“Gava ez li pêşveçûna xwe û armancên xwe dinêrim, ne
lomedar im, ne jî pê kêfxweş im. Destên min di bêrîkên şalê min de, şûşeya
şerabê li ser maseyê, ez nîvpaldayî, nîv li ser rûnişteka hêlanok rûniştî, di
pencereyê re li derve mêze dikim. Mêvan tên, ez, li gorî ku bi wan rewa ye,
xêrhatinê li wan dikim. Organîzatorê min li odeya pêşîn rûdine, gava ez bang lê
dikim ew tê û guh dide ser tiştên ez jê re dibêjim. Bi êvaran tim xwepêşandan
hene û xwepêşandina min çetin e ku ji vê çêtir jî be. Kengî ez ji ziyafetan, ji
sazûmanên zanistî, ji civînên kêfê dereng tême mal, şempanzeyeke
nîvperwerdekirî li benda min dipê û ez, bi awayê ku meymûn kêfa xwe bi hev
tînin, kêfa xwe bi wê tînim. Bi roj ez naxwazim wê bibînim; di awirên wê de
dînîtiya ku li heywanên bi perwerdekirinê re hişbelavbûyî, hene; ez tenê van
dîbînim û ez nikarim lê sebatê bikim.” (F.Kafka-Koloniya Tawanê, Werger: Fatîh
Aydin, Weşanên Lîs, 2016, Amed)
Franz Kafka di navbera salên 1883 û 1917’an de
kurteçîrokek bi nave "Ji Akademiyê Raporek" dinivîse. Kafka di çîroka
xwe de behsa meymûnekî (Peterê Sor) ku bi destê mirovan tê birîndarkirin û tê
zeft kirin dike. Peterê Sor ji bo ku jiyana xwe berdewam bike mecbûr dibine ku
tevgerên taqlidkirina mirovan hîn bibe û pişt re li hemberî akademîsyenan de ev
rapora xwe bixwîne.
Çîrok ji aliyê Roşeng Rojbîr ve ji bo sehneyê adapte
bûye. Tûncay Ozel hem derhêneriya lîstikê û hem jî bi lîstikvaniya xwe
derdikeve hemberî temaşevanan. Di lîstikê de dekor ji aliyê Bilge Kutlu, teknîk
Egît Firat û afîş jî ji aliyê Ronî Dîldar ve hatiye çêkirin. Lîstik yek perde
ye û bi yek kesî tê lîstin.
Di sehneyê de dekor qafeseke biçûk e û li her du
aliyê sehneyê ben heye. Gava sehne ronî dibe Tûncay Ozel bi cilên sor ve li
tewanê sehneyê derdikeve peşberî me. Xwe li tewanê sehnêyê asê kiriye û dest bi
monologa xwe dike. Pişt re benekî bi destê xwe û benekî jî bi nigê xwe ve girê
dide û dest bi performansa xwe dike.
Ji bo vê lîstikê em karin bêjin ku Tuncay wekî
derhêner formên "in-yer-face" ve derdikeve hemberî temaşevanan. Wekî
teoriyek "in-yer-face" di dawiya sedsalên 20’an de li Îngilistanê derdikeve
û li dinyayê belav dibe. Ji bo vê teoriyê em dikarin bêjin ku li ser sehneyê
lîstikvan bi laşê xwe, bi dengê xwe mecbûr e ku temaşevanan aciz bike. Di vê
teoriyê de li ser sehneyê ziyandayîna fîzîkî, wehşeo, taciz û hwd her tişt
serbest e.
Di vê listikê de jî Tûncay dixwaze ku temaşevanan
"aciz" bike.
F. Kafka di vê metnê de dixwaze ku li ser têgihên
azadiyê re nîqaşeke veke: Azadî çî ye? Di navbera azadî û xelasiyê de çi ferq
heye? û hwd...
Li ser sehneşê biraninên Peterê Sor, jiyana wî, yeko
yeko tê qal kirin... Peterê Sor baş dizane ku teqlîdkirina mirovan ji bo wî
tenê xilasiyeke; xilasiya îşkenceyê ye, xilasiya sîrkê ye... Di lîstikê de
Peterê Sor bi heyasên xwe û pişhotikî li ser sehneyê de dimeşiya û performansa
xwe berdewam dikir ev tiştên nîvcomayîna fizikî û bikaranîna ben û qefes ji
aliyê rejî ve fonksiyonên sereke bû. Qefes û ben hem alikariya peyamên metnê
dibû û hem jî dinyayeke tengbûyî nîşanî me dibû. Tiştên nivcomayîna fîzîkî jî
her tim ji me re digot ku xwezayê Peterê Sor ne vê dinyayê ye...
Peterê Sor her tim dixest ku xwe bigihîne
temaşevanan, derdê xwe ji wan re bêje, lê mixabin dest girêdayî, nig girêdayî
bû... Ew ben her tim ji me re digot ku, çi jî bike azadî ne mimkûn e. Peter ji
mirovan gelek tişt hîn dibe; berî her tiştî zimanê wan hîn dibe, pîpo dikşîne,
şa dibe, eraqê vedixwe, tif dike... Peter hemû hînbûna xwe li ser sehneyê
nîşanî me dide û tê yeko yeko li ser rûyê me tif dike, aciz dike ji ber ku
temaşevan jî şirîkê vê gunehê ne. Bi gotineke kurtasî, şaristan di vê metnê de
zindaneke mezin e û mirovên nûjen jî ev pawanê zindanê ne.
Ev tekst bi tevgerên Tûncay ve xwe ji "şanoya
xwendin"ê ve xelas kiriye. Di performansên yek kesî de pirsgirêkên herî
mezin ev e ku tevger tê de tune ye, ev tişt jî lîstik dike "şanoya xwendin"ê.
Lê hem ji aliyê derheneriyê ve, hem jî ji aliyê lîstikvaniyê ve karekî serkeftî
çêbûye. Tuncay bi çîroka xwe û bi tevgerên xwe ve bi têra xwe temaşevanan
"aciz" dike.
Lîstik li Stenbolê sahneya Şa Perfomansê dilîze. Bê
şano neminîn.
Hiç yorum yok:
Yorum Gönder