8 Mayıs 2015 Cuma

Hevpeyvîna Zahir Kayan bi Hostayê Pandomîmê "Arsen Poladov" Re (1993)

Hevpeyvîna Zahir Kayan bi Hostayê Pandomîmê "Arsen Poladov" re (Rojnameya Welat, Hejmar:85, Cotmeh 1993)

            "Arsen Poladov rewşenbîrên Kurd ên ji Ermenistanê li ser daxwaza NÇM’ê di 19’ê Îlonê de hate Stenbolê. Niha em li jêrê ji bo vê hevpeyvînê pêşkêş dikin.
            Mamoste Arsen Polat hûn dikarin xwe bi me bidin naskirin?
            Belê ez dimînim li bajarê Yêrîvvanê li Ermenîstanê, ez li Tiyatroya Pandomîma ye Dewletê dixebitim. Ev e 20 sal in ez seroktiyê li vê tiyatroyê dikim. Tiyatro gelek eyan e, ne ku bi tenê li Ermenîstanê wisa jî li gelek welatên Ewrûpayê tiyatro çûye tûrneyê. Bawer bikî li temamiya Ûrîsêtê. Dixwazim bîbêjim ku, tiyatro di nava van 20 salan de gelek eyan tê hesapkirinê, çawa ji tiyatroyaya dinyayê yeke baş  e.
            Ez dixwazim tiştekî dinê ji we bipirsim. Hûn rewşa bakurê Kurdistanê û Başûr, der heqê çand û edebiyatê de çawa dibînin? Di van salên hanê de bi têkoşînê gelek tişt ketin destê me, hûn der heqê vê de dixwazin çi bibêjin?
            Helbet çi tê qewimandin roja îro di Kurdistana Başûr û Bakûr de em pirr dizanin, lê sed heyf wekî em çawa dibêjin ewqas nêzîk nîn in. Ev e cara pêşin e em tên vê derê. Hê Kurdistana Başûr jî me qet nedîtiye, ji ber wê edebiyat, rabûn û rûniştandina gelê me, di vê Kurdistanê de gelek dûrî me ye. Me dixwest ku gelek nêzîkî me be, ew ruhê me ye. Bi ruh ve em tevî wan in, em bi ruh ve nêzîkî hev in. Çawa dibbêjin xwîna me dikişîne, lê sed heyf destê me nagihîje hevdu. Helbet em dixwazin şixulên pirr  baş bikin, ev e çend sal e ez dixebitim li Ermenîstanê, tiyatro ya Ermeniya ye, wisa jî min tiyatro çêkiriye di Ûrisêtê de. Li bajarê Moskovayê bi xwe pandomîma ewilî dîsa min da vekirinê. Lê ji bo gelê xwe sed heyf min tiştek nekiriye di dereceya şanoyê de, di dereceya pandomîmê de. Lê dema em hatine dixwazin, niha nêzzîkî hevala bin. Nasiya xwe bidine welatê xwe. Wekî em karibin çi lazim be kêrî gelê xwe bên û niha jî niyeta min a ewilîn ew e. Wisa jî sazbendê me yê eyan Egîdê Cimo, dengbêja me Astîka Qadir em wisa li ser wê dereceyê dişewitin, niha bi dil û can, bi ruh dixwazin tiyatroya Kurmancî bidine vekirinê, lê ku derê ez nizanim.
            Mamoste gelo ev şanoya han ku hûn, dixwazin li vir bidin çêkirinê, de bingeha xwe ji çi bigire? Ji rastiya gelê me de çi bigire û çi bide xuyan?
            Tu zanî çi ye? Ev pirs vê demê ez dikarim bibêjim ku hebekî çetîn e. Lê çi dimîne ku,ji bo edebiyata gelê me, wekî îro tiyatro ji me re gelek lazim e. Bawer bikî ji me re welat çiqas lazim be, ewqas jî tiyatro lazim e. Îro em bi tiyatroyê dikarin sifetê gelê xwe bidin kifşkirin, zimanê xwe bidin kifşkirin, em bi tiyatroyê dikarin bibêjin ku, em kî ne, îro em gelek dişewitin li ser welatê xwe, lê tiyatroya me hebûya me dê wê şewatê bida dilê temamiya mirovahiyê. Edebiyata me gelek kevin e, ez wiha dibînim gelek mînakên edebiyatê giş yên me ne, wan gelan ev nimûne giş ji me dizî ne, sirf mecla me tune bûye ku em bixebitin di vê derheqê de bi pêş bikevin. Lê ku îro tiyatro kete destê me, emê wisa bikin wan ji me çi biriye emê wan bi paş ve bînin. Em ên wan naxwazin, ewên ku wan biriye bila bidine me, em tenê ji bo tiyatroya xwe dikarin wan bi paş ve bînin.
            Gelo rewşa gelê Kurd li Sovyetê çawa ne? Em bibêjin li Ermenîstanê çawa ne, navbear wir û vir çi cihê rengiyek heye?
            Kurdê Sovyetê baş dijîn, heta roja îroyîn jî weke ez bibêjim xeran dijîn, bindest in na. Serbest in, baş dijîn, lê hema dereca Ermenistanê, her wekî ne ku Ermenistan tenê dereca hemû welatên Sovyetê îro ne rind e. Di navbera me û Kurdên Bakur û Başûr de ev cudatî heye. Em zimanê xwe bêqedexe dixwînin û rojnameyên xwe serbest dikirin. Radyoya me dibêje û kes ji me re tiştekî nabêje. Em wextê dawetên xwe dikin çiqas der cîranên me hene, ez ji bo Ermenistanê dibêjim ew di pêşiya me de têne govend û şahiyên me.
            Mamoste Arsen Polat xebatên te der heqê tiyatroyê de çi ne, xebatên te di kovar û rojnameyan de derdikevin?
            Di kovaran de, wisa jî di rojnameyan de gelek gotarên min der heqê tiyatroyê de derketine, hatine neşirkirin. Ji bilî van gotarên min gelek jî min pîyes nivisîne, senaryo dane amadekirin. Ev e 20 sal e ez di tiyatroyê de dixebitim, senaryoyan hemû ez dinivîsim. Niha di tiyatroya me de wek 50  afirandinên biçûk henin min ew nivîsîne, ez pîyesê mezin jî çêdikim ên Vilîam Saroyan. Wisa jî li ser Gogol dixebitim. Lê der heqê tiyatroya Kurdî de min hê xebatên hêja nekirine. Edebiyata me pirr dewlemend e û wisa jî folklora me, hema ji pandomîmayê. Weke heta roja îroyî bûkê me ez nizanin li ba we çawa ne, li ba me bûk bi xezûrê xwe re xeber nade, bi çepik û destan ramanên xwe dide îfadekirin. Ev pandamîma ye. Lê tiyato gere bê çêkirin, ez tim û car dibêjim dîsa jî dixwazim bibêjim; eger îro welatê me tune, serbestiya me tun e ev ewqas şer nîn e, lê em sî û çil milyon Kurd in, tiyatroyeke me tune be ew şer me."
                                   Hevpeyvîn/ Zahir Kayan

            

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder