31 Ağustos 2019 Cumartesi

Hafizeya Şanoya Bakur: Kemal Ulusoy



            Mamoste Kemal Ulusoy nezî sî salan e şahidê şanoya kurdî ya bakur e. Xebatên wî li Kayy-dera Stenbolê dest pê dikin, pişt re tevlî şanogerên li jêrzemîna NÇM’ê (Navenda Çanda Mezopotamya) a Tarlabaşiya Stenbolê dibe. Di destpêka salên 2000’î de tê Amedê bi cî dibe û tevlî nav Şanoya Bajêr dibe... Wekî piranî şanogerên Şanoya Bajêr bi hatina qeyûm re (1)  li jêrzêmina Şanoya Bajêr ya Amedê ve berdewam dike.

            Sohbeta me hefteyek berê çêbû û nêzî çar saetan berdewam kir ku hê qeyûm (2) nehatibû... Min xwest ku di vê sohbeta me de dîroka şanoya kurdî ya Bakur ji çavderiya wî be ku ew şahidekî resen e, min pirsî wî vegot, mala wî ava... Dizanim gelek tişt nîvco man, an dem têra me nekir, an dor nehat ser hin pirsan, lê ez bi xwe ji cenabê wî gelek tişt hîn bûm. Ez di wê baweriyê de me ku şanoger û şanohezên kurdî jî, wê jê sûd werbigirin. Mamoste Kemal Ulusoy, ji destpêka şanoya bi kurdî ya li Bakur û li Tirkiyê heta roja me, bênavber di nav xebat û hewldanên şanoya kurdî de ye, helbet gelek pirs mane ku di siberojê de em ê dîsa jê bixwazin, lê niha ez ê ji navberê derkevim û we bi cenabê wî re bi tenê bihêlim... Werin em bi çavdêriya Kemal Ulusoy li dîroka nêz a şanoya kurdî binêrin. Fermo mamoste êdî dora te ye...
            Ez di sala 1968’an li navçeya Çewligê gundê  Hergepê hatimê dinê. Heta bîst saliya xwe li gund mam, helbet hatin û çûyîna min a bajêr û Stenbolê çêdibû lê piştî bîst saliya xwe, em bi malbatî çûn Stenbolê.

            Di sala 1990’î de li Stenbolê komeleyek vebû. Komeleyeke heremî bû, ji çend navçeyên Çewligê (Kayy-Der/Kixî-Karakoçan-Adaklı-Yayladere-Yedisu Sosyal Yardimlaşma Kalkındirma ve Kultur Dernegi) pêk dihat. Li wê derê çend qursên hunerî dest pê kirin. Ez jî ji bo şanoyê tevlê bûm. Diyar e di zarokatiyê de tiştek di dilê min de maye. Şano beşek ji hunerê ye tu li peşberî gel dibî, cesaretek û disîplînekê dixwaze. Tiştê ku min bir wê derê, daxwazeke kurdî û daxwazeke çandî bû. Eleqeya min, wekî hobî dest pê kir. Mamosteyê me Ahmet Varol bû, wî jî li Zanîngeha Yildiz Teknikê dixwend.

            Lîstika me ya yekemîn ji “jixweberiyê” derket. Daxwaza me li ser zimên û çandê pêk dihat. Di wan deman de ji bo mijara lîstikê, lêgerîneke me ya siyasî tune bû. Mijara lîstikê li ser revandina keçikekê bû û navê lîstikê jî “Xwezgînî” bû. Cara yekem bû ku ez derketibûm ser sehnê. Cihê xebatên me li jêrzemînê bû. Herî zêde cihê 30-40 kesî digirt. Ew lîstik cesaretek û hêviyek dabû min.

            Em heşt xwişk û bira ne. Yê ku li cem malbatê mabû, ez bûm. Şensê min ê herî mezin ew bû ku, diya min tu carî ez aciz nekirim her tim piştgiriya min dikir. Bavê min jî mirovekî pir mutewazî bû, tasarrûfa wî li ser min gelekî zêde bû. Ew jî ji derdorê aciz dibû lê tu carî li hemberî min nesekinî. Mixabin ku şano wekî kar nedihat dîtin.



Li NÇM’ê lîstika yekemîn

            Di sala 1992’yan de tevlî koma NÇM’ê bûm. Hêdî hêdî ber bi profesyonelî ve diçûm. Ji alîyê aborî ve belkî em ne profesyonel bûn, lê kar û barê me bi disîplîn û bi profesyonelî derbas dibûn. Di wan salan de ne bingeha min ê şanoyê hebû ne jî tecrubeya min. Helbet yê ku rê nîşanî me didan hebûn lê zêdetir danûstendina me bi hev re bû, em ji hev hînî tiştan dibûn.

            Xebatên NÇM’eya Stenbolê di sala 1991'ê de, dest pê kiribû. Lîstika wan a yekemîn “Mîşko” bû. Wê demê cîhê NÇM’ê jî li Stenbolê li Tarlabaşiya Beyogluyê bû û şano jî li jêrzemîna wê derê xebat dikir. Ew lîstik di wê jerzemînê de nehat lîstin, li Ortakoya Stenbolê hat lîstin. Jê re digotin OKM (Ortakoy Kultur Merkezi). Lîstik bi rêveberiya Mamoste Cemîl derketibû. Ji fablekê lîstikek hatibû amade kirin. Çend salan şûn ve dîsa bi dêrheneriya wî lîstika "Rojbaş" hat amade kirin. Em komek bûn lê lazim bû ku kesek derhêneriya me bikira, lazim bû ku yekî rê nîşanî me bida. 


Lîstikên salên 90’î

            Pişt re Huseyîn Kaytan tevlî komê bû. Wî sê-çar ziman zanibû, her wiha helbestvan û nivîskar bû. Ew jî avantajek pir mezin bû ji bo me. Ji bo me kurtelîstik û tekstên perdeyî dinivîsand û helbet kom jî li ser sehnê, pişt sehnê tiştan lê zêde dikir. Tekstên ku wî nivîsandibû û tên bîra min ev bûn: "Jinên Bindest" an jî "Mizgîn", "Mirin û Jiyan", "Dawayê Generalê Teneke". Di lîstika wî ya bi navê “Dawayê Generalê Teneke” de Muhlîs Asan wekî derhêner alikariya me kir. Ew kes jî xebatkarê sînemayê bû û hin xebat jî bi me re kir.

Tiştê ku herî zêde hêza me xurt dikir berî her tiştî sekna sazîyê bû. Di saziyê de daxwaza esasî ev bû; wê sazî bi xebatên çand û hunerê ve bimeşe û li ser piya bisekine. Di nav me de kesekî pir popular tune bû, xebatên me bi awayekî kollektîf berdewam dikirin. Her tiştê me bi hev re dihat çêkirin, di jiyana rasteqîn de jî wiha bû. Ew xwedîderketina me ya hev karên me jî siviktir dikir. Ji xwe hêza herî mezin jî ew bû.
Gava ez tevlî koma NÇM’ê bûm belkî şeş mehan zêdetir min xeber neda. Travmayek pir mezin bû ji bo min. Ew atmosfera NÇM’ê ne wekî komeleya me ya heremî (Kayy-Der) bû. Ez ne rehet bûm. Di komeleyê de xebatên me yên şanoyê zêdetir bi zimanê heremî bû, lê gava ez hatim NÇM’ê, ji aliyê ziman ve pirsgirêkên min jî dest pê kirin. Mixabin travmaya din jî ew bû ku, civînên me bi tirkî çêdibûn. Gava çavê min li tîpên kurdî diket, germahiyek di dilê min de çêdibû. Di wan deman de Zana Farqinî dest bi tomarkirina peyvan kiribû. Zana Farqinî endamê Koma Çiya bû, ew kom jî di hundirê NÇM’ê de bû û karê muzîkê dikir. Ew dihat ji me peyv dipirsîn, di herema we de ev peyv çawa tê gotin? Hûn jê rê dibêjin çi? û hwd.  Min lênerî ku, rûmetê dide zimanê heremê jî, ew tişt kêfa min anî bû. Xwedê kir ku, kesên wekî wî derdiket û hinekî cesaret da me. Êdî Gulê (3) jî ji zimanê xwe fedî nedikir.

Di wan salan de "Rewşen" û "Welat" jî derketibûn, êdî peyva standardîzekirinê dihat qal kirin. Helbet avantaja wê jî hebû lê dezavantaja wê jî hebû. Ez nikarim bibejîm vêya şaş bû an rast bû, lê ji bo civatê zehmet bû. Ew tişt ji bo şanoyê jî xwedî pirsgirêk bû, lê me du tişt dabû ber xwe: Em ê ziman xera nekin û hewce ye ku gel jî fahm bike. Heke gel tiştekî ji te fahm neke, wateya karê te namîne. Di wan salan de bi rastî jî xebatên rêziman piçekî zehmet bû, lê em minettarê ew kesên ku li ser ziman xebîtîne.  



Lîstikên dîrokî

Piştî saziya me şaxên NÇM’ê li Edene, Amed, Îzmîr, Mêrsîn û li Rihayê jî vebûn. Pêşî navê saziya me “Yukari Mezopotamya Kultur Merkezî” bû dûra bû Navenda Çanda Mezopotamya.

Hêdî hêdî karên me yên hunerî berbiçav dibûn. Me nedizanîbû li ku derê çi heye, çi kirine, çawa çêkirine... Tiştên hebûn jî ne berbiçav bûn. Ji bo ku em xwe bigihînîn wan xebatan, ne îmkanê me hebû ne jî me rê û rêbaz dizanîbû. Tiştê ku me dizanibû, "Dayika Niştiman" (4) bû û her wiha "Memê Alan" a Evdirehîm Rehmî Hekarî (Zapsu) bû, "Birîna Reş" a Apê Mûsa bû. Lê ez dibêm, me hewce jî nedidît ku em lêbigerin û xebateke bi vî rengî jî çêbikin. Ew navê “yekembûyînê” têra me dikir.

Di xebatên me de bingehên me yên herî xurt, serpêhatiyên me yên hatine neqilkirin bûn, ji dengbêjiyan bû, ji lîstikên gelerî bûn. Xebat çi bûya ger mijarên folklorîk, ger mijarên siyasî, ger yê din; me bersiva xwe bi hunerê dida.  Tiştên ajit-prop, tiştên sloganîk bêtir hêz dida me û hêz dida gel, tiştên rojane bûn û di wê demê de man û bersiva wê rojê dida, lê lîstikên me yên klasîk hîn jî têne qal kirin, ez dibêm hê jî wê bê qalkirin.



Rêveberên nû derdikevin pêş

Em di karê xwe de serwext bûn, û her wiha êdî xwedî tecrube jî bûn. Pişt re Erdal Cevîz bûbû rêveberê komê. Wî. di rê û rebazan de xwe pir pêş ve xistibû, haya wî ji şanoyên cîhanê, teoriyên şanoyê hebû. Bi derhêneriya wî re “Ta/Sê Ewrên Dûr” ji nû ve hat şîrovekirin. Bi şêwazeke nû, bi ceribandinekê derket hemberî temaşevanan. Di karê derhêneriyê de dem diçû, xwe pêş ve dibir. Her wiha, "Ta", “Komara Dînan”, “Gurzek ne Lêdan” jî bi derhênerîya wî re derket û gelek lîstikên din...  Di karên nivîskî û wêjeyî de vêca Murat Batgî derketibû pêş. Murat demekê di Rewşenê de jî hin xebat kirin. Hin tekst jî her çiqas wekî navê komê hatibin nivîsandin jî, zêdetir nivîsên wî bûn, wekî teksta “Mehîr”, “Zarokên Apê Mûsa” ên ku tên bîra min û ji xeynî wan hin sererastikirina tekstan jî wî dikir.

Çawa xwedîderketineke me, li ser saziyê hebû, temaşevanên me jî li ser xwedîderketinê dihatin. Nedigot ku, “Naveroka lîstika we çi ye?”, "Hûn ê îro çi bilîzin?". Niha profîla temaşevanan guheriye lê wê demê ne wiha bû. Di wan salan de gelek tişt ji mecbûriyetê pêk dihat. Nivîskarê me tune bû, camêr ji mecbûrî dibû nivîskar, derhêner tunebû dibû derhêner, lîstikvanên me tunebû,  ketibû nava me bûbû lîstikvan, xwezî di wan rojan de yekî jî bi mecbûriyêtî biba rexnegir. Me di nav xwe de digot, ji bo Xwedê bila yek ji me rexne bike. Her kes pir hesas bû, ev hesas bûn jî bi xwedîderketinê re girêdayî bû. Tiştê herî xweş ev bû ku, israra me, pêkanîna şanoya me, bi xwe re temaşevan jî pêk anî. 



Tûrneya Ewropayê

Di 1998’an de em derketin turneya Ewropayê. Heta mehekî jî em li wir man. Nêzikatiya Bakur ji Ewropayê çêtir bû. Ji bo me dîrok dîsa xwe dubare dikir, pirsgirêkên me yên di salên 90’î de çê bûbûn li Ewropayê jî heman tişt li benda me bû. Di wan deman de kurdên me yên li Ewropayê ji temaşekirina şanoyê pir dûr mabûn. Li Ewropa tiştekî wiha hebû; bername wekî çalakî dihat binavkirin, çalakî jî wekî muzîk dihat famkirin. Temaşevanên me mîna ku bên konserê haziriya xwe dikirin, piştî lîstikê jî ji me stranan dixwestin. 

Di wê komê de gelek hunermend ji nav me derketin: Yildiz Gultekin (Kewê), Kemal Orgun, Feyyaz Duman, Metîn Mîrza, Kazim Oz, Nazmî Kirik û bi dehan kesên din. Hin kes belav bûn, hin kesan dev jê berda, hin çûn sînemayê lê wiha dixuye ku di wê demê de tiştên ku me li wê girê dida, rihê kurdî û kurdayetiyê bû.



Vegera ser axa xwe

Berê min timî tim li welêt bû. Xewn û xeyala min her tim ev bû ku; li ser axa xwe û bi zimanê xwe xebatên xwe yî şanoyê berdewam bikim. Heta 2008’an her tim di dilê min de veger hebû. Piştî ku Şaredariya Amedê kete destê siyaseta kurd, diyar bû ku, wê vê derê jî xebatên bi kurdî pêk bihata. Êdî ez ne tenê jî bûm, wekî malbat (Hevsera min Gulê jî şanoger bû) me biryara xwe da û me berê xwe da Amedê. Di wan deman de di repertûara Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin de lîstikeke tirkî hebû bi navê “Dullar” min jî tê de cih girt. Lîstika Ariel Dorfman bû. Yekem car bû ku min di lîstikekî tirkî de cîh digirt. Li stenbolê me di hundirê xwe de meseleya kurdî û tirkî qedandibû lê li Amedê dîsa ev mesele vebûbû û axir zêde ne domand.



Li Amedê xebatên şanoyê

Li Amedê lêgerinek hebû. Lîstikên klasîk be jî, tragedya jî be dihat şîrovekirin. Em dîsa jî, ji rastîya xwe dûrnediketin, li ser bingeha rastîya xwe tevdigeriyan. Minak, di lîstika “Zimanê Çiyê” de bi derhêner Luciano Iogna me şêwaya şanoya forum ceriband. Di “Xulamê Du Xwedî” de Levent Suner ji Enqereyê tevlî me bû û atolyeya “Commedia Del Arte”yê çêkir, derhêneriya wê lîstikê ji aliyê Ruknettin Gun bû. Bi derhêneriya Celal Mordenîz ve  “Antigone” bi cil û bergên rojane ve derket. Bi derhêneriya Celîl Toksoz ve “Hamlet” wekî muzîkal derket. Di lîstika “Çîrokek Zivistanê de” bi derhêneriya Haldun Dormen ve muzikalek çêbû. Bi derhêneriya Ruknettin Gun, lîstika “Mem û Zîn”ê li Qesra Cemîl Paşa hat pêşkeşkirin. Her lîstik bi derhêneriyê û şêwazên cuda ve hat amade kirin.

Çend sal berê ji bo festîvalê em çûbûn Rojhilat, bajarê Seqizê, festîvala 13’emîn bû, ji dehan zêdetir kom tevlî wê festîvalê bûbûn. Kesên ku temenê wan 60-70 jî hebûn. Pir li ber xwe ketim heta niha çawa haya me ji şanoyê Rojhilat û wê festîvalê çênebûbû… Ji bo min suprîzek xweş û pir mezin bû.

Hin lîstikên têde lîstiye

Wekî lîstikvan min di van lîstkidan de cîh girt: “Xwezginî”(Kay-der), “Mirin û Jiyan”, “Dawayê Generalekî Teneke”, “Ta Sê Ewrên Dûr”, “Roj Baş”, “Komara Dînan”, “Prometheûsê Zincirkirî”, “Sê sêv bi Nanek”, “Gurzek Nelêdan”, “Mizgîn”, “Jinên Bindest”, “Dergûşa Cihanê”, “Dullar”,  “Xulamê Du Xwedî”, “Zimanê Çiya”, “Antigone”, “Hamlet”, “Bûn an jî Nebûn”, “Tu kî ye”, “Xwezginî”(Şaliko Bêkes) û “Mem û Zîn”

Xebata min a şanoyê li Jêrzemina Kayy-Derê destpêkir û piştî kayûmê dîsa li Jêrzemîna Şanoya Bajêr ya Amedê berdewam dike.  Li Amedê hişê me li ser lêgerînên estetîk, lêgerînên şêwazan, lêgerînên lîstikvanî û sererastkirina ziman bû. Lê gava ku her tişt serobino bû wê rewşê dest pê kir, hebûn û mayîna me ji bo wan problem bû. Ez naxwazim ajîte bikim, lê gelek tiştên nexweş qewimîn.

Li ser milê me  berpirsiyarek ew qasî mezin hebû ku, tu luksa me tune bû ku me bigota em nikarin bikin. Me li wê jêrzemînê bi derfetên kêm, bi qadroyên kêm xebatên xwe domandin. Heta ez karim vê bi dilrehetî bibêjim ku, xebatên me yên hunerî zêdetir pêş ve çûn, zêdetir bilind bûn. Ew jî qonaxek bû. Em ji qonaxan derbas bûn hatin astekê, pişt re tu lê dinêrî ku ji salên 90’î xirabtir rewşekî li ber te heye. Hebûna wê jêrzemîna Şanoya Bajêr ya Amedê bêtir hêvî da gel.



Şeş mehên li Ewropayê

Bifikirin ku em di çi rewşê de ne ku em hêvî didin gel. Hêz ji me re jî lazim bû, motîvasyon ji me re jî lazim bû. Her ku diçû dêrûniya me jî xêra dibû. Pişt re me bi malbatî biryara derketina derveyî welat da. Ji bo min ew çûyîn êşekî pir mezin bû, pir giran bû. Çawa li Stenbolê berê min li Amedê bû. Wan şeş mehan ku li derveyê welat bûm, berê min her tim li Amedê bû, rihê min li Amedê bû. Hem xemginiyek hebû, hem êşek hebû. Ev şeş meh ji bo min wekî şeş sal derbas bûn. Piştî ku me biryara vegerê da, min wekî ku ji nû ve li ser axa xwe şîn bêm hîs kir, wê derê ji koka xwe qetiyabûm û çilmisîbûm. Laşê min li wir bû lê rihê min li vir bû. Bi girî em ji hevalên xwe veqetiyabûn. Mehmet Emin Yalçinkaya wiha digot, "tê vegerî lo, temam, dûdirêj neke"... Pişt re rêhevalê me, Emîn jiyana xwe ji dest da. Bi salan lîstikvanî kir, tekst nivîsandin, derhênerî kir… Li ser navê wî şanogerên kurd ku jiyana xwe ji dest dane û ked dane bi rûmet bibîr tînim. Niha jiyan û şano di nav hev de didome...


1- Di sala 2016’an de di serî de Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, dewletê bi kayûman dest danî ser nêzî sed şaredariyên kurdan.

2- Roja 19.08.2019’an Wezareta Karên Hundir a Tirkiyeyê bi biryarnameyek Şaredarên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywir girtin, carek din bi kayûman dest danîn ser şaredariyan.

3- Gulê Ulusoy Özalp, şanoger û xanima Kemal Ulusoy e.

4- Lîstika ku di dema Komara Mehabadê de hatiye lîstin


Şanoyek û Serpêhatiyek: Ümit Aktaş


           Şanoger û mamosteyekî... Yê ku gelek ji şanoyê hez dike û xwe wekî “hemalê şanoya kurdî” bi nav dike… Navê wî Umît Aktaş e. Bi lîstika “Şengê û Pengê” re li hemû bajarên Kurdistanê digere. Bi “KHK”yek ji mamostetiya tê dûr xistin lê ew qet dest ji şanoyê ber nade. Fermo portreya Umît Aktaş:
            Navê min Umît Aktaş e. Di sala 1984’an de li Şemrêxa Mêrdînê hatime dinê. Heta ciwaniya xwe li Şemrexê mame û piştî wê ji ber karê bavê min, bi malbatî em ji Şemrêxê çûn Cizîra Botan. Min mekteb li Cizîrê xwend, pişt re jî ji bo zanîngehê çûm Wanê.
            Nasîna min a şanoyê li Cizîrê çêbû. Hîn wekî do tê bîra min, wê demê mamosteyekî me yê lîseyê, bi zorê ji me pere stendibûn û me biribû şanoyek. Heta wê rojê jî haya min ji şanogeriyê an ji şanoyê tune bû. Gava min lîstik temaşe dikir, bi kelecanî giriyam, tu dibê qey li ser sehneyê ez hebûm. Min wê demê biryara xwe dabû, ez ê bibûma lîstikvan...
            Piştî lîseyê ez çûm Amedê, bi dilrehetî bêjim ku ji bo şanoyê ez li wir bûm. Her tim bala min li ser Şanoya Dewletê bû, ji bo min lîstik ferq nedikir, tenê hebûna şanoyê têra min dikir. Di wan deman de min haziriya zanîngehê jî dikir û min lî Wanê beşa Mamostetiya Dibistana Seretayê qezenc kir.

‘Lîstikên lîstine’
          
  Gava ez çûm Wanê, zanîngeh ne xema min bû, xwendekarî aliyekî, şanogerî aliyekî bû. Karê min bi temamî bûbû şanogerî. Min ji hevalên xwe re digot, karê me yê yekemîn ne xwendekarî ye, karê me şanogerî ye. Û wiha jî bû. Cidiyetek û dîsîplînek amatorî li cem me hebû. Wê demê me ji xwe re komek çêkiribû, navê koma me “Nokta Oyuculari” bû, mixabin xebatên me wê demê tenê bi tirkî bûn. Di hundirê çar salan de me her sal lîstikek derxist. Lîstika me ya ewil a Adem Adar bi navê “Ozgurluk Oyunu” (Lîstika Azadiyê) bû. Lîstika me ya diduyan a Yılmaz Guney bi navê “Salpa” bû. Piştî wê, lîstika İsmail Kaygusuz bi navê  “Silvanli Kadinlar” me lîst. Çîrok bi kurdî bû lê belê bi zimanê tirkî hatibû nivîsin. Herî dawî jî me li Wanê lîstika Cemîl Denlî bi navê “Sêva Delalî” lîst. Belê, me xebatên xwe yên şanoyê bi tirkî dikir lê sekneke me ya politik hebû. Mixabin me ev jî ji xwe re kiribû “savunma”yek (Parastinek). Ne ku me cesaret nedikir, mixabin ji aliyê zimên ve pirsgirêkên me hebûn.

Piştî zanîngehê ez çûm Cizîrê û min salek li wir mamostetî kir. Piştî 2008’an ez hatim Şemrêxê, gundê xwe. Heta wê demê jî tekiliya min û zarokan qet tunebû.  Bi xêra şanoyê û şanogeriyê pêşî zarokan ji min hez kir û pişt re min ji wan hez kir. Min lênerî ku mamostetî û şanogerî wekî hev in. Temaşevanên te, xwendekarên te ne. Ew zarok heke ji te hez bikin, tu karibî wan bidî kenandin, tu karibî kêfa wan binî, ew ê di polê de jî rûnin û ew ê bi rehetî li te guhdarî jî bikin.

   ‘Ez vê çawa bikim?’
         
   Min li gundê xwe dest bi mamostetîyê kiribû. Tekiliya min bi zarokan re bi kurdî bû. Li Kurdistanê bûm û ez kurd bûm, ev ne mimkûn bû ku bi zimanekî din, min ders bidana. Malbatên xwendekarên min, hemûyan bi malbatî ez nas dikirim. Ji xwe di pola min de tu zarokî bi tirkî nizanibû, axir nizanibûn. Belê karê me piçekî zehmet bû lê me ji hev kêf distend. Bi ya min mamostetî jî tiştekî wiha ye, heke tu ji wê mamostetiya xwe kêfê bistînî, zarok jî kêfê distînîn û ji te hez dikin. Zarokek hebû, qet ji bîra min naçe, haya wî ne ji dibistanê ne ji fermiyetê ne jî ji min hebû. Gava min pirtûk danî li ser maseya wî, rabû kelogirî bû û ji min pirsî; “Apo, ez vana çawa bikim?” Bifikire, zarok hatiye dibistanê lê nizane li ku ye, nizane ku ez kî me. Ez, yanî mamosteyê wî, bibûm apê wî. Ez wekî apê wan nêzîkî wan dibûm. Çar salan li gundê Girê Sorê min mamostetî kir. Piştî vê, ez hatim navenda Şemrexê.
            Gava ez hatim Şemrexê, wê demê Şaxa Egîtîm-Sena navçeyê nû vebibû û rêveber tune bû. Bi pêşniyarên hevalan re ez bûm rêveberê wir û min xebata xwe ya şanoyê li ser navê Egîtîm-Senê domand. Me li Şemrexê, ligel mamosteyan me du lîstik derxisin. Di nav lîstikvanên me de dev ji lîstikvaniyê berdin, mamosteyên ku heta niha lîstikek temaşe nekiribûn jî hebûn; nasîna wan bi şanoyê cara yekemîn li ser sehneyê çêbû. Ji bo gelê Şemrexê jî ev tişt tiştekî nû bû, cara ewil lîstikek temaşe dikirin. Me wê demê dest bi lîstika Azîz Nesin bi navê “Azizname 95” û a Adem Atar “Ozgurluk Oyunu” kiribû. Me her du lîstik jî li Şemrexê lîst û ji xeynî wan me lîstikeke zarokan jî çêkir. Navê lîstikê “Kurşun Askerin Utanci” bû. Me wê demê di navbera Egîtîm-Senê û Milli Egîtîmê de peymanek çêkir. Me bi 50 gund û mektebên gund re tekilî danî û me bi serwîsan zarok ji gundan dianî û dibir. Me ji xwe re xwaringeha “Yibo”yê kiribû sahneya şanoyê. Heta mehekê ez karim bêjim ku her roj me ew lîstik ji bo zarokan lîst. Ji bo min kêfxweşiyek pir mezin bû, ji ber ku şano ketibû rojeva zarokan.

Pişt re bûyerek ne xweş qewimî. Ji ber qezeyeke trafîkê ku ji rojeke reş bû, naxwazim dirêj bikim, bi malbatî jiyan li me herimandibû... Di van salan de ji şanoyê bi dûr ketim.

Nasîna bi şanoya kurdî
           
             Nasîna min a şanoya kurdî piştî 2012’yan çêbû. Têkiliya min bi awayekî Şanoya Bajêr a Amedê re çêbûbû. Wekî şanohezekî ez diçûm Amedê û min li hemû lîstikên wan temaşe dikir, ji xwe di wê demê de Şanoya Bajêr ya Amedê jî dest bi lîstikên kurdî kiribû. Pişt re tekiliya min bi Çetoyê Zêdo re çêbû, me zanîngeh bi hev re xwendibû. Piştî deh salan şûn ve me dîsa têkiliyek bi hev re danî. Çetoyê Zêdo di wan deman de li Stenbolê dramatûrjî dixwend û bi kurdî re jî eleqedar bû. Min bi xêra wî dest bi xwendina kurdî kir. Romana Bavê Nazê bi navê “Miriyê Heram” peşniyarê min kiribû û gotibû, “ka vê pirtûkê bixwîne û heke bikeve serê te ji xwe re bike şanoname.” Bi dahfdana wî, min ew roman kir şanoname.
            Di wan deman de Çetoyê Zêdo lîstikek nivîsibû, navê lîstikê “Şengê û Pengê” bû, ji min re şand û got, “teqez tu vê lîstikê li Mêrdînê derxî.” Min jî got, “serçavan”. Lîstik pir xweşa min çûbû û bi rastî jî pir xweş hatibû amadekirin. Min ev lîstik kir karê xwe. Pişt re em li lîstikvanan geriyan, me piçekî zehmetî kêşa lê me peyde kir. Li Şemrexê ez hebûm û mamoste Zeynep hebû (Xanima min e. Min bi xêra lîstikê ew naskir). Hevalek jî ji Mêrdînê tevlî me bû û hevalên din jî ji Amedê tevlî me bûn.  Di hundirê bîst rojan de li Mêrdînê em li hev civiyan. Pişt re Çetoyê Zêdo jî ji Stenbolê hat û tevlî me bû û me lîstik li Mêrdînê derxist. Me promiyera xwe li Şemrexê kir.
          
          Herî hindik 30 hezar zarokî li lîstikê temaşe kirin
           
             Ez qala bandora lîstika ku “Şengê û Pengê”, li ser zarokan, li ser malbatên zarokan û li ser me lîstikvanan kir bikim wê ev hevpeyvîn bibe pirtûk! Me sê salan bi derfetên xwe lîst. Ev lîstik li hemû bajarên Kurdistanê hat lîstin. Ji xeynî vê, me pirtûka “Şengê û Pengê” jî çap kiribû û ji dêvla bilêtan me pirtûk diyarî zarokan dikir. Gelek bajar û gundên Kurdistanê de mixabin sahnê jî tune bû. Wekî mînak herî dawî me  li Şemrêxê li ser romorka traktorê lîst. Bi çi hawî bûya me jê kêf distend û zarok jî jê kêf distendin. Bifikire, tenê li Şemrexê di sûkê de du hezar temaşevan li ser nigan bû. Ez dikarim vê bi dilrehetî bêjim ku herî kêm me xwe gihand 30 hezar zarokî. Ji bo me dilxweşiyek pir mezin bû. Wê rojê ez li Şemrexê bûm, gava çavê zarokan li min ketin bi hev re strana Şengê û Pengê digotin:  “Şenga min, Penga min! Dayîk çûye zozanan. Xwariye pelên kizwanan. Şîr ketiye guhanan. Zû bikin, lez bikin, derî vekin. Dayîk hatiye danan!” Bi a min, jê xweştir tiştekî tune...
            Tiştekî pir eceb hebû, ev lîstik ji bilî zarokan, bêtir bandor li ser mezinan çêkiribû. Hîn jî wekî do tê bîra min, gava me li Mûşê lîst, min lê nerî ku, bi carekê telefon di destê mezinan de ye û hemû li ber sehneyê kom bûne û zarok li paş mane. Min jî lîstik da sekinandin û min ji wan rica kir ku bila biçin dawiya sahneyê ku zarok karibin bi rehetî temaşe bikin. Ne tenê li Mûşê ji hemû bajarên Kurdistanê bêtîr bala mezinan dikişand, ji ber ku di wextê xwe de ev çîrok ji dê û bavê xwe guhdarî kiribûn. Bi xêra lîstika Şengê û Pengê ez hem li şanoya kurdî, hem şanogeriya xwe û hem jî ji xwendin û nivîsandina kurdî hay bûm. 
            
          Ji Nisêbînê ber bi Stenbolê ve
            Pişt re min berê xwe da Nisêbinê, ji xwe  Zeynep (dergistiya min) ji Nisebinê bû û pir dixwest ku em biçûna Nisêbinê. Me her duyan jî tayîna xwe xwest Nisêbinê. Tabî di heman demê de jî dîsa bi dafdana Çetoyê Zêdo, min haziriya beşa dramatûrjiyê dikir. Min biryara xwe dabû, min ê li Stenbolê beşa Dramatûrjiyê bixwenda. Di sala 2015’an de min beşa Dramatûrjiyê qezenc kir. Tayîna min hîn nû derketibû Nisêbinê. Mi got, em ê salekê li Nisêbînê bin û piştî zewaca xwe vegerin Stenbolê. Me biryara xwe dabû, li Nisêbînê lîstikek bi kurdî bilîsta. Li ber destê me, lîstika Fernando Arrabal hebû bi navê “Seyrana li Çeperê”.  Mamoste Aydin Rengîn wergera wê çêkiribû. Lê mixabin piştî şerên Xendekan, em li Nisêbinê, me nekaribû daweta xwe çêbikira, ne jî karibû şano bilîsta. Min lê nêrî ku wiha nabe û li Nisêbinê jî, ji destê min tiştek nayê, min berê xwe da Stenbolê û min dest bi xwendina Dramatûrjiyê kir. Hevala min Zeynep, li Nisêbinê ma li cem malbata xwe. Ji xwe ne hewceye ku em bibêjin ku çi hat serê nisêbîniyan û çi nehat...
            Di havîna 2016’an de bûyerên xendekan piçekî sivik bûbûn lê dîsa jî berdewam bû. Hevala min Zeynep tayîna xwe ji Nisêbînê anî Stenbolê, pişt re jî min tayîna xwe anî Stenbolê. Di sala 2016’an de em zewicîn. Lê mixabin berî dawetê bi hefteyekê Zeynep ji kar hat dûrxistin. Mamostetiya wê ji destê wê stendin. Sê meh bi vî awayî berdewam kir. Zeynep ji wezîfeya xwe hatibû dûrxistin û ez jî hem diçûm mektebê hem jî diçûm zanîngehê. Sê meh şûn ve Zeynep dîsa vegeriya ser karê xwe. 

Ji kar têne avêtin

            Di sala 2017’an meha reşemiyê (sibatê) de “KHK”yek (Biryarnameya di Hukmê Zagonê de) hat û vêga em bi hev re hatin îxrackirin. Me negot, ax û of... Ji bo beşa dramatûrjiyê hatibûm Stenbolê, û me zewaca xwe jî hê nû kiribû. Me dît ku wiha nabe, me jî dest bi lêgerîna kar kir. Me nikaribû bigota, “em îxrac bûne, haydê em vegerin li cem mala bavê xwe rûnin.” Dawiya dawî me cîhek (kafeyek) dît. Me xwest ku kafeyeke kurdewar be, ji hêla çandê, ji hêla muzîkê, ji hêla şanoyê ve her tim çalak be û wiha jî bû. Helbet ew bûyera KHK’yê rojeva me guhertibû lê ji bo me nebûbû asteng, jiyan berdewam dikir.
            Egidê Cimo di heypevyina xwe de gotibû, “Hinek bi rihê xwe dikevin nav hunerê û hinek jî bi lingê xwe...”  a me jî ling çûbû rih mabû. Niha, hem wekî dramatûrg, hem jî wekî lîstikvan ez xebatên xwe yên şanoyê didomînim. Me li Şa Performansê lîstika “Mirzayê Biçûk” derxist, min wekî dramatûrg tê de cîh girt ji xeynî wê, me li Wanê bi Tiyatro Mencel re lîstikek derxist. Ew lîstik jî ji aliyê Çetoyê Zêdo ve hatibû nivîsin û Nazmî Karaman jî derhêneriya vê lîstikê kir. Min jî wekî dramatûrg tê de cîh girt. Navê lîstikê “Zargotin Zêrgotin e”. Hîn jî li Wanê tê lîstin. Herî dawî jî ew lîstika ku min dixwest li Nisêbînê bilîzim, me li Stenbolê çêkir. Lîstika bi navê “Seyrana Li Çeperê”. Ez jî Zeynep jî di lîstikê de cîh digrin û niha jî ji xwe her hefte li Şa Performansê (li Stenbolê) dilîze. Me xwest ku em li Kurdistanê jî bilîzin lê mixabin ji ber ku em KHK’yî ne, cih nedan me. Nizanim heta kengî wiha berdewam bike lê bila haya wan ji me çêbibe ku em li vir in û em ê li vir bin... 

         Hemalê şanoya kurdî
           
             Di şanoya kurdî de ez xwe, wekî “hemalekî” dibînim. Heta niha, min çi kiribe, ez dibêjim, “oxweş, min çi xweş kir.” Tenê ez ji vê yekê re aciz im ku, çima ew qasî dereng pê hesiyam, ez gelek caran bi xwe re dixeyidim; ne ku tenê ji bo şanoyê dibêjim bi giştî qala hunera kurdî û qala nivîs û xwendinê dikim. Yanî bi çi hawî be, ez ê her tim di şanoya kurdî de cîh bigrim. Şanoya kurdî wekî bexçeyekê ye, hema mirov di wê beçxeyê de rûne û bêhn bike jî bes e.
            Li derfetên îro dinêrim, siyaseta îro dinêrim û li xebatên di wan salên dawî de dinêrim, bi dilrehetî dikarim bêjim ku şanoya kurdî her ku diçe pêş dikeve. Tu carî paş neketiye ew ê nekeve jî…