Teatroya Ajît-Prop: (Elm. Agit-Prop; Fr. Theatre
d’agit-prop; Îng. Agit-prop Theatre) Teatroya agît-prop, (ji
agitatsiya-propaganda ya Russi, dimînê ser propaganda û agitasyon ê
(harkirin)) formeka animasyona teatroyê ye. Ji bo ku hişmendiya guhdêr
ya li ser rewşa politik an jî civakî kûrtir bike hatiye çêkirin. Ew
forme pişti şovreşa Rusya yê, 1917 a, derket holê, û nexasim li Yekîtiya
Sovyetan û Elmanya yê di navbera salên 1919 û 1932-33 pêşket.
Form û istikrazên (peyvên ku ji zimanekî din hatine girtin) şanoya
agit-prop, wek naveroka wê zû zû digihure. Li gor kevneşopiya çandî, ji
yek welatî hetanî welatekî din cudatî hene. Gelek caran
“agitator-propagandist” (harker-propagandaker), her çi qas bi awayekî
rexneyî be jî, xebatên xwe li ser bingehên wek komediya dell”art, sirk
an jî melodrama lidardixin. Ji ber ku populer in, û ji bo naverokên nû
şêweyekê amade dikin, şêweyên duhem yên wekî sîrk an pantomîm pir
biquwet û bandor in. Dema lîstik yekî zor aloz û bi lehengan ve tijikirî
be jî, ew ji xwe re pîlanekî hînker ku formeka agît-prop ê ya
“sofistike”ye berhemên Brecht mînakên wê yên herî baş in) jî bi heman
prensîpên hêsan ve rû bi rû dimîne. “Rojnameya zindî” nuçeyan bi awayekî
rexnegirî pêşkêşdike, û kirde yê hereketê derdixe ser sehnê. “Revûyekî”
polîtîk, ku bi kêm hejmarên dramatîzekirî û “flaşên nû” pêkhatî, gelek
caran dibe xet a lîstika agît-prop. Komeke çîrokbêj an jî stranbêjan tên
cem hev, û slogan û dersên politîk telkîn dikin. Dema agît-prop tê
sirûşkirin an jî herektên avant-garde (Futurîzm, konstruktivism) sirûş
dike huner jî dikeve nav lîstikê. Herwiha demên ku agît-prop artîstên
mîna Mayakovsky, Meyerhold, Wolf, Brecht, Piscator mobîliîze dike jî
huner dikeve nav lîstikê.

Hiç yorum yok:
Yorum Gönder