SINCO
KEÇA XWE DIDE MÊR(Komedîke Kurdî)
" Eskerê
Boyîk nivîskar û helbestvanekî Kurdên Sovyêtîstanê ye. Wî ev komediya xwe di
sala 1978’an da nivîsî. Cara pêşîn “Koma Tiyatroya Elegezê” ser vê komediyê
xebitî û derxiste lîstikê. Ev tiyatro bi pirtûkeke biçûk va li Erêvanê çap bû.
Nivîskar
di vê lîstika biçûk da li ser peywendiyên di navbera jin û mêran da sekiniye.
Kewneşopiyên zewac û mêrkirinê di nav Kurdan de hilide û tîne li ber
temaşevanan datine. Nivîskar ji hemû aliyan va nêzikî vê pirsê dibe û dadikeve
kuraya erf-edetên ziyankar. Ser vê yekê nivîskar baweriyên xwe bi vî tehrî
şirovedike: “Her edetekî kevn nîne, ku em
pêviste li hemberî derên. Erf-edet, rabûn-rûniştandin xeysetê cimaetêne, sifetê
wêyî netewî ye. Bi gelek erf-edetêd cimaeta me va meriv dikare firnaxve, seva
hineka jî yan xwe kerke, yan jî şerma serê xwe bike ber xwe. Qelen, cihêz,
topayêd, cure-cure, şebasa dawatêd me kirine tehreki kirînfrotinê, tê da tu
hewas nehîştine. Li hemberî van paşmayînêd edetê kevnemayin gotî xurt şerkin.
Hilbet rola nivîskara vê derecê da
geleke. Sala 1978’an min komediya xwe ya “Sinco keça xwe dide mêr” nivîsî. Wê
da pirs-edetêd ziyan û kara wan. Niha Tiyatroya Elegezê ya cimaetê lê bê, ezê
xwe gelekî bextewar bihesîbim.” (Riya Teze, Sibat 1979)
Ji alîkî da ev
komediya biç^.uk bi henek-laqirdî û pêkeniyan va tijî ye. Ji aliyê din nivîskar
kirasê ser rûyê rastiyê dikşîne û gelek rastiyan li ber me radixe.
Di
tiyatrotê da hemû kesên ci girtine erf-edetên nû û kevn bi lîstikên xwe va
raberî hev dikin. Tiyatroy3e da nêzkaya 15 kesan dilîzin. Dilqê (rol) herî
mezin di komediyê da li ser milê Sinco ye. Di destpêka tiyatroyê da jina
Sinco-Bedê tê xuyanê û bi dilekî şa distirê:
“İşev wê bên Xezala min bixwazin,
İşev wê bên delala min nîşankin”
Di
dawiyê tiyatroyê da dengê def-zurnê tê û govend her diçe giran dibe." (Dengê Komkar- 27.02.1982,r15)
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder