24 Aralık 2014 Çarşamba

Bertolt Brecht (Jînenîgarî)



1898: 10 ê Rêşemê, wek kurê pîşesazekî febrîqa kaxazê li Augsburgê jidayîk bû.

1904-1908: Dibistan (Volksschule)

1908-1917: Dibistana navînî û lise (Königlich-Bayerisches Realgymnasium)

1913: Tekstên pêşîn dinivîse (bîrname, kovara dibistanê); Hevaltî bi Paula Banholzer re.

1917: Li Munîhê, li Zanîngeha Ludwig-Maximilianê, dest bi perwerdahiya tendirûstiyê dike; Beşdarê semînerên Arthur Kutcher yên li ser teatroyê dibe.

1918: Li Augsburgê leşkerî, wek berpirsyarê tendirûstiyê; di Şoreşa Sermawêz de, di konseyeke Leşkeran (Soldatenrat) de aktîf e.

1919: Rexneyên li ser dramayê; Baal, tevli kabareya politikî ya Karl Valentin dibe; zarokê wî, yê ewil Frank, li Pala Banholzerê ji dayik dibe.

1920: Cara yekem gera kurt li Berlînê; dayika Brecht dimire.

1921: Cara dûyem li Berlînê, beşdarî provayên Max Reinhardt û hin derhênerên din ên navdar, dibe.

1922: Trommeln in der Nacht (Daholên bi Şevê) li Munîhê di Kemmerspielê û paşê jî li Berlînê, li Teatroya Deutches pêşkêş dibe; Brecht xelata rûmetdar a Kleist ya şanonivîsarên ciwan distîne; hevaltî bi Arnold Bronnen re; bi Marianna Zolf re zewac.

1923: Im Dickicht der Stadte (Li Cingala Bajaran) li Munîhê di Residenztheater tê pêşkêşkirin; Baal, li Leipzigê dest pê dike; hevkarî bi Lion Feuchtwanger re li Munîhê; keça wî Hanne, ji Marianna Zoffê dayik dibe.

1924: Brecht koçî Berlînê dike; Leben Eduards des Zwleten von England (Lêanîna Edwardê Duyem ya Christopher Marlow, ligel Lion Feuchtwanger) di bin derhêneriya Brecht, li Munîh di Kammerspielê pêşkêş dibe; bi Helene Weigela re dinase, ku kurê wî Stefan tîne dinê; bi Elisabeth Hauptmann re dest xebatê dike.

1925: Hevaltî bi kulmabazê girankêş Paul Samson-Körner, wênevan George Grosz, û romannivîs Alfred Döblîn; ji bo rojname û kovaran, nivîsên girîng (kurteçîrok, cerîbandin)

1926: Mann ist Mann (Mirov mirov e) li Darmstadtê dest pê dike.

1927: Hauspostille (Sofi Manûel) derdikeve; bernameya Mirov Mirov e li ser rasyoyê lêanîna wî ya Macbeth; yekem hevkariya bi Kurt Weill re li ser rêze stranên Mahagonny (Lotte Lenya tê de dilîze); bi Erwin Piscator re li ser sehneyên wî ên ceribandî dixebite; ji Marianna Zoffê vediqete.

1928: Die Dreigroschenoper (Operaya Sêqurişa) li Berlînê, li Theatre am Schiffbaur Dammê dest pê dike, dibe lîstika herî serkeftî ya Weimar Republic (Komara Weimer)

1929: Das Badaner Lehrstück vom Einverstandnis( Li ser Hevhatina Lîstikên Hînker yê Baden) û Lindbergflug (paşê wek Ozeanflug tê binavkrin. Firina ji ser Okyanûsê) bi muzîka Paul Hindemith û Kurt Weill ve du “lîstikên hînker “ (Lehrstücke) yên pêşîn derdikevin; bi Walter Benjamîn dinase; bi Helene Wiegel re dizewice; Die heilege Johanna der Schlachthöfe (Saint John yê Stockyardsê, di sala 1932 an li ser radyoyê tê weşan); Berliner Requiem bi muzîka Kurt Weill re tê weşan.

1930: Aufstieg und Fall der Stadt Mahagonny (Avabûn û Xerabûna Bajarê Mahagonyy ) li operaya Leipzigê tê pêşkêşkirin ( di bin çavdêriya Naziyan) ; Der jasager und der Neinsager ( Yî Ku Got Erê, Yê Ku Na ) li Berlînê ji aliyê Brecht ve hat derhinandin; Keça wî Barbara ji Helene Weigelê çêdibe; Die Mabnahme (Tedbîr) li Berlînê pêşkêş dibe; Geschichten vom Herrn keuner (Çîrokên Keuner); Die Beule” (Kurmî), senaryoya ji bo Filîmê Operaya Sêqurîşa (nahate bikaranîn).

1931: Mann ist Mann ( bi lîstina Peter Lorre ) bi derhêneriya Brecht hat çêkirin; Brecht û Weill ji ber îhlala peymana produksiyona Fîlmê Operaya Sêqurişa ya G.W.Pabst, dawa li nero Filîmê dikin. (Brecht winda dike, ji mehkemê vedikêşe û Weill serdikeve.)

1932: Die Mutter [Dayîk (ji romana Maksim Gorki hatiye girtin)] ku bi derhêneriya Brecht û Emil Burri ve hatibû çêkirin, li Berlînê dest pê dike; filîme Kuhle Wampe ( bi beşdariya Slatan Dudow, Ernst Ottwalt, Hanns Eisler) piştî skandaleke sansurê di meha Gulanê de pêşkêş dibe; Die Rundköpfe und di3 Spitzköpte (Serên Girover û Serên Tûj) ; hevaltî bi Margarete Steffin re.

1933: Piştî şewata Reichstagê (27 ê Reşemê ) bi malbata xwe re direve Zurîhê û paşê bi Weigelê û du zarokên xwe Stefan û Barbara re li Danîmarkayê (Svendborg) bicih dibe; Sieben Todsünden (Heft Gunehîn Tengasiya Mezin) bi muzîka Weill re li Parîsê dest pê dike û derbasî Londonê dibe; xebatên li ser antolojiya helbesta “Svendborger Gedichte” (cara yêkem li Kopenhagenê di 1939 a de hat çapkirin); hevaltî bi Ruth Berlau re.

1934: Brecht û Hanns Eisler li Londonê; xebat li ser Der Dreigroschenroman (Romana Sêqurişan).

1935: Diçe Moskovayê ku li wir Sergei Tretiakov, Sergei Eisentin û lîstikvanê Çînî Mei Lan￾Fan dinase; ji bo produksiyona Dayîk diçe New Yorkê; Furcht und Elend des Dritten Reiches (Tirs û Şerpezeyiya Reichê Sîyem).

1936: Gerekî kurt li New York û Londonê.

1937: Ger li Parîsê; Die Gewehre der Frau Carrar (Tifingên Seqora Carrar) bi derhêneriya Slatan Dudow û stêriya Helene Weigel ve, li Londonê pêşkêş dibe.

1938: Li Parîsê heşt sehneyên Furcht und Elendê di bin derhêneriya Slatan Dudow û strêriya Helene Weigel, li Elmanyayê pêşkêş dibe; yekem versiyona Leben des Galilei (Jiyana Galîleo) temam dibe.

1939: Ji ber bandora Naziyan a li ser Danîmarkayê, zorî li Brecht û malbata wî te kirin ku koçî Stokholmê (Swêd) bikin; Bavê Brecht dimire; Was kostet das Eisen? (Hesin bi çi qasî ye?) ji aliyê Brecht û Ruth Berlau ve li Stokholmê tê pêşkêşkirin; Mutter Courage und ihre Kinder (Dayika Wêrîn û Zarokên Wê) bi lîstikvaniya Therese Giehse li 1941 an, Zurîhê dest pê dike.

1940: Bi pêşketina Naziyan, zorî li Brecht tê kirin ku koçî Fîlandiya bike. Berî diçe Helsînkiyê, piştre di nav milkê nivîskar Hella Wuolijoki bicih dibe; Der gute Mensch von Sezuan (Mirovê Baş yê Sezuanê) temam dibe; Guhartoka yekem a Das Verhör des Lukullus (Mehkemeya Luculllus) tê temam kirin; bi Wuolijoki re, Herr Puntila und sein Knecht Matti (Puntîla Beg û Xulamê Wî Mattî) yê dinivîse; Flüchtlingsgesprache ( Axaftinên li nav Mişextiyan).

1941: Brecht û malbata xwe, bi rêya Moskova û Vladîvostokê derbasî San Pedroyê (Bajarê lîmanê yê Los Angelisê) dibin; Margarete Steffin ji ber êşa zirav li Moskovayê dimire; Brecht bi Charlie Chaplin, Fritz Lang û hostayên din ên Hollywoodê dinase; Li ser Der aufhaltsame Aufstieg des Arture Ui) dixebite ku cara pêşîn di sala 1958 an li Stuttgratê tê pêşkêş kirin.

1942: Brecht bi mişextiyên din ên Elmanên li Los Angelisê dinase (Arnold Schonberg, Theodor Adorno, Max Horheimer, Thomas Mann, hwd); xebat li ser seneriyoya filîman (berhema Fitz Lang, “Hangmen jî Dimire” jî tê de).

1943: Gereke kurt li New Yorkê, ku li wir bi Erwin Piscator, Wieland Herzfeld, Ernst Bloch, George Grosz, W.H.Auden, hwd dinase; Bi Lion Feuchtwanger re li ser Die Gesichte der Simone Machard (Xeyalên Simone Machard) dixebite ku mafên filîm ji MGM (qet jî ne hat çêkirin) re hatibûn firotin, cara yekem sala 1957 an li Frankurt am Main pêşkêş dibe; Schweik im Zweiten Weltkrieg ( Schweyk di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de) temam dibe, cara yekem sala 1958 an li Elmanyayê li Erfurtê tê pêşkêş kirin.

1944: Der Kaukasische Kreidkres (Çixêza Tebeşîrê ya Qefqasa) temam dibe, cara yekem li İngilîzî (bi wergera Eric Bentley ) di 1948 an, di Carleton Collage li Minnesotayê û li Elmanyayê jî ji aliyê Brecht li Berliner Ensembleyê (Koma Berlîner) di 1954 an de tê pêşkêş kirin; Brecht û Auden li ser lêanîna The Duchess of Malfi ya John Webster dixebitin, ku di 1946 an de li Teatroya Barrymore ya New Yorkê pêşkêş dibe.

1947: Despêkirina Life of Galileo (Jiyana Galîleo) bi Charles Laughton li Los Angelisê ( werger ji aliyê Brecht û Laughton), cara pêşîn li Elmanyayê li Kammerspiele, Cologneyê, di 1955 an de hat pêşkêş kirin; li Waşîngton D.C.yê, ji aliyê House Unamerican Activities Committee (HUAC) ve tê pirsiyarî kirin; Roja paştir ji EY (USA) yê derdikeve, diçe Swêsreyê.

1948: Brecht Antigoneya Sophocles (bi wergera Hölderlin) lêanîn dike û berêweberiya bi Caspar Neher re li Teatroya Chur çêdikin, ku Helene Weigel jî di lîstikê de cih digire; Brecht li Zurîh Schauspielhausê, di produksiyona Puntilayê de jî cih digire; Brecht koçî Berlîna Rojhilat dike; Kalendergeschicten (Çîrokên ji Salnameyê), weşana Brecht ya yekem piştî şer li Elmanyayê derdikeve holê.

1949: Brecht, Berliener Ensembleyê dadimezrînê (li Teatroya Deutches bicih dibin) û Mutter Courage derdixe ku Helene Weigel jî tê de dilîze; Tage Der Commune (Rojên Komun) ji bo produksiyonek li Zurîhê hate temam kirin (lê li wir nehat lîstin), cara pêşîn di 1957 an de li Karl Marx-Stadtê (Elmanyaya Rojhilat) tê pêşkêş kirin.

1950: Brecht dibe hemwelatiyê Avusturyayê; derhêneriya lêanîna Der Hofmeister (Fêrmendê Seraya) ya J.M.R. Lenz dike ku bi Ruth Barleu, Caspar Neher, Egon Monk û Benno Beson re amadekiribû.

1953: Brecht ji bo Serokatiya Navenda PENa Elmanyayê tê hilbijartin; Turandot oder der Kongre der Weibwascher ( Turandot); Rêzê helbestên Buckower Elegien (Lawijên Buckow) diqedîne.

1954: Berliner Ensemble derbasî Theatre am Schiffbaurdamm dibe; yekem gera navnetewî li Parîsê ku li wir produksiyona Berliner Ensembleyê Mutter Courage bû sedemê hestyariyê û Brecht rakire payeyê derhênerê herî girîng ê Ewropayê; Shurkamp Verlag, li Frankurt am Maine (Elmanyaya Rojava), û Aufbau Verlag (Berlîna Rojhilat) dest bi çapkirina berhemên Brecht ên kevn dikin

1955: Brecht li Moskovayê xelata Stalîn distîne (dixwaze ku Boris Pasternak axaftina wî ya li ser stendina xelatê wergere) ; Berliner Ensmebleyê cara duyem, bi Der kaukasische Kreidekreis ve derdikeve gera Parîsê; Brecht nexweş dikeve.

1956: Bi rêberiya Brecht provayê Leben des Galilei (Jiyana Galîleo) û amadekariya Berliner Ensembleyê ji bo gera Londonê ku wê ew lîstik pêşkêş bikirina; 14 ê Tebaxê Brecht, ji ber dilrawestanê dimire; 17 ê Tebaxê, li Dorotheenfriedhofê, li Berlînê tê defin kirin.



Berhemên Bertolt Brecht
1. Berhemên Ciwantiya Wî
·        Baal-1918 (Lîstika yekem)
·        Gazinên Leşkerê Mirî-1918
·        Daholên bi Şevê-Trommeln In Der Nacht-1919.(Xelata Kleist-1922)
·        Li Cingala Bajaran-Im Dickicht der Stadte-(1921-1924)
·        Edwardê Duyem-Leben Edouards Des Zweiten Von England-1924 (ligel Lion Feuchtwanger)
·        Mirov Mirov e-Mann Ist Mann-1926    
II. Berhemên Opera, Operaya Qerfok, Muzîqî û Dîdaktîk:
·        Mahagonny-Paşê navê Mahagonnya Piçûk lêkiriye-1927
·        Operaya Sêqurişa-Die Dreigroschenoper-1928
·        Avabûn û Xerabûna Bajarê Mahagonny-Aufstieg und Fall der Stadt Mahagonny-(1927-1929)     

Lîstikên wî yên Dîdaktîk yên Piçûk
·        Firîna Lindberghê- Lindbergh Flug-1929.(Paşê navê Firîna ji ser Okyanûsê Lêkiriye)
·        Girîngiya Peymanê-Die Vom Einverstandnis-1929
·        Yê Ku Got Erê, Yê Ku Got Na-Der Jasager un der Neinsager-(1929-1930)
·        Lîstika Dîdaktîk ya Baden Baden-Das Badener Lehrstücke-1929
·        Tedbîr-Die Mabnahme-1930
·        Qeyde û Ji Qeydê Der-Die Ausnahme und die Regel-1940
·        Serên Girover û Serên Tûj-Die Rundköpte und die Spitzköpte-1932

Berhemên bi Taybetî ji bo Karkera
·        Keça Mezbeheyên Pîroz Jeanne-Die Heilige Johanna Der Schlachthöfe-(1929-1931)
·        Dayê-Die Mutter-(1929-1931)
·        Heft Gunehên Sereke yên Burjûvayêpiçûk-Die Sieben Todsunden Der Kleinburger-1933
·        Horasyanan û Kurasyanan-Die Horatier und Kuriatier-1934
III. Berhemên li ser Şer:
·        Tifingên Seqora Carrar-Die Gewehre der Frau Carrar-1937
·        Tirs û Şerpezehiya Reichê Sêyem-Furch und Elend des Dritten Reichs-(1935-1938)
·        Mehkemeya Lucullus-Die Verurteilung des Lukullus-(1938-1939.(Pîyesa Radyofonîk)
·        Dayika Bêtirs û Zarokên Wê-Mutter Courage und İhre Kinder-1938.( Ji romanên Grimmelshausen Simplicius Simplicissimus (1668) û La Vagabınde Courage (1670) peyxam girtiye û nivîsiye.)
·        Bilindbûna Bergirbar ya Arturo Ui-Der Aufhaltsame Aufstieg des Arturo Ui-1941.(Lîstik di dilsaxiya Brecht de, ne hatiya weşandin ne jî hatiye lîstin.)
·        Schweyk di Şerê Duyemîn ê Cîhanê de-Schweyk im Zweiten Weltkrieg-(1941-1944) (Ji romana Jaroslav Hasek peyxam girtiye û nivîsiye. Eynî romanê bi Max Brod re ji bo Teatroya Piscator şîrove kiribû.)
·        Xiyalên Simonê Machard-Die Gesichte der Simone Machard-(1935-1945).(Bi Feuchtwanger re dinîvisîne.)
·        Rojên Komun-Die Tage Der Commune-(1958 Berlîn, 1959 Zurîh)

IV. Yên ku di Berliner Ensembleyê de Tetbîq Kiriye:
·        Jiyana Galîleo-Das Leben des Galilei-(1937-1939). (Vê berhemê, dema ku 1947 a de li Emerîkayê tê lîstin, dihuhêre û ji nû ve dinivîse. Paşê, berî mirina xwe di provayên Berliner Ensembleyê de dîsa tişkî hindik diguherîne.(1955-56))
·        Puntilla Beg û Xulamê Wî Matti-Herr Puntilla und sein Knecht Matti-1940.(Ji çîrokên Hella Wualijoki yê Fînî peyxam girtiye û nivîsiye)
·        Mirovê Baş ê Sezûanê- Der gute Mensch von Sezuan-(1938-42)
·        Çixêza Tebeşîrê ya Qefqasa-Der Kaukasiche Kreidkreis-(1943-45).(Ji berhemên Li Hsing Tao ku lêanîna Elmanî hatiye kirin, peyxam girtiye û nivîsiye.)
·        Axaftinên Surgunê-Dialogues d’Exilê
V. Lîstikên Kû Wî Adapte Kirine:
·        Fermendê Seraya-Der Hofmeister- Ji berhema Lenz, Prêcepteur-1944
·        Antigone-Die Antigone des Sophokles-1947.(Ji wergera Hölderlin)
·        Coriolanus-(Shakespeare-Brecht)
·        Don Juan-(Moliêre-Brecht)
·        Li Rouenê Doza Jeanne D’Arc-Der Process Der Jeanne D’Arc Der Roun-(A.Seghers-Brecht)
·        Leşkerê Ecemî-The Recruiting Officier-(Farguhar-Brecht)
VI. Pexşanên Wî:
·        Pênc Zehmetiyên Nivîsandina Rastiyê
·        Nivîsên Teatroyê-Schriften Zum Theater
·        Çîrokên Salname
·        Ji Bo Teatroyê Organonê Piçûk
VII. Roman
·        Romana Sêquruşa-1934
·        Karên Mîrza Julius Caesar-Die Gaschaefte Des Herrn Julius Caesar
VIII. Helbest:
·        Duayên Bêrîkê-Taschenpostille-1926
·        Duayên Malê-Hauspostille-1927
·        Stranên Operaya Sêquruşa-1932
·        Stran, Helbest, Koro-1934
·        Helbestên Svendborg-1939
·        Sed Helbest-1950.(Helbestên di navbera 1918-1950 de nivîsiye.)
·        Helbest û Stran-1956

*Hemû hatiye berhev kirin. Dosyeya Bertolt Brecht.
*Spas ji Mazlum Abul re. 

Hiç yorum yok:

Yorum Gönder