Mirin
û Jiyan
(Lîstik/
Du Perde)
Nivîskar:
Hüseyin Kaytan
Lîstikvan
1-
Topal Elî: 30 salî, bavê Zinar, mêrê
Xecê. Mirovekî belangaz û jar. Çavbirçî û qurnaz.
2- Hemedê Kal: Bavê Xecê. Welatparêz û
şervanekî kevin, mêrxas, egît û zana. 83 salî.
3- Zinar: Kurê Xecê û Topal Elî. 15
salî.
4- Dapîr: Jina Hemedê Kal. 80 salî.
5-
Xecê: Jina Elî, keça Hemedê Kal. 80
salî.
6-
Yuzbaşî Salih: Zabîtekî dagirker.
7- Pala: Cerdewanek (Quricî)
8-
Çawîş û gundiyê din…
Perdeya
Yekemîn
Sahneya
Yekemîn
Di
înşaateke qereqolê de, çar-pênc gundî dixebitin. Topal Elî jî, di nav karkeran
de cihê xwe girtiye. Lê baş naxebite. Çawîş, di destê wî de tifing heye, tê û
diçe. Hemedê Kal, li pêşiya şanogehê(sehnê), li ser kevirekî, li ba jina xwe
rûniştiye; herdû bi hev re dipeyivin.
Mûzîk...
Zinar,
bi lez û şahî tê şanogehê, dibeze, diçe cem kelê xwe...
Zinar:
Kalo, kalo! Min kevir li serê leşkeran
xist!
Hemedê Kal:
(Şa
dibe) Aferîn! Te baş kir. Te yekî dî lexista lawo...
Dapîr:
Ji
bo ku kaniyekê çêkin, du kes nayên ba hev; lê gava ji bo karê Tirkan, hemû
dibin şêr û piling...
Hemedê Kal:
Gelek
şidyayî dixebitin ev kole. Wê qereqoleke xwe şik çêbibe. Gelek xweşik, gelek
xweşik... Ha, ha, ha!
(Bêhndaneke
kurt...)
Dapîr:
Vaye kûçikê mezin hat...
(Yuzbaşî
tê)
Yuzbaşî Salih:
Kar çawa dimeşe kurê min? Baş dixebitin,
an na?
Çawîş:
Dixebitin qumandanê min!
Yuzbaşî Salih:
Aferîn, aferîn! Em dê karibibn êvarê
hefteyî bidin wan? Te hesabê çêkir?
Çawîş:
Em dê bidin wan, qumandanê min!
Yuzbaşi Salih:
Aferin!
Em hinek pere bidin wan! Divê dewlet li hemwelatiyên(vatandaş) xwe xwedî
derkeve. Dewlet mezin e! Eêê, ew jî hemwelatiyên baş in; ji bo ku gundê xwe li
hemberî terorîstan biparêzin, ji dil û can dixebitin... Tasek dew bîne em
vexwîn kurê min!
Çawîş:
Ferman
ya te ye, serserê min! Deme Topal Elî vê gotinê dibihîse, ji cihê xwe radibe û
bi dengekî bilind, ber bi mala xwe ve dimeşe û gazî Xecê dike)
Topal Elî:
Xecê! Xecê! Qumandan dew dixwaze!... Dew
bîne! Bilezîne!
Xecê:
(Ji dûr ve) Ziqum vexwîn! Xulamtiya qumandan
neke, were li dewarên xwe binêre! Binêre, bila şîr bidin ku ez jî dew çêbikim,
paşê ji min dew bixwaze!
Topal Elî:
(Hêrs
dibe) Jiniik, min neyîne wê derê! Nexwe, ez dê te bavijime ber lingên xwe
(Bêhndaneke kurt... Yuzbaşî digere, li
gundiyên karker mêze dike, paşê diçe ba Hemedê Kal. Bi tinazî dipirse.)
Yuzbaşî Salih:
Kalo!
Hemedê Kal:
Hooo!
Yuzbaşî Salih:
Tiraliya te dîsa li ser te ye! Qey tu di
grevê de yî?
(Hemedê
Kal bersiv nade...)
Yuzbaşî Salih:
Ez ji te re dibêjim keftar! Te nebihîst?
Hemedê Kal:
Min bihîst, qumandan, min bihîst...
Yuzbaşî Salih:
Eêê?..
Hemedê Kal:
Ez li ser tiştekî difikirim, lê ditirsim
ku bêjim.
Yuzbaşî Salih:
Ka bêje, ka bêje!
Hemedê Kal:
Na, na, tu dê hêrs bibî...
Yuzbaşî Salih:
Ha,
ha, ha! Ji ramana te tu kes hêrs nabe, kalo... Tu kî yî ku ez ji gotinên te
hêrs bibim?...
Hemedê Kal:
Tu zanî, yuzbaşî, tu çi yî?...
Yuzbaşî Salih:
Pirsa
te jî weke tirsa te vala ye, kalo. Ha, ha ha! Her kes dizane ku ez yuzbaşiyê
dewletê!
Hemedê Kal:
Tu ne tenê yuzbaşî yî, qumandan! Tu
qomunîst î jî...
(Yuzbaşî
hinek hêrs dibe, lê eşkere nake)
Yuzbaşî Salih:
Çawa? Çima? Ha, ha, ha! Kalo, bi rastî
jî aqlê xwe wida kiriye...
Hemedê Kal:
Ka rûne qumandan, rûne ku ez ji te re
metelokek bêjim.
Dapîr:
Metelokên
te jî qet xilas nabin. De here lo! Serê me bi metelokên xwe nexe belayê! Hiş
be!
Yuzbaşî Salih:
Ka bila bêje, ka bêje! Metelok!
Hemedê Kal:
Ka
guh bide min ku, tu çawa qomunîst î, qumandan. Ka guhê xwe baş bide min. Emrê
min ji heştî derbas bû. Ez gelek jiyam, min gelek cîh dît. Min bajarên mezin
dîtin, min avahiyên mezin dîtin... Min bi karekerên din re xaniyên mezin
çêkirin. Paşê ez fikirim; em karker, bêyî tebat, bêyî rawestin, xanî, apartman
û piran çêdikin. Min ji vê xebatê pere jî qezenc kir. Lê ev avahiyên ku me
çêdikir, ji me re nebûn; tev ji xelkê re diman. Ka carekî bifikire, qumandan:
em çêdikin, lê ji xelkê re... Niha, ez diwazin li bajêr xaniyekî min hebe, lê
bê îmkan e, nabe... Ez her dem bixebitim, emrê xwe tev biqedinim, dîsa nikarim
xaniyek bistînim û tê de rûnim. Ez dixwazim vê bejim: Ev karkerên ku li ser vê
qereqolê dixebitin, dê karibin tê de rûnin, dê karibin tê de rûnin. Eêê, ev jî,
karê qomunîstan e. Ne wisa ye?
(Gundiyên
karker vedigerin lê mêze dikin. Bêdengiyeke kurt...)
Dûpişke ku bi xwe ve dide, te qet
ditiye, yuzbaşî?
Yuzbaşî Salih:
(Bi
henekî) Eêê... Bidomîne, bidomîne...
Hemedê Kal:
Dema
cih li dûpişkê teng dibe, bi xwe ve dide. Jahriya xwe berdide laşê xwe. Ev
gundiyên ha ji, bi keda xwe, ji xwe re makîna mirînê çêdikin. Girtî, bivirê
cellêd tûj dike.
Yuzbaşî Salih:
Ji
min re peyvên wêjeyî (edebî) nebêje, kalo! Moda te derbas bû. Tu fêm nakî. Ez
dewlet im. Binêr, ez dewletî me, dewlemend im. Lê tu? Tu eşqiyayekî kevn î. Ez,
yuzbaşî me. Ji bo we li vir im. Ev qereqol, ji bo ku ji we re xizmetê bike, ji
xelkê re xizmetê bike, tê ava kirin. Leşkerên Tirk ji bo we...
Hemedê Kal:
(Axaftina yuzbaşî dibire) Xizmeta we,
qumandan... Singuyên we, cemseyên we tanqên we, topên we... Xizmeta we ya
zilmê, xizmeta wew ya kuştinê...
(Gundî
des ji xebatê berdidin, lê mêze û guhdarî dikin.)
Destên
xwe yên bi rûn li serê xwe bidin, qumandan... Di vê qereqolê de, ji vî gundî,
gelo dê çend kes şikence bibîne? De laşê çend kesan derkeve? Bêje qumandan!...
Yuzbaşî Salîh:
(Bi hêrs ber bi gundiyan ve diçe û diqire)
Hûn ji bo çi disekinin û difikirin? (Ber bi çawîş ve vedigere) Kê ji wan re got
rawestin?
Çawîş:
Ferman ya te ye qumandanê min!
De bixebitin, nesekinîn!
Yuzbaşî Salîh:
Ne
tenê emrê te, zimanê te jî, gelek dirêj e, keftarî Kalê heram! Ka bêje! Ez
zimanê te, an emrê te kurt bikim?
Hemedê Kal:
(Bi serbilindî) Hey qumandan, hey! Dar bi
birinê ji holê ranabe, divê tu rih û hîmê wê jî bibirî. Tu darê bi hîmê wê ve
jî bibînî, dîsa naqede, divê tu erd û axa wê bişewitînî. Bi şewtandina axê tenê
dibe? Na, qumandan, divê tu baranê bibirî. Bi birîna baranê tenê nabê, hey
qumandan, tu Xweda yî, yan şeytan î?
Yuzbaşî Salih:
(Xwe bi xwe) Ez niha baş fêm dikim ku kî
qomunîst e? (Ber bi Hemedê Kal vedigere)
Li min binêre kalo! Li min binêre, eşqiyayê kevnare. Destê dewletê ji hesinê
ye, lêlepikê pembuyî wegirtiye. Miz dide, miz dide, miz dide... Lê ku bêhna wê
teng bibe û lê bixe, kokê wê jî dimiçikjîne, barana wê jî dibire! Li dijî
deweletê napeyive!
Li
vî çekî binêre, ev hêza di nav makînê de, hêza dewletê ye. Anku hêz û qewata
min e. Hêza dewletê, hêza min e. Ye ku dikuje, yê ku ku jîn jîi dike, ez im. Ka
li tiliya min ya şahadeyê binêre... Baş binêre, ku ez tiliya xwe milîmek
bilîzînim, ji neviyê te re ne dar, ne baran, ne jî tav dimîne... Dibe an nabe?
Heke ez bixwazim, karim li serê van çiyan giyayeke candar nehêlim! Eger ez
bixwazim, dewlet bixwaze, em karin can daran li we bikin cihennem!
Hemedê Kal:
(Kopatê xwe li erdê dixe û radibe ser piyan)
Dawiya agirê xwelî ye, qumandan! Tu jî di nav vê cihenemê de yî! Vê gotina min
ji bîr neke, em hemû di nav vê cihenemê de ne. Em hemû! Lê hinek dixwazin bikin
cihennem, hinek jî dixwazin bikin cinatî (Vedigere,
bi tiliya xwe ya şehadeyê yuzbaşî raber dike) Cihennem tu yî, tu cihenemî,
qumandan! (Dimeşe ku ji şanogehê derkeve)
Yuzbaşî Salih:
(Demanca
xwe dide ber serê Zinar) Di cihê xwe de bisekine, ne xwe ezê wî bikujim!
Hemedê Kal:
(Vedigere) Wê tetikê bikişîne, qumandan!
Tiliya xwe milîmek bilîzine! (Dîsa
vedigere û diqîre) Cihennem! Cihennem!
Dapîr:
Ma tu dîn bûyî? Tu çi dibêji? Tiştên ku
tu dibêjî, guhê te dibihîsî?
Topal Elî:
(Tê û li ber çok dide) Qurbana te me,
qumandan efendî... Ez ketime baxtê te... Jixwe kurekî min hete, ji min re
bibexşîne... Bide xatinê Xwedê... Kurê min nekuje...
Hemedê Kal:
(Diqîre)
Cihennem! Cihennem!
(Qîrîna
Dapir)
Topal Elî:
Qumandan
efendî! Ji bo Xwedê, tu bi bext î, qusura wî nenêre! Guh nade wî! Ew êdî kal
bûye, dîn bûye, kurê min bihêle, nekuje!
Hemedê Kal:
(Tiliya xwe dirêjî Topal dike) Ka lê
binerîn, ka lê binêrîn, li wî jinemêrî binêrîn! Binêrin ku çawa seyîtî dike...
Seyê kedîkirî...
(Ber
bi qumandan ve vedigere)
Ger tu wî tetikî nekişînî, ji te bê
şereftir kes nîne...
(Xecê,
diya Zinar, tê ser şanogehê. Di destê wê de cêrak dew heye.)
Topal Elî:
(Şa dibe) dew, qumandan efendî, dew...
Dew pir xweş e, dew... Tu li mayî jinik? Qumandan ji tinbûne mir. Min ji te re
negot zû were? De bîne, de hadê...
(Diçe
û dewî ji destê jina xwe digre)
Xecê:
Zinar!
Were, Zinar! (Zinar, radibe û direve
himbêza diya xwe. Herdû ji şanogehê derdikevin. Yuzbaşî li piyan dimîne. Elî
dew gidre û dibe pêşkeşî qumandan dike)
Topal Elî:
Jina min dewekî xweş çêdike, qumandan
efendî. Dewê me gelek xweş e. Kerem bike...
(Yuzbaşî,
tasek dew vedixwe û diqire)
Yuzbaşî Salih:
Çawîş!
Çawîş:
Emir bike qumandanê min!
Yuzbaşî Salih:
Divê kalo jî bixebite! Wisa dixuyê ku dê
kalo jî, ji vê qereqolê fêde bibîne!
Çawîş:
Li ser serê min, qumandanê min!
Topal Elî:
Hûn li çi dinêrin! Bihna qumandan efendî
teng nekin! De bixebitin, bixebitin.
Çawîş:
De kalo! Balyozê bige, dest bi xebatê
bike!
Hemedê Kal:
(Bi hêrs, balyozê ji destên çawîş digre û li
dîwarê qereqolê dixe û diqîre) Cihennem! Cihennem!
(Yuzbaşî
demança xwe dikişîne)
Yuzbaşî Salih:
Kalê qomunîst!
(Yuzbaşî, Hemedê Kal dikuje. Qîrîna Dapîr.
Yuzbaşî û çawîş, ji sahnê derdikevin. Sahne
nîvetarî dibe. Gundiyên karker, dest ji xebatê berdidin. Topal Elî, di
quncikekî dîwê de xwe quloz dike, wisa dimîne. Xecê, Zinar û hinek mirovên din
tên sahnê. Koro aryayek dixwîne.)
Xwîna gayê reş
Zêdahî dide erdê
Di xwîna gayê reş de
Daxdê me geş dibe
Balyoza wî giran û mêr
Tevlî axê dibe canê wî
Milên wî cihê bêndenê
Nîrê wî pûç dibin
Di çavên wî yên mezin de roj
Di qîrina wî ya reş de gêz
Cotê wî giran û mêr
Tevlî axê dibe canê wî
Em dipesinîn gayê mêr
Di binê roj û hivê de
Ji bo ceh û garisê
Ji bo zivistana reş a mezin
Xişma wî mezin û mêr
Tevlî axê dibe canê wî
(Lîstikvan tev, laşê Hemedê Kal hildidin û j,
sahnê derdikevin. Topal Elî, tenê bi serê xwe, li sahnê dimîne. Sahne hêdî hêdî
tarî dibe.)
Perdeya
Yekemîn
Sahneya
Diwemîn
(Dapîr, li mala Topal Elî, di odayekê de, li
ser laşê Hemedê Kal, kilamek li ser mêrê xwe dibêje û dangekî nizm û tenik
digirî. Xecê, rûyê Hemedê Kal dîşo. Zinar, li paş li ber diwar li ser piyan
radiweste û diponije.) Ji dûr ve,
stranek tê bihîstin:
Ax, ax rind e, egîdê min,
ax, ax xweş e
di bin çîzmên dagîrkaran de,
bavê min,
roja welêt tarî ye
wek şeveke reş e
de rabe, egîtê min,
rextê xwe girêde,
tivinga xwe hilde ser milê xwe
bi birîna xwe ya mirinê,
ber bi çiyan ve bimeşe
ax, ax rind e, mêrxasê min,
ax, ax xweş e...
Xecê:
Rûyê
wî paqij bû. Rûyekî xweşik, rewsşen... hîna wekî zarokê ye. Ew 83 sal jiya. 83
sal çek wergirt, zeviyan çand û çinî, bajaran geriya... mîh û bizinan xwedî
kirin. Hespên rind û mezin xwedî kirin. Piştî 83 salan, li piyan hat kuştin.
Mirineke rind heqê wî bû. Li piyan mir, serê wî çikiyayî bû, eniya wî vekirî û
ronî bû. (Paş ve diçe û bi xînek li rûyê
bavê xwe mêze dike.) Belê... Rind çêbû... (Vedigere Zinêr) Ne wisa ye, Zinar? (Zinar naxive. Xecê radibe ser piyên xwe.) Zinar, Zinar... Were vir,
kurê min, êdî divê ku tu ji miriyan netirsî, berxê min, êdî tu mezin bû yî,
divê tu ji miryan netirsî.
(Bêhndaneke
kurt)
Ji mirînê netirse, Zinar...
Zinar:
(Bi
serbilindî) Ez natirsim!
Xecê:
Ka
lê biinêre, ka lê binêre, çiqas xweşik radizê. Rûyê wî gelek geş e, ne wisa ye,
Zinar? Rûyê wîr pir geş e... (Xecê,
xebata xwe ya şûştinê diqedîne û tiştên xwe ber hev dike.) Bavê te mirovekî
pir tirsonek e, Zinar. Ji mirovên dewlemend û bi hêz re koletî dike. Tu mîna wî
nînî. Divê tu wek bapîrê xwe bî. Ew mirovekî pir egît bû. (Xecê pariyek difikire û diçe devê sandoqekê vedike.) Were Zinar!
Divê tu heyf û tola bavê xwe hilînî. Ewda bapîrê xwe bistîne, Zinar! (Xecê,
axînek dikşîne û bi herdû destên xwe serê xwe digre.) Di serê min de hiş
nema. Tifinga wî niha di bin axê de ye. Veşartibû. Ez dê wê derxim û bidim te.
Divê êdî çek neyên veşartin. Divê êdî çek neyên veşartin. Mêr, bêyî çek nabe. (Ji sandoqê xencarek derdixe) Ev xencera
ha gelekî kevn e. Xencereke rind e. Xencereke pir rind e, belê...
(Bêhndanek)
Zinar:
Gava em mezin bibim, ez jî dixwazim
bimirim. Ez dixwazim wek bapîrê xwe bimirim.
(Xecê
ditirse, dicemide û difikire)
Xecê:
Here hinek dar bîne bavêje tifikê
(ocaxê), Zinar. Hewa gelekî sar e...
(Zinarderdikeve derve. Topal Elî û qumandan
tên hundir. Dapîr bi hêrs radibe, diqire û diqirî.)
Topal Elî:
Hûn çi vedixwin, qumandan efendî? Çay an
qehwe?
Yuzbaşi Salih:
Gelek
sax be, kurê min... Ez dê niha biçim. Lê divê em vê gelemşeyê(problemê) çareser
bikin.
Topal Elî:
Kerem bike qumandan efendî?
Yuzbaşi Salih:
Em
vê meselê di navbera xwe de çareser bikin. Weke mêran! Bila tu kes tevlî vî
karî nebe! Te fêm kir?
Topal Elî:
Min baş fêm kir, efendî...
Yuzbaşi Salih:
Aferîn,
kurê min, aferîn. Ez ji te pir hez dikim. Tu dewletê diparêzî. Em bi te re dê
gelek tiştên baş çêbikin.
Topal Elî:
Tu ferman bide bes e, qumandan efendî.
Yuzbaşi Salih:
Ez
dê bedela xwîna we bidim. Bila di navbera me de dew û doza xwînê nemîne. Mirovê
mêr dikuje jî, tê kuştin jî, çi ye yanî... Zinar, di himbêza wî de dar, tê
sahnê.
Xecê:
Bîne kurê min...
Yuzbaşi Salih:
(Axaftina xwe didomîne) Zaroyê xwe ji vê
sefaletê derxe. Kurê xwe bide ber xwendinê, bila bibe mirovekî mezin. Bila wek
bapirê xwe negevize, perîşan nabe.
Silehê te heye?
Topal Elî:
(Bi
tirs) Welleh, billah tune qumandan efendî. Ji xwe...
Yuzbaşi Salih:
Netirse
kurê min, ji min netirse. Em êdî dostê hev in. Eger silehê te tune, em silêh
bidin te. Him jî, ji yê rintirîn. Em dikarin cebirxane bidin te. Mêrkuj heye,
terorist heye, ne wisa ye?
Topal Elî:
Canê te sax be, qumandan efendî? Dewleta
me sax be!
Yuzbaşi Salih:
Sibehê
were konê min. Dê savcî beg jî were. min ji muxtar re jî got, bila savcî beg
bibe mêvanê me. Sibehê zû miriyê xwe rakin. Bila nemîne germayiyê. Bîhn dide...
Topal Elî:
Ji xwe zaf pîr bû, qumandan efendî. Ew
dê ji xwe bimira...
Yuzbaşi Salih:
De kurê min, serê we xweş be. Ez diherim
(Bêhndane...
Sahne dest bi tarîbûnê dike.)
Zinar:
Dayê! bapîrê min sîlêhê xwe li ku
veşartîbû?
Xecê:
Te çi got?
Zinar:
Bapîrê min ççekê xwe li ku veşartibû?
Xecê:
(Diponije) Bisekine lawê min, bisekine.
Lez neke berxê min, lêz neke. Wê ew roj jî bên. Zinar, dê ev roja tolehildanê
jî bê...
(Tarî...)
(Demek
şûnda, derî tê lêdan)
Xecê: Hûn kî ne?
(Bedengî)
Xecê:
Ew kî ye?
Gerîla:
Em in, yadê, heval in.
(Çar
gerila tên hundir,. Piştî demek, gerilayek dest bi axaftinê dike)
Gerîla:
Elbet
em dê bimrin, dayê. Hemedê Kal hîna nehatibû kuştin, qîriyabû û gotibû
"cihennem!" Ev gotineke beredayî nîne. Kurdistanê kirine wek
cihennemê. Hîn jî dikin. Ew zilm dikin û dikujîn. Ew mirin û nemayî ne. Em jî,
jîn û heyat in. Belê, Kurdistan dê bibe cihennemeke mezin, lê ne ji bo me, ji
bo dijmin. Lê di dawiyê de, wê bibe bihişt (cinet). Yên ku wê bikin cinet em
in. Em dê şer bikin. Em dê tola dozeke mezin e. Em dê heyfa şehîdên Kurdistanê
tev bistînin. Ewd û heyfa wan, Kurdistaneke azad, serbixwe û yekbûyî. De rabin,
em dê şehîdê xwe, bi awayekî baş û bi serfirazî bidin axê.
(Laşê Hemedê Kal hildidin û derdikevin
derve.)
Perdeya
Yekemîn
Sahneya
Sêyemin
(Yuzbaşi
di odeya xwe de, li ber masê rûniştiye û rojnamayê dixwîne. Topal dikeve hundir. Silav dide û rûdine.)
Yuzbaşî Salih:
Li bajêr çi heye çi tune, Topal?
Topal Elî:
Welle, heke pere hebe, li bajêr her tişt
heye, qumandan efendî...
Yuzbaşî Salih:
Ma pere heye, Topal? Ha?
Topal Elî:
Di saya we de, pere heye, qumandan
efendî... Di saya dewleta me de, pere heye.
Ez xulameki belengaz bûm, lê di saya we
de, ez bûm axa!
Yuzbaşî Salih:
Erê, erê, Topal, erê Elî Axa... Qudreta
me heye, lewma...
Topal Eli:
Destê
dewlete gihîşte me. Ez niha efendî me. Her kes ji ber min ve radibe ser piyan.
Çima? Ji bo ku qudreta me heye, lewma...
Yuzbaşî Salih:
Ha ha ha! Lo Topal, tu jî, ne hindik bê
şeref î haa...
Topal Elî:
Di saya we de, qumandan efendî.
Yuzbaşî Salih:
Aferîn, aferîn, Topal... Ez ji te pir
hez dikim.
Topal Elî:
Hûn sax bin, qumandan efendî.
Yuzbaşî Salih:
Li gorî dîtina min, tu ji ticaretê baş
qezenc dikî, ne wisa ye? Ka ez lê binêrim? Baş e,
baş e...
Lê îstixbarat çawa dimeşe? Tiştekî nû heye?
Topal Elî:
Qumandan
efendî, di nav gel de terorîst pir in. Ev xortên ha, hûn dizanin ew çi dikin?
Ew, propaganda terorîstan dikin.
Yuzbaşî Salih:
Yê
ku zêdetir propaganda dike, em ji wî dest pê bikin! Berî her tişti, divê tu wî
tespît bikî.
Topal Elî:
Ez texmîn dikim, qumandan efendî!
Yuzbaşî Salih:
Baş
e, baş e! ... Ticareta mezintirîn ev e,
Topal, ji bîr neke! Pere ev e! Hêz ev e! Tu dê ji wî baştir qezenc bikî!
Topal Elî:
Hûn emir bidin, bes e, qumandan efendî!
Yuzbaşî Salih:
De here, Topal, de here, seroke
qoriciyan! Karên mezin li benda te ne!
Topal Elî:
Ser serê min qumandan efendî!
(Topal
derdikeve derve. Demeke kin şunde, Pala Omer bi lez dikeve hundir.)
Pala Omer:
Yuzbaşî, yuzbaşî!
Yuzbaşî Salih:
Çi ye, çi ye?
Pala Omer:
Kulek (Topal) xayîn e! Ji bo terorîstan
dixebite! Qur’an!
Yuzbaşî Salih:
Bêje, Pala.
Pala Omer:
Min
bi çavê xwe dît. Nîvê şevê, ji mala kulek derketin. Çar, na na, bîst mirov bûn!
Ser û binê wan hemû çek û rext bûn!
Yuzbaşî Salih:
Leşker!
Çawîş:
Ferman ya te ye!
Yuzbaşî Salih:
Here Topal bigre! Jina wî, xwesiya wî û
kurê wî jî bînin.
Çawîş:
Ferman ya te ye, qumandan!
Yuzbaşî Salih:
Rûne Pala, ji serî ve careke dî ji min
re bêje! Nîvê şevê, çi karê te li derve hebû?
Pala Omer:
Qusura
min nenêrin! Mîza min hatibû. Tava hivê hebû. Nêzîkê mala Topal ez sekinîbûm.
Min dît ku deriye wan vebû. Jina Topal, kurê wî û çar zilam derketin. Ber derî
sekinîn. Pista pista wan bû. Di navbera xwe de hêdî hedî ştexilîn. Paşê, yek bi
yek himbêz kirin. Li ber pozê min derbas bû. Hindik mabû ku zirave min biqete.
Ji bo ku diranên min li hev nekevin û deng nekin, min destê xwe gez kir.
Yuzbaşî Salih:
Bi kîjan alî ve çû?
Pala Omer:
Wele min ji tirsa xwe serê xwe ranekir.
Dema min serê xwe rakir, tu kes nemabû.
(Çawiş,
Topa tîne hundir.)
Yuzbaşî Salih:
Topal, ezê te bidim ber gulla û bikujim!
Na, na, ezê te bi kêra kor şerjê bikim. Leşker!
Sungî
bîne ji min re! Topal, pişta xwe bide wî dîwarî! Y ek: Ew çar zilamên hatin
mala we, kî bûn? Didu: Ew dê cardin kengî wê bên mala we?
Topal Elî:
Qumandan
efendî, tu çi dibejî? Kî hatine mala me? Kengî hatine? Welle bêbextî ye.
Tiştekî wilo tune... Bêbextiyan li min dikin!
Yuzbaşî Salih:
Pala!
Pala Omer:
Derewan
neke, Topal! Min bi çavê xwe dît. Nîvê şevê bû. Ji mala te derketin. Çar mirov
bûn. (Li Yuzbaşi vedigere) Na na,
bîst mirov bûn.
Yuzbaşî Salih:
Tu çi dibejî Topal?
Topal Elî:
Welle xebera min jê tune, qumandan
efendî!
Yuzbaşî Salih:
Lo çawa xebera te ji mala te tune?
Topal Elî:
Welle musade bike, ezê ji Xecê pirs
bikim û bêm.
Yuzbaşî Salih:
Tu xwe aciz neke, Topal. Xecê dê ji xwe
bê!
(Çawiş;
Xecê, kure wê û diya wê tîne hundir.)
Yuzbaşi Salih:
Milîtana mê, hele were, were...
Topal Elî:
Xecê, kî hatine mala me?
Xecê:
Ji te re çi ye?
Yuzbaşî Salih:
Bes e, bes e! (Li Zinêr vedigere) Ka tu bêje, yên ku hatine mala we kî bû?
Xecê:
Kurê min berde, tu suce wî tune ye. Hîn
zarok e ew. Sucê Topal jî tune. Wî jî berdin.
Yuzbaşî Salih:
Baş e, nexwe ji min re bêje. Suc yê ke
ye, ye te ye?
Xecê:
Erê! Suc yê min e. Ew ên ku hatin mala
me, qaçaxçî bûn, tucarên sînorê bûn. Xebera
merê min jî, ji vî karî tune.
Yuzbaşî Salih:
Tu nikarî min bixapînî, keçê! Ez hemû
qaçaxçiyan nas dikim. Tu derewan dikî.
Hemû bi izna min tên û diçin.
Topal Elî:
Benamûsê! Te şerefa min kir pênc pere!
Te em rezîl kirin!
Dapîr:
Şerefa
çi? Ma te şeref heye, Topal? Tu seyekî belengaz û parsekirî yî... Xwedê rûyê te
reş bike, lawo!
Yuzbaşî Salih:
Baş
e, baş e. Min fem kir. Tu derkeve derve, Topal. Emê karê xwe bi Xecê ve pêk
bînin. (Topal derdikeve derve. Yuzbaşî li
Xecê vedigere)
Yuzbaşî Salih:
Eêê, Xecê xanim. Ji min re rastiyê bêje.
Xwe amadê ke, ezê çi bînim serê te, niha tu
dê bibînî. Ezê ruhe te derxim. Ezê te
hêdî hêdî bikujim.
Zinar:
Bela xwe ji diya min veke! Dûr bimîne ji diya
min!
Yuzbaşî Salih:
Binerin
vê bêjiyî! Kuro, ku ez bêm te bixwim, tu li ber diranên min jî nakevî.
Bisekine, nexwe ezê te bikujim.
(Xecê
xwe davêje ser kurê xwe, dike ku ji destê Yuzbaşî derxîne.)
Xece:
Lawo, kurê min berde, hîn zarok e ew!
Yuzbaşî Salih:
Hey lê! Tu ne jin î, tu şêr i, şêr!
(Dapîr
dikeve navbera wan, bi çengê Xecê digire û dikişîne.)
Dapîr:
Kurê
dêlê! Emê biçin keçê! Dema bêriyê ye! Dema bêriyê ye, em biçin pezên xwe
bidoşin lê!
Yuzbaşî Salih:
Leşker! Ve piştqûve bavêjin derve!
(Leşker
bi milê Dapîrê digire û bi ber xwe ve dikişîne.)
Dapîr:
Here
ji wê derê, kûçikê pîs! Ji min dûr bikevin lawo! Ezê kezeba we derxim ha! (Çawîş dapîr tîne derve. Dapîr ber derî ji
Topal re) Yuzbaşî dê jina te bistîne, ha? Te jina xwe teslîm kir, tu hatî
ber derî rûniştî!
Yuzbaşî Salih:
Wê jinikê bibin! Îfada wê baş bistînin!
(Leşker Xecê dibe hucreyê. Yuzbaşî li Zinêr
dizîvire. Peşî lê dixebite ku bi xweşî Zinêr bide axaftin. Gava bi ser nakeve,
dest davêje îşkenceyê. Zinar ji xwe diçe. Piştî îşkence, Topal dikeve hundir.)
Topal Elî:
Ez
qurbana te me, qomandan efendî! (Pala
Omer: Ez jî...) Bihêle ez bipeyvim! Erê ifadeya wan bistînim...
(Yuzbaşî
bi ken dinêre.)
Topal Elî:
Ez
bibim xulame te, qumandan efendî! Ez seyê ber deriyê te me! (Pala Omer: Ez ji!) Bihêle ez hel bikim!
(Yuzbaşî bi dengekî bilind dikene)
Saetekî, qumandan... Ma dê çi be? Saetekî...
(Yuzbaşî
pariyek difikire. Paşî... )
Yuzbaşî Salih:
Leşker! Topal dê xisûsî biştexile. Ji
wan re odekî baş hazir bikin!
Çawîş:
Ferman ya te ye!
Yuzbaşî Salih:
Lê, eger tu nikarî wê bidî peyivandin,
emê wê bidin memetçîk, te fêm kir?
Topal Elî:
Xwedê ji te razî be, qumandan efendî...
Min baş fêm kir.
Yuzbaşî Salih:
Ez
diçim kurê min. Vê jinikê bînin. Bila hersê jî li vê derê bimînin. Derî jî li
ser wan bigrin. We fêm kir?
(Yuzbaşî
derdikeve. Çawîş, Xecê tine.)
Çawiş:
Ji we re cih û livînan jî bînim, he? (Çawîş derdikeve derve. Derî ser wan digre.)
Topal Elî:
Bipeyive
Xecê. Ez binê lingê te maçî dikim, bipeyîve! Te ez şewitandim, Xece, te şerefa
min anî pênc peran... (Xecê bersiv nade.)
Topal Elî:
Ez
qurbana te bim, Xecê... Ger tu nepeyîvî, dê Zinêr bikujin. Dê te jî bikujin. Tu
namûsa min î, Xece. (Topal li ber Xecê
çok dide)
Xecê:
Bênamûs! Dest nede min! Here xwe bavêje
ber lingên efendiyê xwe!
Topal Elî:
(Li Xecê dixe) Bipeyîve, kurê xwe xilas
ke, xwe jî xilas ke, min jî xilas ke! Ez ketime bextê te, Xecê! Bêje, gerîla li
ku ne, dê cardin kengê bên? (Topal lêdanê
didomîne. Di dawî de Xecê be liv (hereket) li erdê dimîne. Deng ji Xecê nayê.)
Topal Elî:
(Bê çare) Oumandan dê pere bide me. Dê li
bajêr ji me re xanî jî bikire. Emê dewlemend bin Xece, pir dewlemend! Bila
xulamên te jî hebin. Tu dê destê xwe ji ava germ nekî ya sar! Zinar jî dê
bixwîne, wê bibe zilamekî mezin. Belkî jî bibe wezîr. Belkî ji qumandan jî
mezintir be!
(Topal
derdikeve derve. Yuzbaşi tê sahne.)
Yuzbaşî Salih:
Wê ji vê dere bibin! Wan bînin ser hişe
xwe! Na, na, ne li vê derê, rakin!
(Leşker
û Pala, Xece û kurê wê radikin dibin.)
Yuzbaşî Salih:
Topal li ku ye?
Pala Omer:
Ew
weke dînan ber bi mala xwe ve diçû... Min tu car ew wilo nedîtibû... Welle, ew
bêsûc e... Çi kiriye, xwesiya wî ya piştqûv, jina wî û kure wî kirine.
Yuzbaşî Salih:
Wisa ye, ha, Pala?
Pala Omer:
Neynukên wan rakin! Çavên wan derxin!
Bila bizanin!
Yuzbaşi Salih:
Emê wilo çêkin, ha, Pala?
Pala Omer:
Du jilêtan bavêjin rûyê wan, binêrin
çawa weke bilbilan bişeqin!
Yuzbaşî Salih:
Tu
dê karê min nîşanî min bikî? Kûçikê pîs! Ezê sinetê (karê) xwe ji Kurdê pîs ê
weke te bielimim? Dengê xwe bibire! Here ber derî weke seyê bisekine!
Çawîş:
Bi ser hişê xwe ve hatin, qumandan!
Yuzbaşî Salih:
Sorguyê dom bikin! Lê dibe ku wextê me
gelek nemaye...
Xecê:
Bênamûsno! Xwînmêjno!
(Topal
dîsa tê sahnê. Di destê wî de pakêtek heye.)
Topal Elî:
Qumandan,
vaye hemû tiştên me li vê derê ne, bila ji we re bin! Jina min berdin... Hûn çi
bixwazin, ezê bikim! (Deng ji qumandan
dernakeve.) Ez hevî dikim, qumandan... Van tiştan bigrin. Hemû tiştên min
li vê derê ne! Bazinên min, meaşen min û zerên min! Mala min jî, ji we re be!
Pezên me, genime me, hemû di nêv leşkeren xwe de belav bikin!
Yuzbaşî Salih:
Çekê
xwe dane ser masê! Benamûsê Topal! Paşê, hîna min tu nekuştî, here ji vê derê!
(Topal disekine. Naxwaze ku sîlehê xwe
teslîm bike.)
Yuzbaşî Salih:
Ez ji te re dibêjim, xulam! Çeke xwe
teslîm bike!
(Topal
çekê xwe datîne ser masê.)
Yuzbaşî Salih:
Pala, ji vir pey de serokê qorîciyan tu
yî! Ji ber çavê min here, kûçik!
(Topal derdikeve derve. Pala li du wî
derdikeve. Pala wî birîndar dike, pere û xişrên Topal jê distîne û tîne dide
yuzbaşî. Yuzbaşî ji vê perê hezarek dide Pala. Topal bê pere, bê namûs, bê
şeref û bê ruh maye. Her tiştê xwe hunda kiriye. Ji lewre, biryar dide ku
qereqolê bişewtîne. Vî karî dike jî.)
Çawîş:
Agir girt qereqolê! Terorîst, terorîst!
Perdeya
Diwemîn
Sahneya
Yekemîn
(Xecê
li girtîxanê, di hucreya xwe de ye.)
Xecê:
Ez
nepeyvîm. Ez nepeyvîm.
Niha
ez li tavê dinêrim
û şikir dikim.
Ji
ber ku min ji wan re negot,
cihê kurên xwe yên delal
û ciwan...
Berê,
ez gelek tenê bûm,
Min
çiqas ber xwe dida,
ez ewqasî geş dibûm,
Tovek
çawa ku ber xwe dide,
di bin berfê de,
di
bin bager u brûskan de
û
paşê çawa vedibe, dema bihar bê
û
geş dibe
û
yek dibe hezar,
li axa Kurdisstanê ya delal
wilo
ez
wilo geş dibûm...
Ez
niha li rojê dinêrim
û şikir dikim.
Di
wî agirî de
min kurê xwe winda kir
Zinarê
min ê çavbelek
Hîv
li rûyê wî bû
gol
u çem hebûn di xewa wî de
mêranî
hebû di dilê kurê min de.
Ew,
wek bavê xwe ne kole bû
Bêdeng,
lê serhişk bû...
Di
wî agirî de
min kurê xwe winda kir
Ez
niha li rojê dinêrim û pirs dikim:
Tu
li ku yî, kurê min?
Tu
derketî ji nav pêta agirê bilind
Tu
karî xwe xilas bikî
ji ber libên çekan?
Tu
karî xwe bidî himbeza
çiyayen Kurdistanê yên delal?
Tu
gihayî şervanên serbilind,
Zinar?
Tu
li ku yî?
Ez
li rojê dinêrim
û pirs dikim...
Ez
niha li rojê dinêrim
û pirs dikim...
Tu
kes dengê xwe nake
Zindan
bêdeng e
Zindan
naştexile...
Zindan...
Zindan
kokek e di nêv axê de
Zindan
kokeke mezin e
Ku
ew zinaran hûr dike
Ku
ew hesinî xwehr dike...
Di
zindanê de, min zanî ku
ez kokek im,
Ez,
dayê Xecê
Min
gelek êş kişand
Di
beriya min de jî,
gelek qehr hat kişandin
Kurên
min ên gelek
zana û mêrxas
Li
van deran hatine kuştin
Şewitandin
laşên wan
Û
paşê helandin libên çekan,
bi agirê laşên wan!...
Wisa,
min ew dîtin
Dema
min ew dîtin, şîr tijî bû
di çiçikên min ên ziwa de
Û
stûyê min ê pîr,
bi ser xwe ve hat
Ew
çavê min ê ewrgirtî,
dinyayê çêtir dît.
Niha
ez li rojê dinerim
û li benda wê me
Kengê,
serkeftin kengê ye?
(Bêhndanek... Leşkerek diqîre:)
Xecê
Şîrvan, mêvanê te heye!
Leşker Dêpîr tîne ber
deriye hucrê.
Dapîr:
Hem
tişt ji hesinê ye. Li vê derê, ax tune ye. Xecê, Xecê, keça min. Ev der çiqas
tarî ye? Ev zilam ziman nizanin. Ne welê ye? Xecê! Tu çima naştexilî?
Xecê:
Yadê, tu bi xer hatî.
Dapîr:
Xêra zindane çi ye, keçê? Ev cihenema
bin erdê, kî bi xêr tê vê derê?
Xecê:
Tu bi xêr hati, yadê, tu bi xêr hatî. Li
gund çi heye, çi tune, yadê?
Dapîr:
Qet
nepirse! Kulek eqlê xwe winda kir. Tu kes nanêrî li rûyê wî. Bihar hat. Wê zevî
çawa bin, tu kes nizane. Ji maliştina gomê, pişta me quloz bû. Ez gelek pîr im,
Xecê, gelek pîr im.
Xecê:
Ezê derkevim, yadê. Di nezîk de.
Dapîr:
Gava ku tu zarokê xwe
bînî ser dinyayê. Tu tenê yî. Kî li te mêze ke?
Xecê:
Ez
ne tenê me. Heval li vir hene. Ew li me mêze dikin û mane hêviya ku zarok bê
ser dinyayê. Ew, ji hemû kesî pirtir hez dikin ji wî zarokê.
Berîvana Girtî:
Pîrê, me navê wî jî danî.
Şevîna Girtî:
Me paçên wî, ji cilên hevalên şehîd çêkir.
Dapîr:
Tobe, tobe!... Ji cilên
miriyan paçên zarakan çênabin, qîza min. Guneh e, xisaret e...
Xecê:
Ev
ne ji wan miriyan in, yên ku tu dizanî. Ev şehîd in. Yanê, ev ji bo jiyaneke nûh
dimirin. Yek ji wan jî, li ser cihê xwe nemirine. Laşên wan ne li vê derê ne,
le ew sax in. Tu dê navê wan gelek bibihîsî. Li Kurdistanê, hemû kes navên wan
li zarowên xwe danîne. Ev şehîdên ha, ji min û te pirtir sax in. Heval ji min
re behsa Mazlûm dikin. Min ew tu car nedît. Lê min di xewna xwe de ew dît. Di
nêv kefa deste wî de piling û pelê agirî hebû. Ji min re digot, "ha ji te
re, ew tifıka (ocak) te ya temirî cardin pêxe". Laşê wî bilind û delal bu.
Ew bi rastî sax e, yadê.
Dapîr:
Erê, erê sax e.
Şevîna Girti:
Emê navê zarokê Mazlûm deynin.
Dapîr:
Sê caran navê wî di guhê wî de bêjin.
Bila bielime navê xwe û jê hez bike.
Leylaya Girtî:
Ew jî, dê bibe gerîla. Hîn ew naelime
axaftinê, ewê bielime rext û çekan.
Xecê:
Zinar? Te çi xeber jê sitend, yadê?
Dapîr:
Ne
ew bi xwe, ne jî cendekê wî dîtin. Tu guhê xwe bide min, ew sax e, Xeca min.
Miriyên we sax in, çima Zinarê min ê panzdeh salî ne sax be? Ez dizanim, cihê
ew lê ye, gelek xweş e. Ew bi xwe jî, gelek baş e. Meraqa wî neke, keça min.
Berîvana Girtî:
Ew di nêv gerîlaye de ye.
Şevîna Girtî:
Ew niha bûye gerîlayekî baş. Ew ewqasî
jîr e ku, ji wî qereqola mezin reviyaye.
Dapîr:
Bo we hebe tunebe, hemû
gerîla ye.
Xecê:
Erê. Hemû tiştên me gerîla ye, yadê.
Dapîr:
Erê, erê. Tu jî gerîla yî.
Xecê:
Erê. Ez jî dê bibim
gerîla. Ezê hemû tiştên xwe bidim gerîla.
Dapîr:
(Dikene) Tiştek te nemaye tu bidî gerîla.
Te zarokê xwe yê ku nû bê ser dinyayê jî, ji bo gerîlayê kiriye qurban... (made
xwe tirş dike) Te zarokê xwe kiriye qurban.
Leylaya Girtî:
Erê, qurbana Kurdistanê.
Berîvana Girtî:
Qurbana çiyayên Kurdistanê.
Xecê:
Zarokê
min dê wek kole bê ser dinyayê. Lê, ez gelek baş dizanim, ez bawer im, dê azad
bimire.
Dapîr:
Qîzê, hê nebatiye ser dinyayê, behsa
mirinê neke. Guneh e.
Leşker:
Bes e, bes e! De derkeve!
Xecê:
De here yadê. Dereng nemîne. De here.
Dapîr:
Temam,
ez diçim. Hay ji xwe hebin. Li xwe baş binêrin. Bi şev deriye xwe bigrin.
Nehêlin vekirî. Ka em lê binêrin, heta sibehê, xwedê li me çi deriyê vedike.
(Dapîr
diçe. Sahne nîvetari dibe. Xece xewn dibine.)
Xecê:
Zinar, were, Zinar.
Xecê:
Zinar?
Lawo Zinar... Min tu hîn neanî li ser dinyayê. Ez hîn gelek ciwan im. Hîn hevde
salî me. Zinar, ev çi ye? Ji min re bêje. Çima wilo hat? Zinar, ez hê keç im.
Min tu çawa anî ser dinyayê?
Zinar:
Wilo
neştexile dayê... Divê tu wilo neştexilî. Te çawa ji bîr kir? Li biharê, dayê.
Ez bi xencera xwe ve hatibûm ser dinyayê. Binêre, bi vê ve.
Xecê:
Xencera serhildanê.
Zinar:
Xencera min, Xecê.
Xecê:
Te çima ew dizî, Zinar? Ev ya kalê te bû.
Zinar:
Kalê min? Ew dabû min.
Xecê:
Zinar,
wilo neke. Dasoka te hebû. Tenê dasoka te hebû. Te dê genim biçanda. Te dê
zeviyen me şîn bikira, Zinar. Binêre, bihar hat. Tu kesê me tune.
Zinar:
Peşî şer, paşê ezê genim biçînim.
Xecê:
Were vira, kure min. Were vira.
Zinar:
Peşî ewd û heyf... Paşê
ezê ji keviran xaniyen mezin çêkim.
Xecê:
Xaniyên ji keviran, xaniyên honik, Zinar.
Zinar:
Peşî şer... Peşî şer...
Xecê:
Zinar, neçe! Me nehele tenê, Zinar!
Zinar:
Ewilî şer.
Xecê:
Zinar!
Xecê:
Zinar, xwîn ji rûyê te tê!
(Sahne tarî dibe.)
Perdeya
Diwemîn
Sahneya
Diwemîn
(Şikeftek… Gerilayek birîndar. Nikare bimeşe
û rabe ser piyan. Millîsek bi lez tê hundir.)
Gerîla:
Heval, te av anî, av?
Milîs:
Leşker tên. Gundî jî li paş! Dor û rexê
me girtine!
Gerîla:
Pêşî divê em yekî ji wan bikujin,
matarek av jê bistinin, vexwin, emê dîsa bimirin…
(Gundî, yek bi yek tên hundir. Di himbêza
jinekê de zarowê Xecê heye. Zarok bi dengekî bilid gidrî û nasekine.)
Xecê:
Merheba ji we re!
Millîs:
Ew gerîla ye. Gerîlayek3i birîndar.
Nikare bimeşe û rabe ser piyan…
Xecê:
Gerîla…
Tu pîroz î, berxê min. Weke axê, weke nan, weke welat… Kurekî min j3i we te
şervan e. Navê wî Zinar e. Tu wî nas dikî?
Gerîla:
Belê,
yadê, belê! Ez wi baş dizanim. Ew gerîlayekî pir bi rûmet e. Şervanekî pir
mezin e.
Jinik 1:
Xuşka Xecê, zaroka te nasekine! Bigre,
wê bihewîne.
Dapîr:
Lê ew çima digrî? Eşkere ye ku derdekî
wî heye! Şîr bide wî!
Milîs:
Leşker
tên! Pir nêzîk in! Dengê wî bibirin. Eger wê bihisin, dê me tev bikujin… Şervan,
çiqas fîşengên me hene?
Gerîla:
Nêzîkî deh heb. Bes in.
Millîs:
Ji bo sêsed leşker deh heb fîşeng! Pir
baş!
Jinik 1:
(Bi dengekî bilind) Ewê bibe sebebê me
tevan! Dê me tev bide kuştin! Dengê wî bibirin! Wî bikuji, wî bikujin!
(Pariyek
bêdengî)
Gerîla:
Metê,
emê vî zarowî çawa bikujin! Zarok jiyan in, zarok hêvî ne! Emê çawa bikujin!
Zarok nayên kuştin! Pêşî divê hûn min bikujin!
(Gerîla,
dike ku rabe ser piyan, nikare. Bêdengî)
Xecê:
Hevalno!
Min di ber axa xwe de, di ber azadiyê de gelek êş kişand. Ev zarok jî, hîna
nehatibû ser rûyê dinyayê, min ji bo gerîla qurban kiribû! Ha ji we re, hû çi
jê dikin, dikin! Lê ez nikarim! Ez nikarim wî bi destê xwe bikujim!
(Zarok digrî. Xecê bi dengekî nizm, ji alikî
ve ji zarowê xwe re straek dibêje, ji alikî din ve jî ew dewisandesiga xwe.
Hêdî hêdî dengê zarowî tê birîn. Zarok dixeniqe û strana Xecê diqede. Sahne
tarî dibe.)
Perdeya
Diwemîn
Sahneya
Sêwemîn
(Meydaneke serhildanê. Di nava meydanê de
agirek dişewite. Li pey sahnê, wek ji dûr ve hatina bayekî nermîn, strana Rojê
tê bihîstin. Lîstikvan, yek bi yek tên sahnê. Di destên wan de meşhele hene.)
Strana Rojê:
(Ji
pey sahnê dengê wê tê.)
Agir,
xweş agir, me bişewitîne
Agir, xweş agir, li me bike ronahî
Xecê:
(Dikeve
sahnê. Meşale xwe pêdixe)
Min ew anîbû ser dinyayê
Wî pilingî
Ji bo cotê min ew anîbû ser dinyayê
Awirên wî wek yên şêran bûn…
Di şeveke reş de min ew anîbû ser
dinyayê
Rûyê wî weke hîvê, xweş û rind
Min ew kole anî ser dinyayê
Lê ez bawerim im
Zarowên pêşdemê wê azad bijîn
Strana Rojê:
(Li pişt sahnê dengê wê tê.)
Agir,
xweş agir, me bişewitîne
Agir, xweş agir, li me bike ronahî
Cotkar:
(Dikeve
sahnê û meşhela xwe pêdixe.)
Ji hatina barbarên Romî heta niha
Ax xeyidî emê qurban bidin axê
Ji hatina zulumkaran heta niha
Bereketa biharê nema
Emê qurban bidin biharê
Deşt ziwa bûn û ji bêwaviyê
Qelişî rûyê welatê me
Di navbera Dîcle w Feratê de
Qelişî weke lêvên reş
Xecê:
Emê qurban bidin axê
Axa ji xwînê têr nebûyî
Ji xwîna Kurda a reş
Hezar sal in têr nebûyî
Pîrê:
(Dikeve
sahnê meşhela xwe pêdixe.)
Yên ku zulum dikirin
Ji bakur û ji başûr hatin
Li bakur û li başûr wan zîncîr
Kirin milên me
Li bakur û li başûr em mirin
Ferat bi xwîna me geş bû
Dîcle bi xwîna me geş bû
Behr bi xwîna Kurdan zêde bû
Strana Rojê:
(Koro bi wê re distirê. Lîstikvan tev, li dora agir dizîvirin.)
Agir,
xweş agir, me bişewitîne
Agir, xweş agir, li me bike ronahî
(Lîstikvan cihên xwe dîsa digrin.)
Xecê:
Emê agirekî mezin pêxin!
Agirê laşên me! Agirê jiyanê!
Karker:
(Dikeve
sahnê û meşhela xwe pêdixe)
Agir ji bo kurên me
Agir ji bo keçên me
Gundî:
(Dikeve
sahnê û meşhela xwe pêdixe)
Agir ji bo ocaxa mirovê a paşîn û
pêşîn! Ji bo Kurdistanê!
Xecê:
Êdî tirs qediya! Tirs êdî tune ye!
Koro:
Agir, dijminê tariyê
Agirê rojê
Agirê pêşhatinê
Xecê:
Kurdbûyîn azadbûyin e! Emê ji bo azadî
agir pêxin!
Koro:
Agir, neyarê tariyê!
Jina Gundî:
(Dikeve
sahnê û meşhela xwe pêdixe)
Agirê goştê
Agirê goştê mirovan
Ji bo Xwedatê azadiyê
Pêta goştê mirovan
Ji bo Xwedayê serkeinê agir!
Xecê:
Emê cardin welatek ava bikin
Di nav aşitiyê de
Mirov ji nû ve dê jin be
Û wê azad be
Û wê serfiraz be
Strana Rojê:
(Koro, bi wê re distirê û lîstikcan tev li dora êgir dizivirin)
Agir,
xweş agir, me bişewitîne
Agir, xweş agir, li me bike ronahî
Şervan:
(Dikeve
sahnê û meşhela xwe pêdixe)
Werin şahiyê, gundibo
Werin şahiyê, zarokno
Werin şahiyê, hevalno
Şahiya agirê çiyan!
Karker:
Em dişewitin ji bo genimî
Em dişewitin bi kêfxweşî
Wek serê genimê payîzê
Bê qêrîn û bi dilşahî
Koro:
Agir, tu dişewitînî
Agir, tu xaniyan şen dikî
Agirê evinê, tu
Agirê hêrsê, tu
Strana Rojê:
(Koro, bi wê re distirê û lîstikcan tev li dora êgir dizivirin)
Agir,
xweş agir, me bişewitîne
Agir, xweş agir, li me bike ronahî
Koro:
Agirê çiyayên bilind
Agirê serhildanê
Yê Kurdistanê
Xwendevan:
(Dikeve
sahnê û meşhela xwe pêdixe)
Av nikare vemirîne
Xwîn bikşinin ji bo agirî
Ji dilên xwe yên reş
Xwîn bikşînin ji bo pêla agirî
(Dengê
silehan. Gule lê dikevin û ew dikeve erdê.)