Artistên Kurd Li Sovyet
(Berbang- Hejmar:14, 1983 ) Têmûrê Xelîl
"Demekê, gava derheqa
pêşketina kurdên Yekîtî Soviyet dibû xeberdan , merî dikaribû nava gotarekêda
derheqa serfiraziyên her derecada destanî gilî bikira. Lê îro ew destanîn
haqasî gelekin, ku em mecbûr dibin paraveyî derecakin û derheqa her derecekêda
pêşketina meda, cihê gilîkin. Carna jî wisa diqewime, ku derheqa destanînê de
kurdekî Soviyetda gotarek jî têrê nake, ku bê ber çava, ka ew bi saya qeydê
meyî sosiyalîstiyê, jiyanê da miyaserkirina siyaseta Lenîniyê ye miletiyê
gihîştiye çito serfiraziyê.
Benda xweye îroyînda emê tenê derheqa dereceke pêşketina
me- dereca hunermendiyê, diha rast ser mesela artîstên Soviyetistanêye kurda
gilîkin.
Vê demê bajarên Yekîtî Soviyetê Moskow, Lenîngradê,
Erêvanê, Tiblisî, Groniyê û bajarên mayînda gelek artîstên kurdê profesiyonal
hene. Nav dengê hineka ji wana temamiya welêtda eyane, derheqa wana û hostatiya
wanda gelek cara rojname û kovarên Soviyetê û welatên derkeye cihê- cihêda
hatine çapkirinê gava gilî hatiye ortê, gotinê: Filan artîst eslê xweva kurde.
Bi saya van yeka gel û neteweyên welatê me nasiya xwe dane pêşketina kurdên
Soviyet.
Îro dota kurd Nazî Şîrayî artîsta sîrkêye dinêeyane,
ewledê kurd Paşa Poladov rejîsorê têatre Yêrêvanêye pantomîmayê ye serekeye.
Ebdule Muhemed reqasvanê koma bajarê Grozniyê ye bi navê “Vaynax” e, Vova û
Natêla Qasim artîstên balêtêne li bajarê Lenîngradê, Zîna Telo dengbêja koma
Tibîlîsiye “Rêro” ê bûye û gelekên mayîn.
Niha ser mesela wan artîsta û hinekên dinêda emê bi
hûrgilî bêjin.
Nazî Şîrayî… Ev navekî pir naser li cihanê, bi taybetî ji
bona kurda. Ewê ew nav bi xwe peyda kirye. Dota kurd- Naza Şîrayî, eva 35 sala
zêdetire, u ser dikê sîrkên Yekîtî Soviyet û welatên cihanêye cihê-cihê, cilê
kurdiye reng- rengî li xwekirî amadekara hewas-hijmekar dihêle. Artîsta komera Ûrisêtêye
Sovetiyêye Sosiyalîstiyêye Fêdêratiyê emekdar salên cihê-cihê sîrkên Tiblîs û
Erêvanê da lîstiye, lê paşê çawa artîsta nav û deng, çûye sîrka Moskow û hetanî
niha jî wêderê pêşda tê. Lîstika wêda hejmarên wisa hene, ku hetanî niha jî
cihanêda kesîra li hev ne hatiye wana biwekilîne. Bo nimûnê, ew du defê biçûk
digre destên xwe, hevra berdide, defa destê rastê ser milê wêra derbaz dibe
diçe ser milê dinê, defa dinê jî wî awahî, ber hevra ser patika wêra derbaz
dibin û ne hev dikevin, ne jî dikevin. Lê ensîklopediya ermeniyê Sovetiyê
hejmareke xweda derheqa Nazî şîrayî da nivîsiye, ku hejmara wêye “Heykelên
tûne” sertaca lîstikên wêye.
Van salên dawî ez li Pragaê bûm. Wan roja sîrka Moskow jî
wir bû û ser afîşên pêşdahatinên sîrka dinêyêyan wêna dota kurd bû. Ez êvarÊ
tevî bermaliya xwe û çend kurdên Kurdistanê, ku li Prag dixwendin, çûnê sîrkê û
me nasiya xwe da Naziyê. Min çend pirs danê, ewê derheqa xwe û lîstika xweda
awa minra got.
-
Hejmara minê here hizkirî ewe, gava ez
cilê kurmancî xwe dikim, bi desta miqamê kurdî lê dixim, lê bi herdu linga jî
ser haceta sazbendiyêye(mûzîka) anegor miqamê kurdî lê dixim. Paşê nas-nenas
min pirs dikin: “Ev çi sazbendiye, ya kîjan miletiye?” Ez kubar bersîva wan
didim, ku ya kurdiye û ez jî kurdim. Paşê gilî tê ser gelê min, ez jî wanre
qala kurda dikim.
Belê,
Nazî Şîrayî her dera –ji Erêvanê girtî hetanî Parîsê, ji Lenîngradê hetanî
Îranê, Tirkiya yê hetanî Amêrîkayê, her dera timê jî navê kurdên Soviyet bilind
xwey kiriyei mala xwe bi xalîçê kurdiyê ciwanva xemilandiye.
Jina kurd timê ji sazbendiyê hiz
kiriye, li şaya, govenda, bindarûka sitiraye. Hîmdarê edebîyeta ermeniya,
xêrxazê gelê kurda Xaçatûr Abovyan gotiye, ku her kurdek bi ruhê xweda dengbêj
(stranvan) an jî helbestvane. Lê tenê bi saya qeydê Sovêtiyê mecal kete kurda,
ku hunerê xwe, zên û merîfeta xwe şanî bi hezara temaşevanên gelên cihê-cihê
bikin.
Zîna
Telo çend sala bûye komekdara rêjîsorê têatra Tiblîsî yê ser navê Grîboêdov,
paşê bûye dengbêja koma stiranêye bi nav û deng ya bi navê “Rêro”. Çend sêlikên
stiranên wê derketine. Vê gavê ew rêjîsora têatra Tiflîsiye kurdaye cimetiyêye.
Wêra tevayî kubreke kurmancî li zarê wêye, lema jî gava çend sala pêşda
paytextê komera Gurcistanêye biratiyê rêdaksiyona pêlweşa (radîo) kurdî hate
vekirinê, wê teklîf kirin û hetanî îro jî ew dîktora (xeberdankir, peyvkar) wê
pêlweşêye jî, wek peyvkara pêlweşa Rewanêye kurdî Eznîva Resşîde hêja bi radîo
yê tevî bi hezaran kurda xeberdide.
Derheqa
artîstê komera Çêçêno- Îngûşîayêye avtonome emekdar Ebdule- Muhemedda- me çend
sal pêşda hinek tişt ji miqaleke rojnema “Reya Teze” pê hesyane. Pey wê
miqalêra min xwest derheqa wî ewledê kurdayî hêjada bizanibim. Pey pirs-pirs
yara ra çend melûmetî ketine destê min. Ew wextêda li zanîngeha Tiblîsiyê ye
xorêyografîda (reqasa bedewtiyê) ya dewletêda ber destê artîstê Yekîtî Sovîyetê
cimetiyê Vaxtang çabûkiyanî hîn bûye. Koma bi navê “Vaynax” da, li ku ew îdî 20
salî zêdetire pêşda tê, reqasçiyê serekeye. Ew
ser dika minanî teyrekî baz direqise û ser afîşên pêşdahatinê wê komê wêneyê
wî bi wî awahî jî hatiye kişandin. Sala 1982’a, 30’ê meha novêbêr ji Moskow bi
dûrdîtinoka (têlêvîziyon) pêşdahatina wê komê nîşan dan. Em gelek temaşeçiyara
tevayî reqasa wiye çapik û çelegva heyr-hijmakar man. Dema vir pêlek pêşda min
bi têlêfonê Ebdule ra xeberda, ewî bi kurmacîke delal bersiva min da. Gava min
jê pirsî ku ne axir bajarê Grozniyê da kurd an tunene, an jî kêm hene, ew ji ku
wisa xweş kurmancî gotina dike, ewî bersiva min da û got, ku dema ew diya xwera
wextêda ji Kurdistana Îranê hatine, diya wî tenê kurmancî zanibûye û pêra
hetanî niha jî kurdî xeberdide.
Xwendevanên
kovarêyê delal! Ebdule Muhemed jî koma xwera tevayî pir cara çûye Moskvayê û
Hordananê, Vladîvostokê û Sûriyayê, Mozambîke û Taşkendê. Çawa hemû artîstên
Yekitî Soviyête kurde profesiyonal, her werha rêjîsorê têatra Erêvanêyî
pantomîmaêyî (têatroa bê deng) sereke Paşayê Reşîd Poladov aliyê dereca xweda
xwediyê xwendina bilindin. Lê Paşa Poladov 2 înstîtut temem kirine, yek li
Moskow, yek jî Lenîngradê. Teatroyê wî awahî Soviyêtistanêda çend hebin. Serokê
yekê ji wana lawê kurde. Ew çend spêktaklên teatroya xweda êlemêntê (nimûn)
folklora kurda daye xebatê. Ew yek femdariye, ji ber ku nava deba kurdada, erf-
edetê meda derecêd pantomîmê hene, çawa bo nimûne, dema kosegelî digere, gava
bûka nuh bûktiyê dike ciyên mayîn. Çawa em pê hesyan, têatro hazir dibe bi
motîvê pîesa “Xecê û Siyabend” spêktakleke bê deng nişanke.
Wextêda
miqaleke Paşa Poladov rojnema kurdiye “Reya Teze” da çap bûye bi sernivîsara
“Pantomîn nava deba kurdada”. Lê derheqa Paşa Poladov û teatroya, ku ew
serokatiyê lê dike, miqale çap bûne kovar û rojnemêd merkeziyê ye “Sîr û
êstrada”, “Sovyêtskaya kûltura”, “Têatralnaya Îskustvo” û gelekên mayîn da.
Eva
çend sale, ku du ewledê cimeta kurda, xwîşk û bira Vova û Natêla Qasim têatroya
Lenîngradêye, akademiyêye, operayê û baletêye dewletêda dilîzin. Ewana artîstên
baletêye naskirîne. Vovayê Qasim Ecemov dilqê (rola) serekeda dilîze. Kovara
Moskowe bi navê “Têatralnaya jîzn” hejmara xweye sala pare î da derheqa hostatiya
wîda ser 2 rûpelî miqaleke mezin çap kiriye.
Ewî
hetanî niha dilqê wisaye dijwarda bi serfirazî lîstiye, çawa ku dilqê Romeo
baleta Prokofyêve “Romêo û Cûliyêtda”, Armên-baleta aram Xaçatûryane “Gayane”
da û yên mayînda. Hetanî niha xwûşk û birayê bineciyê bajarê Tiiblîsiyê yi
wextekê tevî têatroya xweye dinê eyan çûne welatên Avûstûriyayê, Îtaliyayê,
Mongoliyayê, komera Almaniyayêye xwe nîşanî gelek cimetêd cihanê kirine.
Artîstekî
kurdî mayîn Hesenê Quliye. Eva çend salin, ku ew artîstê têatroya Erêvanê ya
dramatikiyêye. Nava wan sala da gelek dilqada lîstiye. Van axiriya, gava ewê
têatroyê spêktakla “Hamlet” danî, Hesenê Qulî dilqê keşîş da kivş kirin û ewî
bi lîstika xwe meşoqê hunermendiyê zendegirtî hîşt. Hazira (amadekara) usa jî
rojname û kovarê komerê qîmetekî bilind dane hostatiya wî. Hesenê Qulî
kinofilmada jî lîstiye. Van demên paşin, gava kinofilma bi navê “Piş hevt
çiyada” nîşan dan, dilqekî serekeda ewî dilîst. Hesenê Qulî demeke dirêj bûye
rêjîsorê têatroya Elegezêye kurdaye cimetiyê.
Artistên
kurd xwezma dereca sîrkêda pirin. Mesele, Sertîv Mîneralov wextêda kloûne
(mesqereçî, henekçî) sîrka Tiblîsiyê bûye, pir sala Nazî Şîrayîra tevayî wisa
jî sîrka Yêrêvanêda pêşda hatiye. Têmûrê Tesinî fokisçî, laqirdçiyê sîrkusa
Tiblîsiyê bûye û pêra jî li fîlarmoniya Gurcistanêda, wextê konsertên êstradayê
pêşda hatiye. Niha ew navça Gurcistanêye Gardabaniyê da koçka çandêda serekê
koma artîstên sîrkêye. Ezîzê Bişar niha artîstê sîrka Tiblîsiyêye. Ew hew şa
mala xweda gelek terewila xwedî dike. Sîrkeda ew du janrada pêşda tê, cikî çawa
fokisçî, cîkî jî terewila kedî dike. Derheqa hostatiya wîa nivîsîne rojnema
Bilgariyayê “Paralêl”, kovara Moskvayê “Sovêtskaya êstrada û sîrl”, herwaha pir
rojname û kovarên Gurcistanê.
Gava
çend sal pêşda xwendekar û roşinbîrên kurdên Tiblîsiyê hatine mêcaniya kurdên
Yêrêvanê û tevî civîna sazbendî û lîteratûra kurda bûn, wêda Ezîzê Bişar çend
foks kirin û amadekara hewas- hijmekar (metel, zendegirtî) hîştin.
Bilî
van artîstên profêsyonal, wisa jî gelek artîstên kurdaye xwexwehînbûyî hene li
têatroya Tiblîsiyêye kurda û ya Elegezêye kurdaye gelêriye. Pir artîstên xwedî
şuret û zîrekya pir di nava 30’î zêdetir radîopîyesên pê weşa kurdîda lîstine,
ku bi serokatî û înîsiyatîva serokê radiyoyê wê demê Xelîlê Çaça Mûradov hatine
bivîsraê. Ji artîstên kurdaye li têatroya Elegezêye berê mirov dikare navê dota
kurde jêhatî Eznîva Reşîd bide, lê ji pêşewitiya sazbendiya me-navê seroka koma
kurdaye stran û reqasêye dewletê- navê Sûsîka Simo hêjaye bidin.
Ango,
we texmin kir, ku artîstên Soviyetistenêye kurd gihîştine çito serfîraziyê ne
tenê nav kurda û çend komerada, lê wisa jî temamiya Soviyetistanê û welatên
cihanê. A bona van destanî nane, çawa ku Sêkrêtarê Komîta Navbendî ya Partiya
Soviyetêye Komûnîstiyêye sereke hevalê Yûv. Andropov nava kêlma xweye li civîna
şaynetiye bona 60- salî- ya teşkîlbûna Yekîtiya Soviyet da kivşê, wekî kurdên
Soviyet jî zûda Soviyetistan hesab dikin welatê xwe. "
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder