(Eyşê Eyşê Eyşanê lê Eyşanê)
Bavê Teyar:
Xwe
bihejîne…. Bavê Teyar xwe bihejîne.
Xwe
bihejîne… Aqlê qîza difirîne.
Xwe
bihejîne… Bavê Teyar xwe bihejîne.
Bejna
te şitla rîhan e.
Aqlê
qîza difirîne.
Xwe
bihejîne…
Bavê Teyar xwe bihejîne.
…
Xwe
bihejîne… Dilê Eyşo bişewitîne.
Eyşo:
Wîî... Ne bi xêr ne bi
ahla! Dilê Eyşo bişewitine?
Kezebperitiyo... Maşelle, aqlê qîza direvîne! Ne te dît? Li ser wê bejn
û bala te, dilî… li ser jîr û zanebûna te yan jî li ser hosteyîbûna te, tu li
ser çi xwe dibînî? Xwelîsero... tu li
ser çi xwe dibinî?
Bavê
Teyar:
Çima, ma çi bi min
hatiye Eyşo? Wilo tu û Fato ji min diqehirin...
Ji ber ku ez ji we xweşiktirim.
Sûida min kor bû, roja ku min we dît. Çima, ma ez çilo me?
Xweşik, xweşik...
Mêr, mêrrr...
Zana, zanaa...
Dê welleh welleh, çar
zilamên weke min xwînşêrin nînin. Dûre ji bir neke Eyşo. Wê ca min navê min
bikira Şêrîno, lê bavê min nehişt.
Eyşo:
Welleh haqê bavê te
tune. haqê bavê te tune.
Bavê
Teyar:
Na, ez zanim!
Eyşo:
Heqê bavê te tune, ku
navê te nekir Şêrîno... Dibê bavê te gelek li te hayile. Welleh li te
hayile. Jojî jî destê xwe li ser çêlika
xwe dibe, dibê “ofyaaaaan çiqas pora te nerm e!”
Bavê
Teyar:
Eeee.. Eyşeşana min...
Eeeezz qûrbana te me. Ew bi xwe wê
kirbana Şêrîno, lê ditirsiyan ez bi devernan bizeliqim, ji demûşa zêde. Ma tu û
Fato çilo bi min zeliqîn? Ma ne ji vê
xwîna min a şerîn bû. Ê de ka were lê, ê de ka were lê... Îro kesek li malê nîne.
Xwedê teala li hevdû anî. Ez û te vê kelikekê kêf bikin lê... Ez ê hinekî behna
xwe bedrim, Eyşokê malxerabê... Bi Qûrana minxwendî, kêfa min ji te re tê...
Eyşo:
Wîî... Erê welle çi xema
te ye. Kêfa te tê... Halê mi, faqirtiya mi. Tahba ku heta sibê ez bi vê malê
dibînim. Efendiyo dibê, ka were bireqis... Çi xema te ye? Na welle, çi xema te
ye? Ka were bireqis. Fedî nake ji xwe…
Bavê
Teyar:
Çima Eyşo? Ma qey çi bi
te hatiye? Çi ji te kêm e. Çiyê te kêmî Fatoyê. Xaniyê te ji ê Fato xweştir e.
Malê te ji ê Fato bêhtir e. Erdê te ji ê Fato bêhitir e. Livînên te ji ê Fato
bêhtir e. Tê bi çiyê xwe ji ê kêmî Fatoyê? Keçko, de ka were ez zanim lê, dilê
te de tiştek nîne... Ez îro bi kêf im û ez bi eşq im. Wê kêfa min li erdê nexe malxirabê. Na, ez
zanim kêfa te jî ji min re tê... Çend
lotikêk tê jî bidî...
Eyşo:
Li ser bextê te bê...
Bavê
Teyar:
Eeeee....
Eyşê Eyşê Eyşanê lê Eyşanê....
Kerem
bik were meydanê lê Eyşanê...
Eyşê
eyşê eyşanê lê Eyşanê....
Kerem
bike were meydanê lê Eyşanê...
Amûde
li wê girî li xopanê.
Amûde
li wê girî li Eyşanê...
Wê
pora boyaxkirî lê xopanê.
Heçî
newê govendê lê Eyşanê...
Pora
xweswa xwe qutkirî lê xopanê...
Agahiyên zêdetir, bala xwe bidin li van muzîkan: