6 Ağustos 2015 Perşembe

"Dermanên Birînên Reş û Musa Anter" Mehmet Uzun (Weşanên Nûdem,1993, r. 18-20)


Dermanên Birînên Reş û Musa Anter-Mehmet Uzun (Weşanên Nûdem,1993,  r. 18-20)
 
“Birîna Reş”, piyesa Musa Anter, di sala 1965an de weşiya. Di rûpela duwemîn a kitêbe de, nivîskar dibeje; “Min ev pirtûk sala 1959, li Stembolê, li Harbiyê, di hucra 38 de, wextê ku ez girtîbûm nivisîbû...”
 
Em wan salan bînin bîra xwe; serîhildanên kurdan [1925-28-30-36-38-41-42...] bi xwîn hatibûn şikestin. Gelê kurd car bi car qetl bûbû. Mij û dumana şewate ji welêt radibû… Tirs, xof û sawê kirasê xwe rakişandibû ser welêt. Bi sedan, bi hezaran bîrewer, rênas û ronakbîren kurd hatibûn kuştin, ji welêt hatibûn bi dûrxistin û dengê wan hatibû birîn. Zimanê kurdî û her tişte ku tekiliya wî bi kurdî û kurdîtiye hebû, hatibû qedexekirin… Gelê kurd şîna xwe girêdabû... Welate xirbe û kavil digiriya. Neçarî, belengazî û begaviyê nefes li însanen kurd çikandibû.
 
Di rewşeke weha kambax de, gotina “ez kurd im” bi serê xwe gaveke mezin bû... Musa Anter “Birîna Reş” di rewşeke weha kambax de û di ser de jî, li zîndanên eskerî, nivîsî.
 
Hêjahî û qîmeta berhem û eseran li gora dewr û deman e. Di hin deman de peyvek, gotinek nivisîn şoreş e, bi rûmetirîn tişt e. Di hin deman de, bi cîldan kiteb nivîsîn jî ne tu tişt e. Tiştê ku berhema Musa Anter “Birîna Reş” dike nemir û hêjahiyeke giranbiha didiyê, ew dewr û dem e. Di wê dewr û dema kambax de ku kesî newêrîbû gotina “kurd” bi lêv kira, ku kesî nikarîbû rêzek bi kurdî binivîsiya, hingê Musa Anter piyeseke [şanoyeke] hêja bi zimane kurdî nivîsî.
 
Eger ez ne şaş bim, “Birîna Reş” kitêba yekemîn bû ku piştî damezrandina Komara Tirkiye, 1923, bi zimane kurdî dihat nivîsîn û weşandin. Carina şihîrine û rêzina bi kurdî li derina diweşiyan. Lê mîna kitab, “Birîna Reş” bû ku bi zimanê kurdî ronahî didît û cîhe xwe ye birûmet di tarîxa pêşveçûna ziman û edebiyata kurdî de werdigirt.
 
Em ji tarîxa tevgerên çandî û ronakbîrî yên neteweyan dizanin ku ronakbîr û pêşewa ew kes e ku gavên nû daveje, rê vedike û rê nîşan dide. Gava rê vebû û rê li ber merivan diyar bû, kesên ku xwe bidin ser rê, pirr in. Lê hêjatirîn gav û kirin ew tişt e ku meriv rê veke. Digel her celeb dijwarî û kêmaniyê, meriv bikaribe afirîn, berhem û eseren nû û pêwist bîne pê... “Birîna Reş” û nivîskarê wê Musa Anter mîsalên vê yekê ne.
 
Musa Anter di kurte-pêşgotina xwe de dibêje; “Li rohilatê [Kurdistane, M. U.] birînen reş pir in. Wek bîrova çavan, êşa zirab, kotîbûn û ya jî wan gişan dijwartir û diya wan, jartî û nezanî...”
 
Piyesa Musa Anter dermane birînên reş e. Jarî û nezanî jahreke bêeman e ku dikeve can, ruh û bedenên gel û neteweyan û wan dike dîl, wan ji hev dixîne û wan dike şerpeze û peregendeyên ber deriyên serdest û zordaran. Dermane jarî û nezaniyê ronahiya perwerî, medeniyet û xwendin û nivîsîn e. Nivîskar piyesa xwe li ser vê daxwaz û armancê ava kiriye. Ew bi zimanê xwe ye xweşik nezanî, paştemayîn û belengaziya civata kurd salix dide. Gunde Zoravê, Mala Zîno û Biro nimûneyên rebeniya civata kurdî ne. Lê li milê din, lawê wan Bedo ku qehremanê piyesê ye, ronahî ye. Ew hêviya pêşeroja civata kurdî ye. Ew nimûneyê perwerî, xwendin û pêşveçûne ye. Ew dibe doxtor [bijîşk] û birînen însanên kurd derman dike. Ew dibe dermanê bîrînên reş...
 
Gava min Musa Anter, cara peşîn, li girtîgeha eskerî ya Diyarbekirê dît, 1971, hingê gunehê min pê hat. Ez xortekî 18 salî, ew apekî 55-56 salî bû. Porê wî spî bû û ew li ser riya kalbûnê bû. Lê piştî ku min ew ji nêzîk ve nasî, min fahm kir ku ez şaş bûm. Musa Anter ne ew meriv bû ku meriv gunehê pê bianiya. Ji bervajiye, wî bawerî dida merivan. Wî bi gotin, lebat û tevgera xwe bawerî û germahî direşand ser girtîgehê. Wî girtîgeh, warê bîhntengî û gumanan, qulipandibû û kiribû warê kêf û henekan. Girtîgeh jê re bûbû seyrangeh. Gundiyen bîhnteng û bişik û biguman xwe dispartin wî û derd, keser û gumanên xwe bi gotin, henek û şîretên wî derman dikirin. Nivîskare “Birîna Reş” li girtîgehê jî li ser riya armanc û mebesta piyesa xwebû.
 
“Birîna Reş” xwediyê cîhekî pîroz e. Daxwaz, armanc û mebesta wê pîroz e. Loma ew divê ji bîr nebe û car bi car, ji nû ve, bê weşandin û belavkirin.
 
Mehmet Uzun
 
Hêz û Bedewiya Pênûsê (Weşanên Nûdem,1993,  r. 18-20)

2 Haziran 2015 Salı

Ji Tûrikê Dîrokê Hevpeyvîneke Bi Mihemed Şêxo re (Kovara Armanc- 1986)

Dengbêjekî ji Kurdistana Sûriyê: M. ŞÊXO
           

Gelek hunermendên dilsoz ji nava gelê  Kurdistanê derketine. Ji can hunermendan, ê ku li seranserî welat bi dengê xwe û bi tenbûra xwe tê naskirin yek jî Mihemed ŞÊXO ye. Me pêwist dît, ku heypeyvînekê bi Mihemed ŞÊXO re bikin û wî xweştirîn bi hinek nêrînên wî ve bi gelê xwe û welatperwerên wê bidin naskirinê.
            


            Heval Mihemed Şêxo, te derd û janên gelê xwe û welathiziya xwe di stranên xwe de daye xuya kirin. Ji ber vê yekê ye, ku gelê Kurdistanê û şoreşgerên wê ji te hez dikin. Em dixwazin çend pirsan ji te bikin û bi bersîvên te, te xweştir nas bikin û bidin naskirinê. Tu dikarî bi kurtayî jiyana xwe ji me re bêjî?
            M.ŞÊXO: Ez di sala 1948’an dei li Kurdistana Sûriyê li bajarê Qamişlo li gundê Xecokê hatime dinê. Ez ji binemalekî cotkarê piçûk bûm. Min xwendina xwe a seretayî (dibistana destpêk) li gundê xwe qedand. Pişt re ez hatim bajarê Qamişloyê (1965). Li vê derê min xwendina xwe domand. Heta sinifa neha min li Qamişloyê xwend. Pişt re min şandin leşkeritê. Paşê ez ji leşkeriyê hatim afûkirin. Piştî afû bûna min a ji leşkeriyê, di sala 1969’an de ez çûm Lubnanê, bajarê Beyrûdê. Li Beyrûdê, ez çûm ketim Merkeza Xwendina Yekîtiya Muzîkê. Min li wê derê du dewran dersa muzîkê stand. Di wê demê de min li Beyrûdê di nava koma muzîkê de stranên Kurdî û muzîka Kurdî pêşkêşî gel dikir bi şiklê konsêran.
            Sala 1972’an ez vegerim Sûriyê, bajarê Qamişloyê. Li wê derê min kar li Rimêlan (Rimêlan, ciyê ku li seranserî Sûriyê ji hemû deran pirtir petrol li wê derê dertê ) stand. Li Rimêlan ez bûm serokê komika muzîkê. 1973’an de ez ji wir derketim. Ji wî katî şûn de ez mame bêkar. Di sala 1974’an de ez çûme Kurdistana Iraqê. Ez heya şikestina şoreşa li Kurdistana Iraqê  mam. Piştî têçûna şoreşa Kursitana Iraqê ez bûm mamosteyê dibistanê yê zimanê Erebî. Ez heya sala 1983’an li Îranê mam. Sala 1983’an ez vegeriyam Sûriyê û heya niha jî ez li Sûriyê me û bêkar im.
            Te çawa dest bi stranan kir û çi bû sedemê ku te hunerê xwe pêşkêşî rêka welatperwerî kir?
           M.ŞÊXO: “Beroşa ku ez jê nexwim, ez arê wê nakim”. Ev gotin, gotineke Kurdî ye û ez jî mirovekî Kurd im. Ji piçûkî de mereqa min li ser stranan û muzîkê hebû. Hêj ez zarok bûm û di sinifa sisiyan de bûm, min guhdarî radyoya Kurdî ya Erîvanê dikir. Ji ber ku wî katî bes radyoya Kurdî ya Erîvanê hebû. Guhdarîkirina radyoya Êrîvanê hem mereqa min zêdetir dikir, hem jî bû sedemên ku ez hînî fikrên nû bûm. Vêca min bawerî anî, ku stran û muzîk parçeyek ji doza welat in. Ez dikarim bêjim ev bûne sedemên bingehînî ku ez bi Kurdî stranan bêjim. Her milletekî muzîka wê heye û ew muzîk perçeyek ji pêşveçûna milletê ye. Ji ber ku ez jî Kurd im û milletê Kurd, milletekî bindest e, zimanê wî hatiye qedexekirin, hewce ye ku mirovê welatperwer, hunerên xwe di vê rêça han de bide şixulandin. Min jî ev kiriye. Ev ji bo milletê me pir girîng e. Ji bona vê yekê hewce ye, ku ez hunerên xwe di rêça pêşveçûna welat, muzîk û stranên wetal de bi kar bînim. Kesên welatperwer bi hunerên xwe xebata pêşvebirina welatê xwe dikin. Hinek bi çekan, hinek bi nivîsandinê, hinek jî bi saz û stranên xwe. Ji ber van bîr û baweriyan û pêwistiyan ez jî van hunerên xwe (stranbêjiya xwe) di  vê têkoşînê de bikar tînim. Heya ez hebim jî ezê bikar bînim.
            Wekî tu dizanî, gelê me di bin nîrê mêtingehkariyê de ye û welatê me ji alîmêtingehkaran û emperyalîstan hatiye parvekirin. Tu rizgarbûna welatê me çawa dibînî?
            M.ŞÊXO: “Çavê li deriya xwedî li seriya”. Ev gotin gotineke pêşiya ye. Ez dixwazim vê gotinê bi vî awayî mane bidimê: Ger em nebin wê dost çi bikin? Berî her tiştî divê em hebin, pişt re em hêciya xwe ji dostan bikin. Ez vê gotina han dikim ne ku tê wê manê me tu dost nîne. Di vir de daxwaziya min ew e, ku ez bidim xuyakirin, berî hemû tiştî divê em hebin û ji xwe bawer bin. Ez dixwazim niqteka din jî bidim xuyakirin. Heya ku dewlemend û sermayedarên welêt “pêşevaniya” tevgera Kurdî bike, doza welat bi ser nakeve. Ger serbikeve jî wê sermayedar ji bo xwe bi kar bînin. A diduyan jî ew e, ku emperyalîst heya îro jî ew e, ku emperyalîst heya îro jî tu caran nebûne dostên gelê biindest û ew tu carî rizgariya me nadin me. Ger ji bêçareyî bidin jî wê bidin hevalbendên xwe, sermayedaran. Ji bona vê yekê ez dibêjim rizgarbûna welatê me ne di bin pêşengiya karker û xizanê welat de be nabît. Yanî ez rizgarbûna welat di bin pêşengiya karker û xizanên welêt de dibînim.
            Tu di têkoşîna rizgariya civakî û netewî de çi bar li ser milê hunermendan dibînî?
            M. ŞÊXO: Li gor dîtina min hunermend, ji bo daxwaziya gelê xwe divê wek berdevk bin. Yanî daxwaziya gelê xwe di hunerên xwe de bidin xuyakirin. Ji bo vê yekê jî ez hewce dibînim, ku daxwaziya gelê xwe di hunerên xwe de bidim xuyakirinê. Wekî ku tê zanîn, hunermendî qetek(perçek) ji çanda gel e. Her hunermend bi pêşkêşkirinaê hunerên xwe çanda gelê xwe didin xuyakirin. Ew jî divê bi rengekî daxwaziya gelî be. Û ji bo pêşveçûna gel kar bike. Berî hemû tiştî ev tişt ji hunermendan tên xwestin. Ez di vî warî de dibînim, ku di têkoşîna rizgariya netewî û civakî de tiştên dîkeve ser milên hunermendan ew in, ku daxwaziya welatê xwe û gelê xwe di hunerên xwe de, di stranên xwe de, muzîk û edebiyata xwe de bidin xuyakirin. Ev tişt pêwist in û berî herkesî ji hunermendan tên xwestin. Da ku muzîk, stran, edebiyat, zimanê gel pêşve biçin. Da ku giyanê welatperwerî û şoreşgerî li ser piya bimîne û xurt bibe. Bi baweriya min, tiştên ku di qonaxa têkoşîna rizgariya civakî û netewî de ji hunermendan tên xwestin, ev in. Di vê xebatê de divê hunermend ji tiştekî netirse. Wekî pêşmergekî bêhempa ji bo welatê xwe canê xwe bide. Hunermend jî wekî pêşmergekî welêt, ne bes di xweşiyê de, di hemû nexweşiyan û hoyên giran de divê hunerên xwe di xizmeta têkoşîna rizgariya civakî û netewî de bi kar bîne.
            Li gor te sinet çi ye divê sinet bi partîzanî be yan na?
            M. ŞÊXO: Li gor ditînên min sinet qetekî ji hunerê gelan e û wekî ku me dabû xuyakirinê, divê huner zimanê gel bin. Ji bona sinet jî em dikarin vê tiştê bêjin. Belê li gor min,, divÊ sinet tebeqî (çînî) be. Lê ne ku fikir û meyl têxe nava hebo hebo partiyan û rêxistinan. Yanî partîzanî be ji bona çînê be. Sineta ku ez diparêzim, divê ji bona çîna sermayedar û burjuwazî ne.
            Qasî em dibihîzin, ev çend sal in, ku tu ne wek berî çend salan bi germî distirêyî. Sedemên wê çi ne?
            M. ŞÊXO: Ez berî hemû tiştî dixwazim viya bidim xuyakirin, ez wekî berê me. Lê hinek tişt hatine guhertin, wekî ku berî çend salan zimanê Kurdî hatibû qedexe kirin. A din jî, di nava Kurdan de hunermendên stranbêj kêm bûn. Wê demê jî riha bêtir dengê min dihat guhdarî kirin û seh kirin. Lê niha ji ber ku zimanê Kurdî li ba me hinek bi serbestî tê axaftin, partî û komik ji berê zêdetir bûne, êdî wek berê dengê min jî nayê sehkirin. Li gor dîtina min sedemên bingehîn ev in. Sedemek din jî ev e, ku her partiyek dixwaze ez bi wan re bim, heta yê dengê min belav bikin. Ez vê yekê qebûl nakim. Bila qet belav nekin, ez ne malê tu partî û rêxistina me ez xwe wek malê welatê xwe û gelê xwe dibînim. Ev tiştên ku niha min gotin ew jî dibin sedemên ne belavbûna dengê min. Ez dîsa dibêjim, ku ez ê berê me û li gor baweriya min hîn ji berê zêdetir im.
            Armancên te di qatê-pêştedir de çi ne û tu dixwazî çi bikî?
            M.ŞÊXO: Armancên min di qatê pêşdetir de ew in, ku li gor îmkanên xwe û gelê xwe ji bo rizgariya welatê xwe xebatê bikim. Min pêşiyê jî dabû xuyakirin û gotibû, armancên min ev in û wê her ew bin jî. Ezê ji niha û bi şûn de jî li ser vî karî bim û berdewama karê xwe bim.
            Di têkoşîna rizgariya netewî û civakî de baweriyên te yên çînayetî çi ne?
            M.ŞÊXO: Li gor baweriya min di têkoşîna rizgariya netewî û civakî de ku ne bi destê çîna karker û kedkarên din be û ne di pêşengiya wan de be, em rizgar nabin. Rizgariya me ya heqîqî encax bi destê çîna karker û kedkaran dibe. Wekî me berê jî gotibû, sermayedar bes ji bo xwe dikin. Rizgariya bi destê sermayedaran ez rizgariya gelê me nabînim. Ji ber ku sermayedar wê her ji bo xwe bin. Ger wisa be, wê dîsa gelê Kurd bindest bimîne. Ha em bindestê sermayedarê Kurd ha em ê sermayedarên biyaniya ne, ji bo çîna karker û kedkaran tu ferqa wan tuneye.
            Tu Kurdistanek çawa difikirî?
            M.ŞÊXO: Ez Kurdistanekê yek hev û azad û serbixwe di pêşengiya zarokên karker û cotkarê zana û têgihîştî difikirim û dixwazim.
            Daxwazên te ji bizavên rizgarîxwazên Kurd yên li her çar perçan çi ne?
            M.ŞÊXO: Yekîtî… Ji ber ku her tişt di riya yekîtiyê re pêk tê.
            Li gor baweriya te dijminên gelê Kurdistanê û dostên wî kî ne?
            M.ŞÊXO:  Dostên gelê kurd, ew in ku berî her tiştî ew gelên ku zilm dîtine û hê jî di bin zilmê de ne. Dijminên wî jî, her ew kesin ku zilm kirin û hê jî zilmê dikin. Ger te bivê zelaltir bikim. Ez dikarim bi vî awayî bêjim: Dijminên gelê Kurdistanê, dewletên mêtingehkar û hevalbendên wan emperyalîzma Amerîka Yekbûyî ye. Di nav welêt de sermayedarên Kurd in.
            Dostên gelê Kurdistanê jî gelên bindestên dinê û welatên sosyalîst in.
            Daxwaza te ji kovara Armanc çi ye?
            M.ŞÊXO: Daxwaza min ji kovara Armanc ew e, ku çi tiştê çap dike bi rastî heqîqet çap bike. Ne bêje ev hevalê me ye, yan jî ne ji me ye. Tiştên wî guhartî tê de çêbike, an jî çap nele. Her tiştî weke wî mafê wî bidiyê, weke ku hêjayê wî. Ez hêviya pêşketinê jê re dikim di rêya û diristî de û spas. 

27 Mayıs 2015 Çarşamba

Novel- Hesenê Metê


            Novel- Hesenê Metê               (ÇİRA-Hejmar 3, îlon 1995)
Li gor lêkolîneran novel peyveke îtalî ye û tê mana nûçe û nûyînê. Etimolojiya terma novelê bi mana nûçe, nûyînê tê zanînê û cara pêşin di deftera rêdarên keyser Justinianus de peyda bûye. Li wir weke novellae derbas dibe û dibêjin di wê demê de di binê vî navê novellaeyê de biryarên nû hatine nivîsandin.
            Dûre ev terma novelê bi mana bûyer an jî bûyerên nû di antolojiyên qesrên Îtaliya kevn de derdikeve pêş. Ew novelên di wan antolojiyan de, weke nûçe û bûyer hatine nivîsandin. Tê gotine ku piraniya van nûçe û bûyerên ha bi zimanekî çîrokî hatine hûnandin. II novellinoo yek ji van antolojiyan e ku li dor salên 1250î derketiye. Yeke din jî bi navê Cento novelle antiche ye ku ew jî li dor salên 1300î derketiye.
            Lê di sal3en 1350î de bi navê Giovannî Boccaccio nivîskarekî Îtalî sed novelên kurt bi hunermendî û pîvanên novelên îroyîn bi awayê prosayî dinîvîsîne û bi navê Novelên Decameron derdixe. Û herweha ev di tradisyona ewrupî de dibe cara yekem ku bûyer, çîrok û serpêhatî bi rengekî hunereke bilind têne nivîsandin û di lîteraturê de bi navê novelê ciyê xwe digire. Ew novelên îro bi gelek reng, stil û ekolên nû û cuda hemû jî deyndarê vê Decamerona Boccaccio ne an jî em bibêjin novela hunerî ji wir, ji wê demê û ji wî belav dibe.
            Formên novelên wî kurt û mijarên wan têvel in: Metranên xerifî, rahîbên doxinsist,mezinên kêmaqil û sed babetên weha… Weke tradisyon di piraniya wan novelan de motîfên çîrokên orientalî û fablên dewra navîn hatine hûnandin. Mîna ku em pê dizanin di sedsala yanzdehan de bi awayÊ prosayî romanên şovalyen jî dest pê kirine. Lê dema ku Boccaccio di demeke humanîzmê de dest bi van novelên xwe dike, di prosayê de bi formeke nû, bi formeke kurt dinivîsîne. Ev kurtiya ha ji bo novelê dibe pîvaneke bingehîn û di lîteratuê de bi navê novelê rûdine.
            Herweha meriv dibîne ku novel jî bi romana wê demê re weke babetekî prosayê geş dibe.
            Piştî ekola humanîzmê tevgera ronesansê, ekola klasîzm û romantîzmê dide pey. Lê wusa diyar e ku ji humanîzmê û heta ekola realîzmê jî guhertinên wusa radîkal di form û hunera novelê de çênebûne. Loma ev form, nav û navaroka novelê heta dema realîzmê jî bêyî sereşî û sergêjiyekê tê.
            Di ekolên realîzm û naturalîzmê de, bi gotineke din di navîna salên 1800 û 1900îde di warê form û navaroka novelê de ronesanseke hunerî dest pê dike. Novel bi Pûşkîn, Gogol, Maupassant, Çêxov û gelekên mîna wan di lîteraturê de dibe xwediyê  ciyekî balkêş û xwe davêje sedsala dawîn.
            Li gel van ekolên realîzm û naturalîzmê di vê sedsala dawîn de du ekol3en bi reng û kirasên din jî derdikevin ku jê yek expresyonîzma Kafka, Strindberg û James Joyce e.
            Bi vê ekolê re em dibînin ku bi navê existensîalîzmê şaxekî felsefê û ekoleke nivîskariyê derdikeve û di berhemên gelek nivîskaran de reng dide. Bo nimûne weke pêşengê vê ekolê J.P.Sartre û gelekên mayî.
            Her ekol bi serê xwe reaksiyonek e, serhildaneke ekola beriya xwe ye, felsefe û tevgerek e, rewş û haletekî rûhî ye ku li ba xwediyê wan ekolan e. Û bêguman heyîna her ekolekê jî gavek e, rengek e ji bo geşbûna lîteraturê. Ji ber vê yekê ye ku meriv nikane bibêje novelên kîjan ekolê çêtir, baştir, an jî xweştir in. Û ne tenê ekolên nû, di roja îroyîn de xwendevanên hemû ekolên buhurî jî hene. Li gel van ekolan îro meriv rastî gelek nivîskar û novelên wan tê ku ne tenê ekolek, herweha reng û bêhna çend ekolan jî ji berhemên wan tên.
            Di kîjan ekolê de dibe bila bibe, pîvanên novelê ne xweşikiya novelê ye. Peyva xweşik peyveke îzafî ye, pûç e, hîssî ye û bêmane ye. Pirî caran ji bo motîfa novelê tê gotin û dibêjin: noveleke xweş e. Ev xweşî xweşiyeke hîssî ye û ji bo wî an jî wê xwendevanê xweş e. Ev nabe pîvana noveleke serketî. Peyva serketî bêtir pîvanên novelekê dihundurîne.
            Noveleke serketî ji konflîkt, konsentrasyon û klîmaksa xwe pêk tê û ew jî: Dîalog, monolog, sembol, stîl, ziman, nîgar û hinek tiştên mîna van tiştan e. Ku bi hunereke bilind ev mefhûmên ha li hev werin hûnandin û bi cî û wext bibin, ji bo novelê serketinek e. Motîf ne girîng e. Pirî caran motîfa noveleke serketî, motîfeke bêmane ye. Em dizanin ku jîriya hunera nivîskarekî dikane maneyekê ji bêmanetiyekê ava bike.
            Novel: bi qasî romanê rê nade nivîskar ku qelpî û zexeliyan bike, cêwî an jî hêwiya romanê ye, di prosayê de kakil e, xwediyê formeke şidiya û guvişandî ye, dihêlê ku xwendevan zûtir û kûrtir têbigêhîje, di prosayê de desthilatiyeke hunerî ye…
            Problemên ku di novelê de hîn jî safî ne bûne
            Li gel ku di ser nivîsandina forma novelê re nêzîkî 650 sal buhurîne, lê ev term û forma novelê hîn jî zelal ne bûye. Ne di nava lêkolînerên lîteraturê de, ne di nava zimanên navnetewî de û ne jî di nava nivîskaran de.
            Form kurtî û dirêjayiyê:
            Piştî ekola humanîzmê û novelên Boccaccio heta demekê jî ew kesên ku vî babetê prosayê bi navê novelê dinavînin, wekî pîvan kurtbûyîna wê didin ber çavan û heta derekê li ser vê yekê zelal dibin. Lê dema ku 1800 û 1900 tê û forma novelê diherike, novel deforme dibe, a wê çaxê serê gelek lêkolîner û zimanzanên lîteraturê tevlihev dibe û heta derekê nivîskarê novelê bi xwe jî nema ji nav derdikeve. Bi gotineke din, ew pîvana tradîsyonel ku digot di novelê de karakterê bingehîn kurtbûyîn e, ji navînê radibe.
            Ji ber ku li dor salên 1830î bi navê novelê berhemên 138, 226 û 600 rûpelîn derketine. Û di van demên nû de jî, demên ku êdî em jî pê dizanin bi navê Duelloyê noveleke Çêxov 170 rûpel e, novela wî ya bi navê Beyarê 121 rûpel e, Stockholma Bavê Nazê 122 rûpel e. Ez Labîrenta Cinan weke novel dibînim û ew jî 197 rûpel e. Ev nimûnên ha jî didin diyarkirin ku ji bo novelê kurtbûyîn ne karakterekî bingehîn e, an jî ev kurtbûyîna hasergêjiyekê çêdike. Ji bo ku ji vê sergêjiyê bi filitin rabûne li ser pîvana dirêjayiya novelê pêşniyar jî kirine. Em bibêjin, di nava nivîskarên almanan de hinekan gotine. Ew prosayên ku di hunera edebî de heta 50 hezar tîpî dirêj bin, em wan bi navê novelê binavînin. Lê ez bi xwe van pîvanên weha mekanîk têr nabînim û loma li ser vê yekê nasekinim.
            Ji aliyê cî û wextê de:
            Îro di hunera nivîsandina prosayê de cî û wext jî alîkarî nake ku meric berhemeke hunerî bi navê novel an jî romanê binavîne. Ku em bibêjin: novel motîf an jî figurekî di cî û wexteke teng de dihûne, em ê nikaribin ji çewtiyeke mezin derkevin. Lewra novelên bi panzdeh salan hatine hûnandin hene. Novelên bi deşt û çiya, novelên bi gund û bajar hene. Ji aliyê din ve romanên bêwext, romanên tenê di nava nivînan de an jî li ber mirinê hatine nivîsin hene û van romanan ne cî û ne jî wext girtine. Herweha ev pirsa ha bi cî û wexteke diyarkirî jî safî nabe.
            Ji aliyê avabûnê de:
            Ji aliyê struktura xwe de dibêjin ku novel: Konflikt, Konsentrasyon, Klimaksa prosayê ye. Bi gotineke din: Novelîstekî serketî nakokiya bûyerekê (conflîkt) digire (carina ji detspêkê, carina ji nêvî û carina jî em bibêjin ji kuderê pêwîst bike) tevayiyê bal û zelalê wê bûyerê dicivîne, diguvêşe ser hev (concentration) û ber bi mebesta xwe bilind dike (climax) û ji wir bi harmoniyeke pêwist weke sembolekê ber bi dawiya novelê dadixe.
            Motîf, dîalog, monolog, sembol, fîksiyon, fîgur, bûyer, cî, wext, ziman, nîgar û ew hemû tiştên ku ji bo novelekê pêwist bikin, divê di çarçoveyeke weha de nerm bibin, bibine weke hevîr û dûre mîna beryadekî were çêkirin.
            Di hûnandineke weha de pirî caran gelek tiştên li kêlekan, li hawurdorê bûyer an jî lehengê novelekê vala û veşartî dimînin û divê bimînin jî. Ji ber ku novel bi xwe formeke  guvişandî ye, zelal û kakilê bûyerekê ye, bi desthilatiyeke hunerî daxwaza dayîna mebestekê ye. Gotin û vegotinên zêde, zimandirêjiyeke wusa ye ku kubariya novelekê nahêle. Fîgur, motîf û mijarên nepêwîst ji bo novelê paç û pînên serêşê ne. Li ser valayî, veşartî, pêwîstî û nepêwîstiya van tiştan Guy de Maupassant weha dibêje: “Dema ku hunermendek portretekî me çêdike, sikeletê me rê nade.” Û di vî warî de Anton Çêxov jî nimûneyeke weha dide û dibêje: “Dema ku meriv bixwaze ji latekî mermerî ruyekî çêke, wan hemû aliyên ku êdî nabin rû meriv ê bavêje.”
            Lê ev pîvanên weha di roja îroyîn de ne tenê di novelê de, herweha di romanê de û nemaze di romanên kurtt de jî baştir diyar dibin. Di warê hûnandina avakirinê de jî herwekî ku meriv dibîne, cudayiyeke berbiçav di navbera noveleke dirêj û romanekê de ne diyar e.
            Bi kurtebirî û bi qasî ku ez bi ser ve bûme, wext, cî, weke kurt û dirêjayî form, avahî û heta derekê ez dikanim bibêjim nîgara (teswîra) prosayekê jî ne pîvanên zelal in ku meriv bi navê novel an jî romanê bi nav bikin.
            Di warê nav û ziman de:
            Ji bo ku vê tevliheviyê piçekî zelal bikin zimanzanan li gor zimanên xwe hinek termên nû peyda kirine, lê dîsa jî ev dudiliya li ser nav û navaroka novelê çareser ne bûye. Em bibêjin novela ku me behs kir, ji bo ingilîzan short story e an jî taleyê bi kartînin. Ji bo ku cudayiyekê têxin nava dirêjayiya prosayê navê noveletteyê jî bi kar tînin. (Peyva novela ku em pê dizanin jî bi mana romanê bi kar tînin.)
            Herweha di fansî de jî sê peyvikên cuda bi kar tînin: nouvelle, jî bilî viya récit û conte bi kar tînin. Di swêdî de: novell, historia, berâttelse. Di tirkî de: Öykü (kısa ve uzun.)
            Wek gotinên dawîn dixwazim bibêjim ku nivîskarê swêdî Ivar-Lo Johansson li ser novelê dide zanîn ku: novel, weke mana xwe ya îtalî nûçeyeke nû ye, ewqas nû ye ku pêwîstî bi lêkolîna vê nûçeye heye. Li gor dîtinên hinekên mayî jî: Di lîteratura pêşerojê de geşbûneke betir ê vê tevliheviya novelê ji hev safî bike.
            Herwekî ku diyar e gelek tişt li ser vî babetê prosayê, li ser novelê hatine gotin. Ez nawêrim û min dil nîne ku ez jî tiştekî li van tiştan zêde bikim. Lê ez vê gotara xe tenê bi pêşniyarekê, pêşniyareke ji bo kurdî berhev dikim û dibêm: Ev tevliheviya norm û karakterê novelê bêguman ji bo me jî problemek e. Di warê terma ziman de ev problema ha mezintir e. Meziniya vê problemê jê yek: Em pirî caran peyva çîrok bi kartînin ku ev peyv ne bersiveke van peyvên xelkê ne jî. Çîroka me masala tirkî ye, sagaya swêdî ye, fairy-taleya îngîlîzî ye. Bi gotineke din, bûyer û lehengê çîroka me berhemeke kolektîf, berhemeke anonîmîtetê ye. Lê novela ku em behs dikin tiştekî din e. Loma jî bi gumana min ev peyva çîroka ku em bi kar tînin bersiva novelê nade. Ez dizanim gelek kes peyva serpêhatî jî bi kar tînin. Lê ez nawêrim vê peyvê jî bi kar bînim. Bi baweriya min heta zimanzanên me di warê ziman de bi ser nekevin, weke bersiveke rastir û têrtir peyvên nû nebînin, divê em jî novelê bi kar bînin. Bi kêmanî ez wusa dizanim.
                                                                                              18.06.1995
                                                                                             

            

17 Mayıs 2015 Pazar

BAVÊ TEYAR(FAÎZCÎ) Û GİLOKÊ

BAVÊ TEYAR(FAÎZCÎ) Û GİLOKÊ
...
Gilokê: Ahlan wessahlan ya Bavê Teyar!
Bavê Teyar: Wey ne ahlen û ne wesahlen! Bavê te li mal e keçê?
Gilokê: Na bavê min ne li malê ye!
Bavê Teyar: Xwedêyo! Tu xwe wilo diqurmuçînî… Lê bi şerefa min, tu wek sêvekê yî sêv!
Gilokê: Te go çi Bavê Teyar?
Bavê Teyar: Ê ma min go çi, mi go sed maşelle ji Xwedê tu mezin bûyî. Lê Min tu carî bawer nedikir tu wilo xweşik û lihevhatî bî…
Gilokê: Tu ji xwe fedî nakî ku tu van gotinan dikî?
Bavê Teyar: Tu zanî… qahir bi te nakevê. Lê ez bi serê te yî delalî kim, gava ku tu diqeherî nî tu hê xweşiktir dibî. (Xwe bi xwe) Axxx, go bavê wê ew bidana min, ji dêvla pera da, her kes ji me digîhaşt heqê xwe…
Gilokê: Şitexaliyên virde wêde ne lazim! Çêtir e ez vî gundî gişî li te bînim hev. Bavê min ne li mal e, oxir be ji te re!
Bavê Teyar: Hêê, go bavê min ne li mal e… înşelle go ji te wêrê, go min ev cênik li ber tava heyvê sipî kirine ne?
Gilokê: Te li ber tava heyvê sipî kiribin, ji tirsa xaltîka min Eyşo sipî bûn, mesela te yî… Ji min bi xwe re ne derd e.
Bavê Teyar: De were ji xwe re safî bikin. Diz in jî şêr in jî…
Gilokê: Welleh dizê mezin hûn in. Ji bert e û ji ber çend zilamên ê wek te ev gund xera bû.
Bavê Teyar: De berê de ev gund kambax a! Çi keçikek ne wek xwe. Tu li qamka wê, eyb e ku tu van gotinan dibêjî.
Gilokê: Xebara min e, gava hûn selef û ribayê dikin û wereqê didin bi wereqê, diziya herî mezin ev e. Ji Xwedê bitirsin Bavê Teyar. Ev deriyê meha heyşta we li xelkê vekir.
Bavê Teyar: Aaa tu li vê digeriyayî Bavê Teyar, a li vê… Bi ser halê te û go qenciya te bi wan dikir, navê diziyê jî pey te ket! Welleh yabo gelekî baş a!

Gilokê: Wê gelek nav li pey te bikevin, xwediyê qenciya, dilbirahmo!
....


9 Mayıs 2015 Cumartesi

Abdulla GORAN (1904-1962 Helbestvan-Nivîskar )



Abdulla GORAN (1904-1962) 
Goran helbestvanekî kurd e ku bi zaravayê soranî nivîsiye û navdarekî vê sedsalê ye. Ew di sala 1904’an de li Helepçeyê hatiye dinê. Iraq û bakurê Iraqê jî diketin nav axa Împaratoriya Osmanî. Navê wî yê rastî Abdulah Goran e. Dûyî ku bavê wî diçe heqiya Xwedê (1919), ew li cem bapîrê xwe dimîne û bapîrê wî ji bo xwendina mamostetiyê wî dişîne danîşgeha Kerkûkê (1921). Goran ev xwendegeh neqedandiye û di eynî salê de bapîrê wî jî diçe heqiya Xwedê. Dûwayî mirina bapîrê xwe Goran salên xemgînî û belengaziyê diborîne. Ji sala 1925’an heta 1937’an li bajarê Helepçeyê wek mamoste kar dike. Di wê demê de ew xwe bi xwe zimanê farsî, tirkî, erebî û îngilîzî hîn bûye. Di dema xwe ya vala de gelekî edebiyata welatên rojava dixwîne. Dûwayî 1939’an diçe Wezarata Karên Rê û Rêyên Hesin de wek karkarekî rojane dişuxile. Di navbeyna salên 1940’î û 1945’an de dest bi helbestnivîsandinê dike. Dîsa di eynî vê demê de ji Radyoya Rojhilata Navîn bêşa bakurê Iraqê re bernameyan çêdike. Goran di jiyana xwe de çend caran ji ber sedemên çalakiyên xwe yê siyasî yên çep hatiye girtin û binçavkirin. Dawiya 1951’ê de li Iraqê rejîmeke nû tê ser hikm, dû vê bûyere re wî êdî dikarî bi serbestî helbestên xwe binivîse û pirtûke xwe biweşîne. Goran di 1958’an de beşdarî damezirandina Komîteya Aştiya Cîhanê dibe. Di sala 1959’an de li ser dawetnameya Komeleya Nivîskarên Sowyetê çûye Sowyetê, çunkî li Iraqê hikumeteke nû hat ser hikm û kurdan peywendiyê baş li gel Yekitiya Sowyetê hebûn. Di sala 1962’yan de Goran wek endamê Komîteya Aştiya Cîhanê tê hilbijartin. Di sala 1962’yan de bê wext çû ser heqiya Xwedê. Ew ne komunîst û ne jî sosyalîstekî tûj bû, bê şik li dijî rejîma Bexdayê ya dîktator bû. Di helbestên Goran de meriv rastî hemû cureyên realîzmê û serpêhatiyên evîniyê tê. Wî di destpêkê de helbestên xwe bi kevneşopiya kevn nivîsandine û dûre wî ew terz terk kiriye û derbasî terzekî romantîk û realîst bûye. Car caran bi kafiye û car caran jî tenê bi rîtmê dinivîse. Li gorî wî mesaja naverokê girîngtirîn e ji kafiyeya helbestê. Goran bi temamî çar dîwan nivîsîne: “Beheşt û Yadî”, “Fîrmêsk û Huner”, “Sîrûs û Derûn” û “Awik û Peyam”. Ji bilî van dîwanan wî tekstên şanoyê (piyes) jî nivîsandine: mînak: “Gula Xwînê” û “Bûka Xemgîn” çend ji wan in. Goran ji cure zimanên biyanî berhemên edebî wergerandine zimanê kurdî. Di 1971’ê de di navbera kurdên Başûr û desthilatdarên Iraqê de peymaneke otonomiyê hat îmzekirin. Li gorî vê peymanê li gel erebî, kurdî jî zimanê Iraqê yê fermî yê duyemîn bû. Ji aliyê Wezareta Iraqê ya Hînkariyê de gelek pirtûkên der barê edebiyat û zimanê kurdî hatine weşandin. Yek ji wan pirtûkan “Zimanê Kurdî û Edebiyata Kurdî” ye ku di pirtûkê de tevî biyografiya Goran çend helbestên wî yên bijare jî cih girtine. Di wê demê de li Kurdistana başûr li Silêmaniyeyê zanîngehek jî hat vekirin. Ew dem demeke zêrîn a girîng bû ku çanda kurdî teze pêl vedida. Berê jî peymana xudmuxtariyeke wiha tevî kurdan û hikumeta Iraqê hatibû îmzekirin. Di wê demê de Cegerxwîn jî hat dawetkirin da ku biçe di Zanîngeha Bexdayê, di Enstituya Kurdî de dersên zimanî kurdî (kurmancî) bide xwendevanên kurd. Di salên 1960’î de Wezarata Iraqê ya Hînkariyê ev pirtûkên Cegerxwîn “Rêzimana Zimanê Kurdî” û “Ferhenga Kurdî” jî çap kirine. Dûwayî mirina Goran pir destnivîsarên wî yê hêj nehatibûn weşandin ji aliyê “Yekitiya Nivîskarê Kurd” ve hatin komkirin û di sala 1983’yan de jî hatin weşandin.
 
Berhemên wî:

1      Beheşt û Yadigar, BExda 1950
2      Firmêsk û Huner le gel Du Hawine Geşt, Bexda, 1968
3      Siruşt û Derûn, Silêmanî, 1969
4      Lawik û Peyam, Silêmanî, 1969
5      Le Korî Xebata
6      Operêt
7      PiyÊs le yek perdey Korta
8      Şîirî Gep
9       Sirûd
10    Şîir Bo Minalan
11    Wergêriraw
12    Bo Zaxawî Mêşk
13    Hemecore
14    Gula Xwînê(piyes)
15    Bûka Xemgîn(piyes)

Zindanî Ejdehak (bo bitekanî faşizm)

Ejdehak! Zindanit qela qela ye;
Dîwarî konkirÊt, dergay pola ye.
Ejdehak! Kun bire, sexte zîndanit,
Naruşê be birbend bendî Giranît!
Hêzî leş mirêne kot û zincîrit;
Kariye le demar napakî bîrit.
Dil reqît her tawe çeşne sizaye
Bo bendî xawen hoş exate kaye.
Hend çeşin serbir û zîndanewanit,
Serxoş in be xuwênî gişt bendiyekanit!
Ejdehatk! Ey dêwî le (bîr) zirawçû,
Ey naştay maranit be mêşik kirdû!
Ew mêşik tazaney zincîrit kirdûn,
Le lêwî pêçalî marga ratyirtûn,
Çawerêyî fermanin berêyî behata
Bibrêne ber tenaf le norew kata,
Mêşkiyan, amaciyan, hiwa w taseyan
Le peta bitasê wek henaseyan!
Emane gişt eron, eyanrewênê,
Hiç nebê le benda eyanrizênê…
Belam to, Ejdehak, le helpey xorak
Natiwanî bikewî bo marî napak,
Her egirî, ekujî, edey le gerdin,
Mêşik derxward edey be marî newsin…
Ta roje ew xuweney be naheq riştir,eew bîrey wat zanî ecfarî kuştit,
Taw eden tenurî demarî Kawe,
Ew çekuş weşêney role kujrawe
Exiroşê w ecoşê w Komel yek exa,
Her helsay ebînî zindait ruxa!
Eew hele her lawê le zîndan ta mird
Eebête amyey bex bo netewî Kurd;
Le binkey peykeriya enusrê nawî
Le gel gişt Kirdewey peşend kirawî!

Payîz

Payîz! Payîz!
Bûkî pirc zerd,
Min mat to zîz:
Herdû hawderd!
Min firmêskim, to baranit;
Min xem, to hewrî giryanit...
Hergîz, hergîz,
Payîz! Payîz!
Payîz! Payîz!
Shan u mil rût,
Min mat, to zîz,
Herdûkman jût
Hercend gull sîs ebê bigrîn,
Altûnî dar erjê bigrîn,
Bigrîn... Bigrîn... Cawman nesirrîn,
Payîz! Payîz!


Geşt Li Hewraman

Komela Şaxê sext û gerdengeş
Asîmanê şînî girtute baweş
Serpoşe lotikey befrê zor spî
Be daristan reş naw dewlêkibî
Cogey awekan teyaya qetîs naw
Her ew in naken pêçî şax tewaw
Hawar û hajey kef çerînî çem
Bo te neyayî şew layelayey xem

Bestey Dildar

Le jêr asmanî şîna,
Le pal lûtkey befrîna,
Kurdistan geram,
Dolaw dol pêwam,
Ne le şar û ne le dê,
Nemdî kes
Wek to ciwan bê
Toyt û bes.
Kiçe kurdêk dil pêy şad bê,
Wek fîrîşte w perizad bê.
Ne barîkî, ne goştîn
Ne liçoley, ne şajîn,
Ne zor çaw reşî,
Ne ecgar geşî,
Belam be nîgay şîrîn,
Nemdî kes
Wek to be tîn,
Toyt u bes.
Lêt bê bizey mange şewî,
Bejnî rêk û rewtî kewî.
Qibley ayîn û bawerim,
Xway beheştî dilî terim.
Wek sereroy şwên amanc,
Ne Zaza ma ne Kirmanc
Geram Kurdistan,
Germyan û kwêstan;
Ne le şar û ne le dê,
Nemdî kes,
Wek to ciwan bê,
Toyt û bes.
Kiçe kurdêk wek gul wa bê,
Kurdistanî pê awa bê.
(Jinenigariya Cegerxwîn û Berhemen Wî, Yusuf Kaynak, Weşanxaneya Do, 2010)

8 Mayıs 2015 Cuma

Hevpeyvîna Zahir Kayan bi Hostayê Pandomîmê "Arsen Poladov" Re (1993)

Hevpeyvîna Zahir Kayan bi Hostayê Pandomîmê "Arsen Poladov" re (Rojnameya Welat, Hejmar:85, Cotmeh 1993)

            "Arsen Poladov rewşenbîrên Kurd ên ji Ermenistanê li ser daxwaza NÇM’ê di 19’ê Îlonê de hate Stenbolê. Niha em li jêrê ji bo vê hevpeyvînê pêşkêş dikin.
            Mamoste Arsen Polat hûn dikarin xwe bi me bidin naskirin?
            Belê ez dimînim li bajarê Yêrîvvanê li Ermenîstanê, ez li Tiyatroya Pandomîma ye Dewletê dixebitim. Ev e 20 sal in ez seroktiyê li vê tiyatroyê dikim. Tiyatro gelek eyan e, ne ku bi tenê li Ermenîstanê wisa jî li gelek welatên Ewrûpayê tiyatro çûye tûrneyê. Bawer bikî li temamiya Ûrîsêtê. Dixwazim bîbêjim ku, tiyatro di nava van 20 salan de gelek eyan tê hesapkirinê, çawa ji tiyatroyaya dinyayê yeke baş  e.
            Ez dixwazim tiştekî dinê ji we bipirsim. Hûn rewşa bakurê Kurdistanê û Başûr, der heqê çand û edebiyatê de çawa dibînin? Di van salên hanê de bi têkoşînê gelek tişt ketin destê me, hûn der heqê vê de dixwazin çi bibêjin?
            Helbet çi tê qewimandin roja îro di Kurdistana Başûr û Bakûr de em pirr dizanin, lê sed heyf wekî em çawa dibêjin ewqas nêzîk nîn in. Ev e cara pêşin e em tên vê derê. Hê Kurdistana Başûr jî me qet nedîtiye, ji ber wê edebiyat, rabûn û rûniştandina gelê me, di vê Kurdistanê de gelek dûrî me ye. Me dixwest ku gelek nêzîkî me be, ew ruhê me ye. Bi ruh ve em tevî wan in, em bi ruh ve nêzîkî hev in. Çawa dibbêjin xwîna me dikişîne, lê sed heyf destê me nagihîje hevdu. Helbet em dixwazin şixulên pirr  baş bikin, ev e çend sal e ez dixebitim li Ermenîstanê, tiyatro ya Ermeniya ye, wisa jî min tiyatro çêkiriye di Ûrisêtê de. Li bajarê Moskovayê bi xwe pandomîma ewilî dîsa min da vekirinê. Lê ji bo gelê xwe sed heyf min tiştek nekiriye di dereceya şanoyê de, di dereceya pandomîmê de. Lê dema em hatine dixwazin, niha nêzzîkî hevala bin. Nasiya xwe bidine welatê xwe. Wekî em karibin çi lazim be kêrî gelê xwe bên û niha jî niyeta min a ewilîn ew e. Wisa jî sazbendê me yê eyan Egîdê Cimo, dengbêja me Astîka Qadir em wisa li ser wê dereceyê dişewitin, niha bi dil û can, bi ruh dixwazin tiyatroya Kurmancî bidine vekirinê, lê ku derê ez nizanim.
            Mamoste gelo ev şanoya han ku hûn, dixwazin li vir bidin çêkirinê, de bingeha xwe ji çi bigire? Ji rastiya gelê me de çi bigire û çi bide xuyan?
            Tu zanî çi ye? Ev pirs vê demê ez dikarim bibêjim ku hebekî çetîn e. Lê çi dimîne ku,ji bo edebiyata gelê me, wekî îro tiyatro ji me re gelek lazim e. Bawer bikî ji me re welat çiqas lazim be, ewqas jî tiyatro lazim e. Îro em bi tiyatroyê dikarin sifetê gelê xwe bidin kifşkirin, zimanê xwe bidin kifşkirin, em bi tiyatroyê dikarin bibêjin ku, em kî ne, îro em gelek dişewitin li ser welatê xwe, lê tiyatroya me hebûya me dê wê şewatê bida dilê temamiya mirovahiyê. Edebiyata me gelek kevin e, ez wiha dibînim gelek mînakên edebiyatê giş yên me ne, wan gelan ev nimûne giş ji me dizî ne, sirf mecla me tune bûye ku em bixebitin di vê derheqê de bi pêş bikevin. Lê ku îro tiyatro kete destê me, emê wisa bikin wan ji me çi biriye emê wan bi paş ve bînin. Em ên wan naxwazin, ewên ku wan biriye bila bidine me, em tenê ji bo tiyatroya xwe dikarin wan bi paş ve bînin.
            Gelo rewşa gelê Kurd li Sovyetê çawa ne? Em bibêjin li Ermenîstanê çawa ne, navbear wir û vir çi cihê rengiyek heye?
            Kurdê Sovyetê baş dijîn, heta roja îroyîn jî weke ez bibêjim xeran dijîn, bindest in na. Serbest in, baş dijîn, lê hema dereca Ermenistanê, her wekî ne ku Ermenistan tenê dereca hemû welatên Sovyetê îro ne rind e. Di navbera me û Kurdên Bakur û Başûr de ev cudatî heye. Em zimanê xwe bêqedexe dixwînin û rojnameyên xwe serbest dikirin. Radyoya me dibêje û kes ji me re tiştekî nabêje. Em wextê dawetên xwe dikin çiqas der cîranên me hene, ez ji bo Ermenistanê dibêjim ew di pêşiya me de têne govend û şahiyên me.
            Mamoste Arsen Polat xebatên te der heqê tiyatroyê de çi ne, xebatên te di kovar û rojnameyan de derdikevin?
            Di kovaran de, wisa jî di rojnameyan de gelek gotarên min der heqê tiyatroyê de derketine, hatine neşirkirin. Ji bilî van gotarên min gelek jî min pîyes nivisîne, senaryo dane amadekirin. Ev e 20 sal e ez di tiyatroyê de dixebitim, senaryoyan hemû ez dinivîsim. Niha di tiyatroya me de wek 50  afirandinên biçûk henin min ew nivîsîne, ez pîyesê mezin jî çêdikim ên Vilîam Saroyan. Wisa jî li ser Gogol dixebitim. Lê der heqê tiyatroya Kurdî de min hê xebatên hêja nekirine. Edebiyata me pirr dewlemend e û wisa jî folklora me, hema ji pandomîmayê. Weke heta roja îroyî bûkê me ez nizanin li ba we çawa ne, li ba me bûk bi xezûrê xwe re xeber nade, bi çepik û destan ramanên xwe dide îfadekirin. Ev pandamîma ye. Lê tiyato gere bê çêkirin, ez tim û car dibêjim dîsa jî dixwazim bibêjim; eger îro welatê me tune, serbestiya me tun e ev ewqas şer nîn e, lê em sî û çil milyon Kurd in, tiyatroyeke me tune be ew şer me."
                                   Hevpeyvîn/ Zahir Kayan

            

Artistên Kurd Li Sovyet (1983)

Artistên Kurd Li Sovyet (Berbang- Hejmar:14, 1983 ) Têmûrê Xelîl

"Demekê, gava derheqa pêşketina kurdên Yekîtî Soviyet dibû xeberdan , merî dikaribû nava gotarekêda derheqa serfiraziyên her derecada destanî gilî bikira. Lê îro ew destanîn haqasî gelekin, ku em mecbûr dibin paraveyî derecakin û derheqa her derecekêda pêşketina meda, cihê gilîkin. Carna jî wisa diqewime, ku derheqa destanînê de kurdekî Soviyetda gotarek jî têrê nake, ku bê ber çava, ka ew bi saya qeydê meyî sosiyalîstiyê, jiyanê da miyaserkirina siyaseta Lenîniyê ye miletiyê gihîştiye çito serfiraziyê.
            Benda xweye îroyînda emê tenê derheqa dereceke pêşketina me- dereca hunermendiyê, diha rast ser mesela artîstên Soviyetistanêye kurda gilîkin.
            Vê demê bajarên Yekîtî Soviyetê Moskow, Lenîngradê, Erêvanê, Tiblisî, Groniyê û bajarên mayînda gelek artîstên kurdê profesiyonal hene. Nav dengê hineka ji wana temamiya welêtda eyane, derheqa wana û hostatiya wanda gelek cara rojname û kovarên Soviyetê û welatên derkeye cihê- cihêda hatine çapkirinê gava gilî hatiye ortê, gotinê: Filan artîst eslê xweva kurde. Bi saya van yeka gel û neteweyên welatê me nasiya xwe dane pêşketina kurdên Soviyet.
            Îro dota kurd Nazî Şîrayî artîsta sîrkêye dinêeyane, ewledê kurd Paşa Poladov rejîsorê têatre Yêrêvanêye pantomîmayê ye serekeye. Ebdule Muhemed reqasvanê koma bajarê Grozniyê ye bi navê “Vaynax” e, Vova û Natêla Qasim artîstên balêtêne li bajarê Lenîngradê, Zîna Telo dengbêja koma Tibîlîsiye “Rêro” ê bûye û gelekên mayîn.
            Niha ser mesela wan artîsta û hinekên dinêda emê bi hûrgilî bêjin.
            Nazî Şîrayî… Ev navekî pir naser li cihanê, bi taybetî ji bona kurda. Ewê ew nav bi xwe peyda kirye. Dota kurd- Naza Şîrayî, eva 35 sala zêdetire, u ser dikê sîrkên Yekîtî Soviyet û welatên cihanêye cihê-cihê, cilê kurdiye reng- rengî li xwekirî amadekara hewas-hijmekar dihêle. Artîsta komera Ûrisêtêye Sovetiyêye Sosiyalîstiyêye Fêdêratiyê emekdar salên cihê-cihê sîrkên Tiblîs û Erêvanê da lîstiye, lê paşê çawa artîsta nav û deng, çûye sîrka Moskow û hetanî niha jî wêderê pêşda tê. Lîstika wêda hejmarên wisa hene, ku hetanî niha jî cihanêda kesîra li hev ne hatiye wana biwekilîne. Bo nimûnê, ew du defê biçûk digre destên xwe, hevra berdide, defa destê rastê ser milê wêra derbaz dibe diçe ser milê dinê, defa dinê jî wî awahî, ber hevra ser patika wêra derbaz dibin û ne hev dikevin, ne jî dikevin. Lê ensîklopediya ermeniyê Sovetiyê hejmareke xweda derheqa Nazî şîrayî da nivîsiye, ku hejmara wêye “Heykelên tûne” sertaca lîstikên wêye.
            Van salên dawî ez li Pragaê bûm. Wan roja sîrka Moskow jî wir bû û ser afîşên pêşdahatinên sîrka dinêyêyan wêna dota kurd bû. Ez êvarÊ tevî bermaliya xwe û çend kurdên Kurdistanê, ku li Prag dixwendin, çûnê sîrkê û me nasiya xwe da Naziyê. Min çend pirs danê, ewê derheqa xwe û lîstika xweda awa minra got.
-          Hejmara minê here hizkirî ewe, gava ez cilê kurmancî xwe dikim, bi desta miqamê kurdî lê dixim, lê bi herdu linga jî ser haceta sazbendiyêye(mûzîka) anegor miqamê kurdî lê dixim. Paşê nas-nenas min pirs dikin: “Ev çi sazbendiye, ya kîjan miletiye?” Ez kubar bersîva wan didim, ku ya kurdiye û ez jî kurdim. Paşê gilî tê ser gelê min, ez jî wanre qala kurda dikim.
Belê, Nazî Şîrayî her dera –ji Erêvanê girtî hetanî Parîsê, ji Lenîngradê hetanî Îranê, Tirkiya yê hetanî Amêrîkayê, her dera timê jî navê kurdên Soviyet bilind xwey kiriyei mala xwe bi xalîçê kurdiyê ciwanva xemilandiye.
            Jina kurd timê ji sazbendiyê hiz kiriye, li şaya, govenda, bindarûka sitiraye. Hîmdarê edebîyeta ermeniya, xêrxazê gelê kurda Xaçatûr Abovyan gotiye, ku her kurdek bi ruhê xweda dengbêj (stranvan) an jî helbestvane. Lê tenê bi saya qeydê Sovêtiyê mecal kete kurda, ku hunerê xwe, zên û merîfeta xwe şanî bi hezara temaşevanên gelên cihê-cihê bikin.
Zîna Telo çend sala bûye komekdara rêjîsorê têatra Tiblîsî yê ser navê Grîboêdov, paşê bûye dengbêja koma stiranêye bi nav û deng ya bi navê “Rêro”. Çend sêlikên stiranên wê derketine. Vê gavê ew rêjîsora têatra Tiflîsiye kurdaye cimetiyêye. Wêra tevayî kubreke kurmancî li zarê wêye, lema jî gava çend sala pêşda paytextê komera Gurcistanêye biratiyê rêdaksiyona pêlweşa (radîo) kurdî hate vekirinê, wê teklîf kirin û hetanî îro jî ew dîktora (xeberdankir, peyvkar) wê pêlweşêye jî, wek peyvkara pêlweşa Rewanêye kurdî Eznîva Resşîde hêja bi radîo yê tevî bi hezaran kurda xeberdide.
Derheqa artîstê komera Çêçêno- Îngûşîayêye avtonome emekdar Ebdule- Muhemedda- me çend sal pêşda hinek tişt ji miqaleke rojnema “Reya Teze” pê hesyane. Pey wê miqalêra min xwest derheqa wî ewledê kurdayî hêjada bizanibim. Pey pirs-pirs yara ra çend melûmetî ketine destê min. Ew wextêda li zanîngeha Tiblîsiyê ye xorêyografîda (reqasa bedewtiyê) ya dewletêda ber destê artîstê Yekîtî Sovîyetê cimetiyê Vaxtang çabûkiyanî hîn bûye. Koma bi navê “Vaynax” da, li ku ew îdî 20 salî zêdetire pêşda tê, reqasçiyê serekeye. Ew  ser dika minanî teyrekî baz direqise û ser afîşên pêşdahatinê wê komê wêneyê wî bi wî awahî jî hatiye kişandin. Sala 1982’a, 30’ê meha novêbêr ji Moskow bi dûrdîtinoka (têlêvîziyon) pêşdahatina wê komê nîşan dan. Em gelek temaşeçiyara tevayî reqasa wiye çapik û çelegva heyr-hijmakar man. Dema vir pêlek pêşda min bi têlêfonê Ebdule ra xeberda, ewî bi kurmacîke delal bersiva min da. Gava min jê pirsî ku ne axir bajarê Grozniyê da kurd an tunene, an jî kêm hene, ew ji ku wisa xweş kurmancî gotina dike, ewî bersiva min da û got, ku dema ew diya xwera wextêda ji Kurdistana Îranê hatine, diya wî tenê kurmancî zanibûye û pêra hetanî niha jî kurdî xeberdide.
Xwendevanên kovarêyê delal! Ebdule Muhemed jî koma xwera tevayî pir cara çûye Moskvayê û Hordananê, Vladîvostokê û Sûriyayê, Mozambîke û Taşkendê. Çawa hemû artîstên Yekitî Soviyête kurde profesiyonal, her werha rêjîsorê têatra Erêvanêyî pantomîmaêyî (têatroa bê deng) sereke Paşayê Reşîd Poladov aliyê dereca xweda xwediyê xwendina bilindin. Lê Paşa Poladov 2 înstîtut temem kirine, yek li Moskow, yek jî Lenîngradê. Teatroyê wî awahî Soviyêtistanêda çend hebin. Serokê yekê ji wana lawê kurde. Ew çend spêktaklên teatroya xweda êlemêntê (nimûn) folklora kurda daye xebatê. Ew yek femdariye, ji ber ku nava deba kurdada, erf- edetê meda derecêd pantomîmê hene, çawa bo nimûne, dema kosegelî digere, gava bûka nuh bûktiyê dike ciyên mayîn. Çawa em pê hesyan, têatro hazir dibe bi motîvê pîesa “Xecê û Siyabend” spêktakleke bê deng nişanke.
Wextêda miqaleke Paşa Poladov rojnema kurdiye “Reya Teze” da çap bûye bi sernivîsara “Pantomîn nava deba kurdada”. Lê derheqa Paşa Poladov û teatroya, ku ew serokatiyê lê dike, miqale çap bûne kovar û rojnemêd merkeziyê ye “Sîr û êstrada”, “Sovyêtskaya kûltura”, “Têatralnaya Îskustvo” û gelekên mayîn da.
Eva çend sale, ku du ewledê cimeta kurda, xwîşk û bira Vova û Natêla Qasim têatroya Lenîngradêye, akademiyêye, operayê û baletêye dewletêda dilîzin. Ewana artîstên baletêye naskirîne. Vovayê Qasim Ecemov dilqê (rola) serekeda dilîze. Kovara Moskowe bi navê “Têatralnaya jîzn” hejmara xweye sala pare î da derheqa hostatiya wîda ser 2 rûpelî miqaleke mezin çap kiriye.
Ewî hetanî niha dilqê wisaye dijwarda bi serfirazî lîstiye, çawa ku dilqê Romeo baleta Prokofyêve “Romêo û Cûliyêtda”, Armên-baleta aram Xaçatûryane “Gayane” da û yên mayînda. Hetanî niha xwûşk û birayê bineciyê bajarê Tiiblîsiyê yi wextekê tevî têatroya xweye dinê eyan çûne welatên Avûstûriyayê, Îtaliyayê, Mongoliyayê, komera Almaniyayêye xwe nîşanî gelek cimetêd cihanê kirine.
Artîstekî kurdî mayîn Hesenê Quliye. Eva çend salin, ku ew artîstê têatroya Erêvanê ya dramatikiyêye. Nava wan sala da gelek dilqada lîstiye. Van axiriya, gava ewê têatroyê spêktakla “Hamlet” danî, Hesenê Qulî dilqê keşîş da kivş kirin û ewî bi lîstika xwe meşoqê hunermendiyê zendegirtî hîşt. Hazira (amadekara) usa jî rojname û kovarê komerê qîmetekî bilind dane hostatiya wî. Hesenê Qulî kinofilmada jî lîstiye. Van demên paşin, gava kinofilma bi navê “Piş hevt çiyada” nîşan dan, dilqekî serekeda ewî dilîst. Hesenê Qulî demeke dirêj bûye rêjîsorê têatroya Elegezêye kurdaye cimetiyê.
Artistên kurd xwezma dereca sîrkêda pirin. Mesele, Sertîv Mîneralov wextêda kloûne (mesqereçî, henekçî) sîrka Tiblîsiyê bûye, pir sala Nazî Şîrayîra tevayî wisa jî sîrka Yêrêvanêda pêşda hatiye. Têmûrê Tesinî fokisçî, laqirdçiyê sîrkusa Tiblîsiyê bûye û pêra jî li fîlarmoniya Gurcistanêda, wextê konsertên êstradayê pêşda hatiye. Niha ew navça Gurcistanêye Gardabaniyê da koçka çandêda serekê koma artîstên sîrkêye. Ezîzê Bişar niha artîstê sîrka Tiblîsiyêye. Ew hew şa mala xweda gelek terewila xwedî dike. Sîrkeda ew du janrada pêşda tê, cikî çawa fokisçî, cîkî jî terewila kedî dike. Derheqa hostatiya wîa nivîsîne rojnema Bilgariyayê “Paralêl”, kovara Moskvayê “Sovêtskaya êstrada û sîrl”, herwaha pir rojname û kovarên Gurcistanê.
Gava çend sal pêşda xwendekar û roşinbîrên kurdên Tiblîsiyê hatine mêcaniya kurdên Yêrêvanê û tevî civîna sazbendî û lîteratûra kurda bûn, wêda Ezîzê Bişar çend foks kirin û amadekara hewas- hijmekar (metel, zendegirtî) hîştin.
Bilî van artîstên profêsyonal, wisa jî gelek artîstên kurdaye xwexwehînbûyî hene li têatroya Tiblîsiyêye kurda û ya Elegezêye kurdaye gelêriye. Pir artîstên xwedî şuret û zîrekya pir di nava 30’î zêdetir radîopîyesên pê weşa kurdîda lîstine, ku bi serokatî û înîsiyatîva serokê radiyoyê wê demê Xelîlê Çaça Mûradov hatine bivîsraê. Ji artîstên kurdaye li têatroya Elegezêye berê mirov dikare navê dota kurde jêhatî Eznîva Reşîd bide, lê ji pêşewitiya sazbendiya me-navê seroka koma kurdaye stran û reqasêye dewletê- navê Sûsîka Simo hêjaye bidin.

Ango, we texmin kir, ku artîstên Soviyetistenêye kurd gihîştine çito serfîraziyê ne tenê nav kurda û çend komerada, lê wisa jî temamiya Soviyetistanê û welatên cihanê. A bona van destanî nane, çawa ku Sêkrêtarê Komîta Navbendî ya Partiya Soviyetêye Komûnîstiyêye sereke hevalê Yûv. Andropov nava kêlma xweye li civîna şaynetiye bona 60- salî- ya teşkîlbûna Yekîtiya Soviyet da kivşê, wekî kurdên Soviyet jî zûda Soviyetistan hesab dikin welatê xwe. "