27 Mayıs 2015 Çarşamba

Novel- Hesenê Metê


            Novel- Hesenê Metê               (ÇİRA-Hejmar 3, îlon 1995)
Li gor lêkolîneran novel peyveke îtalî ye û tê mana nûçe û nûyînê. Etimolojiya terma novelê bi mana nûçe, nûyînê tê zanînê û cara pêşin di deftera rêdarên keyser Justinianus de peyda bûye. Li wir weke novellae derbas dibe û dibêjin di wê demê de di binê vî navê novellaeyê de biryarên nû hatine nivîsandin.
            Dûre ev terma novelê bi mana bûyer an jî bûyerên nû di antolojiyên qesrên Îtaliya kevn de derdikeve pêş. Ew novelên di wan antolojiyan de, weke nûçe û bûyer hatine nivîsandin. Tê gotine ku piraniya van nûçe û bûyerên ha bi zimanekî çîrokî hatine hûnandin. II novellinoo yek ji van antolojiyan e ku li dor salên 1250î derketiye. Yeke din jî bi navê Cento novelle antiche ye ku ew jî li dor salên 1300î derketiye.
            Lê di sal3en 1350î de bi navê Giovannî Boccaccio nivîskarekî Îtalî sed novelên kurt bi hunermendî û pîvanên novelên îroyîn bi awayê prosayî dinîvîsîne û bi navê Novelên Decameron derdixe. Û herweha ev di tradisyona ewrupî de dibe cara yekem ku bûyer, çîrok û serpêhatî bi rengekî hunereke bilind têne nivîsandin û di lîteraturê de bi navê novelê ciyê xwe digire. Ew novelên îro bi gelek reng, stil û ekolên nû û cuda hemû jî deyndarê vê Decamerona Boccaccio ne an jî em bibêjin novela hunerî ji wir, ji wê demê û ji wî belav dibe.
            Formên novelên wî kurt û mijarên wan têvel in: Metranên xerifî, rahîbên doxinsist,mezinên kêmaqil û sed babetên weha… Weke tradisyon di piraniya wan novelan de motîfên çîrokên orientalî û fablên dewra navîn hatine hûnandin. Mîna ku em pê dizanin di sedsala yanzdehan de bi awayÊ prosayî romanên şovalyen jî dest pê kirine. Lê dema ku Boccaccio di demeke humanîzmê de dest bi van novelên xwe dike, di prosayê de bi formeke nû, bi formeke kurt dinivîsîne. Ev kurtiya ha ji bo novelê dibe pîvaneke bingehîn û di lîteratuê de bi navê novelê rûdine.
            Herweha meriv dibîne ku novel jî bi romana wê demê re weke babetekî prosayê geş dibe.
            Piştî ekola humanîzmê tevgera ronesansê, ekola klasîzm û romantîzmê dide pey. Lê wusa diyar e ku ji humanîzmê û heta ekola realîzmê jî guhertinên wusa radîkal di form û hunera novelê de çênebûne. Loma ev form, nav û navaroka novelê heta dema realîzmê jî bêyî sereşî û sergêjiyekê tê.
            Di ekolên realîzm û naturalîzmê de, bi gotineke din di navîna salên 1800 û 1900îde di warê form û navaroka novelê de ronesanseke hunerî dest pê dike. Novel bi Pûşkîn, Gogol, Maupassant, Çêxov û gelekên mîna wan di lîteraturê de dibe xwediyê  ciyekî balkêş û xwe davêje sedsala dawîn.
            Li gel van ekolên realîzm û naturalîzmê di vê sedsala dawîn de du ekol3en bi reng û kirasên din jî derdikevin ku jê yek expresyonîzma Kafka, Strindberg û James Joyce e.
            Bi vê ekolê re em dibînin ku bi navê existensîalîzmê şaxekî felsefê û ekoleke nivîskariyê derdikeve û di berhemên gelek nivîskaran de reng dide. Bo nimûne weke pêşengê vê ekolê J.P.Sartre û gelekên mayî.
            Her ekol bi serê xwe reaksiyonek e, serhildaneke ekola beriya xwe ye, felsefe û tevgerek e, rewş û haletekî rûhî ye ku li ba xwediyê wan ekolan e. Û bêguman heyîna her ekolekê jî gavek e, rengek e ji bo geşbûna lîteraturê. Ji ber vê yekê ye ku meriv nikane bibêje novelên kîjan ekolê çêtir, baştir, an jî xweştir in. Û ne tenê ekolên nû, di roja îroyîn de xwendevanên hemû ekolên buhurî jî hene. Li gel van ekolan îro meriv rastî gelek nivîskar û novelên wan tê ku ne tenê ekolek, herweha reng û bêhna çend ekolan jî ji berhemên wan tên.
            Di kîjan ekolê de dibe bila bibe, pîvanên novelê ne xweşikiya novelê ye. Peyva xweşik peyveke îzafî ye, pûç e, hîssî ye û bêmane ye. Pirî caran ji bo motîfa novelê tê gotin û dibêjin: noveleke xweş e. Ev xweşî xweşiyeke hîssî ye û ji bo wî an jî wê xwendevanê xweş e. Ev nabe pîvana noveleke serketî. Peyva serketî bêtir pîvanên novelekê dihundurîne.
            Noveleke serketî ji konflîkt, konsentrasyon û klîmaksa xwe pêk tê û ew jî: Dîalog, monolog, sembol, stîl, ziman, nîgar û hinek tiştên mîna van tiştan e. Ku bi hunereke bilind ev mefhûmên ha li hev werin hûnandin û bi cî û wext bibin, ji bo novelê serketinek e. Motîf ne girîng e. Pirî caran motîfa noveleke serketî, motîfeke bêmane ye. Em dizanin ku jîriya hunera nivîskarekî dikane maneyekê ji bêmanetiyekê ava bike.
            Novel: bi qasî romanê rê nade nivîskar ku qelpî û zexeliyan bike, cêwî an jî hêwiya romanê ye, di prosayê de kakil e, xwediyê formeke şidiya û guvişandî ye, dihêlê ku xwendevan zûtir û kûrtir têbigêhîje, di prosayê de desthilatiyeke hunerî ye…
            Problemên ku di novelê de hîn jî safî ne bûne
            Li gel ku di ser nivîsandina forma novelê re nêzîkî 650 sal buhurîne, lê ev term û forma novelê hîn jî zelal ne bûye. Ne di nava lêkolînerên lîteraturê de, ne di nava zimanên navnetewî de û ne jî di nava nivîskaran de.
            Form kurtî û dirêjayiyê:
            Piştî ekola humanîzmê û novelên Boccaccio heta demekê jî ew kesên ku vî babetê prosayê bi navê novelê dinavînin, wekî pîvan kurtbûyîna wê didin ber çavan û heta derekê li ser vê yekê zelal dibin. Lê dema ku 1800 û 1900 tê û forma novelê diherike, novel deforme dibe, a wê çaxê serê gelek lêkolîner û zimanzanên lîteraturê tevlihev dibe û heta derekê nivîskarê novelê bi xwe jî nema ji nav derdikeve. Bi gotineke din, ew pîvana tradîsyonel ku digot di novelê de karakterê bingehîn kurtbûyîn e, ji navînê radibe.
            Ji ber ku li dor salên 1830î bi navê novelê berhemên 138, 226 û 600 rûpelîn derketine. Û di van demên nû de jî, demên ku êdî em jî pê dizanin bi navê Duelloyê noveleke Çêxov 170 rûpel e, novela wî ya bi navê Beyarê 121 rûpel e, Stockholma Bavê Nazê 122 rûpel e. Ez Labîrenta Cinan weke novel dibînim û ew jî 197 rûpel e. Ev nimûnên ha jî didin diyarkirin ku ji bo novelê kurtbûyîn ne karakterekî bingehîn e, an jî ev kurtbûyîna hasergêjiyekê çêdike. Ji bo ku ji vê sergêjiyê bi filitin rabûne li ser pîvana dirêjayiya novelê pêşniyar jî kirine. Em bibêjin, di nava nivîskarên almanan de hinekan gotine. Ew prosayên ku di hunera edebî de heta 50 hezar tîpî dirêj bin, em wan bi navê novelê binavînin. Lê ez bi xwe van pîvanên weha mekanîk têr nabînim û loma li ser vê yekê nasekinim.
            Ji aliyê cî û wextê de:
            Îro di hunera nivîsandina prosayê de cî û wext jî alîkarî nake ku meric berhemeke hunerî bi navê novel an jî romanê binavîne. Ku em bibêjin: novel motîf an jî figurekî di cî û wexteke teng de dihûne, em ê nikaribin ji çewtiyeke mezin derkevin. Lewra novelên bi panzdeh salan hatine hûnandin hene. Novelên bi deşt û çiya, novelên bi gund û bajar hene. Ji aliyê din ve romanên bêwext, romanên tenê di nava nivînan de an jî li ber mirinê hatine nivîsin hene û van romanan ne cî û ne jî wext girtine. Herweha ev pirsa ha bi cî û wexteke diyarkirî jî safî nabe.
            Ji aliyê avabûnê de:
            Ji aliyê struktura xwe de dibêjin ku novel: Konflikt, Konsentrasyon, Klimaksa prosayê ye. Bi gotineke din: Novelîstekî serketî nakokiya bûyerekê (conflîkt) digire (carina ji detspêkê, carina ji nêvî û carina jî em bibêjin ji kuderê pêwîst bike) tevayiyê bal û zelalê wê bûyerê dicivîne, diguvêşe ser hev (concentration) û ber bi mebesta xwe bilind dike (climax) û ji wir bi harmoniyeke pêwist weke sembolekê ber bi dawiya novelê dadixe.
            Motîf, dîalog, monolog, sembol, fîksiyon, fîgur, bûyer, cî, wext, ziman, nîgar û ew hemû tiştên ku ji bo novelekê pêwist bikin, divê di çarçoveyeke weha de nerm bibin, bibine weke hevîr û dûre mîna beryadekî were çêkirin.
            Di hûnandineke weha de pirî caran gelek tiştên li kêlekan, li hawurdorê bûyer an jî lehengê novelekê vala û veşartî dimînin û divê bimînin jî. Ji ber ku novel bi xwe formeke  guvişandî ye, zelal û kakilê bûyerekê ye, bi desthilatiyeke hunerî daxwaza dayîna mebestekê ye. Gotin û vegotinên zêde, zimandirêjiyeke wusa ye ku kubariya novelekê nahêle. Fîgur, motîf û mijarên nepêwîst ji bo novelê paç û pînên serêşê ne. Li ser valayî, veşartî, pêwîstî û nepêwîstiya van tiştan Guy de Maupassant weha dibêje: “Dema ku hunermendek portretekî me çêdike, sikeletê me rê nade.” Û di vî warî de Anton Çêxov jî nimûneyeke weha dide û dibêje: “Dema ku meriv bixwaze ji latekî mermerî ruyekî çêke, wan hemû aliyên ku êdî nabin rû meriv ê bavêje.”
            Lê ev pîvanên weha di roja îroyîn de ne tenê di novelê de, herweha di romanê de û nemaze di romanên kurtt de jî baştir diyar dibin. Di warê hûnandina avakirinê de jî herwekî ku meriv dibîne, cudayiyeke berbiçav di navbera noveleke dirêj û romanekê de ne diyar e.
            Bi kurtebirî û bi qasî ku ez bi ser ve bûme, wext, cî, weke kurt û dirêjayî form, avahî û heta derekê ez dikanim bibêjim nîgara (teswîra) prosayekê jî ne pîvanên zelal in ku meriv bi navê novel an jî romanê bi nav bikin.
            Di warê nav û ziman de:
            Ji bo ku vê tevliheviyê piçekî zelal bikin zimanzanan li gor zimanên xwe hinek termên nû peyda kirine, lê dîsa jî ev dudiliya li ser nav û navaroka novelê çareser ne bûye. Em bibêjin novela ku me behs kir, ji bo ingilîzan short story e an jî taleyê bi kartînin. Ji bo ku cudayiyekê têxin nava dirêjayiya prosayê navê noveletteyê jî bi kar tînin. (Peyva novela ku em pê dizanin jî bi mana romanê bi kar tînin.)
            Herweha di fansî de jî sê peyvikên cuda bi kar tînin: nouvelle, jî bilî viya récit û conte bi kar tînin. Di swêdî de: novell, historia, berâttelse. Di tirkî de: Öykü (kısa ve uzun.)
            Wek gotinên dawîn dixwazim bibêjim ku nivîskarê swêdî Ivar-Lo Johansson li ser novelê dide zanîn ku: novel, weke mana xwe ya îtalî nûçeyeke nû ye, ewqas nû ye ku pêwîstî bi lêkolîna vê nûçeye heye. Li gor dîtinên hinekên mayî jî: Di lîteratura pêşerojê de geşbûneke betir ê vê tevliheviya novelê ji hev safî bike.
            Herwekî ku diyar e gelek tişt li ser vî babetê prosayê, li ser novelê hatine gotin. Ez nawêrim û min dil nîne ku ez jî tiştekî li van tiştan zêde bikim. Lê ez vê gotara xe tenê bi pêşniyarekê, pêşniyareke ji bo kurdî berhev dikim û dibêm: Ev tevliheviya norm û karakterê novelê bêguman ji bo me jî problemek e. Di warê terma ziman de ev problema ha mezintir e. Meziniya vê problemê jê yek: Em pirî caran peyva çîrok bi kartînin ku ev peyv ne bersiveke van peyvên xelkê ne jî. Çîroka me masala tirkî ye, sagaya swêdî ye, fairy-taleya îngîlîzî ye. Bi gotineke din, bûyer û lehengê çîroka me berhemeke kolektîf, berhemeke anonîmîtetê ye. Lê novela ku em behs dikin tiştekî din e. Loma jî bi gumana min ev peyva çîroka ku em bi kar tînin bersiva novelê nade. Ez dizanim gelek kes peyva serpêhatî jî bi kar tînin. Lê ez nawêrim vê peyvê jî bi kar bînim. Bi baweriya min heta zimanzanên me di warê ziman de bi ser nekevin, weke bersiveke rastir û têrtir peyvên nû nebînin, divê em jî novelê bi kar bînin. Bi kêmanî ez wusa dizanim.
                                                                                              18.06.1995
                                                                                             

            

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder