Novel- Hesenê Metê
(ÇİRA-Hejmar 3, îlon
1995)
Li gor lêkolîneran novel
peyveke îtalî ye û tê mana nûçe û nûyînê. Etimolojiya terma novelê bi mana
nûçe, nûyînê tê zanînê û cara pêşin di deftera rêdarên keyser Justinianus de
peyda bûye. Li wir weke novellae derbas dibe û dibêjin di wê demê de di binê vî
navê novellaeyê de biryarên nû hatine nivîsandin.
Dûre ev terma novelê bi mana bûyer an jî bûyerên nû di
antolojiyên qesrên Îtaliya kevn de derdikeve pêş. Ew novelên di wan antolojiyan
de, weke nûçe û bûyer hatine nivîsandin. Tê gotine ku piraniya van nûçe û
bûyerên ha bi zimanekî çîrokî hatine hûnandin. II novellinoo yek ji van
antolojiyan e ku li dor salên 1250î derketiye. Yeke din jî bi navê Cento
novelle antiche ye ku ew jî li dor salên 1300î derketiye.
Lê di sal3en 1350î de bi navê Giovannî Boccaccio
nivîskarekî Îtalî sed novelên kurt bi hunermendî û pîvanên novelên îroyîn bi
awayê prosayî dinîvîsîne û bi navê Novelên Decameron derdixe. Û herweha ev di
tradisyona ewrupî de dibe cara yekem ku bûyer, çîrok û serpêhatî bi rengekî
hunereke bilind têne nivîsandin û di lîteraturê de bi navê novelê ciyê xwe
digire. Ew novelên îro bi gelek reng, stil û ekolên nû û cuda hemû jî deyndarê
vê Decamerona Boccaccio ne an jî em bibêjin novela hunerî ji wir, ji wê demê û
ji wî belav dibe.
Formên novelên wî kurt û mijarên wan têvel in: Metranên
xerifî, rahîbên doxinsist,mezinên kêmaqil û sed babetên weha… Weke tradisyon di
piraniya wan novelan de motîfên çîrokên orientalî û fablên dewra navîn hatine
hûnandin. Mîna ku em pê dizanin di sedsala yanzdehan de bi awayÊ prosayî
romanên şovalyen jî dest pê kirine. Lê dema ku Boccaccio di demeke humanîzmê de
dest bi van novelên xwe dike, di prosayê de bi formeke nû, bi formeke kurt
dinivîsîne. Ev kurtiya ha ji bo novelê dibe pîvaneke bingehîn û di lîteratuê de
bi navê novelê rûdine.
Herweha meriv dibîne ku novel jî bi romana wê demê re
weke babetekî prosayê geş dibe.
Piştî ekola humanîzmê tevgera ronesansê, ekola klasîzm û
romantîzmê dide pey. Lê wusa diyar e ku ji humanîzmê û heta ekola realîzmê jî
guhertinên wusa radîkal di form û hunera novelê de çênebûne. Loma ev form, nav
û navaroka novelê heta dema realîzmê jî bêyî sereşî û sergêjiyekê tê.
Di ekolên realîzm û naturalîzmê de, bi gotineke din di
navîna salên 1800 û 1900îde di warê form û navaroka novelê de ronesanseke hunerî
dest pê dike. Novel bi Pûşkîn, Gogol, Maupassant, Çêxov û gelekên mîna wan di
lîteraturê de dibe xwediyê ciyekî balkêş
û xwe davêje sedsala dawîn.
Li gel van ekolên realîzm û naturalîzmê di vê sedsala
dawîn de du ekol3en bi reng û kirasên din jî derdikevin ku jê yek expresyonîzma
Kafka, Strindberg û James Joyce e.
Bi vê ekolê re em dibînin ku bi navê existensîalîzmê
şaxekî felsefê û ekoleke nivîskariyê derdikeve û di berhemên gelek nivîskaran
de reng dide. Bo nimûne weke pêşengê vê ekolê J.P.Sartre û gelekên mayî.
Her ekol bi serê xwe reaksiyonek e, serhildaneke ekola
beriya xwe ye, felsefe û tevgerek e, rewş û haletekî rûhî ye ku li ba xwediyê
wan ekolan e. Û bêguman heyîna her ekolekê jî gavek e, rengek e ji bo geşbûna
lîteraturê. Ji ber vê yekê ye ku meriv nikane bibêje novelên kîjan ekolê çêtir,
baştir, an jî xweştir in. Û ne tenê ekolên nû, di roja îroyîn de xwendevanên
hemû ekolên buhurî jî hene. Li gel van ekolan îro meriv rastî gelek nivîskar û
novelên wan tê ku ne tenê ekolek, herweha reng û bêhna çend ekolan jî ji
berhemên wan tên.
Di kîjan ekolê de dibe bila bibe, pîvanên novelê ne
xweşikiya novelê ye. Peyva xweşik peyveke îzafî ye, pûç e, hîssî ye û bêmane
ye. Pirî caran ji bo motîfa novelê tê gotin û dibêjin: noveleke xweş e. Ev
xweşî xweşiyeke hîssî ye û ji bo wî an jî wê xwendevanê xweş e. Ev nabe pîvana
noveleke serketî. Peyva serketî bêtir pîvanên novelekê dihundurîne.
Noveleke serketî ji konflîkt, konsentrasyon û klîmaksa
xwe pêk tê û ew jî: Dîalog, monolog, sembol, stîl, ziman, nîgar û hinek tiştên
mîna van tiştan e. Ku bi hunereke bilind ev mefhûmên ha li hev werin hûnandin û
bi cî û wext bibin, ji bo novelê serketinek e. Motîf ne girîng e. Pirî caran
motîfa noveleke serketî, motîfeke bêmane ye. Em dizanin ku jîriya hunera
nivîskarekî dikane maneyekê ji bêmanetiyekê ava bike.
Novel: bi qasî
romanê rê nade nivîskar ku qelpî û zexeliyan bike, cêwî an jî hêwiya romanê ye,
di prosayê de kakil e, xwediyê formeke şidiya û guvişandî ye, dihêlê ku
xwendevan zûtir û kûrtir têbigêhîje, di prosayê de desthilatiyeke hunerî ye…
Problemên ku di
novelê de hîn jî safî ne bûne
Li gel ku di ser
nivîsandina forma novelê re nêzîkî 650 sal buhurîne, lê ev term û forma novelê
hîn jî zelal ne bûye. Ne di nava lêkolînerên lîteraturê de, ne di nava zimanên
navnetewî de û ne jî di nava nivîskaran de.
Form kurtî û
dirêjayiyê:
Piştî ekola
humanîzmê û novelên Boccaccio heta demekê jî ew kesên ku vî babetê prosayê bi
navê novelê dinavînin, wekî pîvan kurtbûyîna wê didin ber çavan û heta derekê
li ser vê yekê zelal dibin. Lê dema ku 1800 û 1900 tê û forma novelê diherike,
novel deforme dibe, a wê çaxê serê gelek lêkolîner û zimanzanên lîteraturê
tevlihev dibe û heta derekê nivîskarê novelê bi xwe jî nema ji nav derdikeve.
Bi gotineke din, ew pîvana tradîsyonel ku digot di novelê de karakterê bingehîn
kurtbûyîn e, ji navînê radibe.
Ji ber ku li dor salên 1830î bi navê novelê berhemên 138,
226 û 600 rûpelîn derketine. Û di van demên nû de jî, demên ku êdî em jî pê
dizanin bi navê Duelloyê noveleke Çêxov 170 rûpel e, novela wî ya bi navê Beyarê
121 rûpel e, Stockholma Bavê Nazê 122 rûpel e. Ez Labîrenta Cinan weke novel
dibînim û ew jî 197 rûpel e. Ev nimûnên ha jî didin diyarkirin ku ji bo novelê
kurtbûyîn ne karakterekî bingehîn e, an jî ev kurtbûyîna hasergêjiyekê çêdike.
Ji bo ku ji vê sergêjiyê bi filitin rabûne li ser pîvana dirêjayiya novelê
pêşniyar jî kirine. Em bibêjin, di nava nivîskarên almanan de hinekan gotine.
Ew prosayên ku di hunera edebî de heta 50 hezar tîpî dirêj bin, em wan bi navê
novelê binavînin. Lê ez bi xwe van pîvanên weha mekanîk têr nabînim û loma li
ser vê yekê nasekinim.
Ji aliyê cî û
wextê de:
Îro di hunera
nivîsandina prosayê de cî û wext jî alîkarî nake ku meric berhemeke hunerî bi
navê novel an jî romanê binavîne. Ku em bibêjin: novel motîf an jî figurekî di
cî û wexteke teng de dihûne, em ê nikaribin ji çewtiyeke mezin derkevin. Lewra novelên
bi panzdeh salan hatine hûnandin hene. Novelên bi deşt û çiya, novelên bi gund
û bajar hene. Ji aliyê din ve romanên bêwext, romanên tenê di nava nivînan de
an jî li ber mirinê hatine nivîsin hene û van romanan ne cî û ne jî wext
girtine. Herweha ev pirsa ha bi cî û wexteke diyarkirî jî safî nabe.
Ji aliyê avabûnê
de:
Ji aliyê struktura
xwe de dibêjin ku novel: Konflikt, Konsentrasyon, Klimaksa prosayê ye. Bi
gotineke din: Novelîstekî serketî nakokiya bûyerekê (conflîkt) digire (carina
ji detspêkê, carina ji nêvî û carina jî em bibêjin ji kuderê pêwîst bike)
tevayiyê bal û zelalê wê bûyerê dicivîne, diguvêşe ser hev (concentration) û
ber bi mebesta xwe bilind dike (climax) û ji wir bi harmoniyeke pêwist weke
sembolekê ber bi dawiya novelê dadixe.
Motîf, dîalog, monolog, sembol, fîksiyon, fîgur, bûyer, cî,
wext, ziman, nîgar û ew hemû tiştên ku ji bo novelekê pêwist bikin, divê di
çarçoveyeke weha de nerm bibin, bibine weke hevîr û dûre mîna beryadekî were
çêkirin.
Di hûnandineke weha de pirî caran gelek tiştên li
kêlekan, li hawurdorê bûyer an jî lehengê novelekê vala û veşartî dimînin û
divê bimînin jî. Ji ber ku novel bi xwe formeke
guvişandî ye, zelal û kakilê bûyerekê ye, bi desthilatiyeke hunerî
daxwaza dayîna mebestekê ye. Gotin û vegotinên zêde, zimandirêjiyeke wusa ye ku
kubariya novelekê nahêle. Fîgur, motîf û mijarên nepêwîst ji bo novelê paç û
pînên serêşê ne. Li ser valayî, veşartî, pêwîstî û nepêwîstiya van tiştan Guy
de Maupassant weha dibêje: “Dema ku hunermendek portretekî me çêdike, sikeletê
me rê nade.” Û di vî warî de Anton Çêxov jî nimûneyeke weha dide û dibêje: “Dema
ku meriv bixwaze ji latekî mermerî ruyekî çêke, wan hemû aliyên ku êdî nabin rû
meriv ê bavêje.”
Lê ev pîvanên weha di roja îroyîn de ne tenê di novelê
de, herweha di romanê de û nemaze di romanên kurtt de jî baştir diyar dibin. Di
warê hûnandina avakirinê de jî herwekî ku meriv dibîne, cudayiyeke berbiçav di
navbera noveleke dirêj û romanekê de ne diyar e.
Bi kurtebirî û bi qasî ku ez bi ser ve bûme, wext, cî,
weke kurt û dirêjayî form, avahî û heta derekê ez dikanim bibêjim nîgara (teswîra)
prosayekê jî ne pîvanên zelal in ku meriv bi navê novel an jî romanê bi nav
bikin.
Di warê nav û ziman
de:
Ji bo ku vê
tevliheviyê piçekî zelal bikin zimanzanan li gor zimanên xwe hinek termên nû
peyda kirine, lê dîsa jî ev dudiliya li ser nav û navaroka novelê çareser ne
bûye. Em bibêjin novela ku me behs kir, ji bo ingilîzan short story e an jî
taleyê bi kartînin. Ji bo ku cudayiyekê têxin nava dirêjayiya prosayê navê
noveletteyê jî bi kar tînin. (Peyva novela ku em pê dizanin jî bi mana romanê
bi kar tînin.)
Herweha di fansî de jî sê peyvikên cuda bi kar tînin:
nouvelle, jî bilî viya récit û conte bi kar tînin. Di swêdî de: novell,
historia, berâttelse. Di tirkî de: Öykü (kısa ve uzun.)
Wek gotinên dawîn dixwazim bibêjim ku nivîskarê swêdî
Ivar-Lo Johansson li ser novelê dide zanîn ku: novel, weke mana xwe ya îtalî
nûçeyeke nû ye, ewqas nû ye ku pêwîstî bi lêkolîna vê nûçeye heye. Li gor
dîtinên hinekên mayî jî: Di lîteratura pêşerojê de geşbûneke betir ê vê
tevliheviya novelê ji hev safî bike.
Herwekî ku diyar e gelek tişt li ser vî babetê prosayê,
li ser novelê hatine gotin. Ez nawêrim û min dil nîne ku ez jî tiştekî li van
tiştan zêde bikim. Lê ez vê gotara xe tenê bi pêşniyarekê, pêşniyareke ji bo
kurdî berhev dikim û dibêm: Ev tevliheviya norm û karakterê novelê bêguman ji
bo me jî problemek e. Di warê terma ziman de ev problema ha mezintir e.
Meziniya vê problemê jê yek: Em pirî caran peyva çîrok bi kartînin ku ev peyv
ne bersiveke van peyvên xelkê ne jî. Çîroka me masala tirkî ye, sagaya swêdî
ye, fairy-taleya îngîlîzî ye. Bi gotineke din, bûyer û lehengê çîroka me
berhemeke kolektîf, berhemeke anonîmîtetê ye. Lê novela ku em behs dikin
tiştekî din e. Loma jî bi gumana min ev peyva çîroka ku em bi kar tînin bersiva
novelê nade. Ez dizanim gelek kes peyva serpêhatî jî bi kar tînin. Lê ez
nawêrim vê peyvê jî bi kar bînim. Bi baweriya min heta zimanzanên me di warê
ziman de bi ser nekevin, weke bersiveke rastir û têrtir peyvên nû nebînin, divê
em jî novelê bi kar bînin. Bi kêmanî ez wusa dizanim.
18.06.1995