû. Gava min lîstik temaşe dikir, bi kelecanî giriyam, tu dibê qey li ser sehneyê ez hebûm. Min wê demê biryara xwe dabû, ez ê bibûma lîstikvan...
            Piştî lîseyê ez çûm Amedê, bi dilrehetî bêjim ku ji bo şanoyê ez li wir bûm. Her tim bala min li ser Şanoya Dewletê bû, ji bo min lîstik ferq nedikir, tenê hebûna şanoyê têra min dikir. Di wan deman de min haziriya zanîngehê jî dikir û min lî Wanê beşa Mamostetiya Dibistana Seretayê qezenc kir.

‘Lîstikên lîstine’
          
  Gava ez çûm Wanê, zanîngeh ne xema min bû, xwendekarî aliyekî, şanogerî aliyekî bû. Karê min bi temamî bûbû şanogerî. Min ji hevalên xwe re digot, karê me yê yekemîn ne xwendekarî ye, karê me şanogerî ye. Û wiha jî bû. Cidiyetek û dîsîplînek amatorî li cem me hebû. Wê demê me ji xwe re komek çêkiribû, navê koma me “Nokta Oyuculari” bû, mixabin xebatên me wê demê tenê bi tirkî bûn. Di hundirê çar salan de me her sal lîstikek derxist. Lîstika me ya ewil a Adem Adar bi navê “Ozgurluk Oyunu” (Lîstika Azadiyê) bû. Lîstika me ya diduyan a Yılmaz Guney bi navê “Salpa” bû. Piştî wê, lîstika İsmail Kaygusuz bi navê  “Silvanli Kadinlar” me lîst. Çîrok bi kurdî bû lê belê bi zimanê tirkî hatibû nivîsin. Herî dawî jî me li Wanê lîstika Cemîl Denlî bi navê “Sêva Delalî” lîst. Belê, me xebatên xwe yên şanoyê bi tirkî dikir lê sekneke me ya politik hebû. Mixabin me ev jî ji xwe re kiribû “savunma”yek (Parastinek). Ne ku me cesaret nedikir, mixabin ji aliyê zimên ve pirsgirêkên me hebûn.

Piştî zanîngehê ez çûm Cizîrê û min salek li wir mamostetî kir. Piştî 2008’an ez hatim Şemrêxê, gundê xwe. Heta wê demê jî tekiliya min û zarokan qet tunebû.  Bi xêra şanoyê û şanogeriyê pêşî zarokan ji min hez kir û pişt re min ji wan hez kir. Min lênerî ku mamostetî û şanogerî wekî hev in. Temaşevanên te, xwendekarên te ne. Ew zarok heke ji te hez bikin, tu karibî wan bidî kenandin, tu karibî kêfa wan binî, ew ê di polê de jî rûnin û ew ê bi rehetî li te guhdarî jî bikin.

   ‘Ez vê çawa bikim?’
         
   Min li gundê xwe dest bi mamostetîyê kiribû. Tekiliya min bi zarokan re bi kurdî bû. Li Kurdistanê bûm û ez kurd bûm, ev ne mimkûn bû ku bi zimanekî din, min ders bidana. Malbatên xwendekarên min, hemûyan bi malbatî ez nas dikirim. Ji xwe di pola min de tu zarokî bi tirkî nizanibû, axir nizanibûn. Belê karê me piçekî zehmet bû lê me ji hev kêf distend. Bi ya min mamostetî jî tiştekî wiha ye, heke tu ji wê mamostetiya xwe kêfê bistînî, zarok jî kêfê distînîn û ji te hez dikin. Zarokek hebû, qet ji bîra min naçe, haya wî ne ji dibistanê ne ji fermiyetê ne jî ji min hebû. Gava min pirtûk danî li ser maseya wî, rabû kelogirî bû û ji min pirsî; “Apo, ez vana çawa bikim?” Bifikire, zarok hatiye dibistanê lê nizane li ku ye, nizane ku ez kî me. Ez, yanî mamosteyê wî, bibûm apê wî. Ez wekî apê wan nêzîkî wan dibûm. Çar salan li gundê Girê Sorê min mamostetî kir. Piştî vê, ez hatim navenda Şemrexê.
            Gava ez hatim Şemrexê, wê demê Şaxa Egîtîm-Sena navçeyê nû vebibû û rêveber tune bû. Bi pêşniyarên hevalan re ez bûm rêveberê wir û min xebata xwe ya şanoyê li ser navê Egîtîm-Senê domand. Me li Şemrexê, ligel mamosteyan me du lîstik derxisin. Di nav lîstikvanên me de dev ji lîstikvaniyê berdin, mamosteyên ku heta niha lîstikek temaşe nekiribûn jî hebûn; nasîna wan bi şanoyê cara yekemîn li ser sehneyê çêbû. Ji bo gelê Şemrexê jî ev tişt tiştekî nû bû, cara ewil lîstikek temaşe dikirin. Me wê demê dest bi lîstika Azîz Nesin bi navê “Azizname 95” û a Adem Atar “Ozgurluk Oyunu” kiribû. Me her du lîstik jî li Şemrexê lîst û ji xeynî wan me lîstikeke zarokan jî çêkir. Navê lîstikê “Kurşun Askerin Utanci” bû. Me wê demê di navbera Egîtîm-Senê û Milli Egîtîmê de peymanek çêkir. Me bi 50 gund û mektebên gund re tekilî danî û me bi serwîsan zarok ji gundan dianî û dibir. Me ji xwe re xwaringeha “Yibo”yê kiribû sahneya şanoyê. Heta mehekê ez karim bêjim ku her roj me ew lîstik ji bo zarokan lîst. Ji bo min kêfxweşiyek pir mezin bû, ji ber ku şano ketibû rojeva zarokan.

Pişt re bûyerek ne xweş qewimî. Ji ber qezeyeke trafîkê ku ji rojeke reş bû, naxwazim dirêj bikim, bi malbatî jiyan li me herimandibû... Di van salan de ji şanoyê bi dûr ketim.

Nasîna bi şanoya kurdî
           
             Nasîna min a şanoya kurdî piştî 2012’yan çêbû. Têkiliya min bi awayekî Şanoya Bajêr a Amedê re çêbûbû. Wekî şanohezekî ez diçûm Amedê û min li hemû lîstikên wan temaşe dikir, ji xwe di wê demê de Şanoya Bajêr ya Amedê jî dest bi lîstikên kurdî kiribû. Pişt re tekiliya min bi Çetoyê Zêdo re çêbû, me zanîngeh bi hev re xwendibû. Piştî deh salan şûn ve me dîsa têkiliyek bi hev re danî. Çetoyê Zêdo di wan deman de li Stenbolê dramatûrjî dixwend û bi kurdî re jî eleqedar bû. Min bi xêra wî dest bi xwendina kurdî kir. Romana Bavê Nazê bi navê “Miriyê Heram” peşniyarê min kiribû û gotibû, “ka vê pirtûkê bixwîne û heke bikeve serê te ji xwe re bike şanoname.” Bi dahfdana wî, min ew roman kir şanoname.
            Di wan deman de Çetoyê Zêdo lîstikek nivîsibû, navê lîstikê “Şengê û Pengê” bû, ji min re şand û got, “teqez tu vê lîstikê li Mêrdînê derxî.” Min jî got, “serçavan”. Lîstik pir xweşa min çûbû û bi rastî jî pir xweş hatibû amadekirin. Min ev lîstik kir karê xwe. Pişt re em li lîstikvanan geriyan, me piçekî zehmetî kêşa lê me peyde kir. Li Şemrexê ez hebûm û mamoste Zeynep hebû (Xanima min e. Min bi xêra lîstikê ew naskir). Hevalek jî ji Mêrdînê tevlî me bû û hevalên din jî ji Amedê tevlî me bûn.  Di hundirê bîst rojan de li Mêrdînê em li hev civiyan. Pişt re Çetoyê Zêdo jî ji Stenbolê hat û tevlî me bû û me lîstik li Mêrdînê derxist. Me promiyera xwe li Şemrexê kir.
          
          Herî hindik 30 hezar zarokî li lîstikê temaşe kirin
           
             Ez qala bandora lîstika ku “Şengê û Pengê”, li ser zarokan, li ser malbatên zarokan û li ser me lîstikvanan kir bikim wê ev hevpeyvîn bibe pirtûk! Me sê salan bi derfetên xwe lîst. Ev lîstik li hemû bajarên Kurdistanê hat lîstin. Ji xeynî vê, me pirtûka “Şengê û Pengê” jî çap kiribû û ji dêvla bilêtan me pirtûk diyarî zarokan dikir. Gelek bajar û gundên Kurdistanê de mixabin sahnê jî tune bû. Wekî mînak herî dawî me  li Şemrêxê li ser romorka traktorê lîst. Bi çi hawî bûya me jê kêf distend û zarok jî jê kêf distendin. Bifikire, tenê li Şemrexê di sûkê de du hezar temaşevan li ser nigan bû. Ez dikarim vê bi dilrehetî bêjim ku herî kêm me xwe gihand 30 hezar zarokî. Ji bo me dilxweşiyek pir mezin bû. Wê rojê ez li Şemrexê bûm, gava çavê zarokan li min ketin bi hev re strana Şengê û Pengê digotin:  “Şenga min, Penga min! Dayîk çûye zozanan. Xwariye pelên kizwanan. Şîr ketiye guhanan. Zû bikin, lez bikin, derî vekin. Dayîk hatiye danan!” Bi a min, jê xweştir tiştekî tune...
            Tiştekî pir eceb hebû, ev lîstik ji bilî zarokan, bêtir bandor li ser mezinan çêkiribû. Hîn jî wekî do tê bîra min, gava me li Mûşê lîst, min lê nerî ku, bi carekê telefon di destê mezinan de ye û hemû li ber sehneyê kom bûne û zarok li paş mane. Min jî lîstik da sekinandin û min ji wan rica kir ku bila biçin dawiya sahneyê ku zarok karibin bi rehetî temaşe bikin. Ne tenê li Mûşê ji hemû bajarên Kurdistanê bêtîr bala mezinan dikişand, ji ber ku di wextê xwe de ev çîrok ji dê û bavê xwe guhdarî kiribûn. Bi xêra lîstika Şengê û Pengê ez hem li şanoya kurdî, hem şanogeriya xwe û hem jî ji xwendin û nivîsandina kurdî hay bûm. 
            
          Ji Nisêbînê ber bi Stenbolê ve
            Pişt re min berê xwe da Nisêbinê, ji xwe  Zeynep (dergistiya min) ji Nisebinê bû û pir dixwest ku em biçûna Nisêbinê. Me her duyan jî tayîna xwe xwest Nisêbinê. Tabî di heman demê de jî dîsa bi dafdana Çetoyê Zêdo, min haziriya beşa dramatûrjiyê dikir. Min biryara xwe dabû, min ê li Stenbolê beşa Dramatûrjiyê bixwenda. Di sala 2015’an de min beşa Dramatûrjiyê qezenc kir. Tayîna min hîn nû derketibû Nisêbinê. Mi got, em ê salekê li Nisêbînê bin û piştî zewaca xwe vegerin Stenbolê. Me biryara xwe dabû, li Nisêbînê lîstikek bi kurdî bilîsta. Li ber destê me, lîstika Fernando Arrabal hebû bi navê “Seyrana li Çeperê”.  Mamoste Aydin Rengîn wergera wê çêkiribû. Lê mixabin piştî şerên Xendekan, em li Nisêbinê, me nekaribû daweta xwe çêbikira, ne jî karibû şano bilîsta. Min lê nêrî ku wiha nabe û li Nisêbinê jî, ji destê min tiştek nayê, min berê xwe da Stenbolê û min dest bi xwendina Dramatûrjiyê kir. Hevala min Zeynep, li Nisêbinê ma li cem malbata xwe. Ji xwe ne hewceye ku em bibêjin ku çi hat serê nisêbîniyan û çi nehat...
            Di havîna 2016’an de bûyerên xendekan piçekî sivik bûbûn lê dîsa jî berdewam bû. Hevala min Zeynep tayîna xwe ji Nisêbînê anî Stenbolê, pişt re jî min tayîna xwe anî Stenbolê. Di sala 2016’an de em zewicîn. Lê mixabin berî dawetê bi hefteyekê Zeynep ji kar hat dûrxistin. Mamostetiya wê ji destê wê stendin. Sê meh bi vî awayî berdewam kir. Zeynep ji wezîfeya xwe hatibû dûrxistin û ez jî hem diçûm mektebê hem jî diçûm zanîngehê. Sê meh şûn ve Zeynep dîsa vegeriya ser karê xwe. 

Ji kar têne avêtin

            Di sala 2017’an meha reşemiyê (sibatê) de “KHK”yek (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) hat û vêga em bi hev re hatin îxrackirin. Me negot, ax û of... Ji bo beşa dramatûrjiyê hatibûm Stenbolê, û me zewaca xwe jî hê nû kiribû. Me dît ku wiha nabe, me jî dest bi lêgerîna kar kir. Me nikaribû bigota, “em îxrac bûne, haydê em vegerin li cem mala bavê xwe rûnin.” Dawiya dawî me cîhek (kafeyek) dît. Me xwest ku kafeyeke kurdewar be, ji hêla çandê, ji hêla muzîkê, ji hêla şanoyê ve her tim çalak be û wiha jî bû. Helbet ew bûyera KHK’yê rojeva me guhertibû lê ji bo me nebûbû asteng, jiyan berdewam dikir.
            Egidê Cimo di heypevyina xwe de gotibû, “Hinek bi rihê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe...”  a me jî ling çûbû rih mabû. Niha, hem wekî dramatûrg, hem jî wekî lîstikvan ez xebatên xwe yên şanoyê didomînim. Me li Şa Performansê lîstika “Mirzayê Biçûk” derxist, min wekî dramatûrg tê de cîh girt ji xeynî wê, me li Wanê bi Tiyatro Mencel re lîstikek derxist. Ew lîstik jî ji aliyê Çetoyê Zêdo ve hatibû nivîsin û Nazmî Karaman jî derhêneriya vê lîstikê kir. Min jî wekî dramatûrg tê de cîh girt. Navê lîstikê “Zargotin Zêrgotin e”. Hîn jî li Wanê tê lîstin. Herî dawî jî ew lîstika ku min dixwest li Nisêbînê bilîzim, me li Stenbolê çêkir. Lîstika bi navê “Seyrana Li Çeperê”. Ez jî Zeynep jî di lîstikê de cîh digrin û niha jî ji xwe her hefte li Şa Performansê (li Stenbolê) dilîze. Me xwest ku em li Kurdistanê jî bilîzin lê mixabin ji ber ku em KHK’yî ne, cih nedan me. Nizanim heta kengî wiha berdewam bike lê bila haya wan ji me çêbibe ku em li vir in û em ê li vir bin... 

         Hemalê şanoya kurdî
           
             Di şanoya kurdî de ez xwe, wekî “hemalekî” dibînim. Heta niha, min çi kiribe, ez dibêjim, “oxweş, min çi xweş kir.” Tenê ez ji vê yekê re aciz im ku, çima ew qasî dereng pê hesiyam, ez gelek caran bi xwe re dixeyidim; ne ku tenê ji bo şanoyê dibêjim bi giştî qala hunera kurdî û qala nivîs û xwendinê dikim. Yanî bi çi hawî be, ez ê her tim di şanoya kurdî de cîh bigrim. Şanoya kurdî wekî bexçeyekê ye, hema mirov di wê beçxeyê de rûne û bêhn bike jî bes e.
            Li derfetên îro dinêrim, siyaseta îro dinêrim û li xebatên di wan salên dawî de dinêrim, bi dilrehetî dikarim bêjim ku şanoya kurdî her ku diçe pêş dikeve. Tu carî paş neketiye ew ê nekeve jî…


22 Mayıs 2019 Çarşamba

Şanoger û pêşmergeyekî: Teyar GERMAVÎ


Min sê sal berê bi xêra apê(Ramazan Ergîn) xwe şanoger û pêşmergeyekî nas kir. Navê wî Teyar Germavî ye. Ew di şikeftê de, di bin bombeyên balafiran de tê dinê. Ji xwe navê wî jî ji wir tê. Di dibistana serateyî de dest bi xwendina kurdî dike. Li Duhokê bi nasîna Seyda Îbrahîm Selman dest bi şanoyê dike. Pişt re şanogoriya wî dibe şoreşgerî û derdikeve serê çiya. Li serê çiya jî xebatên xwe yên şanoyê berdewam dike û herî dawî piştî Enfalê li Qampa Mêrdînê xebatên şanoyê berdewam dike.

Min xwest ku ez wî bi we bidim naskirin. Me li ser facebookê hev nas kir, pişt re ez çûm Hewlêrê lê mixabin em rastî hev nehatin. Min li ser facebookê hevpeyvînek bi wî re çêkir. Lê heypeyvîna me bû wekî sohbetek. Min nexwest ku bi pirsên xwe wî aciz bikim ji ber vê yekê min formatek wiha ceriband ku ne wekî heypeyvîn, lê bila wekî xwejînenîgariya wî be. Ez hêvî dikim ku hûn ê jî bi nasîna Teyar Germavî  kêfxweş bibin.



DI BIN BOMBEYAN DE HATIM DINÊ

Navê min Teyar Germavî ye. Ez ji gundê Germavê me ku giredayî Duhokê  ye. Ez di sala 1963’yan de hatim dinê. Wê çaxê şoreş hebû, Şoreşa Îlonê. Gundê me di dema şer de hat talan kirin. Li nêzî gundê me şikeft hebûn, gundî bi şev reviyan û çûn şikeftan. Ez di wê demê de ji dayik dibim. Balafir û teyare li ser gundê me bombe dibarandine. Bavê min jî navê min Teyar daniye , ji ber ku ew rojên kambax neyên jibîrkirin… Demeke dirêj em di şikeftê de man, piştre em çûn Duhokê. Di sala 1970’yan de hikumeta Iraqê û hêzên peşmerge li hev hatin û başûrê Kurdistana her çiqasî li ser kaxizê jî bibe otonomiya xwe stend. Di Dibistana serateyî de min erebî xwend, pişt re bi xêra li hev hatinê me perwerdehiya xwe bi kurdî berdewam kir. Ne tenê li Duhokê li hemû bajarên Kurdistana başûr perwerdehî bibû kurdî.

‘ŞANOYA FEQÎR’

 Ji sala 1975’an bi şûn ve hestên neteweyî li cem min çêbûn. Min digot  gere ez karekî bikim. Di sala 1977’an de min li dibistanê dest bi xebatên şanoyê kir. Bi awayekî amatorî me lîstika “Kawayê Asinger” û “Dînê Axê” lîstin. Haya min hîn nû li ser şanoyê çêbûbû û min pirtûkên Grotowskî û Stanîslavskî bi erebî xwendin. Ji xeynî wan jî bêtîr pirtûk û teoriyên Brecht li ser min bandor çêkirin. Çimkî ew camêr li ser sehneyê dîwara çaremîn rakiribû û teoriya Grotowskî ku behsa “şanoya hejar û şanoya feqîr” dikir bêtir bala min kişandibû. Tu carî dekora me, ronahî ya me, sehneya me çênebû, me bi awayekî “şanoya feqîr” çêdikir. Ji bo me her der cihê şanoyê bû.

Di sala 1980’an de me karekî mezin kir. Wê çaxê ez hê 16 salî bûm. Ez ketibûm şanoya bajêr ya Duhokê. Berî me jî di salên 1970’yan de li ser Newrozê wekî şanoyê çend xebat çêbûne lê mixabin pişt re ji ber şer diqede. Ji xeynî wan hîn şanogeren kurd jî hebûn lê mixabin giredayî hikumeta Iraqê û Seddam bûn.  



MAMOSTEYÊ MIN ÎBRAHÎM SELMAN BÛ
 
Di sala 1979’an de min Seyda Îbrahîm Selman nas kir. Îbrahîm Selman wê demê akademiya şanoyê xwendibû li Bexdayê. Em cara yekem li cem wî kom bûn. Mamosteyê min ê yekem Îbrahîm Selman bû û min bi xêra wî xebatên xwe yên şanoyê berdewam kirin û hînî şanoyê bûm. Me wê çaxê dest bi lîstika “Lêbûk Dastana Mem û Zîna Diguhurît” kir. Metn ji aliyê Îbrahîm Selman ve hatibû amadekirin. Ji bo pêşandana lîstikê her tişt hazir bû lê mixabin hikumeta Iraqê destûr neda ku em bilîzin. Îbrahîm Selman jî piştî xebatên şanoyê derket derveyê welat. Niha ew li Holandê dijî. Mijara lîstikê ev bû: Di folklora me de Mem di zindanê de dimire û Zîn jî xwe dikuje. Lê di şanoya me de Mem di zindanê de nexweş dikeve û Zîn tê, Memê ji zindanê derdixe û azad dike. Mem û Zîn bi hev re agirê şoreşê pêdixin û bi Mîr Zeyneddin re şer dikin. Di vê lîstikê de nêzî çil ekter (lîstikvan) cîh digirtin.

KOMA BIZAV

Di sala 1980’an de me dest bi lîstika “Gencên Mehabadê Dîwarê Dimdimê Radikin” kir. Me wê deme ji xwe re komekî ava kiribû, navê koma me "Koma Bizav" bû. Koma me ji heftê kesan pêk dihat, giş ciwan bûn û niştimanperwer bûn. Ez rêveberê wê komê bûm. Di wê demê de şoreşek hebû. Kurdên me yên Rojhilatî serî rakiribû li hemberî Şaxê Îranê (Xumeynî). Em jî li ser vê mijarê sekînin û me sê brader bi hev re lîstikek amade kir. Di wê lîstikê de me xwest ku em behsa serhildana Mehabadê bikin. Ez bûm, Zubeyr Mayî û Kamiran Sindûrî bû. Di wê lîstikê de derhenerê me tune bû. Mamosteyê me hebû, mamoste Azad Evdila berî me bi şanoyê ve mijûl bûbû û di wê lîstikê de derhêneriya me kir. Me ji hikumeta Iraqê piştgirî stend ji ber ku wê demê di navbera Iraq û Îranê de şer dest pê kiribû û me jî ji vê yekê îstîfade kir. Me ji hikumeta Iraqê re gotibû ku; ev lîstik dijî Xumeynî ye, ji ber vê yekê destûr dan me. Cîhê xebatê û pere dan me. Me li Duhokê ev lîstik pêşkêş kir. Piştre em beşdarî Festîvala Hewlêrê bûn û me li Festîvala Hewlêrê jî pêşkêş kir. Min di rola sereke de dilîst û alîkarê derhêner bûm. Di wê demê de televîzyon, rojname tiştekî tunebû ji ber vê yekê jî gava haya gelê me ji me û ji xebatên me çêdibû sehneya me jî tijî dibû. Ev kêfxweşiyek pir mezin bû. Ji xwe ew lîstik di rojnameya Iraqê de jî cîh girt.

Di festivalê de komên din jî hebûn. Yên ku tê bîra min komeke şanoya pandomîmê jî tevlî festivalê bûbû û komên din jî bêtîr bi şanogeriya remzî (ne politîk û ne folklorî) ve beşdarî festîvalê bûbûn. Lîstika Ehmed Salar jî tevlî festîvalê bûbû bi navê “Rûbar”. Ji xeynî wan li Iraqê komên şanoyên din jî hebûn. Yên ku ez dizanim komekî lîstika Azîz Nesîn dilîst, komekî din lîstika Shakespeare dilîst. 


LÎSTIKA JIYANA GUNDAN
 
Pişt re me “Jiyana Gundan” amade kir ligel Kamiran Sindûrî. Ez derhênerê wê lîstikê bûm. Di çarçewoya folklorî da me jiyana kurdan nîşan dida. Lîstikek metaforîk bû. Di lîstikê de gundek hebû, navê gund “Gundê Hecî” bû û di wê lîstikê de wekî Kurdistan dihat temsîl kirin. Du eşîr hebûn û li ser Gundê Hecî şer dikirin. Serokên eşîretê yekî Hesen Axa bû ê din jî Ristem beg bû. Hesan Axa, bi temsîliyeta Seddam Husen dikir û Ristem beg jî Şahê Îranê temsîl dikir. Pêşî hikumeta Iraqê qanî bûbû ji bo vê lîstikê. Destûr dan me ku em vê lîstikê bixebitin. Em çil roj zêdetir li ser wê lîstikê xebitîn û me promiyera xwe li Duhokê çêkir. Di nav temaşevanên me de rêveberên hikumeta Iraqê jî hêbûn û pir kêfa wan hatibû ji bo vê lîstikê.  Li Tîgrîsê festîvalek çêdibû û rêveberên hikumeta Iraqê jî xwestin ku "Koma Bizav” bi vê lîstikê beşdarî festîvalê bibe. Lê mixabin hevalekî me sîxûriya me kir û hemû metafora lîstikê eşkere kir, me jî biryar da ku, em wê lîstikê nelîzin.

Pişt re min lîstikek bi navê “Hemed Dînek” derxist. Di vê lîstikê de ekterek (lîstikvan) tenê hebû. Hemû tişt min hazir kiribû. Dîsa lîstikek metaforîk (sembolîk) bû. Min temsîliyeta sê kesan dikir. Kesekî welatparêz, kesekî xayîn û kesekî jî dîn bû. Min ev lîstik ji çîroka Îbrahim Selman wergirt û ji bo şanoyê amade kir. Navê çîrokê “Her Hemê Dînekî” bû. Min gelek zehmetî kişand ji bo vê şanoyê lê mixabin destûr nedan ku ez bilîzim. Pişt re jî “Koma Bizav” belav bû û ez derketim serê çiya. Ji ber ku di nav bajêr de tiştekî nema bû ku ez bikim, ji xwe bavê min jî pêşmerge bû. Rêya min rêya bavê min bû… 

LI HER DERÊ KARÊ ŞANOYÊ
 
Li serê çiya jî karê min ê şanoyê berdewam kir. Me ji xwe re dîsa komekî ava kiribû. Navê koma me “Koma Pêşrav” bû. Di hemû Newrozan de me lîstik dilîstin. Gund bi gund û bajar bi bajar em digeriyan. Şûna perde me bi betanî bikar dianî, cil û bergên şanoyê me bi xwe çêdikir û dekora me jî gelekî sade bû.

Di nav me de hevalên ku ji Bakur hatibûn jî hebûn. Me bi wan re jî lîstikek derxist di navbera salên 1982 û 1983’yan de. Xebatên me yên şanoyî heta 1988’an berdewam kirin li serê çiya. Piştî Enfalê em mecbûr man ku biçin Qempa Mêrdînê.

Qemp di navbera Mêrdîn û Qoserê de li ser cadê hatibû çêkirin. Pêşî bîst û yek hezar mîrov tê de hebûn, pişt re hinekî mirov çûn Îranê, em man panzdeh hezar kes. Der dora qampê dorpeçkîrî bû wekî zindanek. Ji bo tiştên rojane destûr didan ku em biçin Qoserê lê tenê ji me donzdeh kes diçûn û li cem wan jî donzdeh  polîs hebûn. Di sala 1989’an de me xwest ku em li Qampa Mêrdînê Newroz pîroz bikin. Pişt re me bi Cîgirê Waliyê Merdînê re civînek çêkir. Navê Cîgirê Walî Ahmed Newroz bû. Me di civînê de got, şahiyeke eydekî me heye û em dixwazin vê şahiyê li vir pîroz bikin. Go, “Navê şahiya we çi ye?” Me go, “Newroz e.” Berê xwe da me û ecebmayî li me nêrî û bangî polîsek kir, kaxizek da min û got, “Navê şahiyê binivîse.” Min paşnavê wî nivîsand. Go, “Ev paşnavê min e, çi eleqeya paşnavê min bi Newrozê re heye?” Me go, “Newroz cejna hemû gelan e.” Go, “Madem bi paşnavê min re giredayî ye ez  destûr didim. Hûn ji min çi diwazin?” Me go, “Tiştekî me tune ku em agir pêxin.” Go, “Çi lazim e.” Me go, “Lastîk lazim in ji ber ku em ê agir pêxin.” Pişt re polîs çûn îstasyonê û lastîk anîn. 


Gava me agir pêxist û agir hilbû gelê Mêrdînê jî hat hawara me û me bi hev re şahiya Newrozê pîroz kir. Roja din me lîstika "Kawayê Asinger" amade kir. Hemû rêveberên qampê, walî, qeymeqam hatibûn ji bo temaşekirinê. Li Qampa Mêrdînê navê koma me “Koma Helebçe” bû. Ez derhênerê vê komê bûm. Piştî wê me lîstikên “Helebçe”, “Şehîd” û “Berxwedan Jiyan e” çêkirin. Me du sê lîstikên din jî çêkirin lê niha navên wan nayên bîra min.

Piştî raperînê ez hatim bajêr. Erkên min ji berê girantir bûbûn. Ji ber vê jî eleqeya min bi şanoyê re qut bû. Niha jî bi siyasetê re eleqedar im.

DI ŞANOYA ME DE ZÎN TÊ MEMÎ XILAS DIKE

Şano bi ya min ji êşê derdikeve. Gava me şano çêdikir me wekî şoreş, wekî berxwedan lê dinêrî. Gava me lîstika “Mem û Zîn”ê çêkir me go em bi vê destanê ne qeyîl in. Îtîrazek me hebû. Di lîstikên me de Zîn dihat Mem xelas dikir û pişt re jî agirê şoreşê pê dixist. Ji bo me şano ev tişt bû. Hesta me hesta netewperestî bû û bi xêra şanoyê me dixwest ku alîkariya şoreşê alîkariya berxwedanê bikin. Me dixwest ku em ji geêe xwe re bêjin ku hûn hemû "Kawayê Asinger" in…

Bi ya min xebatên şanoyê di hundirê şer û êşê de xurtir dibin. Ji ber ku alikariya gelê xwe dike û bi awayekî estetîk tiştan nişanî gelê xwe dike. Ditîna min ew e ku şano di azadiyê de lawaz dibe. Ji bo başûr ez karim bêjim ku xelkê me nemaye ku niha şano temaşe dikin. Ji ber ku ne politîk in, ji ber ku ne bi siyasetê re giredayî ye û gelê xwe jî nasnak. Bi ya min niha şanoya kurdî di hemû perçeyên Kurdistanê de rola xwe baş nalize. Helbet îro sînema, telefon, televîzyon û înternet hene, ev dezavantajek e lê li gorî min nepolîtîkbûna şanoyê jî pirsgirêka herî mezin e.

Niha derfetên min hebûna min ê dîsa lîstika “Lêbûk Dastana Mem û Zîna Diguhurît” derxista ez karim bêjim ku niha jî ji bo vê xebatê jî amade me. Ez pir dixwazim ku vê lîstikê dîsa li ser sehneyê bibînim.