
Teatroya Epîk: (Elm. Episches Theater, Fr. Thêatre Epique, Îng. Epic Theatre) Teatroya Epîk ya Bertolt Brecht, form û ferasetê teatroyê ku li dijî teatroya dramatîk derxîstiye ye. Di dema navbera Şerê Cîhanê yê yekem û duyem de pêşve çûye. Ji ber ku li dijî hewlê Aristolyen, ku heta teatroya dramatîk ya wê demê serdest e, derketiye, wek “forma lîstika ne-Aristotelyen” hatiye binavkirin. Têkelek ku ji teatroya Çînê, ji formê teatroya şoreşger ya sedsala 19 de ku bi pêşêngiya George Büehner hatiye kirin, ji ekspiresyonîzma Wedekind û Teatroya politîk ya Piscator pêk hatiye.
Brecht çir hewceyî pêşvebûna qaydê vê teatroyê dike di berhema xwe ya sazî Kleines Organon Für Das Theater (1949, Ji Bo Teatroyê Organonê Biçûk) de daxuyanî kiriye. Li gorî wî armanca teatroyê ya yekem kêfkirina mirov e. Teatro vê ya her demê, li gorî qaydê jiyana cîvakiya wê demê kiriye.”Îro êdî em di dewreke wiha ne ku hertişt li aliyê zanyariyê ve tê nîşandan; wek mirovên vê dewra zanyariyê, helwesta me ya ku gerek li hemberî xwezayê û civakê, ji bo kêfkirin û hilberiyê çi be” gotiye Brecht. Ji bo vê helwestê jî bersiv wî ev e ku divê celebeke rexneyî bêkirin.
Helwestekî wiha, çawa li hemberî xwezayê herikandina çemekî ji bo têxe duzenekê, werê jî li hemberî civakê jî, ji bo guhertina wê civakê jî wê bê kirin. Ji bo teşebusek wiha feraseta teatroya dramatîk lêk nayê. Çimkî feraseta ji Aristoteles vir de ye berdewam dike û êluzyona avabûna rastiyê ku li ser sehnê pêk tê ( teatroya îluzyonîzt), ji bo temaşevan bûyeren di lîstikê jêkrakin û xwe di bi kesên di lîstikê re wekhev bibe dixebite. Tê armanckirin ku temaşevan, hêsta tirs û janê ku di bûyeran tê ziman, di hundirê xwe bihewîne û ji wan xwe paqij ( katharsîs) bike. Li gori Brcht teatroke wiha, straktura civakê ( yê li sehnê de tê dîtin ), nîşan dide ku dîsa ji aliyê civakê ve (temaşavanên salonê bi xwe) kare bê bandorkirin, derdixe holê. Dewsa qaydê teatroya dramatîkê ku bingeha xwe ji nerîna cîhana qederparêz distîne, dixwaze forma nû, teatroya epîk têxe. Teatroya epîk, teatroyek hînker e ku fikrek rexneyî avakiriye û wê di guherandina têkiliyen di navbera mirovan de jî rol bilîze. Brecht vê armancê di nivîsa xwe ya bi navê Anmerkungen zur Operaya Avabûn û Xerabûna Bajarê Mahagonnyê) de, ferqên di navbera “formê dramatîk” û “formê epîk” de rêz dike. Di formê epîk de bûyer, ji dewsa “bê bercestekirin”, ji temaşevan re tê “behs kirin”. Armanc, ji dewsa xîtabî hestên temaşevan bike û wî/ê têxe bin tesîra herka bûyeran, ji bo temaşevan, mirovên li ser sehnê bi çavê “çavnêr” binêre û li hemberî tiştê tê pêşkêş kirin bigihêje qeneatekê, ye. Ev jî, tê maneya temaşevanê ji terefî formê dramatîk hatiye “tebat” kirin têxe rewşeke “aktîf”. Di teatroya dramatîk de mirov wek heyînekî ku ji her alî ve berê tê zanîn û guhirandina wê jî bê îmkan e, tê pêşkêşkirin. Lê teatroya epîk mirov dike wek mijara lêkolînê mirov di hundirê guherîna wî/ê de dinirxîne. Bi vî hawî jî mirov fehm dike ku dinya kare bê guhertin. Ev jî dibe sebeba guhertina encama pevbestîna lîstika teatroya epîk.
Wek di teatroya epîk de, bûyerên ku li ser sehnê tê berceste kirin ji hev dû nayê afirandini li pêwendiya her sehneyê ya bi sehneya berî wê û piştî wê tê nayê nerîn û temaşevan di meraqa encama lîstikê de nahêle. herwiha dev ji herka ku bûyer di rêzek bi rêk û pêk de here tê berdan. Bi xêra sehneyên (epîsodan) tek û tek, lê dihundirê xwe giştiyekê dihundirînin, eleqa temaşevan ku bê ser herka bûyeran tê dest xistin. Hêmanên herî girîng ên forma teatroya epîk ku fonksiyona teatroyê ji kokê ve guherandi ye, “efekta biyanîkirinê”, “dîrok kirin” û “gestûs” in. Brecht ji bo forma teatroyê ku di dema xwe ya dawî de pêş xistiye, ji dewsa terîma teatroya epîk “teatroya diyalektîk” bi kar aniye.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder