Em
vê carê portreya şanogerekî ji Amedê pêşkêş dikin. Portreya Aram Taştekîn.
Çîroka şanogerê ku li Amedê dest pê kiriye û li Fransayê bi penaberî lê dîsa di
şanoyê de didome. Vaye ji devê wî çîroka wî:
Mîrovekî
ku jiyana wî ji rêzê be nikare bibe hunermend. Em dema li jiyana hemû hunermendên serkeftî dinêrin
jiyana wan hemûyan sansasyonel e. Jiyana me jî di xwezaya xwe de sansasyonel e.
Gava ez behsa çîroka xwe dikim kesên Fransî
ji min dipirsin, gelo ev rastiye an te afirandiye? Gava ez ji welat derketim min got ezê teqez
hunera xwe berdewam bikim. Li vir ez mecbûr im li ber xwe bidim. Ez nehatime ku
li kolanên Ewropayê bigerim û jiyanekî ji rêzê bijîm. Jiyanekî ji rêzê min
dikaribû li welatê xwe jî bijîm. Mesele haps be ez karibûm wekî hemû kesan
biketima hapsê jî lê min li hemberî vê yekê îtîraz kir. Min got na ez ê bedana
xwe mehkûm nekim û ezê berdewam bikim.
Belê
ez li Fransayê me, lê hîn mêjiyê min li Kurdistanê ye. Ez gava serê sibê şiyar
dibim dadikevim kolanan ez ferq dikim ku ev cihekî din e. Ez her roj bi vê
şikestinê şiyar dibim. Di dilê min de hêlek din heye û dibêje Aram tu yê di
demeke nêz da vegerî Kurdistanê. Teqez ez ê vegerim welatê xwe. Ji ber vê jî ez
haziriya roj bi roj dikim, çi ji destê min tê ez dikim; ez xwe xurt dikim û
tûrikê xwe tijî dikim. Ez dibêm, ez ji vir çi bikim tûrikê xwe ji bo pêşeroja
şanoya kurdî derfeteke/nêrîneke cuda ye. Ez bi vê motîvasyonê tevdigerim û heta
niha min moralê xwe qet xera nekiriye. Belê hestiyarî heye, êş heye, elem heye
lê niha ez van diavêjim paş. Ez wiha difikirim: Me kurdbûnê ne hilbijart ku em
kurd bin, lê piştî ku em kurd in, em mecbûr in ku em heqê kurdbûnê bidin.
Mamostetiya
li şanoya li Licê
Navê
min Aram Taştekîn e. Ez li navçeya Amedê
li Farqînê hatime dinê. Heta 15 saliya xwe li Farqînê bûm pişt re me bar
kir Amedê. Eleqeya min ya şanoyê li Amedê dest pê kir. Di Konservatuarê
Cegerxwînê de min beşa şanoyê xwend û pişt re min dest bi lîstikvaniya şanoyê
kir. Di heman demê de min mamostetiya şanoyê jî dikir, hem bi zarokan re hem bi
ciwanan re. Di sala 2016’an de ez çûm Şaredariya Licê, wekî mamosteyê şanoyê li
wir salekî xebitim, pişt re îhraç bûm. 2015’an de min belgefîlmekî amade dikir
li ser şerê li navçeya Sûrê. Di dema kêşanê de ez hatim binçavkirin. Pişt re
doz vebû... Pişt re… Pişt re… Û min mêze kir ku rewş nebaş e û wiha dixuye ku
demekî dirêj ezê di girtîgehê de bimînin, min biryara derketinê da û di sala
2017’an de ez hatim Fransayê. Ez niha li vir penaber im ,statuya penaberî dane
min.
Ez
dema hatim vir min hemû bîranînên xwe li vir dinivîsandin. Yên ku li welat
qewimî bûn, yên ku li vir qewimî bûn, yên ku tiştên bi min ecêb dihatin hemû
tişt min dinivîsandin. Wexta min serî li penaberiyê da ez di rêzê de dimam, rojê
12, 13 saet di rêzê de dimam. Min di rêzê de ciwan nas dikirin û min hemû
çîroka wan jî dinivîsand. Min dixwest ku tiştekî bi van çîrokan çêbikim, her
çiqas rengên me, zimanê me cuda be jî em li vir hêmû yek bûn. Min dest bi
nivîsandina şanonameya xwe di wan rojan de kiribû.
Çîroka
min yanî çîroka şanoya min xewn bû. Min sê heyvan her roj heman xewn dît. Di
xewna xwe de, ez li Kurdistanê bûm. Ez bi bisqilêtê diçûm nav rezan. Di
zarokatiya xwe de jî wiha bû. Xewna min di nav xewnê de xera dibû. Pişt re min
got jiyana rastî kîjan e jiyana xewnan kîjan e. Di xewn de laşê min li Fransayê
bû lê mêjiyê min li Kurdistanê bû. Gava min dest bi nivîsandina lîstika xwe kir
dîsa min heman xewn dit û îja heta nav rêzên me diçûm lê tiştekî eceb hebû ku
bisqilêt bisqileta Şaredariya Parîsê bû. Navê lîstika min, "World is a
Bleu" bû. Navê koma muzîkê jî "Kristoff K. Roll" ku em bi hev re
xebitîn. Formata lîstikê bi vî awayî derbas dibe. Piçekî xewn e piçekî rastî
ye. Çarçewoya lîstikê ya min bû, biranînên min bû, lê min çîrokên din jî lê
zêde kirin. Ciwanek hebû ji Sûdanê bi bisqilêtê hatibû heta vir. Di dawiya her
hevoka xwe da digot "c’est tout " yanî “hemû ev e”. Digot, ez bi
bisqilêtê hatime Fransayê "c’est tout " "c’est tout " .
Malbata min nizane ez li vir im "c’est tout ". Yek hebû ji Sûrî
hatibû. Hemû hevokên wî "Apres" re dest pê dikir yanî “pişt re”.
"Apres", DAIS ez hatim Hatayê,
"Apres" ez hatim Îzmîr, "Apres" hatim xapandin.
"Apres"perên min dizîn. Çîrokên bi vî rengî hene tê de.
Gelo
ev çîrok rastî ye,yan xeyal e?
Lîstika
min wekî salona mahkemê bû. Temaşevan di cihê jûriyê de rûniştibû, li kêleka
min parêzerên min hebûn. Min dest bi çîroka xwe û qala xwe dikir. Min dixwest
vê bibejim; ez pir girêdayî welatê xwe me.
Belê rewşa vir zor e, zehmet e lê ez bi hunera xwe li Kurdistanê li ser
piya bûm û ezê li vir jî bi hunera xwe li ser piya bim.
Tiştên
ku bala min kêşa temaşevanên min polîtik bûn. Carina xemgîn dibûn, dikeniyan,
ecebmayî diman... Gava lîstik diqediya hemû ji min dipirsîn, gelo ev çîrok rast
e yan na? Min digot belê ev çîrok jiyana min e.
Li
vir li her şaredariyê sahneya şanoyê û konservatuarek heye. Jixwe her tim
dibêjin, ji bo her kesî şano. Ez niha li vir zaningêhê dixwînim. Beşa şanoyê
dixwînim. Bi rastî jî perwerdehiya ku min li Konservatuara Cegerxwîn dîtibû pir
bi kêrî min hat û ji min re rê vekir û niha jî ez di vê rêyê de dimeşim. Bi
rastî jî Konservatuara Cegerxwîn bandorek mezin li ser min çêkiriye. Lîstika ku
niha ez li vir dilîzim bi xêra perwerdehiya li Cegerxwîn û koma me ya Teatra
Yekta Hêvî bû. Teatra Yekta Hêvî rihekî amator e lê di heman dêmê de jî bi
hêstekî profesyonel tevdigeriya. Ez silavê xwe ji hemû hevalên xwe re dişînim.
Ez wan dişopînim. Xebatên pir pîroz dikin, ez wan pîroz dikim. Koma me komekî
bi serê xwe bû. Li ser piyê xwe disekinî û hîn jî wiha ye. Bi rastî her
lîstikek ku me dilîst rêyekî mezin li peşiya min vekir. Ji tiştên biçûk bi tiştên ji rêzê me
tiştên gelekî xweş derdixistin. Lîstika me ya bi navê “Mars”, “Wenda”, “Yên Xwedê Ji Wan Stendî” ji
wan bûn. Rihekî amator bû lê cidiyeteke profesyonel bû. Teatra Yekta Hevî
rengekî ye ez hêvidar im heta hatayê jî wê berdewam bike. Di dîroka şanoya
kurdî de cih û rengê wê jî dê cuda be.
Projeyên
min
Kurdistan
axêkî hîn nehatiye keşifkirin e. Çîrok pir in. Em pir dewlemend in. Mesela ez
çîroka ku li vir dilîzim heke ez li Kurdistanê bilîzim ez ê temaşevanan
nebînim, ez vê yekê baş dizanim. Lê çîroka me li vir pir balê dikşîne ji ber ku
jiyanek wisa li vir tune ye. Ez niha serê xwe li ser çîrokbejiyê diêşinim. Di
demeke nêz de lîstika min a duyemîn derdikeve. Di vê çîrokê de jî mijar dîsa
Kurdistan û Fransa ye. Formata çîrokbêjî bî kar tînim. Şaredariya Parîsê
produksiyona lîstika min dike. Hemû mafên min jî didin min û bangî çêkerên(produktor)
mezin dikin. Heke çêker şanoya te biecibînin tên şanoya te distînin û belav
dikin.
Min
ji bo masterê serî lê da û hat qebûl kirin. Mijara min “di dengbêjî de têkiliya
dengbêj bi lehengên çîrokê û bi temaşevanan re çi ye” Ez ê li vir li ser dengbêjan
bixebitim ji ber ku koka me ji wir tê. Bi rastî jî bîrekî tije zêr e.
Mamosteyên min dengbêj in, rotaya min dengbêj in. Ji ber ku di denbêjî da
îmajînasyonek e mûazzam heye. Gava dengbêj çîrokêke dibêje tu çavê xwe bigrî tu
filmê wî temaşê dikî. Tu dibêjî qey dramaturjiya wê ji berê de hatiye çêkirin
dema em li çîrokên Çêxov dinêrin çiqas rastiya jiyanê ye, bi ya min îro ku
çîrokên ku dengbêj qal dikin û tiştekî ku Çêxov qal dike heman tişt in.
Şanoya
vir û ya wir
Li
vir şanoya modern heye. Jiyanekî din e. Feylosofî, xeyal, sînema, şano, muzîk
hemû tişt li nav hev ketiye. Gava ez li vir li şanoyê temaşe dikim devê min
vekirî dimîne. Li ser sehnê her tişt heye, sînema, sergî, şer, şanoya klasîk,
muzîk, dans elementên medyatîk... Carinan ez dibêjim gelo ev şano be, tiştên
ku me dikir çi bûn? Tiştên ku me dikir
jî rengekî din bûn, astekî din bûn, hestek din bûn
Bursê
digirim, dişebitim, dersa kurdî didim
Heke
mirov kokê xwe nizanibe mirov winda dibe. Di hîşê min da pênc sal şûn zelal e,
tabî jiyan çi dide pêşiya me ez nizanim. Lê ku derfetên min destûr bidin ez
dixwazim li vir heta doktorayê biçim. Bi
rastî jî bi her awayî ve jiyan li vir pir zor e. Mala min 18 metrekare ye, ez
800 Euro kîrê didim û 120 Euro jî vergî didim, ji ber ku ez li Parîsê dijîm. Ez
hem lîstikvanî dikim, hem burs distînim û bi şev jî li restoranek dixebitim
heftê sê rojan heta nîvê şevê û di heman demê de jî dersa kurdî didim kesên
fransî. Hey ku me meseleya ziman vekir ez dixwazim çend tişan bêjim. Fransî
zimanekî pir zor e lê bi rastî jî ez bi şev û bi roj dixebitîm ji bo ku hîn
bibim di salekî de hatim asta ku tez binivîsim şano bilîzim û dersa kurdî bi zimanê fransî bidim. Min bi
çar destan bi zimanê kurdî girtiye ji ber ku ew cewhera min e. Hemû hevalên min
yên fransî her roj ji min hînê kurdî dibin, min demek berê ferq kir ku min
silav daye kî çend hevok kurdî ji min hîn bûye. Belê jiyan li vir wisa ye, her
roj berxwedan lazim e nexwe têkçûn ne
dûr e.
Ez
ê rojekî vegerim Kurdistanê, heke rewşa Kurdistanê sibê jî baş bibe ez ê sibê
vegerim. Di dilê min de heye ku ez rojekî vegerim û ez bibim derhênerê Şanoya
Bajarê Mezin ya Amedê. Niyeta min ev e, xeyala min ev e û bi rastî ez pir dûr jî nabînim. Her dar li
ser axa xwe şîn dibe, ez ê jî rojêkî vegerim li ser axa xwe û ji nû ve şîn
bibim.
Penaberî
tiştekî eceb e, tu berî her tiştî carina bêrihay bêhna welatê xwe dikî, bêriya
çaya Roj Cafe dikî, şareba Xanê Sulukluyê dikî… Penaberî tiştekî wisa ye ku tu
kesek nin î, tu gelek kes î.
Kurdistan
baxçê gulan e û min pir bêriya baxçê gulan kiriye...
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder