6 Ağustos 2015 Perşembe

"Dermanên Birînên Reş û Musa Anter" Mehmet Uzun (Weşanên Nûdem,1993, r. 18-20)


Dermanên Birînên Reş û Musa Anter-Mehmet Uzun (Weşanên Nûdem,1993,  r. 18-20)
 
“Birîna Reş”, piyesa Musa Anter, di sala 1965an de weşiya. Di rûpela duwemîn a kitêbe de, nivîskar dibeje; “Min ev pirtûk sala 1959, li Stembolê, li Harbiyê, di hucra 38 de, wextê ku ez girtîbûm nivisîbû...”
 
Em wan salan bînin bîra xwe; serîhildanên kurdan [1925-28-30-36-38-41-42...] bi xwîn hatibûn şikestin. Gelê kurd car bi car qetl bûbû. Mij û dumana şewate ji welêt radibû… Tirs, xof û sawê kirasê xwe rakişandibû ser welêt. Bi sedan, bi hezaran bîrewer, rênas û ronakbîren kurd hatibûn kuştin, ji welêt hatibûn bi dûrxistin û dengê wan hatibû birîn. Zimanê kurdî û her tişte ku tekiliya wî bi kurdî û kurdîtiye hebû, hatibû qedexekirin… Gelê kurd şîna xwe girêdabû... Welate xirbe û kavil digiriya. Neçarî, belengazî û begaviyê nefes li însanen kurd çikandibû.
 
Di rewşeke weha kambax de, gotina “ez kurd im” bi serê xwe gaveke mezin bû... Musa Anter “Birîna Reş” di rewşeke weha kambax de û di ser de jî, li zîndanên eskerî, nivîsî.
 
Hêjahî û qîmeta berhem û eseran li gora dewr û deman e. Di hin deman de peyvek, gotinek nivisîn şoreş e, bi rûmetirîn tişt e. Di hin deman de, bi cîldan kiteb nivîsîn jî ne tu tişt e. Tiştê ku berhema Musa Anter “Birîna Reş” dike nemir û hêjahiyeke giranbiha didiyê, ew dewr û dem e. Di wê dewr û dema kambax de ku kesî newêrîbû gotina “kurd” bi lêv kira, ku kesî nikarîbû rêzek bi kurdî binivîsiya, hingê Musa Anter piyeseke [şanoyeke] hêja bi zimane kurdî nivîsî.
 
Eger ez ne şaş bim, “Birîna Reş” kitêba yekemîn bû ku piştî damezrandina Komara Tirkiye, 1923, bi zimane kurdî dihat nivîsîn û weşandin. Carina şihîrine û rêzina bi kurdî li derina diweşiyan. Lê mîna kitab, “Birîna Reş” bû ku bi zimanê kurdî ronahî didît û cîhe xwe ye birûmet di tarîxa pêşveçûna ziman û edebiyata kurdî de werdigirt.
 
Em ji tarîxa tevgerên çandî û ronakbîrî yên neteweyan dizanin ku ronakbîr û pêşewa ew kes e ku gavên nû daveje, rê vedike û rê nîşan dide. Gava rê vebû û rê li ber merivan diyar bû, kesên ku xwe bidin ser rê, pirr in. Lê hêjatirîn gav û kirin ew tişt e ku meriv rê veke. Digel her celeb dijwarî û kêmaniyê, meriv bikaribe afirîn, berhem û eseren nû û pêwist bîne pê... “Birîna Reş” û nivîskarê wê Musa Anter mîsalên vê yekê ne.
 
Musa Anter di kurte-pêşgotina xwe de dibêje; “Li rohilatê [Kurdistane, M. U.] birînen reş pir in. Wek bîrova çavan, êşa zirab, kotîbûn û ya jî wan gişan dijwartir û diya wan, jartî û nezanî...”
 
Piyesa Musa Anter dermane birînên reş e. Jarî û nezanî jahreke bêeman e ku dikeve can, ruh û bedenên gel û neteweyan û wan dike dîl, wan ji hev dixîne û wan dike şerpeze û peregendeyên ber deriyên serdest û zordaran. Dermane jarî û nezaniyê ronahiya perwerî, medeniyet û xwendin û nivîsîn e. Nivîskar piyesa xwe li ser vê daxwaz û armancê ava kiriye. Ew bi zimanê xwe ye xweşik nezanî, paştemayîn û belengaziya civata kurd salix dide. Gunde Zoravê, Mala Zîno û Biro nimûneyên rebeniya civata kurdî ne. Lê li milê din, lawê wan Bedo ku qehremanê piyesê ye, ronahî ye. Ew hêviya pêşeroja civata kurdî ye. Ew nimûneyê perwerî, xwendin û pêşveçûne ye. Ew dibe doxtor [bijîşk] û birînen însanên kurd derman dike. Ew dibe dermanê bîrînên reş...
 
Gava min Musa Anter, cara peşîn, li girtîgeha eskerî ya Diyarbekirê dît, 1971, hingê gunehê min pê hat. Ez xortekî 18 salî, ew apekî 55-56 salî bû. Porê wî spî bû û ew li ser riya kalbûnê bû. Lê piştî ku min ew ji nêzîk ve nasî, min fahm kir ku ez şaş bûm. Musa Anter ne ew meriv bû ku meriv gunehê pê bianiya. Ji bervajiye, wî bawerî dida merivan. Wî bi gotin, lebat û tevgera xwe bawerî û germahî direşand ser girtîgehê. Wî girtîgeh, warê bîhntengî û gumanan, qulipandibû û kiribû warê kêf û henekan. Girtîgeh jê re bûbû seyrangeh. Gundiyen bîhnteng û bişik û biguman xwe dispartin wî û derd, keser û gumanên xwe bi gotin, henek û şîretên wî derman dikirin. Nivîskare “Birîna Reş” li girtîgehê jî li ser riya armanc û mebesta piyesa xwebû.
 
“Birîna Reş” xwediyê cîhekî pîroz e. Daxwaz, armanc û mebesta wê pîroz e. Loma ew divê ji bîr nebe û car bi car, ji nû ve, bê weşandin û belavkirin.
 
Mehmet Uzun
 
Hêz û Bedewiya Pênûsê (Weşanên Nûdem,1993,  r. 18-20)

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder