Pênc sal in nedibû û li hev nedihat ku li lîstika
“Xwezgînî” temaşe bikim. Li hêviyê bûm û dawiya dawî min lîstika “Xwezgînî”
hefteyek berê temaşe kir. Pêşî bi kurtasî behsa lîstikê û kunyeya wê bikim.
Nivîskar û derhênerê lîstikê Şaliko Bêkes e. Ew şanogerekî “Şanoya Kurdî ya
Tiblîsê” ye, ji 1979’an heta 1993’yan bi awayekî çalak li Tiblîsê di nav şanoya
kurdî de cî girt. Piştre bi Bînbaşê Axê re li Med TV’yê bi şano û skêçên xwe
xebitî. Di navbera 2012-2014’an çend caran hat Bakur û tevlî xebetên şanoyê bû.
“Xwezgînî” yek ji van xebetan e. Ew niha li Moskowê bi tena serê xwe û li
hêviya şanogerên kurdî ye.
Lîstik bi promiyera xwe di sala 2014’an de li Amedê
derket pêşberî şanohezan û piştî navberê îsal dîsa hate ser sehneyê. Şanoya
Bajêr a Amedê hê jî vê lîstikê dilîze ku vê mehê çend carna derxist pêş
şanohezan. Di lîstikê de Ozcan Ateş, Rêzan Kaya, Kemal Ulusoy û Salih Yildiz
dilîzin.
Lîstik behsa evîndariya Nazê û Tîtal dike. Nazê û
Tîtal ji hev hez dikin û çîroka wan li ser gumana ku “Çiyayê Qerejdaxê ku Bavê
Nazê ye” wê nehêle ew bizewicin. Lîstik perdeyek komedî ye.
Di lîstikê de Nazê ji aliyê Rêzan Kaya ve Tîtal jî
ji aliyê Ozcan Ateş ve û Bavê Nazê jî ji aliyê Kemal Ulusoy ve tê sehnekirin.
Salih Yildiz jî di lîstikê de wekî “çavdêr” cî digire.
Lîstik bi sê sehneyan re tê hemberî temaşevanan.
Sehneya yekem li derve ye û dekor tenê ji bankekê pêk tê. Nazê û Tîtal behsa
evindariya xwe dikin. Sehneya duyem li ber mala Nazê ye û dekor nîn e. Tîtal û
Bavê Nazê bi rasthatin hev nas dikin. Sehneya sêyem jî li mala Bavê Nazê ye û
dekor du paldank û tiwaletek e. Tîtal hatiye Nazê ji Bavê wê bixwaze.
Di metnê de “dramatîka” çîrokê li ser gumanê hatiye
saz kirin. Li ser sehnê tenê nîqaşek heye lê alîgirên pêvçûnê ne, di nav
astengiyeke mezin de ne. Ne Tîtal ne jî Nazê vê astengiyê çareser dikin. Ji
xeynî van daxwazên karakteran jî baş nayê fam kirin; zêdetir di karaktera Nazê
de em dibînin ku bê biryar e û armanca wê ne diyar e.
Bi ya min gelek kemasiyên metnê hebûn lê bi xêra
lîstikvaniyê balanseke çîrokê çêbûye. Kemal Ulusoy, Ozcan Ateş û Rêzan Kaya bi
lîstikvaniyên xwe performansek xweş derxistine. Performansên lîstikvanan bi
giştî li ser “komediya rewşê” ava bûye. Carinan hin peyv û nîşaneyên “Amedî” jî
dibin hêmanên komediyê. Li ser sehneyê min karê Salih Yildiz fam nekir.
Tevgerên wî yên ser sehneyê bi hincetên “epîkbûnê” bû, lê min bi xwe armanca
rejiyê zêde fam nekir. Bi dîtina min cihê wî ji bo rejîyê diviyabû hinekî din
çalaktir û teatraltirbûya.
Tiştê herî xweş ew bû ku di sehneya sêyem de min ji
herikbariya lîstikê û performansa wan hez kir. Sehne bi perdeyekî tul re bûbû
du perçe. Perçeyê pêşî salon bû, yê din jî tiwalet bû. Ji hêla dekorê ve bi
awayekî balkêş û bikêrhatî bû.
Temaşevanên şanoya kurdî li Bakur her tim çavên wan
li ser Şanoya Bajêr a Amedê ye. Di deh salên dawî de bênavber tenê bi kurdî
şanoyên xweş derdixin. Hem ji aliyê lîstikvaniyê ve hem jî aliyê afirandinê ve
karên Şanoya Bajêr ji bo şanoya kurdî qonaxeke xweş ava kiriye. Şano xweş
e, bi kurdî hê xweştir e.
* Ji bo baldaran şanoyê pêşniyar dikim ku we bi dest
xist, pirtûka şanonameyên Şalikoyê Bêkes bi navê “Yên Xwedê Ji Wan Stendî” jî
bixwînin, hûnê jê hez bikin.
* Piştî ku lîstik qediya ji bo spasî û xêrxweşiyê
çûm ba Ozcan Ateş. Tam di wê navberê de temaşevanekî “Gedê Bajêr” kete navbera
me, ezwê diyalogê deynim vir:
Temaşevan: Yav ma siz niye dîger yerde oynamîsiniz.
(Behsa sehneya Şaredariyê dike)
Ozcan: îzin vermîler, orayî qayim aldî. (destûn
nadin, qayûmê dest danî ser wir)
Temaşevan: Yav ma êlê olir mî? (Lo, ma wisa dibe?)
Îca hûn texmîn bikin rewşa Şanoya Kurdî û
temaşevanên wê….
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder