Min sê sal berê bi xêra apê(Ramazan Ergîn) xwe şanoger û
pêşmergeyekî nas kir. Navê wî Teyar Germavî ye. Ew di şikeftê de, di bin
bombeyên balafiran de tê dinê. Ji xwe navê wî jî ji wir tê. Di dibistana
serateyî de dest bi xwendina kurdî dike. Li Duhokê bi nasîna Seyda Îbrahîm
Selman dest bi şanoyê dike. Pişt re şanogoriya wî dibe şoreşgerî û derdikeve
serê çiya. Li serê çiya jî xebatên xwe yên şanoyê berdewam dike û herî dawî
piştî Enfalê li Qampa Mêrdînê xebatên şanoyê berdewam dike.
Min xwest ku ez wî bi we bidim naskirin. Me li ser
facebookê hev nas kir, pişt re ez çûm Hewlêrê lê mixabin em rastî hev nehatin.
Min li ser facebookê hevpeyvînek bi wî re çêkir. Lê heypeyvîna me bû wekî
sohbetek. Min nexwest ku bi pirsên xwe wî aciz bikim ji ber vê yekê min formatek
wiha ceriband ku ne wekî heypeyvîn, lê bila wekî xwejînenîgariya wî be. Ez hêvî
dikim ku hûn ê jî bi nasîna Teyar Germavî
kêfxweş bibin.
DI BIN BOMBEYAN DE HATIM DINÊ
Navê min Teyar Germavî ye. Ez ji gundê Germavê me ku
giredayî Duhokê ye. Ez di sala 1963’yan
de hatim dinê. Wê çaxê şoreş hebû, Şoreşa Îlonê. Gundê me di dema şer de hat
talan kirin. Li nêzî gundê me şikeft hebûn, gundî bi şev reviyan û çûn
şikeftan. Ez di wê demê de ji dayik dibim. Balafir û teyare li ser gundê me
bombe dibarandine. Bavê min jî navê min Teyar daniye , ji ber ku ew rojên
kambax neyên jibîrkirin… Demeke dirêj em di şikeftê de man, piştre em çûn
Duhokê. Di sala 1970’yan de hikumeta Iraqê û hêzên peşmerge li hev hatin û
başûrê Kurdistana her çiqasî li ser kaxizê jî bibe otonomiya xwe stend. Di
Dibistana serateyî de min erebî xwend, pişt re bi xêra li hev hatinê me
perwerdehiya xwe bi kurdî berdewam kir. Ne tenê li Duhokê li hemû bajarên Kurdistana
başûr perwerdehî bibû kurdî.
‘ŞANOYA FEQÎR’
Ji sala
1975’an bi şûn ve hestên neteweyî li cem min çêbûn. Min digot gere ez karekî bikim. Di sala 1977’an de min
li dibistanê dest bi xebatên şanoyê kir. Bi awayekî amatorî me lîstika “Kawayê
Asinger” û “Dînê Axê” lîstin. Haya min hîn nû li ser şanoyê çêbûbû û min
pirtûkên Grotowskî û Stanîslavskî bi erebî xwendin. Ji xeynî wan jî bêtîr
pirtûk û teoriyên Brecht li ser min bandor çêkirin. Çimkî ew camêr li ser
sehneyê dîwara çaremîn rakiribû û teoriya Grotowskî ku behsa “şanoya hejar û
şanoya feqîr” dikir bêtir bala min kişandibû. Tu carî dekora me, ronahî ya me,
sehneya me çênebû, me bi awayekî “şanoya feqîr” çêdikir. Ji bo me her der cihê
şanoyê bû.
Di sala 1980’an de me karekî mezin kir. Wê çaxê ez hê
16 salî bûm. Ez ketibûm şanoya bajêr ya Duhokê. Berî me jî di salên 1970’yan de
li ser Newrozê wekî şanoyê çend xebat çêbûne lê mixabin pişt re ji ber şer
diqede. Ji xeynî wan hîn şanogeren kurd jî hebûn lê mixabin giredayî hikumeta
Iraqê û Seddam bûn.
MAMOSTEYÊ MIN ÎBRAHÎM SELMAN BÛ
Di sala 1979’an de min Seyda Îbrahîm Selman nas kir.
Îbrahîm Selman wê demê akademiya şanoyê xwendibû li Bexdayê. Em cara yekem li
cem wî kom bûn. Mamosteyê min ê yekem Îbrahîm Selman bû û min bi xêra wî
xebatên xwe yên şanoyê berdewam kirin û hînî şanoyê bûm. Me wê çaxê dest bi
lîstika “Lêbûk Dastana Mem û Zîna Diguhurît” kir. Metn ji aliyê Îbrahîm Selman
ve hatibû amadekirin. Ji bo pêşandana lîstikê her tişt hazir bû lê mixabin
hikumeta Iraqê destûr neda ku em bilîzin. Îbrahîm Selman jî piştî xebatên
şanoyê derket derveyê welat. Niha ew li Holandê dijî. Mijara lîstikê ev bû: Di
folklora me de Mem di zindanê de dimire û Zîn jî xwe dikuje. Lê di şanoya me de
Mem di zindanê de nexweş dikeve û Zîn tê, Memê ji zindanê derdixe û azad dike.
Mem û Zîn bi hev re agirê şoreşê pêdixin û bi Mîr Zeyneddin re şer dikin. Di vê
lîstikê de nêzî çil ekter (lîstikvan) cîh digirtin.
KOMA BIZAV
Di sala 1980’an de me dest bi lîstika “Gencên
Mehabadê Dîwarê Dimdimê Radikin” kir. Me wê deme ji xwe re komekî ava kiribû,
navê koma me "Koma Bizav" bû. Koma me ji heftê kesan pêk dihat, giş
ciwan bûn û niştimanperwer bûn. Ez rêveberê wê komê bûm. Di wê demê de şoreşek
hebû. Kurdên me yên Rojhilatî serî rakiribû li hemberî Şaxê Îranê (Xumeynî). Em
jî li ser vê mijarê sekînin û me sê brader bi hev re lîstikek amade kir. Di wê
lîstikê de me xwest ku em behsa serhildana Mehabadê bikin. Ez bûm, Zubeyr Mayî
û Kamiran Sindûrî bû. Di wê lîstikê de derhenerê me tune bû. Mamosteyê me hebû,
mamoste Azad Evdila berî me bi şanoyê ve mijûl bûbû û di wê lîstikê de
derhêneriya me kir. Me ji hikumeta Iraqê piştgirî stend ji ber ku wê demê di
navbera Iraq û Îranê de şer dest pê kiribû û me jî ji vê yekê îstîfade kir. Me
ji hikumeta Iraqê re gotibû ku; ev lîstik dijî Xumeynî ye, ji ber vê yekê
destûr dan me. Cîhê xebatê û pere dan me. Me li Duhokê ev lîstik pêşkêş kir.
Piştre em beşdarî Festîvala Hewlêrê bûn û me li Festîvala Hewlêrê jî pêşkêş
kir. Min di rola sereke de dilîst û alîkarê derhêner bûm. Di wê demê de televîzyon,
rojname tiştekî tunebû ji ber vê yekê jî gava haya gelê me ji me û ji xebatên
me çêdibû sehneya me jî tijî dibû. Ev kêfxweşiyek pir mezin bû. Ji xwe ew
lîstik di rojnameya Iraqê de jî cîh girt.
Di festivalê de komên din jî hebûn. Yên ku tê bîra
min komeke şanoya pandomîmê jî tevlî festivalê bûbû û komên din jî bêtîr bi
şanogeriya remzî (ne politîk û ne folklorî) ve beşdarî festîvalê bûbûn. Lîstika
Ehmed Salar jî tevlî festîvalê bûbû bi navê “Rûbar”. Ji xeynî wan li Iraqê
komên şanoyên din jî hebûn. Yên ku ez dizanim komekî lîstika Azîz Nesîn dilîst,
komekî din lîstika Shakespeare dilîst.
LÎSTIKA JIYANA GUNDAN
Pişt re me “Jiyana Gundan” amade kir ligel Kamiran
Sindûrî. Ez derhênerê wê lîstikê bûm. Di çarçewoya folklorî da me jiyana kurdan
nîşan dida. Lîstikek metaforîk bû. Di lîstikê de gundek hebû, navê gund “Gundê
Hecî” bû û di wê lîstikê de wekî Kurdistan dihat temsîl kirin. Du eşîr hebûn û
li ser Gundê Hecî şer dikirin. Serokên eşîretê yekî Hesen Axa bû ê din jî
Ristem beg bû. Hesan Axa, bi temsîliyeta Seddam Husen dikir û Ristem beg jî
Şahê Îranê temsîl dikir. Pêşî hikumeta Iraqê qanî bûbû ji bo vê lîstikê. Destûr
dan me ku em vê lîstikê bixebitin. Em çil roj zêdetir li ser wê lîstikê xebitîn
û me promiyera xwe li Duhokê çêkir. Di nav temaşevanên me de rêveberên hikumeta
Iraqê jî hêbûn û pir kêfa wan hatibû ji bo vê lîstikê. Li Tîgrîsê festîvalek çêdibû û rêveberên
hikumeta Iraqê jî xwestin ku "Koma Bizav” bi vê lîstikê beşdarî festîvalê
bibe. Lê mixabin hevalekî me sîxûriya me kir û hemû metafora lîstikê eşkere
kir, me jî biryar da ku, em wê lîstikê nelîzin.
Pişt re min lîstikek bi navê “Hemed Dînek” derxist.
Di vê lîstikê de ekterek (lîstikvan) tenê hebû. Hemû tişt min hazir kiribû.
Dîsa lîstikek metaforîk (sembolîk) bû. Min temsîliyeta sê kesan dikir. Kesekî
welatparêz, kesekî xayîn û kesekî jî dîn bû. Min ev lîstik ji çîroka Îbrahim
Selman wergirt û ji bo şanoyê amade kir. Navê çîrokê “Her Hemê Dînekî” bû. Min
gelek zehmetî kişand ji bo vê şanoyê lê mixabin destûr nedan ku ez bilîzim. Pişt
re jî “Koma Bizav” belav bû û ez derketim serê çiya. Ji ber ku di nav bajêr de
tiştekî nema bû ku ez bikim, ji xwe bavê min jî pêşmerge bû. Rêya min rêya bavê
min bû…
LI HER DERÊ KARÊ ŞANOYÊ
Li serê çiya jî karê min ê şanoyê berdewam kir. Me
ji xwe re dîsa komekî ava kiribû. Navê koma me “Koma Pêşrav” bû. Di hemû
Newrozan de me lîstik dilîstin. Gund bi gund û bajar bi bajar em digeriyan.
Şûna perde me bi betanî bikar dianî, cil û bergên şanoyê me bi xwe çêdikir û
dekora me jî gelekî sade bû.
Di nav me de hevalên ku ji Bakur hatibûn jî hebûn.
Me bi wan re jî lîstikek derxist di navbera salên 1982 û 1983’yan de. Xebatên
me yên şanoyî heta 1988’an berdewam kirin li serê çiya. Piştî Enfalê em mecbûr
man ku biçin Qempa Mêrdînê.
Qemp di navbera Mêrdîn û Qoserê de li ser cadê
hatibû çêkirin. Pêşî bîst û yek hezar mîrov tê de hebûn, pişt re hinekî mirov
çûn Îranê, em man panzdeh hezar kes. Der dora qampê dorpeçkîrî bû wekî
zindanek. Ji bo tiştên rojane destûr didan ku em biçin Qoserê lê tenê ji me
donzdeh kes diçûn û li cem wan jî donzdeh
polîs hebûn. Di sala 1989’an de me xwest ku em li Qampa Mêrdînê Newroz
pîroz bikin. Pişt re me bi Cîgirê Waliyê Merdînê re civînek çêkir. Navê Cîgirê
Walî Ahmed Newroz bû. Me di civînê de got, şahiyeke eydekî me heye û em
dixwazin vê şahiyê li vir pîroz bikin. Go, “Navê şahiya we çi ye?” Me go,
“Newroz e.” Berê xwe da me û ecebmayî li me nêrî û bangî polîsek kir, kaxizek
da min û got, “Navê şahiyê binivîse.” Min paşnavê wî nivîsand. Go, “Ev paşnavê
min e, çi eleqeya paşnavê min bi Newrozê re heye?” Me go, “Newroz cejna hemû
gelan e.” Go, “Madem bi paşnavê min re giredayî ye ez destûr didim. Hûn ji min çi diwazin?” Me go,
“Tiştekî me tune ku em agir pêxin.” Go, “Çi lazim e.” Me go, “Lastîk lazim in
ji ber ku em ê agir pêxin.” Pişt re polîs çûn îstasyonê û lastîk anîn.
Gava me agir pêxist û agir hilbû gelê Mêrdînê jî hat
hawara me û me bi hev re şahiya Newrozê pîroz kir. Roja din me lîstika
"Kawayê Asinger" amade kir. Hemû rêveberên qampê, walî, qeymeqam
hatibûn ji bo temaşekirinê. Li Qampa Mêrdînê navê koma me “Koma Helebçe” bû. Ez
derhênerê vê komê bûm. Piştî wê me lîstikên “Helebçe”, “Şehîd” û “Berxwedan
Jiyan e” çêkirin. Me du sê lîstikên din jî çêkirin lê niha navên wan nayên bîra
min.
Piştî raperînê ez hatim bajêr. Erkên min ji berê
girantir bûbûn. Ji ber vê jî eleqeya min bi şanoyê re qut bû. Niha jî bi
siyasetê re eleqedar im.
DI ŞANOYA ME DE ZÎN TÊ MEMÎ XILAS DIKE
Şano bi ya min ji êşê derdikeve. Gava me şano
çêdikir me wekî şoreş, wekî berxwedan lê dinêrî. Gava me lîstika “Mem û Zîn”ê
çêkir me go em bi vê destanê ne qeyîl in. Îtîrazek me hebû. Di lîstikên me de
Zîn dihat Mem xelas dikir û pişt re jî agirê şoreşê pê dixist. Ji bo me şano ev
tişt bû. Hesta me hesta netewperestî bû û bi xêra şanoyê me dixwest ku
alîkariya şoreşê alîkariya berxwedanê bikin. Me dixwest ku em ji geêe xwe re
bêjin ku hûn hemû "Kawayê Asinger" in…
Bi ya min xebatên şanoyê di hundirê şer û êşê de
xurtir dibin. Ji ber ku alikariya gelê xwe dike û bi awayekî estetîk tiştan
nişanî gelê xwe dike. Ditîna min ew e ku şano di azadiyê de lawaz dibe. Ji bo
başûr ez karim bêjim ku xelkê me nemaye ku niha şano temaşe dikin. Ji ber ku ne
politîk in, ji ber ku ne bi siyasetê re giredayî ye û gelê xwe jî nasnak. Bi ya
min niha şanoya kurdî di hemû perçeyên Kurdistanê de rola xwe baş nalize.
Helbet îro sînema, telefon, televîzyon û înternet hene, ev dezavantajek e lê li
gorî min nepolîtîkbûna şanoyê jî pirsgirêka herî mezin e.
Niha derfetên min hebûna min ê dîsa lîstika “Lêbûk
Dastana Mem û Zîna Diguhurît” derxista ez karim bêjim ku niha jî ji bo vê
xebatê jî amade me. Ez pir dixwazim ku vê lîstikê dîsa li ser sehneyê bibînim.